Rêbertî û Hevaltî

Rêber Abdullah Ocalan kiye?

BIYOGRAFÎ

Rêber Ocalan di sala 1949’an de bakurê Kurdaistanê ( bi awayekî fermî li Tirkiyê ye) li navçeya Ruha (Amara) omerliyê, di nava malbatekî hejar de ji dayîk dibe. Piştî dibistana sereteyî û navîn xelas dike li Amedê wek memurekî dewletê kar dike. Dema ku li wir kar dikir ji zankoya Ankarayê ya fakulteya zanistên siyasî re qeyda xwe çêkir.

Piştî derbeya 1971 şun de, Rêber Ocalan dît ku înkar û çewisandina eşkere ya nasnameya Kurd û mafên çandî yên ji aliyê dewleta Tirk ve ji aliyê civakî û aborî ve bandoreke çawa li gel dike, biryar da ku bi hevalên xwe re li ser pirsgirêka Kurd lêkolînan bike.

Di sala 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji aliyê Rêber Ocalan û hevalê wî ve hatiye damezrandin û di Rêbertiya wî de haye roja îro hatiye.

Rêber Ocalan di serî de li ser mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd, di gelek pirtûk û nirxandinên xwe de li ser felsefe, ol, azadiya jinê û ekolojiyê gelek ramanên nû pêşxistiye. Ji destpêkê ve parastina wê yekê kir ku li Rojhilata Navîn gel bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Rêber Ocalan di sala 1979’an de ji ber metirsiya derbeya leşkerî ji Tirkiyê derket û ji derve jî rêvebiriya xebatên siyasî yên PKK’ê berdewam kir. Herî dawî di sala 1980 de derbeya leşkerî ya wêranker pêk hat û di encamê de bi sedan û hezaran kes hatin binçavkirin û îşkencekirin. Li ser vê yekê PKK’ê amadekariya berxwedana çekdarî kir û di sala 1984’an de dest bi şerê gerîla kir.

Rêber Ocalan pirsgirêka Kurd a çareseriya demokratk de tenê bi çalakiyên leşkerî ve têr ne dîtiye ji ber vê yekê di destpêka sala 90’î de lêhurbûn li ser çareseriya polîtîk kiriye. Lê belê, biryarên agirbestên yekalî yên PKK’ê ji aliyê dewletê ve tu bersivek ne girtiye. Di salên 90’î de 30.000 kes ku piraniya xwe kurd bûn hatin kuştin. Bi hezaran kes bûn qûrbanê mangayên mirinê ên ku dibin kontrola dewletê de. Ji 4000’an zêdetir gund hatin tine kirin, bi milyonan kurd penaber bûn, êşkence pir belavbibû û pir zêde mafê mirovan binpê kiribûn.

PÊVAJOYA RÊVANDIN Û GIRTINÊ

Di sala 1998’an de, di dema pêvajoyekî din a agirbestê de, Tirkiyê bi şer gef li Suriyê xwar. Rêber Ocalan ji Surî derdikeve, bi armanca ku ji pirsgirêka kurd re çareseriyekî polîtîk pêşbêxîne diçe Ewrupa. Ji ber 3 mehan li Îlalyayê dimîne Tirkiye û NATO zextekî cidî li ser dewleta Îtalyayê dikir.

Ji ber vê yekê Rêber Ocalan neçar ma ji Îtalyayê derkeve û berê xwe bide Afrîkaya Başûr, lê nekarî xwe bigihîne wir. Di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û di encama operasyoneke veşartî ya bi piştgiriya îstixbarat û dewletên din de radestî dewleta Tirk hat kirin.

Bûyera revandinê ji aliyê Kurdên ku li tevahiya cihanê bûn bû sedem ku bi hirsekî cidî çalakiyên mezin bikin. Li beramberî van helwest û çalakiyane dewleta Tirk giranî dida pêşxistina rêbazên înkarkirin û qirkirina Kurdan.

