KJK: TENDÛRISTÎ Û EWLEKARIYA RÊBERTÎ DI REWŞEKE METIRSÎDAR DE YE

2

Koordînasyona KJK’ê: Rêber Apo di nava şert û mercên bi rêk û pêk ên êşkenceyê de ye. Tenduristî û ewlekariya wî di nava metirsiyeke mezin û rîskê de ye. Dewleta li hemberî me ne wijdanê, ne exlaqê ne jî hiqûqê nas dike.

Koordînasyona KJK’ê der barê tecrîdkirina Ocalan daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, “Tecrîd di fikir û hest de tenêhiştina mirovekî ye, girêdana zimanê mirov e, astengkirina nêzîkatiyên mirov e û ji aliyê derûnî ve tengavkirin e.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li dijî Rêber Apo weke şantajeyek siyasî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ve tê bikaranîn. Hikumeta faşîst û şefê wê Erdogan ku bi rengekî pramatîk tevdigerin, bi dek û dolaban, bi mijûlkirin û xapandinê dixwazin gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk li pêşberî kiryarên xwe yên qirêj bêdeng bikin.

Di rewşekê de ku hiqûq hatiye şexsîkirin, bi gotina dîktatorekî ve hatiye girêdan, li dijî Rêber Apo û girtiyên siyasî polîtîkaya dîlgirtinê tê meşandin. Rêber Apo jî ji ber ku ev karakterê dewletê baş fêhm kiriye, bi polîtîkayên ku carna nerm car jî hişk dibin bawer nake.

CEZAYÊ HUCREYÊ DI NAVA HUCREYÊ DE

Rêber Apo ku di 15’ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî birin girava Îmraliyê zêdeyî 20 sal in di nava tecrîd û îzolasyoneke giran de ye. Tevî vê rastiyê jî di her sedemê de bi pêkanînên taybet ceza lê tê birîn ku ev yek ji ber nêzîkatiya tolhildêre.

Hevdîtinên bi malbatê û parêzeran hatin qedexekirin, nehiştin ku nameyan werbigire û bişîne, pirtûk, pênûs û lênûsk nedan wî, cezayê hucreyê di nava hucreyê de lê birîn. Ya rast bi şert û mercên mirinê yên bi demê re hate cezakirin. Tecrîd di fikir û hest de tenêhiştina mirovekî ye, girêdana zimanê mirov e, astengkirina nêzîkatiyên mirov e û ji aliyê derûnî ve tengavkirin e. Rêber Apo ev polîtîka û kiryar hemû têgihişt, analîz kir. Li dijî vê yekê anî ziman ku ew xwe di tenêtiya xwezayî de kûr dike, îradeya xwe, hişmendiya xwe bi eşqa azadiyê dixemilîne, bi kûrbûnê hildiberîne. Lewma destnîşan kir ku di şexsê wî de şert û mercên girtîgeha Îmraliyê li derve hatiye ferzkirin, di esasê xwe de derve hatiye mehkûmkirin û derve veguheriye kampeke dîlgirtinê.

Ji ber vê yekê li dijî hemû êriş û kiryarên dewletê yên li dijî mirovahiyê, bi xwezêdekirinê, hilberînê û kûrbûnê bû bersiv. Bi îrade û hişmendiya azad rûmeta mirovahiyê parast. Heman tişt ji civak, gelê Kurd û jinan re jî pêşniyar kir ku li derve xwe azad dibîne. Yên hay ji xwe hebin dikarin xwe biparêzin û li dijî rewşên metirsîdar dikarin hebûna xwe dewam bikin. Lê belê bi milyonan mirovên ku hay ji dîlgirtinê nînin wê ji holê rabin, teslîm bên wegirtin û Rêbertî li pêşberî vê rastiyê hîn bêhtir kete nava fikaran. Ji ber vê yekê jî got, li şûna ku min rizgar bikin hûn xwe rizgar bikin, li şûna ku min azad bikin hûn xwe azad bikin.

Rêber Apo her tim li gel, jinan û civakê fikirî û bi vî rengî bersiv da şert û mercên herî giran. Ji jin, civakê û gel jî xwest, ku eger li xwe difikirin, ji xwe hez dikin û xwe hîs dikin hingî divê heman tiştî bikin. Destnîşan kir ku rûmeta mirovahiyê bi fikir, ruh û hesta azad dikare bersivê bide şert û mercên êşkenceyê. Ji ber vê yekê jî anî ziman ku şert û mercên mirov tê de ne divê ji mirovan re nebe asteng. Rêber Apo anî ziman ku kûrbûna esasî divê ne ji bo guhertina şert û mercên wî be, kûrbûn divê li ser rêxistinbûna jiyanê û berfirehkirina qada azadiyê ya gel be. Lewma li dijî zordariyê şert û mercên êşkenceyê yên ku ew tê de ye ti carî neanî ziman û li ser wê yekê ranewestiya. Dema ku li rewşa wî ya tenduristiyê hate pirsîn jî got, ‘eger pêşketin baş be ez jî baş im’. Bîranîn û gavên xwe hemû li ser azadî û jiyaneke rast afirand. Got ku yên ji bilî vê negirîng in.

