Jineolojî

Jineolojî; ji aliyê wate û awayê têgehên cîhanî ve di nava têgehên heyî de, xwedî taybetmendiyek e wisa ye ku dibe bersiv ji pêdiviyên serdemê re. Xala esasî ya vê taybetmendiya wê diyar dike jî ew e ku cîhana xwedî wate ya civakê fêm dike û bi qasî fêm dike dikare sîrayet bike. Sedsala 21’emîn ji vî aliyê ve gihîştiye merheleya avakirina hêza têgehî, teorîk û sazîbûyînê. Çawa ku sedsala 19’emîn a çînê bû, sedsala 20’emîn jî ji aliyê nakokiyên netewan ve bi pêşketinên civakî û siyasî hatibe pênesekirin; sedsala 21’an jî li ser esasê nakokiya zayendî, xwedî hêza şoreşa jinan e û nîşan dide ku dema jinan e. Jineolojî, wekî feraseta zanista civakê ya xwe dispêre şoreşa jinan, ji bo lîteratora me zanistek nû ye.

Ev têgeh cara pêşîn di sala 2008’an de bi pirtûka Rêber Apo ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê ket rojeva me. Jineolojî; bi yekbûna gotinên jin ango jin, lojî yanî zanist pêk tê. Têgeheke kurdî ye û tê wateya zanista jinan. Gotinên jin û zanist li ser asasê Paradîgmaya xwe dispêre Azadiya Jinan a Demokratîk Ekolojîk e û ji nûve pênase dike. Modernîteya kapîtalîst bi saziyên xwe yên zanînê îdia dike ku paradîgmaya esas a cîhana me ya fikrî û ruhî diyar dike, paradîgmaya ku pergala dewletê xwe dispêre ye. Piştî 1999’an bi pêvajoya Îmraliyê ku Rêber Apo di aliyê zînhî û wijdanî de her çû kûr bû, diyar kir ku şaşiya herî mezin di vir de ye û di encamê de Paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk li ser esasê Azadiya Jinan, pêşkêş kir. Wî diyar kir ku ev paradîgma xwedî kuliyateke bi kok e û hemû nirxên dîroka însaniyetê di nava xwe de dihewîne lê ev rastî hatiye berevajîkirin û zêdetir jî li ser jinan hatiye pêşxistin. Rêber Apo diyar kiriye ku zanist di bin desthilatdariya pergala dewletî de ji jiyan û civakê hatiye veqetandin û bal kişandiye ku divê têkiliya zanistê zêdetir bi jiyan û civakê re çêbibe. Di vê mijarê de gotiye “Hevjiyana azad, bi taybetî zanista ji bo jinan were bi pêşxistin dê ji bo civaknasiyê bibe gava destpêkê.”

Gotina jin di gelek zimanan de tê wateya jiyanê. Di vê mijarê de pêdivî heye ku lêkolînên etîmolojîk zêdetir bibin. Cudakirina zanistê ya ji civak û jiyanê ku nêrîna pozîtîvîst a zanistê ye rexne dike, ango balê dikşîne ser girîngiya civakîbûna zanistê û pêşxistina şîroveya wateyê. Jineolojî ji vî aliyê ve li bal zanista jinan, dibe zanista jiyanê, zanista jiyana civakî, zanista hevjiyana azad û awayên zanîna modernîteya demokratîk derdixe holê.

Wekî ku Rêber Abdullah Öcalan diyar dike divê jin, ne wekî zayend, wekî cewherê ‘civaknasiyê’ were nirxandin û li ser vê esasê di serî de têkiliyên bi tehekum, ji xwe re bike armanc ku hemû pergalên zordest analîz bike. Li dijî hemû bîrdozî-zanistên ku xwe li ser zayendperestiya civakî bi pêş xistin, derketinek diyar dike, qirkirina jinan, qirkirina civakê dibîne û dibe zanista têkoşîna bi vê yekê re. Diyar dike ku feraseta jiyanê ya desthilatdariyê, jiyana civakê dixitimîne.