Rêber Ocalan birin zîndana Girava Îmraliyê ku di berê de hatibû valekirin. Ew yekane girtiyê giravê bû, ku ji 1999 heta 2009 di bin tecrîda daîmî de bû û zêdetirî 1000 leşker li wirin.

Di girtîgehê de gelek berhem bi şiklê parêznameyên ku pêşkêşî dadgehan kiribûn nivîsand. Ji vane 12 hep hatine weşandin. Hinek bi zimanê ingilîzî, Almanî û Îtalî hatine werger kirin. Her wiha gelek nivîsên wî yên wergerandinî bo Firansî, Îspanî, Hollandî û Portekîzî hene.

DARIZANDIN Û SEZAYÊ ÎDAMÊ

Di 29’ê Hezîrana 1999’an de piştî mehkemeyek kin, cezayê darvekirinê li Reber Ocalan hate birîn. Di 2005 de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Dadgeha Bilind bi çavdêrîkirina dozê re neheq e.

Ji ber ku di sala 2002’an de li Tirkiyeyê cezayê îdamê hate rakirin, cezayê wî bi cezayê giran ê heta hetayê hate guhertin.

ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ

Şert û mercên girtîgehê yên Reber Ocalan ne wekî li Ewropayê ye. Reber Ocalan di bin tecrîdeke mutleq de ye û bi pêkanînên tam keyfî re rû bi rû ye.

GIRAVA ÎMRALIYÊ

Girava Îmraliyê di Behra Marmarayê de ye ku parzemîna Ewropa û Asyayê ji hev vediqetîne, di navbera tengava stenbol û Çanakkeleyê de ye.
Demek dirêj Îmralî weke girtîgehekê hate bikaranîn. Di sala 1961’an de, piştî derbeya leşkerî Adnan Menderes yekem serokê ku bê alî hatibû hilbijartin li girava Îmraliyê hate darve kirin. Derhênerê bi navû deng Yilmaz Guney jî li wir di girtîgehê de ma bû.

Demek berê girav tevahî wekî herêmek qedexe hate ragihandin. Çûyîna Îmraliyê û gera keştiyan ji bo ziyaretvanan pir dirêj û zehmet e.

GIRTÎGEH

Girtîgeha ku Reber Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din lê diman, di sala 2009’an de hatiye avakirin. Hemû hucreyên girtîgehê hucreyên tecrîdê ne. Tevî ku hemû girtî ji bo werzîş û hereketan hewşên cuda hene jî, ev maf gelek caran bi hucreyên yekkesî tên astengkirin. Her wiha dîwarên li dora van hewşên biçûk jî têra xwe bilind in, hesta ku di binê bîrekê de mane dide girtiyan.

TECRÎT Û PÊKANÎNÊN KEYFÎ

Ji bo girtiyan ji aliyê psîkolojîk û fizîkî ve bişkînin tecrîta demdirêj û hucreyên tenêtiyê hatine çêkirin. Ji ber vê yekê weke “êşkenceya spî” tê qebûl kirin.

Di rastiyê de Rêber Ocalan ku 11 sal in li giravê yekane girtî bû, destûr nehat dayîn ku bi kesî re têkilî dayne. Silavdayîna bi dest jî hat qedexe kirin. Nameyên ji derve tên hîna jî jê re nayên dayîn. Reber Ocalan yekane girtiyê Tirkiyeyê ye ku mafê wî yê telefonê tune ye.

Di dewreyên ewil de mafê Ocalan hebû ku mehê 30 deqeyan bi birayên xwe re hevdîtinê bike û heftê herî zêde saetekê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê ev hevdîtin jî gelek caran ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin û bi mehan nehatin pêkanîn. Ev jî bû sedema rê li ber tecrîda mutleq li giravê veke. Ev yek ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ve bi tundî hat rexnekirin.

Girtîgeha Girava Îmraliyê ji gelek aliyan ve bi pêkanînên keyfî tê birêvebirin. Hevdîtina di navbera parêzer û muwekî de bêyî hinceteke hiqûqî tê guhdarîkirin û bi rêkûpêk tê qeydkirin.

