Hevpeymana KJK

Em çaxeke ku hemû aliyê cihana me veguheztine şer jiyan dikin. Çaxeke dilsar ku hemû nirxên gelan ên manewî jî veguheztine kirîn û firotinê. Em di sedsaleke de ku jiyana mirovan di nava çerxên sîstema kapîtalîst de weke diravên hûr tê xerckirin de jiyan dikin. Di vê sedsala ku modernîteya kapîtalîst ku mora xwe lê daye de qirkirineke sîstematîk a jin û zarokan heye. Em weke jin rû bi rûyî xeteriyeke hindakirina sengerên ku me bi berxwedana hezar salan bi dest xistiye de ne. Li gelek heremên cîhanê paşverûyên ku li derdora olperestî, nijadperestî û zayendperestiyê tên gurkirin herî zêde li jinan dide. Ji ber di bin hemû pirsgirêkên civakî ku gihaştiye asteke dêwasa, ji kevin de windakirin û dîlgirtina jinê ya mezin veşartiye. Ji ber vê sedemê jî hemû çareseriya pirsgirêkên civakî bi pêkanîna azadiya jinê ve girêdayî ye. Bi gotina Rêber APO “pirsgirêka bingehîn bi ferzkirina çareseriya bingehîn çareser dibe.”

Jinên ku li Rojhilata Navîn, li Efrîka, li Latîn Emerika û li Asyayê dijîn, li hemberî ferzkirina sîstema kapîtalîst a qirkirinê hişyarbûn û berxwedaniya hebûnê jiyan dikin. Ev tekoşîn û berxwedanî, sedsala 21’an vedugehezîne sedsalake şoreşê. Di şikandina rastiyeke weke DAÎŞ ku ji hemû tortiyên cihanê afirî bû jin pêşengiyê dikin. Di demeke şoreş, felsefe û bîrdoziyên azadiyê ku dixwazin bidin jibîrkirin û bê wate bikin de jin li hemû aliyên cihanê jineolojiyê nîqaş dikin. Zanisteke jinê ku hemû bîrdoziyên zilamtiya desthilatdar lêpirsîn dike pêş dixin. Ji bona li hemû aliyên cihanê şîdeta li hemberî jinê bidin sekinandin, hemû aliyên jiyanê bi zanebûna parastina cewherî û rewa digirin dest. Tevî zext û terora zilam bi huner, wêje, tenduristî, perwerde, aborî û bi kurtasî bi hemû aliyên jiyanê yên stratejîk ve girêdayî fikir, proje û çalekiyan pêk tînin. Dixwazin bibin xwebûn. Li hemberî zilma ku ji bona nebin û tine bibin li wan tê ferzkirin têk naçin.

Tam jî ji bo vê û gelek sedemên din wê sedsala 21’an şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn û cîhanê jiyan bike. Lê ev bi sekinandina qirkirinên di kesayeta me de li civakên me tên ferzkirin ve gengaze. Ji ber vê jî herî kêm bi qasî aqlê zilam ên ku me qetil dike, aqleke hevbeş, rêxistin, proje û çalekî divê em pêş bixin. Divê em şêwazê xwe jiyanê yê ku modernîteya kapîtalîst hilweşandiye ji nû ve bihunin. Em weke jinên ku di pêkanîna şoreşa jinê de bi îdîa ne, mijarên nîqaşa bingehîn, ponijandin, biryarbûyîn û di xistina wê ya çalekiyê de divê em baş diyar bikin. Erkên me yên pêş kadrotiya di asta ku bikaribe erk û berpirsyariyên jin û şoreşê, felsefeya tekoşîn û çalekiyê pêk bîneye.

