Koçberiya Kurdan a ber bi Ewropayê ve ji ber zextên aborî û bi giranî siyasî pêş ket. Bi taybetî di sala 1990’an de gelê Kurd bi qirkirineke girseyî re rû bi rû ma û bi sirgûna ji axa xwe re rû bi rû ma. Divê pêvajoyê de 30 hezar Kurd ji aliyê dewleta Tirk a Faşîst ve hatin qetilkirin û 5 hezar gund hatin vala kirin. Di encama zext û êşkenceyên heyî de hem ber bi metrepolên Tirkiyeyê û hem jî ber bi Ewropayê ve pêleke dijwar a koçberiyê rû da.

Ji bo Kurdên ku weke civakeke bê dewlet dijîn, li çar parçeyên Kurdistanê jiyana xwe berdewam kirin her dem zehmet bûye. Kiryarên qirkirinê yên dewletên netewe yên serdest ên li dijî Kurdan; li Îran, Iraq û Sûriyê jî wisa bû. Ji bo vê jî di dîrokê de li çar parçeyên Kurdistanê hertim sirgûn û koçberî rû dane.

Ji bo gelê ku hebûn, nasname û azadiya wî ji dest hatibe girtin, xwe domandin, parastina ziman, nasname û çanda xwe, hişmendî û rêxistinbûn hewce dike. Wekî din, dema ku ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê di reviyan, li parzemîneke wekî Ewropayê, xeteriyeke cidî heye ku bi çerxên lîberalîzm û kapîtalîzmê parçe parçe bibe.
Hişmendiya netewî, çînayetî û çandî ya ku di pêşengtiya PKK’ê de li Kurdistanê pêşket, rê li ber gel û jinan vekir ku xwe bi rêxistin bikin. Yekemîn rêxistina jinan a ku pêşengtiya hişmendiya welatparêziyê dike, di sala 1987’an de li Elmanyayê bi navê Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) hate avakirin. Jinên Kurd ji bo xwe birêxistin bikin hatin gel hev û gava yekem avêtin. Hestiya welatparêziyê di esasê xwe de eve ku hûn zanibin hûn kîne, bi ruhî û hestiyarî zindî hiştin û diyar bike ka mirov rê li kuderê bide. Ji ber vê yekê rêxistina jinan a ku li Ewropayê pêşket, xwedî giringiyeke dîrokî û civakî ye.

Armanca sereke ya Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê, jinên Kurd ên ku bi dîasporayê re li hemû ewropayê belav bûne xwe gihandin û birêxistin kirina wan e. ji ber vê yekê jinên gihiştin, zanebûn û rêxistin bûn; hem di têkoşîna azadiyê de hem jî di xebatên civakî û siyasî de bi awayekî aktîf cih girtin. Jin di warê çandî, civakî û siyasî de beşdarî saziyên Kurdan bûne. Van xebatan ji bo roja îro danehev û mîrateyekî giring afirandine.

Tevgera jinên Kurd li Ewropyê rêxistinbûna xwe berfireh kir û li ser vê mîrateyê xebatên xwe dewlemend kir. Li dijî polîtîkayên kapîtalîst, lîberal ên pergala Ewropayê bi hêza xweya cewherî rêxistinbûna xwe pêşxist û di serî de ji bo ku jin û gel di nava vê sîstemê de ne helin giringî dide xebatên perwerde, çand, hunerî çapemenî-weşan, rêxistinî û çalakiyan. Di aliyê din de bi nasname, çand, ziman û rêxistinbûna xwe ya siyasî re li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê ên ku li Kurdistanê pêşdikevin hesasiyetê pêş xistin, jinan hişt ku xwe weke perçeyekî têkoşînê bibîne û xwedî lê derkeve û bû pêşenga têkoşînê.

Parastina nirxên exlaqî li dijî şêwaza jiyana wêranker a pergala Ewropayê, li ser pêdiviya ku armanc û bawerî tûj (keskîn) be, dagirtina valehiyên bîrdozî, felsefî û paradîgmatîk û li ser vê bingehê birêxistinkirina wê weke pêwîstiyekê tê dîtin. Li hemberî kelecana jiyana azadîxwaz, yakane rêya parastina civakê; digotin ku armanc ewe ku rêxistinê li beşên mezin belav bikin û bi sazîbûnê re rexistina pêşkeftî mayînde bikin da ku civakbûn mîsoger bibe û ev civak belav û parçe nebe. Jin ji bo van pêwîstiyan bi cih bîne, pirsgirêkan çareser bike, têkoşînên alternatîf û qadên jiyanê bi afirînê, di çarçoveya pergala konfederal de xwe bi rêxistin dike. Li ser vê bingehê komîte, meclîs, komele û tevger hatin avakirin.