TÎPA EWROPAYÊ GUANTANAMO

Şert û mercên tecrîdê yên li Girava Îmraliyê; bû sedema rexneyên cidî yên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî. CPT ku çavdêra têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ye, ji hemû girtîgehên din zêdetir raporên li ser Girtîgeha Girava Îmraliyê amade kir. CPT şert û mercên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din bi tundî rexne dikir. Şert û mercên Girtîgeha Girava Îmraliyê bû sedem ku navê wê bikin “Gûantanamoya tîpa Ewropayê”.

PROTESTO Û KAMPANYA

Piştî ku Rêber Ocalan di sala 1998’an de bi darê zorê ji Sûriyeyê hat derxistin, li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat li dijî revandina wî, cezayê darvekirinê û tecrîda li ser girava Îmraliyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di heman demê de li dijî tenduristiya Rêber Ocalan, ji bo piştgirîkirina rola wî ya siyasî û tecrîda mutleq a ji Hezîrana 2011’an û vir ve hatiye nûkirin, çalakî hatin lidarxistin.

Ji ber ku gelek xwepêşandan hebûn, ne pêkan e ku mirov van hemûyan li vir rêz bike, lê mirov dikare behsa hin kampanyayên berbiçav û protestoyan bike.

ÇALAKIYÊN XWE ŞEWITANDINÊ

Ji sala 1998’an û vir ve li Kurdistan, girtîgehên Tirkiyeyê û Ewropayê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rêber Ocalan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek kes çalakiyên xwe şewitandinê li dar dixin.

Di 15 salên dawî de zêdetirî 100 kes ji ber şewatê mirine. Tevî ku Rêber Ocalan bi israr hewl da ku rê li ber van çalakiyên radîkal bigire jî, ji ber kiryarên li dijî Rêber Ocalan û gelê Kurd nekarî pêşî li van çalakiyan bigire. Li hemberî zext û polîtîkayên zextê yên ku zêde dibin, Kurd bi her tiştî xwe feda kirine.

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî”.

Ev însiyatîf piştî ku Rêber Ocalan di sala 1999’an de ji Tirkiyeyê hat revandin, hat avakirin. Di nav wan de 6 xelatgirên Nobelê, endamên Parlementoya Ewrûpa û parlementerên parlementoyê gelek kesên ku îmze kirine, piştgirî dan danezana damezrandinê. Înîsiyatîfa navneteweyî ya ku di destpêkê de bal kişand ser xeteriya heyî ya darvekirinê, piştre jî li ser rakirina cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê û şert û mercên tecrîd û îşkenceyê yên li girava Îmraliyê ya dijwar, şert û mercên Reber Ocalan û însiyatîfa siyasî her dem ji raya giştî re radigihîne.

PROTESTOYÊN 15’Ê SIBATÊ

Her sal dema ku salname 15ê Sibatê, roja ku Reber Ocalan ji Kenyayê hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin, nîşan dide, Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên protestoyî li dar dixin. Her sal ji çar aliyê Ewropayê bi deh hezaran Kurd tên Strasboûrgê. Armanc ew e ku balê bikişîne ser zextên li ser Rêber Ocalan ên di Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de tên kirin û CPT erka xwe bi cih bîne.

SERHILDANÊN GEMLÎKÊ

Di 9’ê cotmehê de, roja ku Reber Ocalan di sala 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, li navçeya Gemlîk a Bursayê ku Girava Îmraliyê girêdayî wê ye, çalakî tên lidarxistin. Ev çalakî gelek caran rastî êrîşên faşîstên Tirk hatin.

PÎROZBAHIYÊN ROJBÛNÊ

Her sal di 4’ê Nîsanê roja rojbûna Reber Ocalan de Kurd diçin Amara ku lê ji dayik bûye. Rojbûna Reber Ocalan bi çandina daran tê pîrozkirin.