Em weke jinên Kurdistanî li erdnîgariya Rojhilata navîn ku yekem şoreşa jinê ya Neolotîkê lê pêkhatibû dijîn, bawer dikin ku wê navenda şoreşa jinê ya duyem jî li ser kokê xwe li vê xakê pêk bê. Di roja me ya îro de tekoşîn û berxwedanên jinê li Kurdistanê, Irak, Sûrî, Hîndistan û Efganîstanê tên jiyankirin; saloxiyên şoreşa jinê ya duyemin. KJK sîstemeke jinê ye ku ji jinên Kurdistanî ji bona azadiya jin, civak û kes şer dikin pêk tê û li ser koka dîrokî ya Gelên Kurd û Kurdistan ku demarê Rojhilata Navîn ê giyanê ye şîn û mezin dibe. Di dîroka cîvakî ya gelên Kurd a hazar salan de cihê jina kurd herdem diyarker bûye. Zanebûn û têgihiştina me ya dîrokî vî tiştî bi awayekî şênber nîşanî me dike. Dema ku cihê wê bûye ev jin bi navê Star, Astare, Savûşka, Anahîta û bi gelek navên din bi nasnameya xwedavendî derdikeve pêşiya me, carinan bi navê Adûlê Xan û Xanzadê bûne kralîçe-prenses, carinan jî di kesayeta Mestûre Erdelanî de bûne şaîr û nivîskarê dîrokê. Bûye Hapse Xanê Naqîp ji civaka xwe re dayikî kiriye, hêza aqil û rêxistina bikaribe ji tinebûn û birçîbûna ku şer ferz dike biparêze afirandiye, ji zarokên jin re dibistan vekiriye. Bûye Keça Negedayî bi Komara Mehabat û bi doza Kurdewariyê bi awayekî bê dawî bi bawerî û evînê hatiye girêdan, di bin zilma dewleta Îranê de li hemberî hemû îşkenceyan li ber xwe daye, çav û herî dawî jî serê xwe daye, lê rûmeta xwe heta hênaseya dawiyê jî radestî dijminên xwe nekiriye. Bûne Qadem Xêr û wateya nasnameya zilamtî û jintiyê fêrî Şahê Îranê kiriye, gelek serkeftin bi dest xistine û dema li Tehranê di bin esaretê de ye hênaseya xwe ya dawî emaneta jinên Kurd ên bi evîna azadiyê şîn bibin kiriye. Bûne Ana Gulnaz û li hemberî dijminê ku serê kur û birayê wê nîşanî wê didin bê ku rondikekî çavan birjîne li zîndanê li ber xwe daye. Bûne Zarîfe, heta fîşeka dawiyê li ber xwe dide û xayîn dikuje, bûne Besê û xwe di zinarên azadiyê re davêje. Bûne Rindê Xan û biryara bi azweriya azadiyê ya girêdana welat deqî (aşilama) hemû ciwanên Kurd kiriye. Bûne Leyla Qasim bi bedana xwe ya tazî, bi wêrektî û evîna azadiyê ber bi sêdarê ve diçe û zilma Bexdatê bi giyana Babek hildiweşîne. Bûne Margaret, bi biryara xwebûnê sînga xwe ji fîşekên êrîşa zilam re dike sîber, lê tu carî xwe radestî wî nake.

