Hin agahî li ser Êzidiyan

Gelê Êzidî, xwedî dîrokeke kûr a bi kok û baweriya herî kevn a gelê Kurd di nava xwe de di hewîne ye. Lê her çiqas li ser bingeheke kevnar be jî, di destpêka salên 1000’î de di bin seroktiya Şêx Adî de şiklê baweriyê ya îro hatiye avakirin. Di dîrokê de civakên herî kevn xwe ne bi hevpariya ziman û çandî, lê xwe bi ola xwe – wekî di cihûtiyê de bi nav kirine, hîna jî şêweyê domdar a nasnameyê ye. Bi taybetî jî di nava Êzidiyên Şengalê de nasnameya Êzidîtiyê ji nasnameya Kurd zêdetir li pêşe, ji ber ji şêweyê berdewam kirina vê nasnameya herî kevnar a civakê ye. Tê zanîn ku di dema derketina êzidiyan de navê gelê Kurd ne ku bi navê Kurd, bi ol û xanedana xwe hatiye binav kirin. (Tevî ku peyva “Kurd” di sumeriyan de jî heye û di salên 200 piştî zayînê de wek peyv hatiye bikaranîn jî, nasnameya gelêrî (milli) û netewî xwedî dîrokeke zêdetirî 200-300 salî ye.) Hema bêje hemû Êzidî bi zaraveya Kurmanciya jor yê Kurdî diaxivin. Tenê îstîsna Êzidiyên derdora Başîqa ne evane erebî diaxivin. Tê gotin ku dibe ku bi eslê xwe Adanî bin. Ji ber ku Êzidî dibêjin ku ew ne Êzidiyên asîmîlebûyî ne, lê Êzidiyên ku ji destpêkê ve bi erebî diaxivin in.

Di bingehê Êzidîtiyê de Mazdaîzm û Zerduştî heye. Li gel taybetiyên weke bereketa agir û rojê, jê re duakirin, îbadetxaneyên teyîsîna wan e, ola Êzidî jî wekî pergala baweriya melek vejînê (‘kiras guhertin’) vê bingehê nîşan dide. Ji bo ku agir venemire, di hemû qubeyên xwe yên pîroz de û li Laleşê erkdar hene, serê sibê bi zivirîna rojê re nimêjê dikin. Berevajî olên yekxwedayî, melek pir bi bandor in û ji wan cudatir, ew bawer dikin ku mirovên mirî di laşek cûda de ji nû ve ji dayîk dibin. Digel van taybetmendiyan, tê zanîn ku ew bi giranî ji olên Îslam, Xirîstiyanî, Manî û heta Hindu jî bandor bûne û hin taybetmendiyên wan wergirtine. Hemû ol ji hevdu bandor bûne. Her olekê hin şêweyên îbadetê, mîtolojî û wate dayînê qebûl kiriye. Tê fêmkirin ku di ola êzdiyatiyê de jî heye, lê rastiya wê hinekî tevlîhev e. Ev tevlihevî bi giranî bi Şêx Adî û rewşa piştî Şêx Adî ve girêdayî ye. Dema ku aliyê tesavuf yê îslamê bi Şêx Adî re pêş ket, bi mirina wî û lewazbûna Edewiyan re nasnameyên wan ên kevnar ên olî serdest bûn.

