Bîrdoziya Rizgariya Jinê

Bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8ê Adarê 1998’an de hat ragihandin. Ev bîrdozî ji bo tekoşînê pratîzekirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Tevgera Jinên Kurd, bîrdoziya bingehîn e.

Çawa di dîrokê de bûyî, Têkoşîna Azadî ya Kurdan, îro jî li cîhanê bi rêgezên xwe her tim li ser piyan e, û mînak e. Gotina xwe ev e: azadiya jinê û azadiya civakan azadiya tevahî mirovahiyê ye. Û bi vê dozê li hember hêzên modernîteya kapîtalîst li ber xwe dide.

Lewra tevgera jinên Kurd ku ji tekoşînê re pêşengtî dike, ji hemû rêxistinên din cuda ye ji ber ku xwediyê vê bîrdoziyê ye.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê destpêkê wer xuya dike ku tenê zayenda jinê li nava xwe dihewîne. Lê belê ne wisa ye. Ne tenê bîrdoziyeke zayendî ye ne jî tenê nêzîkatiyeke femînîst e. Ev bîrdozî bi mêzekirin, fikir û rengê jinê ji bo hemû pirsgirêkên civakî xwedî nêzîkatiyek çareserker e. Yanî tenê bi çareserkirina pirsgirêkên civakî re sînordar namîne, her wiha polîtîkayên aboriyê ku xwe dispêre şer, xirakirina ekolojiyê û çavsoriya ji bo kâra zêde jî çareser dike. Xwedî îddiayeke mezin e ku aştiyeke xwe dispêre azadiyê jî gengaz bike.

Hemû bîrdoziyên ku heta niha hene; naveroka wan zilam e û ji aliyê zilaman ve hatine pêşxistin. Li dijî van bîrdoziyan jî alternatîf e. Bêguman ev bîrdozî pergaleke fikran e ku bi tarzê bîrdoziyên civaka çînî xwe diyar dike, nîne.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê, dîrokê ji nû ve zindî dike, ji bo dîroka mirovahiyê ku di dawiya neolîtîkê de bi derketina dewletê serûbin bû dîsa li ser lingen xwe bimîne û berê xwe bide paşerojê, pêşengtî dike.

Pênc rêgezên bingehîn ên Bîrdoziya Rizgariya Jinê hene:

  1. Li ser axa ku çêbûye, li wê derê dîsa çêdibe yanî welatparêz e
  2. Fikir û vîna azad
  3. Ji bo parvekirina jiyanê ku xwe spartiye azadiyê, rêxistinî ye
  4. Li kêleka rêxistiniyê, têkoşîn heye
  5. Têkiliya jiyanê bi xweşikbûn û estetîkê re

Di çarçoveya van rêgezan de diyar dibe ku Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji bo hemû beşên civakê bi awayekî yekpare ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî heye. Yanî, ji nakokiyên navbera çînan heta navbera zayendan, ji pirsgirêkên xweza û civakê heta pirsgirêkên kesayet û civakê ji bo hemû nakokiyên jiyanê çareserî pêşdixe û bingeha çareseriyê jî jin e. Ev bîrdozî di heman demê de ji bo hemû civakê bîrdoziya rizgariyê ye.

Herwiha di dîroka tekoşîna azadiya Kurd û bi taybet tevgera jinên Kurd de jî xuya ye ku, teoriya qutbûnê, artêşbûna jinê û tekoşînê, jinên Kurd aniye merheleya-asta Bîrdoziya Rizgariya Jinê. Lewma tu tişt ji yekî din serbixwe pêknehatiye.

Têkoşîna azadî ya mirovahiyê her tim alternatîfa xwe jî pêkaniye. Bîrdoziya Rizgariya Jinê jî mînaka herî berçav ê vê yekê ye. Îro di cihanê de hemû têkiliyên civakî yên heyî, xwe dispêrin mulkiyetê, mirov ji xwe, ji cewherê xwe dûr dikevin.

Ji ber ku têgihiştina zilamê serdest destpêkê jinê dike malê xwe û hebûna xwe li ser vê yekê ava dike. Zihniyeta baviksalarî koledar e, desthilatdar e û hiyerarşîk e.

Bona vê yekê “qutbûn” nayê maneyeke tenê fîzîkî ango dûrketina ji zilam. Her wiha tê maneya dûrketina ji pergala wî û zihniyeta desthilatdar û serdest.

Bêriya her tiştî, di navbera zayendan de divê zihniyeta mulkiyetê bibe mijara lêpirsînê û her wiha hemû zihniyetên hiyerarşîk jî neyên qebûlkirin. Ev lêpirsîn wê hêz û vîna cewherî derxe holê û têkiliyên bendeyî jî ji holê rake. Dema têkiliyên bendeyî nebe wê demê jin û zilam ji bo feraseteke nû yê jiyanê ku xwe spartiye azadî û wekheviyê, wê werin gel hev.

Yanî “qutbûn” ji tevahî zêhniyetên navendî, hiyerarşîk û desthilatdar xwe paqijkirin e. Ev yek jî gihîştina heqîqetê, yanî vegerîna cewhera xwe ye.

Bi kurtasî; di dîroka tekoşîna azadiya Kurd de, jinên Kurd bi tevgera jinên Kurd a îro, ji dawiya 1970’an heta destpêka salên 90’î bi danehevên hêja û hejmarî herikiye û cihê xwe di nava şoreşa Kurdistanê de girtiye. Di sala 1987’an de YJWK, 1993’an de artêşbûna jinê, 1995’an de YAJK, 1996’an de teoriya qutbûnê, 1998’de Bîrdoziya Rizgariya Jinê, projeya veguherandina zilam û jiyana azad, 1999’an de ezmûna partîbûyînê, di salên 2000’î de hevpeymana civakî û konfederalîzma jinê hemû bûn ezmûnên berxwedaneke bi heybet.

Bi van ezmûnan jinên Kurd azadî kirine rihê demê û pêvajoyên şoreşê pêk anîn. Ev pêvajo ji pirgirêkên civakî û jiyanî re çareseriyên mayînde pêkanî û şoreşên civakî û jiyanî di jiyanê de bi serwextî û hunera azadiyê pergala Jîneolojî ya zanistî û metodolojîk jî pêşxist. Jîneolojî li hember pergala heyî, wekî lêgerîna jiyana alternatîf e. Jîneolojî rê û rêbazên sereke yên paradîgmaya azadiya jinê, ekolojî û demokrasiyê bi pratîkên jiyanî ve dewlemend dike, zêde dike û meşa xwe didomîne.

Lewma Bîrdoziya Rizgariya Jinê, teoriya qutbûnê û hemû mîrateyên ezmûnên ku hatin behs kirin di nav xwe de dihewîne, yek ji bîrdoziyên sereke yê tevgera jinên Kurd e. Ev bîrdozî ji bo hemû jinên cihanê wê dîroka koletiya jinê ku nehatiye nivîsandin, veguherîne dîroka azadiyê.