KJK bi qasî ku neyê hejmartin giyana nasname, sekin û tekoşîna jinên Kurdistanî ku di çil salên dawî de şîn bûye. Li Kurdistanê kevneşopiya dayîka xwedavend a hezar salan ku didome, civakbûna ku li derdora jinê pêş dikeve, dema ku welat û nirxên civakî rû bi rû êrîşan tên zîndîbûna kevneşopiya jinên berxwedêr a sedsala 21’an e. Her çiqasî di hundirê çil salî de modela wê ya rêxistinê û pergala wê biguhere jî cewherê wê herdem bûye ev nirxên berxwedaniyê. Dema ev nirxên tekoşînê di salên 1970’î de li Kurdistanê ku ji aliyê tekoşîna azadiyê ya Kurd ve zindî dibû, Jinên Kurd jî ji destpêkê ve di kesayeta rêheval Sakîne CANSIZ (Sara) de cihên xwe di nav de girtin. Paşê jî bi tevlîbûna bi hezaran jinan cihên xwe di nav tekoşîna azadiyê de bi awayekî aktîf girtin. Di sala 1987’an de rêxistina jinê ya yekem YJWK (Yekitiya Jinên Welatparezên Kurdistan) damezrandin. Di serhildanên 1990’î de jinan di pêşengtiya Binevş Egal de sekneke berxwedêr a mezin raber kirin. Ji sala 1990’î û vir ve bi awayeke girseyî beşdarî refên gerîla bûn. Di sala 1993’an de li Çiyayên Kurdistanê zemînê artêşbûna jin avêtin. Di sala 1995’an de Kongereya Jinê ku yekem car bû li welat hate damezrandin de YAJK (Yekitiyên Azadiya Jinên Kurdistan) saz kirin. Di nava salên 1995-1999’an de ‘Teoriya Qutbûnê,’ ‘Veguhertin û Veguhertina Zilam,’ ‘Projeya Jiyana Azad,’ di bingeha argumanên Bîrdoziya Rizgariya Jinê de YAJK’ê pêvajoyeke lêhûrbûn û perwerdeyê jiyan kir û xwe di 13’ê Adara 1999’an de weke partiya jinê îlan kir. Bi vî awayî şoreşa jinê li Kurdistanê li ser bingeheke qayîm xwe bi cih kir. Bi rêzê ji sala 1999’an vir ve bi navên PJKK, PJA, PAJK weke partîbûna hêza pêşengiya tekoşîna azadiya jinê xwe didomîne. Bi tecrubeyên artêşbûna Jinên Kurd ên di gerîla de bi nasnameya YJA STAR’ê weke hêza parastina rewa û cewherî ya tekoşîna azadiyê rêxistina xwe dide meşandin. Tekoşîna azadiya jinên kurd di qada civakî de jî bi cûr be cûr rêxistinan ve tê meşandin. Ev rêxistin di sala 2005’an de bi nasnameya KJB’ê (Komên Jinên Bilind) ji 2014’an vir ve jî weke KJK (Komêlên Jinên Kurdistan) di rêxistina sîwanê de bûne yek. Ev rêxistinên di nav sîwana rêxistinbûnê de, avaniyên bi têkiliya demokrasiya konfederal a dîyalektîkî ve bi hev ve girêdayî ne. Ev rêxistinên di tekoşîna azadiya jinên Kurdistan de ku hatine pêşxistin di 2001’an de Hevpeymana Civakî, di 2008’an de jî di eksena projeyên Jineolojî de bi awayeke îdeolojîk, teorîk pêşxistin esas girtin. Ev projeyan di tekoşîna azadiyê de domdarî, xwe vekirin, kûrbûn û azadî pêkaniye.

Di nav salan de tevgera azadiya jinên Kurdistanê ku xwe bi nav û modelên rêxistinên cuda rêxistin kiriye êdî tekoşîna xwe bi nasnameya KJK’ê (Komalên Jinên Kurdistanê) didomîne. Her çiqasî nav û modela me ya rêxistinê li gorî rewş û pêdiviyên demê biguhere jî nasnameya me ya rast azadî ye. Em pê bawerin ku azadiya di herikandina gerdûnê de, di diyalektîkê de, di xwezayê de heye, di xwezaya civakî de jî heye. Tevî ku ev azadî ji aliyên hêzên dewlet-desthilatdarî ku bi destên mirovan hatiye çêkirin hatibe qetilkirin jî, baweriya me bi berxwedaniya demarên azadiya gelan a kevnar heye û em vê esas digirin. Ji bona li hemberî qeyrana ku bi gelên cihanê ve tê ferzkirin û jiyankirin, komkujî, qirkirin û biyanîkirin em weke eniya gelan bersivên dewlemend, pir alî û vezenî pêk bînin em weke jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn di nav lêgerînê de ne. Ev lêgerîna me bêgûman hew ji nîqaş, fikirandin û ponijandinê pêk nayê. Em gavên ku di jiyanê de bersivên wan hene davêjin, em diceribînin û em fêr dibin. Êrîşên li hemberî hebûnên me yên azad çêdibin, bi felsefeya parastina cewherî di xeta parastina rewa de bi şer em bersivê didin. Li hemberî êrîşên bîrdozî û heqaretên li hemberî rûmet û nasnameya me ya jinê çêdibin, em xwe xurt dikin. Jina azad kiye, çawa jiyan dike? Em di vê derbarê de gavên ku nirxên wê yê jiyanî hene davêjin. Pêkanîna van a di cîhana ku aqil û desthilatdariya zilam lê serwere, bêgûman gelekî zore û tekoşîneke pir dijwar pêwist dike. Qirkirina ku li civak û jinê tê ferzkirin şoreşa jinê misoger dike.