Di baweriya Êziyande jin

Di baweriya Êzidiyan de jin weke pêşengên olî jî tên dîtin. Xatuna Ferxa li ser navê jinê yek ji qubeyên herî pîroz e. Li Laleşê jin û mêr bi hev re beşdarî îbadetê dibin, di merasîmên îbadetan de wezîfedarên olî jî, ji jin û mêran pêk tên. Rêgezên zewacê û qanûnên hevberdanê hem ji bo jin hem ji bo mêran ji olên din ên herêmî mezintir in. Di dema borî de yekjinî şêweyê zewacê ya bingehîn bû, pirjinî hêdî hêdî li hinek cihan bi taybetî li Şengalê pêş ket. Jin û mêr di dawet û şahiyan de dîlanê digrin. Heskirina beriya zewacê di navbera her du zayendan de xwezayî têne dîtin û xerîb nayê dîtin. Di civaka Êzidî de perwerde pir kêm pêk hatiye. Piştî ku derfeta perwerdehiyê derket holê, jin jî mîna mêran çûn dibistanên-ku gelê Êzidî lê hebûn. Lê belê dîsa jî mirov diyar bike ku civaka Êzidî di nava malbatê de xwediyê avahiyeke baviksalari ye. Mêr diyarker e. Dema ku ev hemû taybetmendî bên nirxandin, jinên Êzidî di rastiya civakî ya baviksalarî de weke zayenda duyemîn tê dîtin û tên çewisandin. Lê belê, rêjeya beşdarbûna jiyana civakî û mafê axaftinê di nav civaka xwe de li gorî olên din ên herêmî nêzî ya mêran e. Ji ber vê yekê, ew bêtir ji xwe bawer in. Rastiya ku ew li gorî xwe çêtirin nayê wê wateyê ku ew bi azad dijîn. Berevajî vê, revandina jinên Êzidî ji aliyê helên Misilman ve reflekseke cidî ya parastina civakî afirandiye û bûye sedem ku jin li derve gelekî girtî bimîne. Rehetbûna di nava xwe de, bi parastina li dijî derve re hevseng e. Pirsgirêka nêzîkbûna jinê jî bi zindîbûna taybetmendiyên civaka xwezayî û koka pergala baweriya Êzidiyan ve girêdayî ye.

Rastiya komkujî û qirkirinê di nava Êzidiyan de

Êzidî qetlîama ku jiyan kirine wek ferman bi nav dikin. Ferman tê wateya fermanek ku ji hêla desthilatdariyekê ve hatî dayîn e. Bi taybetî jî qetlîaman wek Ferman pênase dikin ji ber ku piraniya qetlîaman bi fermanên ku sultan û waliyên parêzgehan di dema Împaratoriya Osmanî de dane hatine kirin. Komkujî û fermana Osmaniyan ji bo Êzidiyan heman wateyê dide. Peyva herî cihêreng a ku ji osmaniyan ji zimanê Êzidiyan re maye Ferman e.

Tê zanîn ku Êzidî hema berî damezrandina Împaratoriya Osmanî hema hema li hemû deverên Kurdistanê belavbûn û di sedsala 13. de, ji Mereşê heta Serhedê li başûr heta Şengalê bi bandor bûn. Piştî damezrandina Osmaniyan, Êzidiyên ku cîranên Împaratoriya Osmanî bûn, li rojava rastî qetlîamên ewil hatin. Ewqas ji wê erdnîgariyê hatin paqijkirin ku ji belgeyên dîrokî jî hat derxistin ku sêgoşeya Kilîs, Sêwas û Behra Spî berê axên Êzidî yên herî bi hêz bû. Kes nikare texmîn bike ku eşîrên li Kilîsê ku niha Ereb û Sunî ne, berê Êzidî bûne. Bi rastî ji aliyê Osmaniyan ve li rojavayê Firatê ji dîrokê hatin paqij kirin. Ji ber ku di şerê Osmanî-Sefewî de di navbera herdu împaratoriyan de asê mabûn, ji her du aliyan jî hat xwestin ku di berjewendiya wan de cih bigrin û bi êrîşên her du aliyan nekarîn xwe ji komkujiyên mezin bi parêzin. Piştî ku Osmaniyan herêmên Şengal û Şêxan jî weke herêmên din ên Rojhilata Navîn xistin bin kontrola xwe, belgeyên ku ji bo vê herêmê ji bo Êzidî bibin misilman, ferman hatine derxistin hene. Ger wan Îslam qebûl nekira her tişt caîz (mubah) bû. Revandin û firotina jin û zarokan, tecawîzkirina jinan û firotina wan wek cariye, kuştina mêran kirin kevneşopiyek. Mirovahî bi êrîşên DAÎŞ’ê ket xofekî de, lê ji bo Êzidiyên ku hafizeya wan a civakî pir zindî ye, pêkanîna van hovitiyan ne biyanî bûn.