2005-2006 KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Di navbera salên 2005-2006’an de di çarçoveya deklerasyona bi navê “Ocalan vîna min a siyasî ye” de ji çar aliyê Kurdistanê ji aliyê 3,5 milyon kesî ve kampanyaya îmzeyan hat lidarxistin. Ev kampanya, kampanyaya herî girîng e ku di bin zextên tund ên rayedarên Tirk de ji bo pêşîlêgirtina wê pêk hatiye. Li Tirkiyeyê gelek kes ji ber organîzekirina kampanyayê çend sal di girtîgehê de man. Danezanên ku tê de gelek îmze hene, ji aliyê noterê Belçîkayê ve hat pejirandin.

2007 GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Piştî ku di sala 2007’an de hat aşkerakirin ku Rêber Ocalan hatiye jehrî kirin, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêlek mezin a çalakiyan destpê kir. Di encama pevçûnên dijwar ên bi polîsên Tirk re gelek kes hatin kuştin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 18 çalakgerên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê piştî 35 roj şûnde Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT çû serdana Girava Îmraliyê piştî ku Rêbert Ocelan qebûl kir ku rewşa tenduristiya wî bişopîne bi dawî bû.

MEŞA DIRÊJ

Di Sibata 2012’an de 200 xwepêşanderên Kurd û alîgirên wan li ser rêya 400 kîlometreyî ya ji Cenevre-Strasboûrgê meşa “Meşa Dirêj a Azadiyê” pêk anîn. Meşê di nava hewaya zêde sar de 18 rojan dewam kir. Çalakî bi armanca şermezarkirina tecrîda mutleq a ji nû ve ya li ser Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê hate lidarxistin.

2012 GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Di 1’ê Adara 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li salona dêra parîsê, 15 çalakgerên Kurd ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Greva birçîbûnê 52 rojan berdewam kir.

NOBEDA BI ŞÎARA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’

Kurdistaniyan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê rojane dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakger dixwazin Reber Ocalan azad bibe. Bi biryar in ku heta ev armanc pêk bê wê nobetê bidomînin. Ev çalakî 7 sal in didome.

HEWILDANÊN RÊBERTÎ JI BO AŞITIYÊ

Agirbest

Reber Ocalan ji agirbesta yekem a yekalî ya sala 1993’an û vir ve ji bo çareseriya siyasî têdikoşe. Di sala 1995 û 1998’an de du agirbestên yekalî yên din ragihand.

Di sala 1999’an de, tevî zehmetiyên mezin, veguherîneke cidî pêk hat û Rêber Ocalan daxwaz kir ku hemû hêzên çekdar ên tevgera azadiyê ji axa Tirkiyeyê vekişin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd rola hemû hêzên demokratîk û bi taybet PKK’ê bilîzin. Bi vî awayî agirbesta herî demdirêj a pêvajoya pevçûnê ku wê 5 salan bidome dest pê kir.

Grubên Aşitiyê

Di sala 1999’an de Reber Öcalan ji bo ku amadebûna xwe ya ji bo çareseriyeke aştiyane nîşan bidin, pêşniyar kir ku endamên PKK’ê bi du milande bi şeklê “Koma Aştiyê” vegerin Tirkiyê. Du grup, yek ji gerîlayên bêçek û ya din jî ji çalakvanên Kurd ên ji Ewropayê, hatin Tirkiyê. Lê hemû endamên grupa aştiyê hatin girtin û gelek sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Piştî 10 salan, di sala 2009’an de Rêber Ocalan banga avakirina grupeke din a aştiyê kir. Grupeke din a gerîlayên bêçek û komek penaberên wargeha penaberan a Mexmûrê ji sînorê Iraqê derbasî Tirkiyeyê bûn. Ev grup tavilê nehatin girtin û ji aliyê kurdan ve bi coş û heyecan hatin pêşwazîkirin û bi hêviya ku “şer bi dawî bibe”. (Hin rojname wê demê bi vî awayî manşet dinivîsandin) Lê piştre gelek endamên komên aştiyê hatin girtin û cezayê girtîgehê hat birîn.