KJK vê misogeriyê dibîne, dahurîne, lê ti carî napejirîne û li hemberî wê nêveng û felsefeya berxwedaniyê çêdike û xwe rêxistin dike, di heman demê de bûyîna îfadeya sîstema konfederal a di vê derberê de xurt tekoşîn dike. Bi zanebûna sedsala 21’an sedsala şoreşa jinê ye, ji bona erkên pêkanîna vê şoreşê tekoşîn dike. Di vê derbarê de xwedî sekneke biryarbûyîn û îdiaya xwe bi hemû jinên cihanê re jî nîqaş dike û vê dixe rojeva hemû jinan. Di sedsala 21’an de rastiya modernîteya kapîtalîst a ku dixwaze têkeve nav şaneyên me û giyana me dîl bigire nas dike, li hemberî vê bi sekinandina tevna azadiyê ya konfederal rêxistinkirin û gihaştina hemû şaneyên civakê diparêze. KJK çêkirina van tevnan û xurtkirina wan diceribîne, ji bo vê di şertên şerên dijwar de tekoşînê dike. Di heman demê de jinên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li welatên cîhanê yên cuda jiyan dikin ji bona bi vê tecrubê re hevbeş bibin bangawaziya wan dike. Du milên vê bangawaziyê hene. Ya yekê, li heremên bi jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn re hevbeş tê jiyankirin raste rast di bin sîwana KJK’ê de an jî bi KJKê re bi awayekî hevbeş avaniyên konfederal pêkanîne. Ya duyem, li gorî xweserî û pêdiviyên her welatî, herem û parzemînan xurtkirina pêkanîna sîstema konfederal a jinê. Em hemû dizanin ku qeyranên civakî û dewletên netewe çiqasî jiyana me qirêj dikin û zîhnên me koh dikin. Ji bona em vê bidin sekinandin bangawaziya me, pêkanîna tevnên jinê yên konfederal, li hemû aliyên cîhanê bi awayekî hevdem meşandina tekoşîna azadiyê ye.

Di cihanê de bi qasî civakan pêşengên ku bi navê wan bi rê dikevin û xwedî îdaya pêşengiyê ne jî rû bi rûyê xeteriya xurîn, xerabûn û qirkirinê ne. Ji ber vê sedemê yên di sedsala 21’an de xwedî îdaya demokrasî û şoreşa jinê ne, yên azadiya jin-civak û kes girîng dibînin û ji bona vê şer dikin divê misoger têkevin nav liv û tevgerê. Bi pirsa “bi rêxistineke çawa em dikarin tekoşîna azadiyê bi awayekî bi bandor bidin meşandin?” xwedî berpirsyariya divê bersivên bi mantiq ku di jiyanê de pêşberiyên wan hene bi afirînin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi qasî li hemberî faşîzma Tirk, li hemberî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên rejîmên Îran, Irak û Sûriyê jî bi deh salane em şer dikin. KJK tevgereke bi tecrubeyên van tekoşînan pêş ketiye. Ji ber vê sedemê bi tecrubeyên van deh salan em dizanin ku sîstema konfederal a demokratîk, projeya di sedsala 21’an de ya herî derbasdar, bi îdîa û çaresere. Bi serxistina bûna her netewê ya neteweya demokratîk, ji nexweşiyên netew-dewletê rizgar bûn gava yekê ya ketina jiyanê ya vê projeyê ye. Konfederalîzma demokratîk a gelan, pêşniyar û çareseriyeke bi îdîaya tekoşîna li hemberî kevneşopiya desthilatdarî ya hezar salan û kevneşopiya netew-dewletê ya 300-400 salî ye. Bi îdia ye ji ber ku ji kevneşopiya desthilatdarî û netew-dewletê hîn kevintire, xwedî mîraseke hezar salane. Bi gotina Rêber APO “Dîrok, bi giranî bi awayekî konfederal hatiye jiyankirin.” Împaratoriyên ku 200-300 sal berê hilweşiyan jî bi avaniyên konfederal bûn, gelek gel bi awayekî têkel jiyan dikirin û nasname, çand û baweriyên xwe diparastin. Dibe ku ji bo vê hinek bac didan, lê hew di vê sedsala dawî de bedelê ku netew-dewletan bi gel da dayîn qetilkirina bi mîlyonan mirovane. Hilweşandina bi hezaran gund û bi sedan bajar û navçeyane. Ger mirovahiyê di dirêjahiya dîrokê de di pergala konfederal de israr kiribe ev ji ber di hêla exlaq û wîjdanê de hîn xurtir bûye.

