Axa Mezopotamya axên ku bi hezaran sal in bûye cihê pergala civakî ya jinparêz û jiyana azad. Ev axên ku xwedî dîrokeke kevnar in, hemû nirxên mirovahiyê bi hiş û hêza destan a civaka azad afirandine. Vedîtina gelek peykerên xwedawendan di kolandinên li ser sînorên erdnîgariya Îranê de îspat dike ku şoreşa neolîtîk di serdemeke pir bi kok û dirêj de li van deveran hatiye jiyîn.

Bi kurtasî, Îrana ku xwedî çandeke pir kûr û berfireh e, piştî berxwedaneke demdirêj bûye xwedî avahiyeke çandî ya baviksalar. Jina Îranî ku xwediyê çanda xwedawenda dayîkê ya kûr e, îro di asteke diyar de çanda xwedawenda dayîkê diparêze, lê di bin meylên tund ên çanda baviksalarî de, zilm û zordariya mezin û bê nasnameyê dibîne. Bi veguhertina Îslamê olê siyaset û desthilatdariyê re, zext û tundiya li ser jinan hîn kûrtir bû û jiyan veguherî îşkenceya bi darvekirin, recim (kuştina bi kevir), şer (zewacên demkî yên bi îmam), besîc (ajan) pratîkan dike. Ji aliyekî ve pêkanînên hovane yên dewleta şerîatê, li aliyê din jî têgihîştina zayendî ya gelekî xurt, xwekuştina jinan bi xwe re anî. Ji ber ku dewleta Îranê bi lewazxistina jinan hewl dide gendeliya civakî kûrtir bike û civakê di bin kontrolê de bihêle, her cure rê û rêbazên ku bêrûmetî û paşketinê pêş dixe bi taybetî madeyên hişber, fuhuş û sîxuriyê bikar tîne.
Li aliyê din jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, di bin zextên giran ên rejîmê yên li ser Kurdan de û ji aliyê din ve jî pêkanînên tund ên kevneşopiyên baviksalarî, di rewşeke wisa de dijîn ku nikarin nefesê bistînin. Jin ji hemû qadên jiyanê hatiye dûrxistin û di nava malê de hatiye hepskirin û mehkûmî jiyaneke ku haya wê ji xwe tune ye kirine. Li herêmên ku pergala dewletê pir bandor lê tê kirin, jin ji nasnameya xwe ya civakî bêpar tên hiştin û bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên tund dikşinin nava sîstemê. Li Rojhilatê Kurdistanê jin di encama paşverûtiya civakî û pêkanînên taybet ên dewletê de hatine dorpêçkirin û destûr nayê dayîn ku li derveyî jiyanê gaveke biçûk jî bavêjin. Her çiqas di cîhana mêranî de jinbûn zehmet be jî, jina Kurd bûyîna di nava şert û mercên gelekî dijwartir de hewce dike. Ji ber ku Îran li ser esasê xweseriya Kurdan weke nasnameyeke cuda qebûl nake û pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokratîk çareser nake, du qat zext û tundiyê li ser jinên Kurd dike.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ RÊXISTINBÛNA JINÊ

Rejîma dewleta Îranê pîvanên herî kêm ên demokratîk jî pêk nayîne. Ji ber vê sedemê li aliyekê muxalefeta li hundir pêşdikeve, li aliyê din bi zextên ji derve pêşdikeve re rû bi rû ye. Dizane ku hêzên kurewî di çarçoveya destwerdanê de ne. Lê li şûna ku demokratîkbûna xwe ya hundirîn misoger bike û li ser cudahî, azadiyan lihevkirineke civakî pêk bîne, ji aliyekê ve zext û tundiyê û ji aliyê din ve hemû dînamîkên civakî ji holê radike da ku hebûna sîstemê biparêze.

Rejîma îslamî ya Îranê ya paşverû, jin û ciwanan weke hêza herî bingehîn a dînamîk a civakê dibîne, û ji bo ku van her du beşên civakî ku xwedî potansiyel û bandoreke xurt in, zêdetir bikşîne nava sîstemê, siyasetên curbicur pêşdixîne. Bi taybetî li Kurdistanê bi hewildanên besîc kirinê, bi bandor kirin û rêxistin kirina gelek keçên Kurd dixwaze di nava siyaseta xwe ya qirêj de bikar bîne.
Tevgera Azadiya Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê YJRK ku di sala 2004’an de li dijî van polîtîkayên qirêj hatiye avakirin, xwe li ser esasê bersivdayîna vê mîrateya tevgerên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ava kiriye û bûye şopdarê vê têkoşînê.

