Ji Ber Koça Dawî ya Sirri Sûreyya Onder Em Gelek Xemgîn in
Ji ber wefata dostê hêja, hevrê û qasidê aştiyê yê gelê Kurd, şopdarê kevneşopiya şoreşgerî ya gelê Tirkmen Baba Îshak, em gelekî xemgîn in. Em ji Rêber Apo, dayika wî ya hêja, keça wî û hemû gelan re sersaxî dixwazin.
Hevrêyên ewil yên Rêber Apo hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr bûn ku du ewladên herî hêja yên gelê Tirk bûn. Dostanî û hevrêtiya lêgerîna aştiyê jî, ji aliyê ewladê herî hêja yê gelê Tirkmen Sirrı Sureyya Onder ve hatiye kirin. Sureyya Onder, li dijî kesên ku dixwazin bi jehra neteweperestiyê gelan bikin dijminê hev û rejîma qirker mayînde bikin, mînaka berbiçav a têkiliya xwişk-biratiya wekhev û azad nîşan da. Mîrateya aştiyê ya ku zana û kesayetê aştî, azadî û wekheviyê Sirri Sureyya Onder afirand, li vê xakê careke din mirovahiya mezin derxistiye holê. Dilsoziya bi bîranîna wî re bi dewamkirina vê mirovahiya mezin, pêşvebirina têkoşîna aştiyê ya mezin û biserxistina vê têkoşînê dibe. Barê herî giran ê gelê Kurd û Tirk da ser milê xwe û ji bo aştiyê fedakarî ji jiyana xwe kir, bi vî rengî têkoşîna ji bo aştiyê danî pêşiya xwe. Ew bi fedakarî û kedkariya aştiyê ya nemir, şehîd bû. Lewma hevrêyê me Sirri Sureyya Onder berpirsyariyeke mezin ji me hemûyan re hiştiye. Parastin û dewamkirina mirovahiyaw wî ji bo me deyneke. Gel, siyaset û rewşenbîrên Tirkiyeyê di şexsê Sirri Sureyya Onder de xwişk û biratî, dostanî û bedewiya aştiyê dîtin û ji xwe re kirin rêyek. Divê xwedî li têkoşîna wî bê derketin, mezinkirin û anîna başiya aştiyê ji vê xakê re divê bibe berpirsyariyeke mecbûrî ya dîrokî.
Em Sirri Sureyya Onder bi soza ji bo pêkanîna xwişk û biratiya gelan, bicihanîna têkiliya azad û wekhev a gelan bi rê dikin. Wê wke kesayetê nemir ê hevrêtiyê û dostaniya bi wate di têkoşîna me de timî bê bîranîn.