Di roja me îro de qeyran û komkujiyên jin û zarokan ku di lûtkeyê de tê jiyankirin di modelên berpirsyariya van kiryaran de israrkirin dûrî aqile. Tişta bi aqil, dewlemendî û cewaziya gelan bi awayekî têkel di nav aşitî û demokrasiyê de modelên siyasî ku bikaribin vê bidin jiyankirin fikirandin, çêkirin û pêşxistine. Dema ku mirov li tecrubeyên civakî ku hezar salan jiya ne lêkolîn bike, mirov wê bibîne ku tişta hatiye jiyankirin sîstema konfederale. Mayîna klan, kabîle û eşîratan a hezar salan weke yekîneyên bingehîn a civakê jî bi rêxistina wan a konfederal gengaz bûye. Îro weke jin tişta ku em bikin, van tecrubeyên mirovahiyê bi awayekî yekpare fêm kirine. Bi vê têgihiştinê pirsgirêkên ku di roja me îro de bûne weke girêkê bi aqilê jinê, wijdan û exlaqê wê yê azadiyê çare afirandine. Li hemû aliyên cîhanê di çavkaniya pirsgirêkên qirîzên civakî, aborî, ekolojîk û polîtîk de feraseta netew-dewletê ya herikandina dîrokê ya konfederal berevajîkirin radizê. Karekterên dîrokê yên konfederal ku dihişte gel bi nasnameyên cuda û çandê ve bi awayekî têkel û bi aramî bi hev re bijîn, avanî û zihniyeta netew-dewletê xira kir. Ger em dixwazin mirovahî û civakbûna xwe ji nû ve bi dest bixin, divê em rêxistina konfederal pêş bixin.

KKJ sîstemeke konfederal a jinê ku bi vê baweriyê xwe rêxistin û têkoşînê dikeye. KJK bi piştdayîna paradîgmaya modernîteya demokratîk ve îdîaya pêşxistina têkoşîna pergala konfederalîzma demokratîk a gelan û neteweya demokratîk di pêşengtiya jinê de pêş xistiye. Di bingeha vê îdîayê de pêşxistina zihniyet û felsefeya jiyanê, parvekirina encamên gihaştiyê bi jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn, bi jinên cîhanê re parve kirin. KJK, pêşxistina sîstema konfederal a jinê, bi civak û jinan re parvekirin, bi wan dana naskirin weke erkeke xwe ya dîrokî dibîne û jiyan dike.

KJK’ê di bingeha van pêdivî û rastiyê de di Cıvata Giştî ya 8’mîn ku di navbera dîroka 2-6 Îlon 2017’an de pêk anî de gihişte nîqaş û biryarên pir xurt. Vê Cıvata Giştî hevpeymana ku berê di meriyetê de bû; di encama nîqaş û pêşniyarên nû de ji nû ve girt dest. Di civakên azad de tişta gêradayî exlaqe û cihên pratîka wê jî polîtîka ye yanî çalekiyên civakê yên demokratîkin. Lê jin û civakên ku di bin zext û êrîşên modernîteya kapîtalîst û pergala wê ya ku pişta xwe dide sermayeya yek destî de jiyan dikin hinek esasên tekoşîna azadiyê, erk û rêgezên wê divê bi hukmên hevpeymanê ve ango bi huquqekê ve girê bidin. Taybetmendiyeke hevpeymana KJK’ê ya wisa jî heye. Di milekî de têkoşîna afirandina wîjdan û exlaqê azadiyê ku rêgez û erkên pişta xwe bidiyê diyar dike. Di milên din de jî garantiya pêkanîna van û diyalalektîka ku van têkilî û peywendiya wan hîn hêsantir bike çêdike û huquqa wê diyar dike.