Kevneşopiya Berxwedana Êzidiyan

Di hemû belgeyên dîrokî de tê gotin ku Êzidiyan li hemberî van êrîşan xwe parastine. Bi rastî jî berxwedana du keçên êzidî ku hê nebûne 14 salî, di belgeyên ku ketine dest de diyar dike ku wan çi kiriye ji bo jinên Êzidî bibe ders. Hate nivîsandin ku yek ji keçên êzidî yên ku li dijî daxwaza destavêtinê ya leşkerekî Osmanî li berxwe da, çavê leşkerekê derxist û destê yê din jî gez kir. Di belgeyê de bi awayekî şanazî behsa çawa singa keçên berxwedêr ên êzidî jê kirine, kireç xistine bîrînên wan û hatine darvekirin dikin. Ev bûyera hovane tenê behsa berxwedana du keçên êzidî û tiştên ku hatine serê wan dike. Ew bi kiryarên xwe yên bibelge û bê belge rûpelên herî tarî û hov ên dîrokê ne. Her wiha tê belgekirin komkujiya dawî ya împaratoriya Osmanî di dema şerê Osmanî û Rûsyayê de pêkhatiye. Li ser qirkirina Ermeniyan pir tê axaftin. Divê bê serziman û hesab were pirsîn. Lê di wê pêvajoyê de qirkirinekî mezin ne tenê wan jiyan kirin. Ev qirkirina ku nêzî milyonek êzidî hatin qetilkirin û li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Serhedê bû sedema tunebûna êzidiyan divê bê gotin. Çend êzidiyên ku ji komkujiyê sax mabûn reviyabûn Kafkasyayê. Êrîşên dewleta Iraqê jî bi taybetî di serdema Seddam de çêbûn. Herwiha Seddam ji bo kontrolkirina êzidiyan ji bo ku li çiyayan nemîne, li bajarên ku ji çend deştan pêk tên bi cih kirin û ji aliyê aborî, siyasî û ewlehiyê ve di aliyê ewlehiyê ve bi xweve girêdan û wan anî rewşa civakek bê parastî û ji însafa dijminan re hat hiştin. Ji xeynî êrîşên dewletê, êzidî di dîrokê de gelek caran rastî êrîşên cîranên xwe yên Xiristiyan, Kurd û Erebên Misilman jî hatine. Tê gotin ku Bedirxan Beg bi zorê xwestiye êzidiyan bike misilman, jinên wan desteser kirine û 400 êzidiyên ku li berxwedidin wekî nemisilman qetil kirine. Cîranên wan ên Xiristiyan jî dem bi dem êrîşên bi vî rengî kirine. Bi rastî jî Êzidî 73 caran rastî êrîşên qirinkirinê hatin e. Her çend berê li hemû axa Kurdistanê pergala baweriyên bingehîn bûn, lê niha li Kurdistanê hema bêje nemane. Tevî qirkirina sedsalan jî bi taybetî parastina hebûna xwe ya li Şêxan û Şengalê mucîze û îspata berxwedana wan e.