Li ser vê esasê jineolojî, dibe zanista îfadeya hêza jinan, sazîbûyîna zanistî, felsefî, hunerî û çalakgeriyê diafirîne. Civaknasiya vê yekê, zanistên wê yên civakî, bi berpirsyariya kirin û pêşxistina hunera wê re; jiyandariya azadiya ku bi ‘DEMÊ’ hatiye bidestxistin, rêxistinkirin û bi bîrdoziya zanînê re, zanista pergalkirin û rêsandinê ye. Jineolojî zanista heqîqetbûyîna hêza me ya heyî û feraseta jiyanê ye. Hemû têkoşînên ji bo azadiyê hatine meşandin, di bîrdoziyên wan ên raman û zanînê de, jiyanê bi xwe de û di tecrubeyên mezin ên jinên cîhanê de dîsa di hemû tecrubeyên civakî û xwezayê bi xwe de jî ev wate heye. Divê wateya di van analîzên vê tecrubeyê de hîs bike.

Li ser vê esasê jineolojî; xwedî potansiyela vegotina mijarên, jin û jiyan, jiyana civakî, nasnameya jinan û têkiliyên jin û mêr e. Jineolojî; bi qasî vegotina tevgerên azadiya jinan ên bi sedan sal e bi nirxên çêbûne û afirîne; ewqas jî vegotina potansiyela bi hezaran salan a van tevgeran xwe dispêrinê ye jî.

Kuliyata ku jineolojî esas digre

Rêber Abdullah Ocalan, hem di warê teorîk de hem jî pratîk de gelek tiştên girîng li Têkoşîna Azadiya Jinan zêde kiriye. Ew bi tiştê heyî qayil nebûye bi rêbaz-zanista Sosyolojiya Azadiyê û hunera şîroveyê, di avakirina epîstemolojîk a jineolojiyê de bûye rêbazek girîng.

Ev rêbaza zanista nû ji aliyê fizîkî ve xwe dispêre kuantumê, ji aliyê felsefî ve xwe dispêre armanca azadiya xwezayê ya xwedî têgihîştin, aliyê sivaknasî, xwe dispêre civakîbûna polîtîk û exlaqî ya rastiya însan a metafizîk, aliyê wê yê dîrokî jî xwe dispêre tevahiya dîroka gerdûnî. Hewldana azadbûyîna madî û manewî ku her dem rastiya tercîheke hebûnê ya cuda diafirîne, bi DEMÊ nirxên wateyê pêk tîne di heman demê de bi lêzêdekirina wateya xwe, cudabûna xwe ava dike. Ev rewşa ku wekî tercîheke azadiyê çêdibe, nîşan dide ku DEMA em dijîn xwedî vebijêrka azadiyê ye. Ev DEMÊN ku îfadeya nirxên gerdûnî ne, di heman demê de dibin îfadeya dîroka gerdûnî ya zindî, herikbar, nerm, dagirtî û yekparebûyî. Însan hemû tiştên di nava vê wateyê de bi xwe re dihewîne, DEM jî jixwe dîrok bi xwe ye.

Têgihîştina jiyanê û pêşxistina vebijêrka azadiya jiyanê, yek ji peywirên esasî yên jineolojiyê ye. Jineolojî yekbûyînê esas digre, ji hemû dubendiyên ku xwe dispêrin cudabûna kirde-objeyê derbas dibe û ji ferasetek ku xwe dispêre yekitiya bi aheng a zekaya hestiyarî û analîtîk, bi rêbazek feraseta zanista ku ji mutleqkariyê derbas dibe nêz dibe.