Hevpeymana KJK a ku bi vê armancê hatiye amadekirin, bi girêdayî Hevpeymana Civaka Jinê ya ku Tevbera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ji sala 2001’ê ve xistiye rojevê û bi jinên cîhanê re jî heta radeyekê parve kiriye û wisa amade kiriye. Dîsa li ser bingeha pêşniyar û perspektîfên Rêber APO di salên dawî de pêş xistine perspektîfa Jineolojî ya ku Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê pêş xistiye, bi qasî xebata hemû KJK’ê ye, ewqas jî eksena bingehîn a hevpeymana KJK’ê ye. Ev hevpeyman mijarên bingehîn ên ku KJK bi îddîa, biryar û rêxistinkirî dayîm li ser têbikoşe digire nava xwe. Her wiha girêdayî pergala demokratîk konfederal a gelan, têkoşîna pêşxistina pergala konfederal a jinê ya ku hêncetên wê yên di sed sala 21’ê de, paradîgmaya xwe bispêrê û mîrasa dîrokî û rojane berfirehî rave kiriye. Hevpeymana KJK’ê cîh dide hêmanên bingehîn ên têkoşîna azadiya civakî û azadiya jinê, rêgez û erkên wê. Li gel van ji bona jinên Kurd bikaribin di nava xwe de, bi jinên herêmê û jinên cîhanê re hevbeşbûnê ava bikin, xeta fikrî û pratîkî destnîşan dike.

Hevpeymana KJK’ê bi qasî xwe gihandina hemû jinên Kurdistanî, ewqas jî ji bo xwe gihandina jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê zemînek girîng ava dike. Di hevpeymana KJK’ê de girêdayî ezmînên dîrokî û rojevî yên jinên Kurdistanî, cîh daye hêmanên stratejîk ên pergala jiyana civakê yên li derdora jinê bên avakirin. bêguman ev hevpeyman, têra vegotina hemû aliyên têkoşîna azadiya jinê nake. Jixwe cihê wê jî ne hevpeymane. Lê belê hevpeymana KJK’ê ji bilî jinên faşîst û nijadperest ên li Kurdistanê dijîn, ji bo hemû jinan mijarên hevbeş ên jin dikarin li ser bimeşin rave dike. Di vê wateyê de hevpeymana KJK’ê di serî de jinên Kurdistanî û hemû jinan ji bo civakek azad û jina azad dikare weke banga rêxistinbûna hevbeş bê xwendin. Jixwe KJK, ji bo guhertina ruh û rûyê cîhana serdestiya zilam, ji bo valaderxistina şerê qirêj ê li ser Kurdistanê tê ferzkirin, hemû jinên Kurdistanî yên li gund, bajarok, bajar û taxên xwe dijîn re banga avakirin û bihêzkirina avasaziya konfederal dike. KJK, hedef dike ku bibe rêxistina konfederal a hemû jinan. Jixwe ji hêla felsefî, rêgezî û armanc ve jî wisa ye. ji bo xwe bigihîne rêxistinbûnek konfederal a hemû jinên Kurdistanî digire nava xwe, gelek aliyan ve têdikoşe. Perwerde, dîplomasî, îttîfak û civînên hevbeş sazûman dike, bi têkilbûna civakê re hemû pirsgirêkên jinê destnîşan dike û çareseriyên hevbeş avakirinê de li gelek qadan hevbeşbûna bi jinên Kurdistanî re hedef dike.

Yek ji armancên KJK’ê jî li hemû welatên ku Kurd lê dijîn xwe birêxistin bike û têbikoşe. Ji bona bi jinên gelên cuda yên li van welatan dijîn re hevpeyvîn, parvekirinî dan û sitandinên fikrî, hêza rêxistinên hevbeş û çalakiyên hevbeş ava bike têdikoşe. Hevpeymana KJK’ê bi vê armancê di heman demê de rêgez û nêzîkbûnên ji jinên gelên cuda, komên bawerî û etnîk ên cuda û nasnameyên cur be cur re destnîşan dike. KJK, dixwaze bi gelan û hemû jinan re li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergala konfederal demoratîk saz bike. Li ser vî bingehî xalên stratejîk û girîngiyek xwe heyî dest girtiye. Lewra ji jinên ku hevpeymana KJK’ê dixwînin û nîqaş dikin re banga xwe zelale. Hemû jinên Kurdistanî yên ku hevpeymanê dixwînin li kudera cîhanê dibin bila bin, ger xwe parçeyek ji erk û berberpirsyariya avakirina pêvajoya KJK’ê bibînin, emê hîn bileztir bikaribin pergala konfederal a jinê ava bikin. weke din jî banga hevpeymana KJK’ê ji hemû jinên li beşên Kurdistanê dijîn re ewe ku; divê hemû mekanên ku lê dijîn li ser bingeha komîn, meclîs, akademî, koperatîf û komîteyan birêxistin bikin.