Êrîşa Qirkirnê a DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê

Êrîşa herî dawî ya 2014’an ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê pêşketî, êrîşekî bi armanca ji tevahiya Kurdistanê tune kirina wan bû. Êzidiyan ji bo xwe ji êrîşên gelên derdorê bi parêzin her tim hewl dane têkiliyên baş pêş bixin. Wan bi sunetkirina zarokên xwe di hembêza cîranên xwe yên misilmanên ereb û kurd de biratî avakiribûn. Ji ber vê sedemê difikirîn ku li herêmê tevî xurtbûna rêxistinên îslamî yên radîkal jî kirîvên wan êrîşî wan nakin û ne reviyan. Gundê Êzidiyan Koço yê li ser sînorê Ereban, tevî çeteyên DAÎŞ’ê xwe dispêrin herêmê û ne reviyan. Lê cîranên wan ên ku jê re digotin kîrve, dest bi serjêkirina hemû xurtên ku temenê wan yê nîvciwantiyê (balixbûnê) derbas bibû û hemû jinên ku temenê wan mezin bûn kirin. Tevî ku piştî wê saetê xwestin birevin jî, ji ber ku ji çiyê dûr bûn, tiştekî ku bikin nema bû. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, jin û zarokên ku temenê wan negihîştibû nivciwantiyê (balixbûnê) dîl hatin girtin. Gundên Sîba, Til Ezer û gundên girêdayî navenda Şengalê dema fêmkirin çi bi serê Koço de hatiye xwestin birevin, lê bi hezaran ji wan ketin dest. Berxwedana her du dayîkên Êzidî yên li cihên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin girtin, weke teyîsîna rastiya wan a dîrokî di bîranînan de cih digirin. Dema ku gelê Êzidî li maşîneyan bardikirin ji bo qetilkirinê dibirin, dayîkek di dema herkes ji tirsa cemidî bû de çeka ku di destê çeteyê DAÎŞ’ê de digre, tereme dike û wî DAÎŞ’î di kuje. Piştî bûyerê dayîka Êzidî tê qetil kirin. Jineke din jî bi tena serê xwe jiyan dikir jî pîrejineke ku beriya komkujiyê pêdiviyên gelê Êzidî bi cih di anî. Dema DAÎŞ herêmê dagir dike, narevin û nifiran li wan dikin. DAÎŞ’î li wir wê pîrejinê qetil dikin. Di qetlîamê de kesên ku ketine bakurê çiyê ber bi Rojava ve, yên ku ketine başûrê çiyê jî ber bi çiyê ve direviyan. Wê demê li Şengalê bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê hebûn. Hêzeke mezin a Artêşa Iraqê jî hebû. Beşek ji leşkerên artêşê tevlî DAÎŞ’ê bûn, hinek jî reviyan. Bi hezaran pêşmerge tiştên xwe kom kirin û tevî çekên giran reviyan. Gel bi temamî bêparastin hat hiştin. Di germa havînê de hinek zarok û pîr ji tî û germê mirin. Di nava gel de tenê 12 kadroyên PKK’ê hebûn. Çekên ferdî yên van kadroyên ku xebatên xwe yên propagandayê dimeşandin jî têrê nekir. Ev 12 kadroyên PKK’ê bi doçkaya ku pêşmergeyan li ser çiyê hiştibûn û reviyan, nehiştin DAÎŞ’î bi wesayîtên xwe derbasî çiyê bibe. Bi bî awayî ketin û derketina çiyê dihate parastin. Bi deh hezaran kes bi temamî ji holê rakirina Êzidiyan ji aliyê DAÎŞ’ê ve ku bi saya 12 kesên ku bi awayekî baş bi cihkirina doçkayê û baş bi karanîna wê ve rizgar bûn. Lê ji bo hemû kesên ku xwe spartibûn çiyê ne av, erzaq û nejî cebilxaneyekî têrker ji bo êrîşekî mezin hebû.

Ji Şengalê heta Rojava korîdora bi ewle

Gêrîlayên HPG-YJA STAR’ê yên ji çiyayên Kurdistanê û hêzên YPJ-YPG’ê yên li Rojava bi agahiya Qirkirina Êzidiyan ango fermana 73’an bi lez û bez gihiştin alîkariya gelê li çiyê asê mabûn. Çembera ku DAÎŞ’ê ava kiribû şikand û korîdorek ji bo derbasbûna gel a Rojava ava kir. Kesên ku dixwestin li çiyê bimînin, ji bo parastina wan hêz hiştin. Derdora Çiyayê Şengalê bi temamî di bin kontrola çeteyên DAÎŞ’ê de bû. Hêza ku ji bo alîkarî hat beşên krîtîk ên çiyayan girt. Di vê pêvajoyê de ciwanên Êzidî jî perwerdeya parastinê dîtin. Fêrî parastina xwe bûn. YBŞ-YJŞ, hêza parastina Şengalê ku ji keç û xurtên Êzidî pêk tê, bi vî rengî ava bû. Li gel YBŞ-YJŞ, HPG-YJA STAR û YPG-YPJ’ê dest bi paqijkirina derdora çiyayên Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Heta ku Şengal were rizgar kirin, hêzên parastina gel, van ciwan û jinan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û gav bi gav herêm rizgar kirin. Hêzên koalîsyonê, artêşa Iraqê û pêşmerge beşdarî êrîşa dawî ya li dijî DAÎŞ’ê bûn û Şengal bi temamî hate rizgarkirin.