Pêşketina pergala konfederal a jinan; bi perspektîf û felsefeya xwe ya di xeta Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek welatên parzemîna Ewropayê hate rêxistin kirin. Li ser esasê tevlîbûna rasterast a jinên Kurd di rêxistinbûna heyî de ku li her aliyê parzemînê belav bûye, rêxistin kirinê ji herêmî destpêkirin, li tax, navçe, parêzgehan, komîte û meclîs hatin avakirin. Di meclîsan de komîsyonên hewcedariyê hatin ava kirin. Li ser zemînên rêxistinê yên heyî, li dijî asîmîlasyona mecbûrî û dilxwaz, polîtîka û pêkanînên paşverû yên lîberal ên zayendparêz û kevneşopî têkoşîn hate meşandin, plan, proje û bernameyên alternatîf hatin afirandin. Zext, tundî, perçiqandin û cûdakariya, ne wekhevî û mêtîngeriya li ser jinan di malbatê de, kolanan, cihê kar, dibistanê, di qadên aboriyê de ku di hat ferz kirin, bi hewildana xwe nîşandan û diyarkirinê hevgirtina jinan hat xurt kirin. Di aliyek din de, di kampanyayên dem kî de, diyardeya (olgu) namusê û qetlîam û qirkirinên ku li ser jinê tên ferz kirin hatine teşhîr kirin, di înşaya nû a civakê de ji bo jin bibin kirde kampanyayên erênî jî hatine meşandin.

Ji bo derbaskirina zayendperestiya civakî, avakirina jiyana demokratîk, afirandina jina azad û mêrê azad û sazibûna ku dê vê hişmendiyê mayînde bike pêkhateyên xweser û xweserî hatine avakirin. Di çarçoveya pergala konfederal a jinê de ku ji sala 2014’an ve bi awayekî fermî û xweser hatiye birêxistinkirin, civakî, sosyal, aborî, dîplomasî, çandî, bawerî, perwerde, ziman, jineolojî, jinên ciwan û hwd. li gelek qadan komîte hatin avakirin. Bi xwe rêxistinkirina van komîteyan di nava meclîsên herêmî de îradeya herêmî, hişmendî, hêza cewherî, hevgirtin û ruhê kolektîf hate pêşxistin û xurtkirin. Komîteyên ku di meclîsan de hatine avakirin, ji bo ku ti hurguliyên jiyanê nehêlin li ser însafa hêzên serdest xwedî giringiyek mezin in. Pirsgirêkên aborî, pisgirêkên civakî-sosyal, derûn, ruhî, hestiyarî, pirsgirêkên çandî, hunerî, wêjeyî, pirsgirêkên ku pergala bavirksalarî bi giştî afirandiye ji aliyê van komîteyan ve tên dest girtin û ji bo çareseriyê xebat tên meşandin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê; bi çalakî, perwerde, beşên çapemeniyê, modelên aborî, atolyeyên jinan, avaniyên weke koperatîf, torên hevgirtina jinan, bi rêxistinkirina konferansên navneteweyî, komxebat, formên civakî û kampan, bi çalakiyên demkurt û navîn ji bo li dijî tundî û qetlîama jinan bi armanca avakirina zanebûnê, serdana malbatan û kampên perwerdehiyê yên malbatan, perwerdeyên xweser ên mêran û perwerdehiyên giştî hwd. Bi rêbazên wiha, di hişmendî û rêxistinbûnê de gavek mezin avêtiye.

Li Ewropayê zemîn û potansiyelek cidî ya pêşxistina sîstema konfederalîzma demokratîk a Tevgera Jinên Kurd heye. Li aliyekê gelê Kurd ji çar perçeyan tê û li aliyê din jî bi hevrebûna baweriyên cuda yên gelan (Elewî, Êzidî, Yaresan, Misilman û hwd); bi derbas kirina bandor û nêrîna mêtîngeriyê yên ku Kurd jiyandikin, hişmendiya netewa demokratîk di bin pêşengtiya jinan de zemîneke cidî dide avakirin. Dîsa yekîneyên hêza demokratîk û tevnên hevgirtinê yên enternasyonal û di pêşxistina têkiliyên herêmî û gerdûnî yên bi însîyatîf û rêxistinan re potansîyeleke mezin derxistiye holê. Bi saya vê potansiyelê; ji bo xebatên meşa jinên cihanê, kongreya jinên cihanê û eniya demokratîk a jinê xebat tên kirin û modelên rêxistinbûnê tên pêşxistin. Hevdîtina xurt û hevparkirina îradeya jinê ya ji bo jiyan û birêxistin kirina jiyana xwe bi peymana jinê ya civakî di rojeveke giring de didome. Rêxistinbûna jinên Kurd li Kurdistanê destpêkir û li Ewropa û welatên din belav bû, îro karî asta nîqaşê bigihîne Konfederalîzma Jinên Cîhanê.