Jineoloji; ligel ku zanistek nû ye, wekî epîstemolojîk xwe dispêre kuliyatek dewlemend. Di vê mijarê de hêza Şoreşa Neolîtîk a ku şoreşa yekemîn a jinan e û civakîbûnê afirandiye, esas digre. Bi sazîbûyînên civakî yên bi pêşengiya jinan çêbûne tê armanckirin ku jiyan ji nû ve were pênasekirin. Balê dikşîne ser hemû awayên koletiya ku bi şaristaniya dewletî li ser jiyana jinan, her wiha jiyana civakî çêbûye û hewl dide bi hemû aliyên wê asta vê yekê bide zanîn û fêmkirin. Diyar dike ku koletî û mêtinkariya li ser jinan çêbûye, hemû awayên koletiya civakî pênase dike. Ji ber vê yekê hemû têkoşînên ku li dijî koletiya li hemû derên jiyanê, çêbûne wekî bîr (hafiza) dipejirîne.

Zanista jineolojiyê balê dikşîne ku sedema biserneketina têkoşînên azadiyê yên li dijî modernîteya kapîtalîst hatine dayîn ew e ku asta koletiya jinan nehatiye analîzkirin û îşaret bi girîngiya analîzkirina vê yekê dike. Têkoşîna ku li dijî zîhniyeta koletiyê were dayîn, bêyî jinan nabe û ev yek berî her tiştî li cihê di pergala heyî de hin mafan bi dest bixe, girîng e ku wekî pergalek alternatîf xwe bi rêxistin bike. Aliyên wê yên bîrdozî, têkoşînên rizgarî û azadiyê yên xwedî nirx û tecrubeyên hezaran salan ên civaka exlaqî û polîtîk in.

Li ser vê bingehê di vê sedsala 21’emîn de divê hêza jinan a beriya heft milyon salan li xeta Rîft Afrîkaya Rojhilat dest pê kir û beriya pêncî hezar sal ji xeta Rîftê ya bakur derket, di ser Toros-Zagrosê de li cîhanê belav bû, were zanîn û dîtin. Di vê serdema jiyanê de ku ked û zekaya jinan diyarker bûye, jin hatine pîrozkirin.

Gava pêşîn a civakîbûnê bi Şoreşa Neolîtîk ango şoreşa jinan hat avêtin. Zanist û teknîka ku dihat wateya cîhana jinan a ruhî û ramanî, xwedî hêzeke wisa bû ku dikaribû bi her DEMÊ re li gorî pêdiviyê çareseriyên bi bi nirxên şoreşan pêk bîne. Divê ev yek baş were zanîn û bibe mînak.

Li Rojhilata Navîn a ku bingeha jiyana xwedî nirxên exlaqî û polîtîk e; zanisteke nû, ango jineolojîjî ji nû ve li ser koka xwe şîn dibe. Dijberî Hegel ê ku diyar dike nakokiya esasî di navbera kole û xwediyê kole de dest pê dike, dîsa dijberî Marx, Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku nakokiya bingehîn di navbera jin û mêr de dest pê dike.

Diyar dike ku li ser vê esasê anlîzkirina nakokiya di navbera jina kole û mêrê bi hez ê bi fen û fêl de, di çêbûn, pêşxistina zîhniyeta sedsala 21’emîn de di çareseriya pirsgirêkên civakî de xala bingehîn e. Li vir jin wekî pênaseya pergalê tê nirxandin. Bi qasî pênasekirina jina di pergala mêtinkar a civaka dewletî û hiyerarşîk de, balê dikşîne ku divê li gorî pîvanên azadiyê, jin werin pênasekirin û rastiya wan derkeve holê.

Armanca jineolojiyê ew e ku Zanist û teknolojiya serdema Neolîtîk ku wekî 104 Me yan tên îfadekirin, dîsa çand, huner û felsefeya wê derxe holê û zanebûna xwedawendiyê, di roja me de zindî bike.

