Yek ji cihên ku ala tevgera jinên Kurd lê hatî hildan Rojava ye.
Li Kobanî 19 Tîrmeha 2012’an de, li Sûriyê ku pêla serhildanê ya binavê “Bihara Ereban” li dijî rejîmên çewsîner ên Rojhilata Navîn belav bû, çirûska yekemîn a şoreşa jinê ya Rojava ku di şerê li dijî desthilatdariya BAAS’ê de li şûna avakirina statukoya nû, gelan li ser esasê azadiyê bi rêxistin kir, hat avêtin.
Ev şoreşa ku jinan muhra xwe lê xistîn, bi fikir û nirxên xwe ku diparêze bala hemû gelên bindest ên cihanî dikşîne, bi mezinbûnê re bandora xwe didomîne. Şoreşa ku ji herêma Bakurê Sûriyeyê derbas bû û li tevahiya sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bû, îro li tevahiya cihanê di cewherê xwe de weke Şoreşa Jinê tê nas kirin.
Şoreşa rojava şoreşa jinê ye, ji ber ku jinên ku bi pêşengtiya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bûne kirdeya Şoreşa Rojava, li dijî desthilatdariya baviksalarî ya ku li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye jî xwe bi rêxistin kirin. Jinên ku bi Şoreşa rojava re rabûn ser lingan, nerazîbûnên xwe ya hepskirina li malê û rolên ku ji wan re hatine diyar kirin, li qadên siyasî, aborî, perwerdehiyê û gelek qadên din de cihê xwe girtin.
Helbet geşedanên li vir ji xweber çênebûn. Encama xebata Têkoşîna Azadiya Kurd a bi salan a li vê qadê û giringiya ku dide têkoşîna jinê ev e. Di roja meya îro de, bidestxistina pîvaneke navneteweyî û bandorkirina herêmê bi geşedanên dawî re girêdayî ye. Bi şoreşa Rojava re giringiya ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de hat dayîn, bû eksenek nû ya têkoşînê. Ji ber ku ev jî têkoşîna jina azad a li dijî koletî û paşverûtiya ku sîstema modernîteya kapîtalîst bi rûyê DAÎŞ’ê ve li ser jinê ferz dike ye. Berxwedana Kobanê û Efrînê ku li ber çavê hemû cîhanê pêk hat, pêngavên bidawîkirina çeteyên ku jinan qetildikin, yanî şerê li Rojava-Bakurê û Rojhilatê Suriyê bi giştî tê meşandin bûye pira têkoşîna Jinên Kurd û jinên gelên din. Bi vî rengî jinan nîşan da ku bi têkoşînê dikarin çi bi dest bixin. Nemirbûna Arîn Mîrkan a li girê Kobanê-Miştenûrê bi parastina azadiya jinê li dijî DAÎŞ’ê, agirê berxwedanê gihand jinên Ereb, Tirkme, Ermen û Suryanan.
Van jinan jî li Kobanê dest bi şopandina rêya jinên Kurd kirin û tevlî berxwedana wan bûn, li çar aliyên cîhanê derketin û êrîşên li dijî Rojava de mil bi mil li eniyan şer kirin û bûn bersiv. Tevî gelek jinên enternasyonalîst ên ji vê têkoşîna jinên Kurd bandor bûne, jinên ji gelên Ereb û gelên din jî dest bi tevlîbûnê kirin. Şoreşa jinê ya li Rojava ne tenê serkeftinên jinan ên di şer de û hêza wan a şerê fîzîkî ye, di heman demê de ji nû ve avakirin û birêxistin kirina civak û jiyana bi Rêber Apo a neteweya demokratîk, paradîgmaya modernîteya demokratîk, siyaset-aborî-perwerde-tenduristî-rêveberiya herêmî û hwd. Di hemû qadan de bi rola pêşengtiyê ji cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Pratîka hevserokatiyê li hemû qadên rêxistinî yên civakê hatiye meşandin. Bi vî awayî jin di hemû astan de beşdarî biryaran dibe. Ev pêkanîn jî ji bo pêşxistina têkoşîna jinan a li herêmê mînakeke giring e. Jin di biryarên siyasî û aborî de xwedî gotin û biryar in. Em dibînin ku jin bi rêxistin û fermandariya xwe di biryarên leşkerî de cih digirin. Mînaka vê jî operasyona leşkerî ya li Reqayê ku di bin fermandariya jinan de li dijî DAÎŞ’ê pêk hat û serkeftina bi dawîkirina DAÎŞ’ê hate bidestxistin. Ev operasyon di heman demê de ji bo rizgarkirina bi hezaran jinên kurd ên êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bûn, bû. YPJ di sala 2012’an de tenê bi beşdariya jinên Kurd hate avakirin. Lê îro jinên ji netewên cuda jî di navde cih digirin, bi binxistina çeteyên cîhadîst yên sîstemê ku di cihanê de tirs belav kirî û herî zêde jinê dike hedef, taburên ku jinên enternesyonalîst û herêmî ku ji gelek netew û olan avakirî, weke dîroka artêşbûn û rojaneyî herî kûr modela bîrdoziya azadiya a jinê ava kiriye.

Pêkhateya rêxistinkirî ya tevgera jinan a Kongra-Star ku jin di înşaya civakî de rola pêşengtiyê bi cihtînin, di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi tevlêbûna hemû jinan re di her qadên jiyanê de pîvanên ji nû ve jiyanê pêk tîne.
Polîtîka-aborî-tendurisatî-perwerde-hiqûq-dîplomasî-parastina cewherî; ji hemû pêkhateyan jin Şoreşa Jinê li hemû qadên ku tevahî civakê pêktînin bi rêxistin dikin û pêk tînin.
Projeya Jinwar yek ji wan e. Bi tevlêbûna jinan kooperatîfa jinan tên avakirin û li ser esasê hevgirtinê xebateke komînal tê meşandin. Jinên Rojava hem ji bo azadiya xwe û hem jî li dijî dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê ku dixwazin wan di tarîtiya serdema navîn de veşêrin, têdikoşin. Her çend ev têkoşîn bibe sedema geşedanên giring jî, divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku divê hê bêhtir bê kirin. Ji ber vê yekê divê Şoreşa Jinê ne weke têkoşîneke ku her roj tê jiyîn, pêşdikeve û mezin dibe bê nirxandin. Bi ewle kirina destkeftiyên ku duh hatîn bi destxistin û ji bo destkeftiyên nû li wan bên zêde kirin, divê têkoşîna azadiya jinê di her kêliyê de li her qadê bê xurtkirin û mezin kirin. Li ser vê bingehê jin li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinbûna xwe hîn bêhtir berfireh dikin û pêş dixin.