Jinên li Başurê Kurdistanê jî, xwedî mîraseke têkoşînê ya giring û kûr in. Ji Hepse Xanima ku ji bo zarokên keç dibistana seretayî avakir, heta rêvebera Helepçeyê Adîle Xanim, Leyla Qasima ku ji aliyê rejîma Baas ve hatî darve kirin, heta fermandara pêşmergeyan Xwîşka Halîme di dîrokê de kesayetên jinên giring ên ku navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine mijara gotinê ye. Çawa ku jinan li dijî dagirkeriya hêzên herêmî û navneteweyî yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê cihê xwe di berxwedanê de girt, di êrîşên qirkirinê yên rejîma Baasê de herî zêde jin û zarok bandor bûn. Bi taybetî di salên 1980’an piştî valekirin û wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan ku cihê berxwedanê bûn, bi sed hezaran jin û zarokön wan koçber bûn. Hin ji wan bi peyatî sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê derbas kirin û ji wir koçî Ewropayê bûn, piraniya wan li bajar û bajarokan di nava zor û zehmetiyan de têkoşîna jiyan kirinê didin. Di dema rejîma Baasê de gelek jinên Kurd ku hîna hêjmara wan nayê zanîn hatin revandin, rastî tundiya zayendî (cinsî) hatin, li welatên din wek xenîmet hatin firotin an jî hatin qetil kirin. Ji ber vê yekê komkujiya ku ji aliyê rejîma Saddam ve li ser gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin jî weke qirkirina li ser jinê hat kirin.

Jin her çend li Başûrê Kurdistanê pêşengtiya serhildanên gel kirin û berdêlên herî giran ji êrîşên qirkirinê re dan jî, îro nikarin li ser esasê wekhevî di jiyana civakî, siyasî, aborî û çandî de cihê xwe bigrin. Ji ber ku îro di pergala siyasî, civakî û aborî de bandora îfadeyên zayendperestî û mêrsalarî yên bi rengê xanedan û feodalîzmê serdest in. Tevî ku di Parlementoya Herêma Kurdistanê de ji sedî 25 kotaya jinan heye, lê dîsa jî nûnertiya wan di hikûmetê de gelekî lewaz e. di sala 2019’an de di encama xebatên jinan de hêjmara wezîrên jin ji 1’ê bû 3’an. Nûneratî û beşdarbûna jinan di pêvajoyên biryardayîna siyasî de li gorî partî û kevneşopiya wan a siyasî diguhere. Mînak, dema ku ti jin di nava saziyên bingehîn ên biryardayînê yên PDK’ê de cih nagirin, Tevgera Azadiyê li gorî sîstema hevserokatiyê xwe bi rêxistin dike. Her çiqas hema hema partiyên siyasî xwedî rêxistinên jinan bin jî, bandora wan a li ser siyaseta giştî li gorî nêzîkatiya bîrdozî ji hev cuda ye.

Li Başûrê Kurdistanê gelek komeleyên jinan hene. Lê belê zehmete ku mirov behsa hebûna tevgereke jinan a ku hemûyan bigre nava xwe bike. Di encama parçebûn û têgihiştina rêxistinbûna elîtîst de ku xwe li ser esasê jinê di siyasî, civakî, aborî, hiqûqî û hwd. Bandora li ser herêmê sînordar dimîne.

Divê çarçoveyê de Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) cudahiyê çêdike û xwe li ser bingehê birêxistin dike. Ne tenê li bajar û bajarokan, li çolteran (kırsal alan) û gundan jî rasterast xwe bigihîne jinên Başûr, di perwerde, hilberîn û qadên çalakiyan de di xebatê de guhertinan çêbike armanc dike. Afirandina hişmendiya azadiyê di jinê de û derxistina hêza xwe ya rêxistinkirî esas digire. Hem ji bo azadiya rasteqîn a Kurdistanê û hem jî li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşe.

Îro li Başûrê Kurdistanê jin bi pirsgirêkên pir alî û kûr re rû bi rû ne. Bandorên koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve, ku ji hilberîna kevneşopî û şêwazên jiyanê qut bû îro jî gelek xurt e. Li gund jin bi awayekî aktîf di hilberînê de cihdigrin, li bajar heman rewş derbasdar nîne û rêjeya cîh kirina (istihdam) jinan li gor mêran gelekî kêm e. Di civaka Başûr de tundutijiya li ser jinê pir zêde ye. Di encamê de her meh bi dehan jin ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve, yan tên kuştin yan jî ber bi xwekuştinê ve tên birin. Zayenda civakî di her qadên jiyanê de xwe bi şêweyên pir tund nîşan dide. Di van demên dawî de, bi taybetî tundûtijiya dijîtal zêdebûnekî mezin heye. Dîsa di qada hiquqî de newekheviyên mezin hene, qanûnên ji bo jinan piranî li ser kaxizê ne û nayên pêkanîn. Tevî ku jin li dijî van hemû pirsgirêkan di astekê de têkoşînê dimeşînin, lê leza bilindkirina xeta berxwedanê ya rêxistinbûyî, xweparêz û radîkal her ku diçe zêdetir xwe ferz dike.