Rojhilata Navîn çawa ku cihê yekem ê çanda xwedawendiyê ye, înkar û kuştina jinan jî li ser vê erdnîgariya ku ev çenda wê hatiye tunekirin çêbûye. Jixwe pirsgirêka jinan a pirsgirêkeke civakî ye li vir dest pê kiriye. Jineolojî ew zanist e ku ji bo pirsgirêka yekemîn a civakî li çareseriyê digere. Ji bo vê jî xwedî îdia ye ku hemû rastiyên der barê jinan de, der barê têkiliyên jin û mêr de lêkolîn bike, ji bo pirsên azadî û wekheviyê bersivan bibîne. Armanca vê zanistê ew e ku rê û rêbazên li dijî ferasetên çors, zayendperest û kevneperest analîz bike, bibîne jin û mêran bi însanîbûyîna wan, bide nasîn, rêya azadiyê veke.

Pergala desthilatdariya mêr, zaziyên madî-manewî yên jiyana civakî ya pêşketî ku bi destên jinan çêbibû xira kir an jî dest danî ser û pergala xwe ava kir. Vê pergala ku ket bin xizmeta dewlet û desthilatdariyan, mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê ji xwe re afirand. Hemû pîroziyên jiyana bi destên jinan çêbibûn, an bi lanetê yan bi diziyê, yan jî bi berevajîkirin û valakirina wateya wan veguherand pîroziyên ji bo xwe. Ji ber vê yekê pênc hezar sal in aqilê serdest ê mêr, jinan tune hesiband, bênirx kir. Ji ber ku mîtolojî, felsefe û dîn jinan lanet kirin, zanista pozîtîvîst jî cih neda jinan. Ji aliyê cîhana zanistê ve nasnameya jinan, hebûn, têkoşîn û serhildana wan, bi tezên zanistî hatin bêwatekirin. Ji ber vê yekê jî heta niha zanistên civakî, civaknasî; hebûn û xwezaya jinan ku beşek girîng ên civakê ne hêjayî lêkolînê nedîtiye.

Di zanistên cur be cur de her çiqas li ser jinan hinek lêkolîn û tez hatibin pêşxistin jî, jin wekî hebûn bi temamî nehatine dîtin û nirxandin. Ji bo vê divê tu bi senteza zekaya analîtîk û hestiyarî nêzî qada zanistî bibî û hebûna jinan ji aliyê zanistî ve binirxînî jixwe ev yek ji armancên esas ên jineolojiyê ye.

Jineolojî, zanisteke ku bi rexneya çawa heta niha zanistên civakî wekî disîplîn zanista jinan nefikirîne û bi pêş nexistine dest bi karê xwe dike. Bi lêpirsîna çawa dibe ku jinên cewher û afrînerên xwezaya civakî ne, bi qasî beşên din ên civaknasiyê, di zanista civakê de nehatine dîtin bi peş dikeve. Zanistên civakê ji ber ku di pergala desthilatdariya mêr de bûne heta îro jinan wekî endamên civakê nedîtiye, lêkolîn li ser wan nekiriye. Jineolojî bi vê tesbîtê, mijarên ku dê li ser bixebite diyar dike.

Jineolojiya ku xwedî îdia ye bibe zanistek xwedî ruhê demê; bi rastiya ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan, şoreşa jinan bibe mijara sedsala 21’ê, tev digere.

Jineolojî bi îdiaya derxistina holê ya feraseta zanista civakî ya xwe dispêre şoreşa jinan tev digere, ji bo derfetên ji bo şoreşa duyemîn a jinan li Rojhilata Navîn pêk were xwe peywirdar dibîne.

Ev yek ji aliyê dîroka nêz ve jî ji aliyê nasnameya tevgerên femînîst ve, jinên di têkoşîna neteweyî de cih girtin, jinên gerîla, jinên di tevgerên muxalif ên civakî de cih girtine wiha ye. Hemû nirxên berxwedana jinan in ev yek.