Lê Şengal a rizgarkirî wêraniyek mezin jiyan kir. Piraniya mirovên ji Qirkirinê direvin, bi refleksa dûrketinê heta ku ji destê wan dihat çû bûn. Beşek ji wan li Rojava, hinek li Başûrê Kurdistanê û hinek jî li Bakurê Kurdistanê li kampan bi cih bûne. Yên ku çûne Ewropa û parzemînên din jî hebûn. Gelê Êzidî belavbûnekî (savrulma) jiyan dikir. Di dîroka mirovahiyê de ew xaka dawî a ku ji bo jiyan bikin li ber berxwe didan di terikandin.

Li her cihê ku ketibû destê DAÎŞ’ê de milkên gelê Êzidî hate talankirin. Şengal wêran bû. Malên Êzidiyan hatin şewitandin, wêran kirin û anîn rewşa ku lê nayê jiyan kirin. Hema bêje hemû 68 qubeyên olî yên li Şengalê teqandin û hatin ruxandin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî hêjmara Êzidiyên ku dîl hatine girtin 6417 ye. Ji van 3548 jin û yên din jî zarok bûn. Bi hezaran mêr, jin û zarok hatin qetil kirin. Niha li bajarên Şengalê 81 gorên komî hene. Gelek gorên komî yên biçûk jî hene ku yek an du gor bi hev re hatine veşartin.

Azadkirina jin û zarokên dîl

Ji bo rizgarkirina jin û zarokên ku dîl hatibûn girtin, hemû derfet hatin bikaranîn. Jin û zarokên dîl hatin girtin ne tenê hatin firotin, di heman demê de olê wan jî hat guherandin. Ji ber ku gelek zarokên rizgarkirî ji aliyê DAÎŞ’ê ve timî di perwerdeya bîrdozî derbas dikirin, êzidiyan weke kafir bi nav dikirin û weke xerîb li malbatên wan dinêriyan. Jinên êzidî yên dîl hatin girtin ku haya wan ji geşedanan tune bû, ji tirsa ne di gotin ew êzidî ne, lewma nehatin dîtin. Bi taybet QSD’ê ku hêzên parastinê yên Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li herêmên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin paqij kirin, jin û zarokên Êzidî hatin îqna kirin ku wê carekdin zirarê nebînin û rasdestî malbatên wan kirin. Bi vî awayî bi hezaran jin û zarok hatin rizgarkirin. Lê, ji bo ku van jin û zarokan adepteyî civaka xwe bibin pêdivî bi demeke dirêj heye û bi rastî tê temînkirin ku ewê careke din nebin weke berê. Ji aliyê din ve heta niha 3000 jinên Êzidî û zarokên wan winda ne û derbarê çarenivîsa wan de ti agahî nehatine bidestxistin. Bi vê fermana dawî, ango bi êrîşên qirkirinê re, êzidiyan hem windahiyên mezin ên fîzîkî dîtin, hem jî hemû nirxên xwe yên madî winda kirin, heman demê de rastî travmaya herî giran a civakî hatin û hem jî bi koçberiyeke pir mezin a ji derve re bandorek mezin dîtin. Bi gotineke din, bi awayekî eşkere nekomkujî qirkirin jiyan kirin û gihiştin sînorê tunebûnê. Li ser ewqas tiştên ku wan jiyan kirî, li qampan bi nêzikatiyên ku hîna jî pê re rû bi rû ne pêwîste li ser were zêde kirin. Bi taybetî jî rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê û PDK’ê êzidiyên li kampan weke çavkaniya debara (rant) siyasî û aborî dibînin. Her wiha gelê ku di nava xizanî, tirs, bêewlehiyê de ne, weke parastina exlaqî û aborî, pêkanînên ku bi manîpulasyonan astenkirina vegera wan a ji bo warên xwe jî hene. Ji bo ku gel venegere Şengalê û deriyê hatin û çûnê neyên girtin her rêbazî di ceribînin. PDK dema ku ji êzidiyên li kampan alîkariya aborî û siyasî distîne, dixwaze mîna serdema beriya DAÎŞ’ê li Şengalê jî serwer be. Ev polîtîkaya ku parastina gel nake, li ser esasê serweriya gel hatiye ava kirin, ji aliyê gelê Êzidî ve nayê qebûlkirin. PDK bi reşkirina YBŞ’ê û rêxistinên siyasî yên Êzidiyan û bi her cure dekûdulaban dixwaze bigihije armancên xwe. Di heman demê de dewleta Tirk jî bi êrîşên hewayî yên li ser Şengalê nerazîbûna xwe ya li hemberî rizgarkirina gelê Êzidî ji aliyê PKK’ê ve nîşan dide. Hêzên xweparastinê yên gelekî ku nû rast qirkirinê hatine, bi terorîze kirinê dikin hedef. Tên qetilkirin, hewil didin gel bitirsînin û birevînin. Eşkere ye ku êrîşên PDK û dewleta Tirk ji xeynî temamkirina qirkirinê nabe tu encaman. Ji bilî meşandina polîtîkayên serweriyê li ser gelê ku nifûsa wî pir kêm bûye, bi êrîşên hewayî qetilkirina zarokên wan, astengkirina alîkariyên mirovî û ji derveyî qedandina karên nîvî de mayî yên Împaratoriya Osmaniyan tê çi wateyê. Yanî bi rêya dewleta Tirk û PDK’ê qirkirin didome.

