Di derbarê jina bi navê Reyhaneh Jabbari ya ku berî niha 7 salan tecawîzciyê xwe kuştî de di 21’ê Nîsanê de cezayê dardekirinê hat dayîn. Piştî cezayê dardekirinê ji bo rakirina cezayê dardekirinê kampanya hat despêkirin û kampanya rastî eleqeyek mezin hat. Li gel hemû bangên ji bo paşde vegerandina ceza jî Reyhaneh hat dardekirin. […]
Aktîvîsta Aştiyê ya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Wîdad Akrawî, Xelata Aştiyê ya qezenç kir diyarî Kobanê û Şengalê kir. Xelata bi navê “International Pfefer Peace Award” a her sal li DYA ji kesayetên li gelemperiya cîhanê li dijî biçekbûyînê têdikoş in û di rewşên şer de li hemberî îstîsmara zayendî dixebitin re tê dayîn, îsal […]
Ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya navbera kurdan, di civîna amedekariya kongreyê dey ali Hewlêrê pêk hat de komîteyek hat avakirin û bi tevlibûna serokê herêmê Mesut Barzanî re li merciya wî civiyan. Her wiha hate zelalkirin ku kongre dê di meha Tebaxê de pêk were. Komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ku di civîna li […]
Damezrînera Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban Farah Bargavî, diyar kir ku jin û mêr bi hev re di nav şoreşê de cih girt lê piştî demekî hewldana jinê nehat dîtin. Farah, daxuyand ku Tevgera Jinan li dijî cudakariya li hemberî jinê têdikoşe û wiha axivî: “Têkoşîna me ya neteweyî dest pê kir û piştre […]
Shiler Aminiya îranî diyar kir ku Konferansa Jinên Rojhilata Navîn ji bo pêşerojê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber rejîma Îranê jin bi şîdeta meran re rû bi rû dimînin û bi keviran tên qetilkirin. Şhiler, daxuyand ku li dijî rejîma Îranê divê jinên Rojhilata Navîn têkoşîneke bi rêxistinî bide meşandin.” […]
Nazly Hussein bi aktif di nav şoreşa Misirê de cih digire, da zanîn ku jinên misirî li dijî tacîza zayendî û marjînalbûnê her tim di nav têkoşînê de bûn û wiha got: “Têkoşîna jinê ya di nav şoreşê de bandoreke mezin li ser civakê hişt. Nazly Hussein bi aktif di nav şoreşa Misirê de cih […]
Di encamnameya 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn de hat destnîşankiin, ku li dijî pergala serdest a mêr, dîktator û serdestan, konferans bingeheke têkoşîna hevpar e û hat gotin, “Xurtkirin û domdarkirina vê bingehê di destên me de ye. Em dibêjin jin bi xwe bawer û biryarin ku dê aştiyê bîne herêmê.” 1’emîn Konferasa Jinan […]
Sînema, di roja me de weke hunera heftemîn tê binavkirin û wer jî tê naskirin. Ligel wan jî her şeş hunerên din jî di nav xwe de dihewîne û hunereke nûjen a sedsalê ava dike. Sînema, di roja me de di nav civak û mirovan de bûye amûreke hevdu naskirin, pêşxistina pêwendiyan û ragihandinê. Lewma […]
Li Amerîkaya Latîn, rêxistinên civakî yên sivîl ên pêşverû û şoreşger, Meclîsa Parzemînî ya Tevgerên Civakî (ALBA) damezirandin. Di damezirandina ALBA de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî amade bû. Kongreya Tevgera Gundiyên Bêerd, di navbera 16-20’ê gulanê de li Dibistana Neteweyî ya Florestan Fernandes a li gundê Guararema yê nêzî paytexta Brezîlya Sao Paulo hate […]
1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li Amedê bi tevlibûna 250 jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk bê. Endama Komîsyona Amedekariyê ya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn Fatma Kaşan, destnîşan kir ku recm, sineta jinê, pir zewacî, di temenê biçûk de zewac, mafê siyasî û medenî, qetlîama jinê, paşverûtiya feodalîzmê hwd û bandora hêzên […]