Îro li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3. yê mezin heye ku ji pisgirêkên bingehîn yên pergala baviksalarî û kapîtalîst bingehê xwe digirin e. Her çiqas ev rewş şer weke pirsgirêkeke heyî xuya bike jî, di eslê xwe de pirsdirêkek ji pergala mêtîngeri ya ku bi veguhertina nirxên bi hezaran salan ên jinan, bi hêz û xapandinê dest ûê kiriye, derdikeve holê. Bi gotineke din, ev rewşeke krîzê ye ku dema mêr ji jinê destpê dike û herku diçe vediguhere desthilatdariyeke bi hêz a li ser tevahiya civakê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya şaristaniya demokratîk hewl dide vê krîza ku hemû nirxên mirovahiyê tehdîd dike derbas bike. Bi paradîgmaya şaristaniya demokratîk ku paradîgmaya azadiyê ye, di serî de ji bo jinê, ji hemû mirovahiyê re jiyana azad tê avakirin. Di vê rewşa krîzê de jinên Kurd, bi têkoşîna azadiyê ya jinê re, ji azadiyê tawîz nade û bi xeta parastina cewherî pênasekirin, avakirina hemû nirxên xwe yên dayî bi serûbin dike, hêviya hemû jinên cîhanê re azadî bi têkoşînê gengaz dibe bi berxwedana xwe nîşanda. Axa qedîm a çanda jinê têkoşîna ku li Kurdistanê pêşket, ji ber vê taybetmendiya xwe girêdayî jinê pêşket. Jinên Kurd, têkoşîna azadiya jinê xistin navenda xwe û li ser vê bingehê, bi armanca şoreşa civakî û şoreşa jinê pêşde çûn. Berevajî hemû tevgerên di dîrokê de ku li ser navê sosyalîst û bindestan derketine holê, di pêvajoya şoreşê de di mijara guhertina civakî û azadiya jinê de geşedan afirand. Li ser esasê xweza û çanda jinê, li dijî dewletbûn û desthilatbûnê sîstemeke demokratîk û konfederal ku wê meyla gel a azadiyê zîndî bike, derket holê. Bi lêpirsînkirina nirx, çand û jiyana ku ji aliyê zîhniyeta serdest a zilam ve hatiye afirandin, li ser esasê pîvanên azadiyê têkoşîna avakirina jiyaneke nû destpêkir. Li ser vê bingehê li çiyayên Kurdistanê ji bo jinan gelek destpêk hatin jiyîn.

Jinên Kurd ên ku artêşbûna jinê pêşxistine, di warê fikrî û fîzîkî de şer kirin û destnîşan kirin ku pîvanên jiyana azad ên ku afirandine bûne rêgezên civaka nû. Hemû zanîn, nirx û kodkirinên ji bo jinan li ser navê jinê hatine serûbin kirin. Jinê bi têkoşîn, zehmetiyên di zikhevde û bi bedel dayînê heqîqeteke nû û girêdayî xwe afirandiye. Şoreşa di nava şoreşê de, guhertina civakî û azadî di civaka Kurdistanê de bi pêşengtiya jinê pêşket.

Riya zindîkirina berxwedan û serkeftinê, têkoşîna jinê û encamên wê weke modela jiyana nû û civaka nû di bingeha nirxên ku derketî de di têkoşîn kirinê de derbas dibe.

Tevgera Jinên Kurd ku bi tecrubeyên xwe yên berxwedanê yên 40 salan îro jî didomîne, ne tenê li dijî rejîmên welatên desthilatdar ên ku wan îstîsmar dikin, li di jî rastiya civakî ya ku tê de ne jî têdikoşe. Di vî warî de jinên Kurd bi zanabûna bi pirsgirêkên pir cidî re rû bi rû ne ku divê têkoşînê bikin xebatên xwe didomînin.

Tevgera jinên Kurd; li ser esasê rêxistineke sîwan hatiye rêxistin kirin. Rêxistina qada îdeolojîk a vê avaniyê PAJK, rêxistina qada civakî KJK, rêxistina qada parastina rewa YJA-STAR e. Jinên Kurd bi vê yekê dizanin ku bi pirsgirêkên weke çiyayan re rû bi rû ne ku divê werin derbaskirin, her wiha qadên xwe yên têkoşînê destnîşan dikin. Weke ku tê zanîn ne tenê li erdnîgariya Kurdan, li hemû cîhanê tundî û newekheviya li dijî jinê tê jiyîn. Li hemberî vê, weke nêzîkatiya bingehîn a tespîtkirin û çareseriya pirsgirêkan; têkoşîna herêmî û herêmkî di bingeh de, ev têkoşîn bi perspektîfek gerdûnî û kurewî tê meşandin.

Jinên Kurd bi salane têkoşîna “xwebûna xwe” pir dijwar didin meşandin. Ev ezmûna dîrokî ya li lûtkeyên çiyayan û di kûrahiya geliyan de hatiye jiyîn, hê jî bi hemû leza xwe didome. Nasnameya jinê ya ku heqîqeta xwe keşif kiriye, dikare bi awayekî berhemdar beşdarî ya civakî bibe. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de bi nasnameya xwe û bi zanebûna mafên xwe tevdigerin, têkoşînê geştir dikin. Nûnertiya jinan di avahî, sazî û mekanîzmayên rêveberiyê de, rêveberiyên herêmî, parlemento û hwd. hebûna wê li cihan jî girêdaneke giring e. Asta ku di vê warî de gihiştiyê her çendî têrê neke jî bi nirx e. Pergala hevseokatiyê di rêveberiyên herêmî û li hemû qadan de, pêkanînên kotaya jinan, tedbîrên di warê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, nebûna zilamên pirjinî û sûcdarên tundiyê di rêveberiyan de û hwd. ku biryar tenê li ser kaxezê nemînin; ew biryarên ku bêne mînak girtin û şopandin in.

ya ku divê em teqez bikin eve; ev hemû mafên jinan bi berxwedaneke bi biryar û bedelên mezin hatine girtin in. Di vê astê de bi hezaran jin li çiyayan jiyana xwe ji destdan, bi pêkanînên paşverû yên zayendîparêz û kevneşop re rû bi rû ma û hwd. asta ku di encama zehmetiyên mezin de hatiye bi destxistin in. Rastiya jiyan û têkoşînê ji jinên Kurd re bi awayekî berfireh nîşan daye ku li hemberî feraseta serdestiya mêr divê li hêviya mafên xwe nebin.

Ya ku divê di her dem û mekan de bê kirin ewe ku, di her şert û mercî de têkoşîna zayendî bê bilind kirin, di her qadên têkoşînê de ji bo pêşxistina nêrîna azadîxwaz têkoşîn bê pêxistin û di vî warî de radîkal û bîryardar bin. Nexasim serdestiya mêr kêliyekê jî dev ji herwesta xwe ya êrîşkar a li hemberî jinê bernade. Ji ber vê sedemê têr dîtina asta ku hatiye bidestxistin hem dê bibe xeletî û hem jî dê destkeftiyên bi dest ketine bixe xeteriyê de. Ya giring ewe ku bi têkoşîna hevpar a hemû jinên cîhanê asta ku gihiştiyê hîn bêhtir bilindtir bibe û bi sedsala 21’an bibe sedsala jinê, nîşangeriya (ibre) dîrokê vegerîne azadiyê.