Banga hevpeymana KJK’ê ji jinên Rojhilata Navîn re jî zelale. Rêya xwe ji hişmendiya netewperestî, netew-dewleta her roj li gelên Rojhilata Navîn dixe rizgarkirin, ji hêla hiş û pratîkî ve avakirina pergala konfederal demokratîk a gelan û jinane. Di vê wateyê de şans û zemînê hevgihîn, parvekirin û hevbeş tevgerîna bi jinên Rojhilata Navîn re hîn zêdetir bihêze. Em dikarin hevpeymana KJK’ê weke jinên Kurd li ser bingeha azadî û aştî weke hevpeymana bi gelan û jinên Rojhilata Navîn re jî bixwînin. Her ku jinên Rojhilata Navîn vê hevpeymanê bixwînin, ji bona fêmkirin, nîqaşkirin û gavên ku em hevbeş pêş bixin bigihînin hevpeymanek hevbeş, em di wê baweriyê de ne ku dê xwedî hewldanek mezin de bin.

Hevpeymana KJK’ê, ji bo jinên li herêmên cuda yên cîhanê dijîn jî peyamên û bangên girîng digire nava xwe. Ezmûnên şoreş û têkoşînên weke li welatên Afrîka, Latîn Amerîka û Asya hatine jiyîn, hinekê dişibin ezmûnên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine jiyîn. Dîsa li van qadan demdirêjî mêtîngerî hate meşandin. Cardin li van parzemînan her herêm û welat xwedî xweseriya kok, rayên berxwedanê û kevneşopiyê ne. gelek aliyên van kevneşopiyan ên dişibin kevneşopiyên Kurdistanê hene. Lewma ev rewş dibe zemîn ku em bi gelan û jinên van herêman re hevgihînek hevbeş pêş bixin. Di hevpeymana KJK’ê de hedefa destnîşankirina gelek rêgez û erkan watedarkirin û pêşxistina wane. Lewma em difikirin ku erk û hedefên di vê hevpeymanê de hatine destnîşankirin, wê ji bo jinên gelek welatên cîhanê dijîn re ne biyanî bin. Ger weke di hevpeymana KJK’ê de hatiye diyarkirin zemînên hevbeş baş binê nirxandin, emê bibin torek rêxistina jinê ya pir bihêz ku xwe ji şoreşa cîhanê re ava birêxistin kiriye.

Li gelek welatên cîhanê jin, di nava zemînên têkel de kar dike, dijî û têdikoşe. Ev zemînên têkel weke nêvengên qeyranên pir cidî bên nirxandin, wê çeperên azadiyê yên pir girîng bafirîne. Di guhertin û veguhertina zilam de ezmûnên hevbeş ên hatine jiyîn, gelek tiştan fêrî me dikin. KJK, li ser bingeha azadiyê guhertin û veguhertina zilam, weke pîvana bingehîn a pêkhatina şoreşa jinê dipejirîne. Lewra li her qadên jiyanê bi sipartina ezmûnên hatine jiyîn vê mijarê jî di hevpeymana xwe de weke rêgez dest digire. Di vê wateyê de li nêvengên kar û têkoşînê yên têkel de di navbera jin û zilam de girîngiyek mezin dide diyalektîka pêwendiya di navbera rêxistinên jinê yên xweser û taybet û rêxistinên giştî de.

Hevpeymana KJK’ê di vê mijarê de çareseriyên alternatîf pêşniyar dike. Ev pêşniyar jî di pergalên weke nûnertiya wekhev û sepana wê di pergala hev-serokatiyê de şênber dibe. Di pergala KJK’ê de hemû jinên hev-serok jin destnîşan dikin. Ger pergala nûnertiya wekhev û hev-serokatî bikeve rojeva hemû jinan, wê di zemînên têkel de ji gelek pirsgirêkên cur be cur tên jiyîn re lêgerîna çareseriyê bihêz bike. Di vê wateyê de divê zilam jî bi qasî jinê divê li zemînên ku jin û zilam bi hev re têdikoşin li ser bingeha azadbûnê ji bo nirxandinê ji vê hevpeymanê sûdwerbigire. Hevpeymana KJK’ê di heman demê de li dijî feraseta modernîtaya kapîtalîst a ku jin û zilam beramber hev biyanî kiriye, her du zayend mêtîn kiriye, hevpeymanek xwedî bersivên afirînere.

