Parastina Cewherî

Yek ji diyardeyên bingehîn e ku li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk jiyanî dike, li dijî netew-dewletê, wekî alternatîf, pêşxistina netewa demokratîk e. Yek ji lingên sereke yên netewa demokratîk jî parastina cewherî ye. Di xwezayê de hemû hebûnan, xwedî mekanîzmaya xweparastinê ne. Bi taybet di cihana zindiyan de jî her cure zindî, li gorî taybetmendiya xwe, xwedî pergala xweparastinê ye. Zindiyekî ku bêparastine di xwezayê de nîne.

Zindî bixwe spartina mekanîzmaya xweparastinê dikarin hebûna xwe biparêzin û bi vî awayî jiyana xwe bidomînin. Mirov jî hem yek bi yek û hem jî wekî civak, ji bo jiyana xwe berdewam bikin pêwîstiya wan bi xweparastinê heye.

Dema xweparastin tê gotin, divê tenê seknekî leşkerî yan jî xwe bi çekan rêxistinkirin neyê fêmkirin. Ji wê zêdetir, her civak pêwîst e li hemû qadan de ji bo ku xwe biparêze, xwe birêxistin bike. Xwe bispêre van rêxistinbûyînan û bi vî awayî tekoşîna xwe bide meşandin.

Civakên wekî gelê Kurd ku wekî aborî, siyasî, çandî, fîzîkî û sosyal bi qirqirinê re rûbirû ne, divê li hemberî van qirqirinan xwebirêxistin bikin û wiha parastina xwe pêk bînin. Ev jî ji bo wan tê maneya tekoşîna xwe parastinê û mafekî bingehîn. Ger ku hêzên rêxistinkirî pir bi zanabûn û plansaziyan ji bo ku civakekî tune bikin erîşên berfireh pêkbînin, wê demê ev dibe qirqirin û sûcê mirovahiyê ye.

Di civakê de herî zêde jin tê dextkirin û mêtînkirin. Ji ber vê jî bi taybet ji bo jinan, xwe parastin pêwîstiyeke jiyanî ye û gelek girîng e.

Di dîrokê de her tim wiha tê gotîn: jin ne xwedî dîroka berxwedaniya çekdarî ye. Ev yek wekî nêrînêkî giştî heye yan jî ji aliyê desthilatdariyê zilam a serdest ve tê bikaranîn. Jin wiha te xuya kirin: piranî çi jiyan dike qebûl dike, qurbanê qederê ye û bêçare ye. Jinên berxwedêr her tim wekî jinên marjînal tên bidest girtin û li ser vê yekê serîtewandin hatiye zêdekirin û bindestî mayînde bûye.

Li dijî vê ferasetê, jinên ku hemû mafên wan di vê pergala baviksalar de hatine dizîn û binpê kirin, divê bi mekanîzmayên xweparastinê ava bikin û bi vî awayî hemû dextên wekî biçûkdîtin, destdirêjî û polîtîkayên qirqirinê ji holê rakin. Ji bo vê jî pêwîst e dîroka xwe bizanibin, li hemû qadan sazîbûn û rêxistinbûyînên xweser ava bikin, di hemû beşên jiyanê de ji xwe re cih vekin û eger pêwîst bibe, hêzên xwe yên leşkerî ava bikin.

Wekî mînak, jinên Kurd ev 30 sal in bi awayekî aktîf di nava berxwedaniyê de ne. Bi xwe spartina mîrateya tekoşîna jinên cihanê, îro rêxistinên parastina rewa yên wekî YJA-STAR, YPJ, YJŞ, YPS-JIN û HPJ bûne mînakên şênber a xweparastina jin.