Bi vê re jineolojî; ji destpêka avabûna xwe ve, xwedî qerekterê şoreşa jinan e, xwe dispêre şoreşa azadiya Kurdistanê ya ku xwedî nirxên wateyî û hebûneke şênber e. Serdemek ku bi şoreşa jinan a yekemîn dest pê kiriye, li Til Xelefa ku cihê wê şoreşê ye; bi şoreşa jinan a Rojava careke din, ji nû ve li ser kokên xwe şîn dibe û pergaleke alternatîf diafirîne, ji nû ve zindî bûye û tê jiyîn.

Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku pêdiviya zanistê bi şoreşeke paradîkmatîk heye û li vê şoreşa paradîgmatîk jî jinan bi cih kir. Ev zansit jî xwe dispêre rastiya rêbertiyê, ango Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ji vê rastiyê çêbûye, dikare were gotin ku pêşveçûnên ku hêjahiya wan şoreşa di nava şoreşê de ye ev yek e ku ji merheleyên tevgera jinan derbas kirine hatiye pêşxistin.

Ji dawiya 1970’an heta 1990’an, jinên ku xwedî zanîn, hêja û dagirtî gihîştîbûn, di şoreşa Kurdistanê ya sala 1987’an de bi YJWK, (Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan) di sala 1993’an bi artêşbûnê, di sala 1995’an de YAJK, di sala 1996’an de Teoriya Veqetînê, di sala 1998’an Bîrdoziya Azadiya Jinan, Projeya Jiyana Azad û Veguherandina Mêr, 1999’an de bi cerebeya partîbûyînê, di 2000’an de Hevpeymana Civakî û Konfederalîzma Jinan, pêvajoyên bi hêjahiya şoreşan ên ku azadiyê li ruhê demê nexişandin derbas kirin. Jineolojî, felsefeya xwe ya zanînê, bi nirxên ku bi bi van pêvajoyên şoreşê çêbûne diafirîne. Ji peywirên sereke yên jineolojiyê, ew e ku nirx û cerebeyên di bin mercên giran ên şer de çêbûne bi her awayî bîne asta sazîbûyînê. Jineolojî feraseta zanisteke civakî ye ya jinan e û bi van wate û nirxên hatine afirandin roj bi roj bi pêş dikeve.

Jineolojî, bi ked û berxwedana kesên li zindanan li dijî qirkirina neteweyî ya bi planên navneteweyî û qirkirina jinan, kesên li qadên parastina rewa, yên li qadên civakî têdikoşin, yên li dibistan û akademiyan bi nêqaşên xwe hêzê didin û hemû kesên keda wan heye bi pêş dikeve.

Jineoloji; bi demê dest bi watedayîna jiyanê, zanist û çareseriyên bingehîn dike

Jineolojî xwedî taybetmendiyek wisa ye ku ji her DEM û her qada jiyan lê hatiye sekinandin re, dikare rêyek bibîne. Ji ber ku zanisteke zindî ye, bi jiyan û civakê re bûye yek. Zanisteke wisa ye ku civak û jiyana ji zanistê veqetiyayî ji nû ve digihîjîne hev. Bi feraseta zanista xwedî qerekterê baviksalar ê bi her awayî deşîfre bûye re di serî de dîn, huner û felsefeya ku jinan pênase dike, hebûna jinan û zîhniyeta jiyana ya xwe dispêre vê yekê, bi awayê rexneyî dinirxîne. Ji ber vê yekê jineolojî, bingeha pirsgirêkên civakî jî çareseriyên wan jî, bi pênasekirina jinan û rola wan a di nava jiyanê de lêkolîn dike û esas digre. Ango ne tenê zanisteke di lehiya jinan de, jinan wekî zayend lêkolîn dike, ji bo wan agahî û zanînê bi pêş dixe ye. Diyar dike ku divê bi pêwîstiya divê her zanist civakî be, vê civakbûyînê ji aliyê dîrokî û rojevî ve bi jinan teşe bigre.