TENDURISTÎ Û EWLEKARIYA RÊBERÊ ME DI NAVA METIRSÎ Û RÎSKÊ DE YE

Lê belê em zanin ku Rêber Apo di nava şert û mercên bi rêk û pêk ên êşkenceyê de ye. Tenduristî û ewlekariya wî di nava metirsiyeke mezin û rîskê de ye. Dewleta li hemberî me ne wijdanê, ne exlaqê ne jî hiqûqê nas dike. Ev dewlet ew dewlet e ku ji bo du sê dengdan zêdetir werbigire got, ‘ji niha û pê ve wê li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re pêk were, wê şert û merc bên başkirin’ û piştre xwe li ker, kor û nezaniyê danî. Dewleteke welê ye ku maskeya durûtiyê daniye ser rûyê xwe û mîna şarlatanekî ku rastiyê şaş, şaşiyê jî rast nîşan dide her tim berê xwe diguherîne.

Dewleteke welê ye ku gotin dema ji dev derdikeve yekser gotina xwe dadiqurtîne.

Lewma dewleta ku ji ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ji aliyê jin û gelê Kurd ve hate meşandin neçar ma deriyên Îmraliyê veke, di demeke kurt de ev deriyên Îmraliyê ji nû ve girt. Ev dewleta ku dibêje ‘derî yê min e eger bixwzim ez ê vekim, nexwazim venakim’ mîna şantajvanekî mezin li gorî berjewendiyên xwe gavan diavêje. Ji ber vê yekê cezayê hucreyê yê di nava hucreyê de li Rêberê me û girtiyên siyasî yên tecrîdkirî dibire.

Parêzerên Rêberê me di civîneke çapemeniyê de eşkere kirin ku ew bi rengekî tesadûfî hîn bûne ku cezayên dîsîplînê yên nû hatine birîn. Di ferhengê de wateya dîsîplînê ewe ku fermanê bi cih nîne û ev yek jî bêpîvantiya yên di bin talîmatê de ne.

Gelo Rêberê me û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê dîlgirtî ne li gorî kîjan pîvan û talîmatên we tevgeriyan ku wê ji ber pêkneanîna talîmatên we bên cezakirin. Ew rêber û milîtanên dozeke siyasî ne. Ji xwe ji ber ku li ber pîvanên we rabûn bûn şoreşger û têkoşiyan. Lewma ev lîstika ‘sûcên dîsîplînê’ divê bi berfirehî bê eşkerekirin. Mînak, bi vî cezayê dîsîplînê we xwarin û av li ser wan birîn, mafê tedawîkirinê ji wan wergirtin, yan jî cezayê nefikirîn û nerazanê li wan birîn? Rêber Apo û girtiyên siyasî yên li wê deverê ne dikarin malbatên xwe ne jî parêzerên xwe bibînin. Ne dikarin nameyan werbigirin û binivîsînin. Bi dîtina me divê raya giştî ya demokratîk vî şêweyê cezakirina bi rengê cezayê dîsîplînê eşkere bike. Bi dîtina me divê rêxistinên mafên mirovan, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê mijarê de berpirsyariyên xwe pêk bînin.

HER KESÊN XWEDÎ WIJDAN DIVÊ VÊ REWŞÊ QEBÛL NEKE

Raya giştî ku di encama çalakiyên gelê Kurd û jinan de kete nava liv û tevgerê gelo çima piştre wezîfe û berpirsyariyên xwe datînin aliyekî. Gel û jinên Kurd di nava her şert û mercî de dikarin canê xwe ji bo Rêberê xwe feda bikin. Bila kes ji vê gumanan neke. Eger li girtîgehên Tirkiyeyê ku niha veguherîne êşkencexaneyê girtî nikaribin nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin, li dijî binpêkirina mafên mirovan nikaribin bikevin nava liv û tevgerê, pêwendiya vê yekê bi wê heye ku civak hînî jiyana mehkûmiyetê bûye. Civaka ku veguheriye bedeneke ku bi destê dewletê tevdigere, civakeke welê ye ku ji aliyê faşîzmê ve teslîm hatiye wergirtin. Ji ber vê yekê ji bo parastina jiyana xwe û pêkanîna azadiyê divê em ji Îmraliyê dest pê bikin û pêla êrişê, polîtîkaya tecrîdê têk bibin. Ji bo wijdan û rûmeta mirovahiyê em mafê ‘edalet ji bo her kesî, jiyana azad ji bo her kesî’ biparêzin.

Jinên Kurd, dost û wijdanê civaka demokratîk divê vê rewşê qebûl nekin, bikevin nava liv û tevgerê û bêjin, azadiya Rêber Apo azadiya me ye, jiyana Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye. Em bang li her kesî dikin ku li pêşberî vê yekê bi berpirsyarî tevbigerin, çalakiyên bi plan û rêxistinbûyî bikin.”