Pergala kapîtalîst û serpereşta wî netew-dewlet, li hemberî jinên Kurd ên mîlîtan salên dirêj polîtîkayekî qirêj meşandin û hîn jî berdewam dike. Duyemîn artêşa herî mezin ê NATO’yê artêşa tirk e û pêkhateya wî gelek zayendperest e. Her wiha serokkomarê dewleta tirk jî her tim ji jinan re dibêje 3 zarok bînin dinyayê û her tim cureta wî heye ku bi aşkere baweriyên xwe wekî jin û zilam ne wekhev in, bilev bike. Li dijî dewleta tirk û li dijî rejîma Îranê ku bi navê Îslamê jinan bêîrade dike û bi polîtîkayên darvekirinê îdam dike, di heman demê de li dijî rejîma zordest û totalîter ê Baasa Surî ku jinan bêvîn û bênasname dihêle, jinên Kurd xweparastina xwe pêk tînin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn, zihniyeta serdest a zilam ê DAIŞê hema bêje JITEM e û ev feraset destdirêjiya jinan “helal” dihesibîne, koletiyê ji bo jinan wekî qedera wan pêşkeş dike, ji bo çalakiyên hovane li bihuştê soza 72 keçên şûnekirî, bakîre dide û amûrê bingehîn a bangeşeya wan tunekirina jinan e. Li hemberî hêzekî wiha, wekî gaveke mîsogerkirina azadiyê û parastina hebûna jinan, xwe parastina jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji ber vê yekê, parastina cewherî wekî navê çalakbûn, xwe birêxistinkirin, îradê û zanabûnê ji bo komalên jinan divê pir bixurt were pêşxistin.

Her wiha jin bi zanabûna parastine cewherî, di nava civakê de li hemberî baviksalariyê tekoşîn dide meşandin. Zewicandina zarokan, zewacên bi darê zorê, di bin navê namûsê de kuştina jinan, şîddeta li nav malê û li hemberî çanda destdirêjiyê, jin tekoşîn û berxwedana xwe mezin dikin.

Di vê çarçoveyê de, em dikarin bêjin ku ji bo parastina cewherî, feraset û birêxistinkirina tevgera azadiya jinên Kurd wekî du rehendan şêwe digre ; ya yekemîn li hemberî mêtîngerî û hegemonyaya kapîtalîst, parastina hebûna xwe ya civakî û azadiya xwe di bingeha armancên siyasî de bi berxwedaniya parastina cewherî mîsogerkirin e.

Ya duyemîn jî li dijî pergala zilamê serdest û şaristaniya dewletparêz, civakîbûn, hebûn û azadiya jinê parastin û hêza parastina jinan ava kirin e. Ev jî girêdayî feraseta şoreşa civakî ye (sosyal)

Rêxistin û zanabûna parastina cewherî ya jinan xwedî naverokeke pir alî ye. Di nav de şoreşên civakî û polîtîk bi hev re û wekî xetên hevrast pêk tên.

Taybetmendiya bingehîn li vir tekoşîna zayendî ye. Polîtîkaya ewlehîya tekoşîna zayendî jî parastina cewherî ye û li gorî pêwîstiyên tekoşîna zayendî, naverok û şêwe digre. Teşeya tekoşîna zayendî, pergala konfederal a xweser û serbixwe ya jinan e. Pergala konfederal a jinan, pergala parastina cewherî ya jin bixwe ye.

Bikurtasî, di bingeha pergala parastina rewa ya jinan û feraseta tekoşînê de, li dijî netew-dewlet, nîjadperestî, olparêzî û zayendperestiyê, feraseta netewa demokratîk heye. Ev yek jî xwedî regezekî ye û divê ji hemû netew, nasnameya qewmî, bawerî û çandan, berxwedaniya parastina rewa ya jinan were pêşxistin û birêxistinkirin.

Em wekî jinên Kurd, bi felsefeya sosyolojiya azadiyê, bi pergala me ya konfederal, bi sazîbûnên çekdarî yên parastina cewherî, em dinyayê diguherînin, serdema xwe xweşik dikin û jiyana azad birêxistin dikin. Ji bo vê jî bênavber li her derê û her tim em ê bi parastina cewherî, hebûna xwe pêşbixin, azadiya xwe biparêzin.

Hêzên parastina cewherî, rêxistinbûyînên leşkerî yên klasîk nînin û li hemberî pergala baviksalar, hêza xweparastina komalên jinan e.

Rêxistinên ku jinên Kurd di çarçoveya parastina cewherî de pêşxistine wiha ne:

YJA-STARYekîneyên Jinên Azad ên Star
YPJYekîneyên Parastina Jin (Rojavayê Kurdistan)
YJŞYekîneyên Jinên Şengalê (Hêza Jinên Êzidî)
YPS-JINYekîneyên Parastina Sivîl – Jin (Bakurê Kurdistan)
HPJHêzên Parastina Jin (Rojhilatê Kurdistan)