KJK, girêdayî pergala konfederal a giştî ku wek pergala tekoşîna azadiya gelê kurd dipejirîne, weke pergala konfederal a jinê xwe birêxistin dike. Di nava pergala konfederal a giştî de xweser xwe birêxistin dike. Derbarê hemû jinên hem di nav KJK’ê hem jî di nava pergala konfederal a jinê de biryaran jin digire. Zilam nikarin têkil xweseriya jinê bibin. Ango têkil vesazbûn û meşandina xebatên jinê nabin. Di zemînên xebatên giştî de dan û standina nêrîn dibe, lê makanîzmaya biryara derbarê jinê de girêdayî rêxistinbûna xweser a jinê ye. pergala KJK’ê xwe dispêre vîn, rêxistinbûna jinê, hezkirin û bihevrebûna jinê, mantik û hêza xwe bi xwe biryar girtinê.Di pergala konfederal a demokratik de di nav tevahî xebatên tekel de di serî de komîn û meclisan da nûnertiya wekhev û hev-serokatiyê weke regezêke te qabul kirin. Pergala KJK xwe dispêre vîn, rexistinbûyîn, hezkirin, yekitî û heza biryar girtina hevbeş a jinê

Di serî de weke jinên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn dijîn, yek jê mijara sereke ku em dixwazin bi hemû jinan re hevbeş bikin, komkujiya jinê bi aqil, rêxistin û têkoşînek hevbeş dana sekinandine. Di roja me de li hemû cîhanê pêla tundiya li dijî jinê hatiye bilindkirin, di heman demê de çavkaniya êrîşên faşîzan ên li dijî gelan tên meşandine jî, derketina hemû bîrdoziyên desthilatdarî, xwe li ser bîrdoziya zayendperestî xwedî dike. Ger bigihin vê zanebûnê û hemû jinan di vê mijarê de hişyar bikin, zane bikin, bikarin bikişînin rêxistin û çalakiyên hevbeş, emê bikaribin kuştina jin û zarokan a tê asayîkirin rawestînin. Bi kurtasî cewhera hevpeymana KJK’ê hevpeymana rawestandina di serî de komkujiya jinan û hemû qirkirinên civakî yên tên jiyîn. Di vê berfirehiyê de hevpeymana KJK’ê; ji pirsên weke ‘‘em qirkirinên aborî, ruhî, ekolojîk, demografîk ên di kesayeta jinê de li ser civakan tê meşandin çawa dikarin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê rawestînin re” hewl daye bersivên girîng bide.

Wê KJK, îddîaya bûna yek ji rêxistinbûna pêşeng a şoreşa jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye di sed sala 21. De her dayîm pêş bixe. Rizgariya cîhan, mirovahî, xweza, zarok, jin û zilaman di pêşxistina jin û zilamê xwedî hişmendiyek azad û kesayeta azad re derbas dibe. Her wiha bi hewldana her duyan a hevbeş ve hunandina jiyanek bi şeref re derbas dibe. KJK, bi vê zanebûn û baweriyê têkoşîna li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê dimeşîne û hevpeyvîn û hevgihînek li hember azadî, edalet, demokrasî û aştiyê baldar esas digire. Hedefa bingehîn avakirina zemînên nîqaş, xebat û têkoşînê yên hevbeşin. Jîrbûna jinan a hest û hîs dagirtî, bi exlaq û wijdanê azadiyê ve bi baweriya wê civaka azad, kesê azad û jiyana azad ava bikin ve em hemû jinan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Her wiha em biryardariya k udi her şert û mercên zehmet de, di bin êrîşên giran de avakirina xwebûnê, parastina nasname û sekna bi şeref û azad, hêza pêşengbûna têkoşînên civakî silav dikin. Serkeftinê dixwazin.

Konseya Rêveber a KJKê
Îlon – 2017