Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir qirkirina jinan ji mêran wêdetir rejîma şerekî taybet, çek û hişê şerê taybet e.

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir kuştinên jinan îdeolojîk û siyasî ye, ji aliyê mêrên ku rejîma şerê taybet a AKP û MHP’ê bi hovane tê kirin û got “Divê tevgerên jinan rastiya şerê taybet a li pişt van êrîşên zayendî yên hovane bibînîn, li gorî vê tevdîrên xwe bistînin û rêxistinên xwe bikin.”

Nûda diyar kir ku rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ne desthilatdariyeke normal e, ev desthilatdarî xwe dispêre şerê taybet, dijminatiya Kurdan, mirovayetî, exlaq û jinan dike û got “Di tu demê de ev qasî derew, cînayet, dizî û tecawiz zêde nebûbû û evqasî normal nedihat dîtin. Divê em taybetiyên vê hêza li hemberî xwe bibînin û fêm bikin da ku em ji têkoşîna xwe encamê bistînin.

Tu tiştên di bin berpirsyariya vê desthilatdariyê de ne normal e, çawa ku qetlîamên li Dêrik û Dîlokê ne normal be, li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştinên jinan, tecawiz û şîddet jî ne normal in. Bi awayekî dewlet van êrîşan teşwîq dike û piştgiriyê dide van êrîşan. Divê em baş bizanibin heke kuştinên jinan û tecawiz tunebe wê AKP jî tunebe. Hebûna vî şerê taybet xwe spartiye dijberiya Kurdan û jinan. Di dema AKP’ê de kuştin û şîddeta li ser jinan bûye tiştekî normal û bi vî awayî civak hatiye tevizandin.

Li Şirnexê dema ku Fîrdevs Babat hate kuştin, tecawizî wê kirin ev encama polîtîkayên şerê taybet a sîstematîk e ku AKP li dijî jinan dike. Kujer tevlî pergala cerdevaniyê bûye û birayê wî jî tecawizî zarokan kiriye. Ev kujer li ser hesabê xwe yê twîtterê ji bo êzingên li Bestayê hatiye birîn jî dibêje ‘Êzingên firotinê hene’. Ev jî îspateke din e ku rejîma AKP rejîma şerê taybet a tecawizkar e. Ev cerdevan hêzê ji dewletê distînin, cesareta xwe ya êrîşa li ser civak û jinan jî ji vê desthilatdariyê distîne.

Li Hezexê jî zilamekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuşt. Malbata vî kesî jî têkiliya xwe bi Hîzbulkontrayan heye. Gelek êrîşên wisa hene. Li Dêrsimê Gulistan Dokû û li Êlihê jî Îpek Er û gelek cînayetên wisa hatin kirin, di van cînayetan de çawişên pispor û sûbayên dewletê hene. Di her du bûyerên dawîn de îxanetkarên di nav civaka Kurdan de hatine bikaranîn. Ev ji bo jinan jî û ji bo civakê jî polîtîkayên gelekî xetere ne.

Divê tevgerên jinan rastiya şerê taybet a li pişt van êrîşên zayendî yên hovane bibînîn, li gorî vê tevdîrên xwe bistînin û rêxistinên xwe bikin. Divê were teşhîrkirin ku pergala cerdevaniyê dijminê Kurdan, jinan û xwezayê ye, dora qada cerdevaniyê were tengkirin û bandora wê were şikandin. Heman dest guleyan bera gerîla dide, daristanan dibire û jinan dikuje.

TÊKOŞÎNA JINAN DIVÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIBE

Heke rêxistinên jinan karibin metodên xwe xurttir bikin wê tu hêz nikare wan têk bibe. Di vê rewşê de divê rêxistinbûna jinan were xurtkirin. Her cînayeta ku hesabê wê nehatiye dayîn û her tecawiz û şîddet pêşiya qirkirina jinan vedike. Vê rejîma şerê taybet a faşîst dema ku qirkirina jinan didomîne, ji nû ve hêzê distîne, divê em vî tiştî ji bîr nekin. Divê tevgerên jinan bibînin ku li hemberî wan rejîmeke hovane heye ku ev rejîm bi xwîn û bedena jinan xwe dide jiyîn. Divê li hemberî êrîşên li ser jinan qiyamet were rakirin, em mafê xwe yê hesappirsîn û serhildanê heta asta dawî bi kar bînin.