Armanca damezrandina YJRK’ê (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê) bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê ji gelên din ên li Îranê dijîn, hişyarkirina jinan li dijî sîstem û pêkanînên baviksalarî, antî demokratîk, teokratîk û otorîter e zanekirina jinan e. Ji rêxistinbûn û têkoRejîma dewleta Îranê pîvanên herî kêm ên demokratîk jî pêk nayîne. Ji ber vê sedemê li aliyekê muxalefeta li hundir pêşdikeve, li aliyê din bi zextên ji derve pêşdikeve re rû bi rû ye. Dizane ku hêzên kurewî di çarçoveya destwerdanê de ne. Lê li şûna ku demokratîkbûna xwe ya hundirîn misoger bike û li ser cudahî, azadiyan lihevkirineke civakî pêk bîne, ji aliyekê ve zext û tundiyê û ji aliyê din ve hemû dînamîkên civakî ji holê radike da ku hebûna sîstemê biparêze.

Rejîma îslamî ya Îranê ya paşverû, jin û ciwanan weke hêza herî bingehîn a dînamîk a civakê dibîne, û ji bo ku van her du beşên civakî ku xwedî potansiyel û bandoreke xurt in, zêdetir bikşîne nava sîstemê, siyasetên curbicur pêşdixîne. Bi taybetî li Kurdistanê bi hewildanên besîc kirinê, bi bandor kirin û rêxistin kirina gelek keçên Kurd dixwaze di nava siyaseta xwe ya qirêj de bikar bîne.
Tevgera Azadiya Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê YJRK ku di sala 2004’an de li dijî van polîtîkayên qirêj hatiye avakirin, xwe li ser esasê bersivdayîna vê mîrateya tevgerên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ava kiriye û bûye şopdarê vê têkoşînê.

Armanca damezrandina YJRK’ê (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê) bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê ji gelên din ên li Îranê dijîn, hişyarkirina jinan li dijî sîstem û pêkanînên baviksalarî, antî demokratîk, teokratîk û otorîter e zanekirina jinan e. Ji rêxistinbûn û têkoşîna jinan re pêşengtiyê dike. Li dijî zîhniyet û pêkhateyên zayendperest ên serdest a mêr têdikoşe û li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê di hemû qadên jiyanê de nasnameya azad a jinê pêş dixîne.
YJRK’ê xwedî îdeolojî, felsefeya jiyana azad û stratejiyeke xurt a têkoşînê ye, weke tevgera azadiyê ya hemû jinên li Îranê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

Têkoşîna li ser vê bingehê bi parastina têkneçûna tevgera jinê ya ku xwe dispêre îdeolojiya kûr a azadiyê û felsefeya jiyana azad li ser bingeha xwerêveberî û îradeya xwe esas digre û ji bo pêşengiya jinan bike xwe weke KJAR’ê ava kir. (Koma Jinên Azad) di sala 2014’an de ji ber pêwîstiyên di şoreşê de hene, bi guhertina şert û mercên cîhan û Rojhilata Navîn re têdikoşin.
Di serdema YJRK’ê de jin, gel û hemû civak û civakên bindest bawer dikirin ku divê xwedî hêzên parastina rewa bin û di sala 2010’an YJRK’ê xwe bi navê HJRK’ê (Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê) xwe wekî hêzekî parastina cewherî bi rêxistin kir û piştre jî, bi armanca ji bo hîn bêhtir ji têkoşîna pêşkeftî û êrişên li ser jinan de bibe bersiv rêxistinbûn hîn berfirehkirin û bi navê HPJ (Hêzên Parastina Jin) hat nû kirin.
Rêxistinên KJAR û HPJ’ê dixwazin nirxên jinê yên civakî, siyasî, leşkerî û jiyanî biparêzin û li ser esasê felsefeya azadiyê ji pirsgirêkên jinên Îranî re bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bibin çareserî.