Rola pêşengiya jinê

Jinan di hemû xebatên rizgarkirinê yên piştî komkujiyê de roleke diyarker lîstin. Dayîkan ji bo parastina axa xwe jî perwerdeya çekan dîtin. Li hemberî hemû polîtîkayên êrîşkar û kirêt ên ji derve tên ferzkirin re, li herî pêş bertekên xwe nîşan dan. Her çiqas berê qet beşdarî xebatên siyasî ne jî beşdarî bingeheke rêxistinî nebûne jî, dema gihiştin zanebûna dilxwazî û hewcedariyê pir zû adapte bûn. Li gel tevlîbûna di nava pêkhateyên rêxistinbûyî yên giştî ên civakî de, di heman demê de jin bûne damezrînerê rêxistinbûyîna xwe jî. TAJÊ (Tevgera Jinên Azad a Êzidî ) ku perwerde, rêxistin, têkoşîn û polîtîk kirina jinê pêkanî hate damezrandin. TAJÊ, weke rêxistineke ruh dide berxwedana gelê Êzidî, cesaret dide û li dijî dîroka qirkirinê weke sembola berxwedanê hat avakirin. Weke rêxistineke ku xwedî li rastiya xwe ya qedîm derketiye û rûyê xwe ber bi siberoja azad ve zivirandiye pêşket. Di binyeya TAJÊ de ji bo gelek pêwîstiyên jin û zarokan pekbîne weqfek hat avakirin. Her bajarekî meclîsên xwe ava kirin. Bi nîqaşkirina pirsgirêkên jinan dest bi lêgerîna çareseriyê kir. Bê goman evane hem ji bo gelê Êzidî hem jî ji bo jinên Êzidî di dîroka xwe de pêşketinên yekemîn in. Tevî ku gelek jin di van xebatan de rola pêşeng dileyîzin, lê dîsa jî ev rastî heye ku hemû jinên êzidî beşdarî pêkhateyên rêxistinkirî nabin. Lê divê bê zanîn ku her ku giringiya birêxistinbûnê tê fêmkirin û mînakên şênber ên ku dikarin çi bikin derkevin holê, jin zêdetir beşdar dibin û zêdetir pêş dikevin.