Bi qasî li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî jin mexdûrê vî şerê taybet in. Li gorî lêkolînekê di navbera salên 2011 û 2021’an de 3300 jin hatine qetilkirin. Di deh salan de 3300 jin. Ev hejmareke gelekî mezin e, wijdan û hişê mirovan nikare vî tiştî qebûl bike. Em di vir de dibînin ku li hemberî jinan şerekî neîlankirî heye. Ji ber vê divê rêxistinên jinan li hemberî şerê qirêş û faşîst bi yekgirtî tevbigerin. Heke rêxistinbûnên jinan bi ruhê hevgirtina jinan neyê avakirin wê her deqîqe û her roj jinek ji nav me kêm bibe. Heta ku di jiyana rastîn de rêxistinbûn ne xurt be, ew ê her roj yek ji nav me kêm bibe.”

Nûda diyar kir rejîma şerê taybet jinên Kurd û erdnîgariya Kurdistanê dike hedef û got “Heke jinên welatekî werin tunekirin wê wate, bêhn û bîra welatekî were tunekirin. Heke daristana welatekî were tunekirin wê wate, bîr û bêhna wî welatî were tunekirin. Rejîma şerê taybet a mêtinger a AKP û MHP’ê vî tiştî dike. Bi qirkirina jinan re qirkirina ekolojîk, çandî û bîrê dike.

Her roj daristanên Kurdistanê tên şewitandin, dar tên birîn, bendav tên çêkirin, polîtîkaya avê û madenvanî êdî êrîşan dike tiştekî normal. Ev erdnîgarî bi hezaran salan wekî bihuştê ketiye bîra mirovan. Ev erdnîgariyeke pîroz û gerdûnî ye. Dîcle, Firat, Cûdî, Heskîf, baxçeyên Hewselê û daristanên Bestayê xwedî bîreke kûr in. Çawa ku Fîrdevs Babat bi êşkence û tecawizê hate kuştin, ax û ekolojiya Kurdistanê jî bi êşkenceyê tê qetilkirin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Divê gelê Kurd bi cesareteke mezin ax û xwezaya xwe biparêze. Daristanên Bestayê tên birîn û li bajaran tên firotin. Divê gelê me yê Botanê destûrê nede vê qetlîamê. Kesên ev dar birîn wê sibê mala te jî xerab bike. Divê bi helwesteke tund li hemberî vî tiştî bin.”

POLÎTÎKAYA ZINDANÊ YA DEWLETÊ JI SER ÎMRALIYÊ TÊ DIYARKIRIN

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir polîtîkaya zindanê ya dewletê ji ser Îmraliyê tê diyarkirin û got “Li ser heval, welatparêz û dostên me yên şoreşger û demokrat êşkenceyeke mezin heye. Dijmin dixwaze îradeya wan a azadiyê bişkîne. Li ser girtiyên nexweş û kal û pîr zilmeke mezin heye. Em berxwedana li zindanan silav dikin û hevalên li zindanan şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Di dîroka me ya têkoşînê de cihekî mezin ê berxwedana zindanê heye û îro jî ev mîrate ji aliyê hevalên me tê domandin. Lê kesên li derve dikarin gelek tiştan bikin. Di vî warî de qelsî heye. Bi hezaran malbatên girtiyan heye, her malbateke girtiyan çepereke şoreşger e. Divê malbatên girtiyan û kesên şoreşger û demokrat li hemberî zindanan bihistyar bin û nêzikatiyeke wisa bidomînin. Divê em tarza têkoşîn û rêxistinbûnê geştir û xurttir bikin.”