Ronahî (Şîrîn Elamhulî) yek ji kadroyên pêşeng ên YJRK’ê bû ku, ji ber pêşengiya têkoşîna ji bo mafên neteweya demokratîk û azadiya gelê Kurd û jinên Kurd dikir di 9’ê Gulana 2010’an de li Girtîgeha Êvînê ji aliyê dewleta Îranê ve hat darvekirin.
Berxwedana bi rûmet a Şîrîn Elamhulî û israra di azadiyê de hêviyeke mezin a berxwedanê da jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û pêşengtiya têkoşîna azadiyê didomîne. Her wiha bûye sembola jinên li dijî pergala baviksalarî berxwe didin.
Ji bo demokratîkbûna Îranê, ji bo gelê Kurd bibe xwedî jiyanek azad, adil û wekhev û bi taybetî jî ji bo azadiya jinê, îro bi dehan jinên Kurd ên weke Zeynep Celaliyan di zindanên Îranê de tên ragirtin û li dijî îşkenceyê berxwedana xwe didomînin. KJAR û HPJ jinên berxwedêr ên weke Şîrîn Elamhulî û Zeynep Celaliyan di têkoşîna xwe de pêşeng dibînin û ji bo azad kirina wan têkoşîna xwe didomînin.

Çarçoveya rêxistinî ya KJAR’ê weke sîstemeke nû di 8 xalên sereke de tê îfadekirin:

1- KJAR tevgera mezin a azadiya jinê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.
2- Hemû rêxistinên di nava KJAR’ê de wê li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xebatên xwe bimeşînin û li ser esasê parastina cewherî xwe bi rêxistin bikin.
3- KJAR di wê baweriyê de ye ku pirbûna çand, nasname, netewe, ol û baweriyan dewlemendiya civakê ye. Bi dîtina pêwîstiyên hemû beşên civakê, erka rêxistinên demokratîk a azadkirina gelan, çand û olan weke bingeh û çavkaniya netewa demokratîk di ber çavan digire û têkoşîna xwe didomîne. Herwiha piştgirî dide parastina cewheriya xwezayî û tevlîbûna demokratîk.
4- Kurd ji bo xwerêveberiya Kurdistanê, sîstema demokratîk a li Îranê û her wiha ji bo qebûlkirina statuya siyasî ya rêveberiyên xweseriya demokratîk têdikoşin.
5- KJAR li dijî zayendperestî, nîjadperestî, desthilatdariyên baviksalarî, neteweperestî û bi serdestiya mêr bikaranîna zanist û olê di pêkhateyên civakî de têdikoşe. Di heman demê de li dijî pêkhateya malbata paşverû ya ku di destê modernîteya kapîtalîst de veguheriye amûrekê û di çarçoveya rêgezên civaka baviksalarî de têdikoşe û ev nêzîkatî beriya her tiştî li dijî ferzkirina li ser jinan de şer dike. Têkoşîna malbata demokratîk û ruhê jiyana azad li ser bingeha zanistên civakî û têkiliyên azad ên jin-zilam têdikoşe.
6- KJAR di hemû qadan de bi awayê rêxistinên giştî û komunan pergala konfederal ava dike. Civînên gel, akademî, kooperatîf, sazîbûn û hwd. Li ser bingehê rêxistin û rêveberiyên herêmî, xebatên siyasî yên demokratîk, rêxistin û mekanîzmayên biryargirtinê ye.
7- Li hemû qadên ku sîstema demokratîk û çalakî lê tên birêxistinkirin, KJAR pergala hevserokatiyê esas digre û ev sîstem bingeh û mekanîzmaya hemû rêxistinên civakê ye.
8- KJAR hemû nirx û destkeftiyên jin û civakê diparêze. Di vê çerçoveyê de tevgera ku şîdetê dinava xwe de digre, ango ne dinava nêzîkatiyekî parastina cewherî de be nayê qebûlkirin. Rejîma dewleta Îranê pîvanên herî kêm ên demokratîk jî pêk nayîne. Ji ber vê sedemê li aliyekê muxalefeta li hundir pêşdikeve, li aliyê din bi zextên ji derve pêşdikeve re rû bi rû ye. Dizane ku hêzên kurewî di çarçoveya destwerdanê de ne. Lê li şûna ku demokratîkbûna xwe ya hundirîn misoger bike û li ser cudahî, azadiyan lihevkirineke civakî pêk bîne, ji aliyekê ve zext û tundiyê û ji aliyê din ve hemû dînamîkên civakî ji holê radike da ku hebûna sîstemê biparêze.