Jineolojî ji warê şoreşa jinan ber bi sazîbûyînê ve çû

Jineolojî wekî sazî jî diyar dike ku divê zanist bi xweza, jiyan û civakê re têkiliya xwe çêke, bi rêxistinbûnê ev têkiliya bi hêz dikare pêk were. Ji ber vê yekê jineolojî; li dijî feraseta jiyanê ya modernîteya kapîtalîst a ku her tiştî ji hev vediqetîne, xwe dispêre zanista pozîtîvîst, bîrdoziya wê lîberalîzm e, fizîka Newtonê ji xwe re esas digre; bi perspektîfeke giştî tev digere û esas digre. Xwe dispêre teza fizîka Kuantûmê ku dibêje her tişt bi hev ve girêdayî ye, fêmkirina zindîbûna xwezayê esas digre. Dijberî paradîgmaya mekanîk ku dibêje ne mumkun e peyvên zanist û rêxistinê werin ba hev; jineolojî xwe dispêre teza ku wateya rastîn a zanistê ew e zanist, çiqas bikare çareseriyê ji pirsgirêkên jiyan û civakê re bibîne, pêşî li texrîbatên li ser xwezayê bigre dê ewqas watedar bibe diparêze.

Jineolojî zanisteke ku li çiyayên Kurdistanê li dijî modernîteya kapîtalîst, bi tevgera gerîla ya herî mezin a serdemê û bi berxwedanê bi pêş dikeve ye.

Destpêkê wekî yekîne, dûre wekî komîte xwe bi rêxistin kiriye, konferansa xwe ya yekem di 2015’an de li çiyayên Kurdistanê çêkiriye, dûre jî bi Akademiya Jineolojiyê xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê di serî de li Kurdistanê û Rojava ku di Kurdistanê de cihê şoreşa jinan e, li gelek cihên cîhanê dest bi xebatan kiriye, agahiyên li ser jinan berhev kiriye, xebatên analîzê yên civaknasiyê kiriye, xebatên ku rastiya jinan derdixin holê esas girtiye û navendên lêkolînê di bin banê akademiyê de ava kiriye. Her wiha projeya Jinwar a qada jiyana azad û xweser e îmze kiriye, xebatên kovar û sîteyê bi pêş xistiye. Tevî van yekan li hemû qadên jiyanê bi taybetî aborî, exlaqî, estetîk û demografyayê, bi diyarkeriya heqîqeta jinan tevgeriyaye li ser girîngiya vê yekê lêhûrbûn çêkiriye. Li akademiyan bi hezaran mirovan perwerde kiriye, bi rêbazên curbecur ên perwerdeyê, pêşketinek erênî çêkiriye. Di serî de hebûn, xweza, siyaset, exlaq, feraseta estetîkê, aborî û edebiyat, bi hemû agahiyên der barê jinan re berpirsyariya pêkanîna jiyana azad ji xwe re kiriye armanc. Jineolojî bi peywira avakirina agahiyên, sazîbûyîna ku modernîteya demokratîk xwe dispêrê re rûbirû ye.

Wekî encam; bi nîqaşên ku li ser armanc û çarçoveya jineolojiyê didomin re heta niha bi nirxandinên ku hatine kirin, ji aliyê têgeh, bîrdozî û sazîbûyînê ve gavên diyar hatine avêtin. Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan diyar dike; divê ku fêmkirina formula bi sêhr a “Jin jiyan azadî” û vê re lêkolîna li ser gotinên jin, jiyan û azadiyê, fêmkirina etîmolojîk a li ser van gotinan, derxistina holê ya epîstemolojiya jinan, lêkolînkirina ontolojî û metodolojiya wê û avakirina wê, were bi pêşxistin. Wekî ronîkirina xwezaya jinan û bi vê ve girêdayî ronîkirina xwezaya civakê, nivîsandin dîroka jinan a koletî û azadiyê, hemû mijarên ku têkildarî jiyanê ye lêkolîn, lêgerîn were kirin. Jineolojî bi berpirsyariya derxistina holê ya avabûna zanîna modernîteya demokratîk re rûbirû ye.