Komkûjiya Jinan

24

Îro li dijî jinan destdirêjî, êrîş, şidet û komkûjî hema bêje êdî bûye meseleyên jirêzê.

Dema jin li meydanê zêdetir darîçav dibe, hîn zêde xwe perwerde dike û parastina xwe dike û bêhtir bi awayekî rêxistinî têdikoşe. Pê re jî pergala kapîtalîst a desthilardariya zilam û desthilatdarên baviksalar êrîşên xwe dijwartir dike li dijî jinan.

Di salên dawî de, femînîstên ji Emerîkaya Latîn bikaranîna têgînekî bi navê “femînîcîd” pêşniyaz kir. Li gorî vê yekê şideta li hemberî jinan, nexasim jî kuştina jinan pêwîst e wekî kuştinên ji ber zayendê were qebûlkirin û sepandin jî (yaptırım) divê xwe bispêre vê çarçoveyê.

Bêguman, jin ji ber nasnameya xwe ya zayendî şidetê dibîne û ev şidet jî her ku diçe dibe komkûjî. Pir girîng e ku em vê yekê wiha binav û qebûl bikin. Di heman demê de ev yek ji bo pêşxistina bergiriyên jî gaveke girîng e.

Ev zihniyet dixwaze wiha nîşan bike ku şideta li dijî jinan wekî tenê li hemberî jinekê ye. Esas, armanca wî ew e ku jinan bêdeng û kontrol bike, her wiha dixwaze beden û mêjiyên wan bixe bin kontrola xwe.

Jixwe şidet, hem sedem û hem jî encama newekhewiya zayenda civakî ye. Ji bo ku berdewam bibe, ev yek dibe amûrê kesên ku ji vê newekheviyê sûd werdigrin. Di heman demê de ew bixwe damezrînerên vê rewşê ne. Keda jinan, beden û nasnameya wan di bin zext û kontrolê de tên girtin û ev yek bi bikaranîna şidetê pêkan dibe. Yanî şidet xwedî roleke sîstematîk e. Bi taybet jî dema li hemberî zext û kontrola jin dixwaza azadiyê geştir dike, şidet zêdetir dibe.

Yanî bi kurtasî şidet li dijî zayenda jinê ye. Û sedema wê jî berdewamiya pergala newekheviya zayenda civakî ye.

Wekî tevgera jinên Kurd, em komkûjiya jinan yanî kûştina jinan, ne bûyerên tekane dibînin, çavkaniya xwe ji zayendperestiya civakî û dijminatiya jinan digire. Ji ber vê yekê, ji bo ku em nehêlin komkûjiya jinan pêk were, li dijî zihniyeta zilam, pêwîstiya me bi têkoşînekî xurt û karîger heye.

Ji ber em dizanin ku zext û êrîşên li dijî zayenda me, beden, hest û fikrên me, di heman demê de kûştina jinan; bi destdirêjî, rê û rêbazên dubare yên şideta, qedexekirin û manîpulasyonan tên sîstematîze kirin.

Di vê çarçoveyê de zayendperestiya civakî yê ku hatiye sîstematîze kirin, tê maneya şideta ku ji aliyê dewlet û zilamê serdest, bi her cureyê di jiyana rojane de li dijî jinan pêk tê. Zewacên zarokan, pirzewacî, sunneta jinan, bêkarkirina jinan û mafên perwerde û tendirustiyê desteser kirin jî mînakên vê yekê ne. Her wiha keda jinan, keda dayikan ji nedîtî ve tên. Jin wekî hêza erzan a kedê tê bikaranîn, neçarî maddeyên wekî tîryak û fuhuşê tê kirin, mudaxale li ser cil û berg û mafê gerê tê kirin û her wiha qedexeya kurtajê, ji bo zarok anînê zextkirin, mafê nafakayê desteserkirin û polîtîkayên dijberî jinan û hwd. van tiştan hemû polîtîkayên dijminên jinan in. Ev jî ji aliyê dewlet û pergalê ku desthilatdar in û xwedî zihniyeta faşîst û baviksalar in.

Van polîtîkayan hemû bi komkûjiya jinan ve birastî civak, jiyan û hemû mirovahiyê hedef dikin.

Li dijî van tiştan bi tevahî îro li her derê dinyayê têkoşînên mezin hene. Ji ber van têkoşînan ji niha ve encamên girîng hatin bidestxistin, zanabûna jinê pêşket, ji bo hemû jinan moralê tevahiya jinên cihanê bilind bû û hem hêza me zêdetir bû hem jî tirsa pergala baviksalar mezintir bû.

Wekî jinan erk û berpirsiyartiya me li dijî komkûjiya jinan, têkoşîna xwe zêdetir birêxistinkirin e û wekî hêza veguherînê mezintir kirin û berxwedaniya xwe berwedam kirin e.

Siberoja azad, di pêşengiya jinên rêxistinî, berxwedêr û bibiryar de wê bibe ya hemû bindestan!