Nivîsên Girtîgehan

Reber Öcalan di heyama xwe ya zindanê de gelek berhem çêkirine û gelek ji wan wergerandine zimanên cuda. Rêber Ocalan ku bi axaftina xwe ya parastinê dest bi rûniştina dozê kir ku di encamê de li girava Îmraliyê cezayê darvekirinê lê hat birîn. li dijî cudaxwaziyê bûye û bi berdewamî ji bo jiyana hevbeş a aştiyane ya gelan bêyî guhertina sînorên siyasî hewl daye. Wî van argumanan di gelek xebatên xwe yên li girtîgehê de pêş xist.

Li gel şert û mercên dij mirovî yên ku di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin jî heta ku şert û merc destûrê didin hemû hêza xwe ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd xerc dike. Pêşbînî û stratejiyên Rêber Ocalan bandorek mezin li ser siyaseta Kurd dike.

“Nexşeya Rê” ji bo Muzakereyan

Rêber Ocalan da zanîn ku ew ê di sala 2009’an de “nexşeya rê” binivîsin û banga pêşniyar û nêrînan kir. Vê yekê li Tirkiyeyê hawirdoreke berfireh a nîqaşê çêkir. Di 25. salvegera destpêkirina şerê çekdarî de nexşerêya xwe temam kir. Lê belê rayedarên dewletê ev belge desteser kirin. Wergera îngilîzî ya belgeyê di sala 2012 de hate weşandin.

Pêvajoya Osloyê

Ji sala 2009’an heta nîvê sala 2011’an bi navê “Pêvajoya Osloyê” di navbera heyeta dewleta Tirk a bi navê Rêber Ocalan ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû wezîfedarkirin û endamên payebilind ên PKK’ê de hevdîtinên veşartî hatin kirin. Di pêvajoya ku li ser nexşeya rê ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin de, li ser 3 xalên protokolê li hev hatin.

Ev protokol; plansaziyeke Ji bo bidawîkirina aloziyê û çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurd qonax li xwe digirt. Lê dewleta Tirk ev plan pêk neanî. Bi girtin, binçavkirin û operasyonên mezin ên leşkerî bersiva vê pêvajoyê da.

BI DESTPÊKIRINA “PÊVAJOYA ÇARESERΔ

Nûkirina Tecrîdê – Binpêkirina Mafê Mirovan a Berdewam

Piştî ku dewleta Tirk Pêvajoya Osloyê bi dawî kir, tecrîd hîn girantir bû. Bi tecrîda nû ya ku di 27’ê Tîrmeha 2011’an de dest pê kir, girtiyên li Girava Îmraliyê ji cihana derve bi temamî hatin îzolekirin. Ev 2 sal in destûr nedan telefon, nameyên nivîskî û parêzeran. Di dema 14 salên dawî ya “Girtîgeha Ewlekariya Bilind” ya Îmraliyê ev serdem bû serdema herî dirêj a tecrîda mutleq.

Di sala 2012’an de li dijî van pêkanînên xerab ên li Îmraliyê û li dijî gelek pêkanînên faşîst ên li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin, ku gelê Kurd bi awayekî cidî piştgirî da wan.

Xuya bû ku grevên birçîbûnê yek ji armancên xwe yên sereke pêk anîn: Dewletê dîsa dest bi hevdîtina bi Rêber Ocalan re kir.

Di Çileya 2013’an de hinek parlementerên Kurd bi awayekî rêkûpêk karîbûn biçin serdana Reber Ocalan, lê ti carî destûr nehat dayîn ku parêzer wî bibînin. Ji ber vê yekê, ev kêmasiya piçûk, keyfî a di pergala tecrîda mutlaq de, ji bo pêşerojê pêkanînekî ku garantî ya xwe tunebû.

Piştî Axaftina Newrozê

Di pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adara 2013’an de peyama Rêber Abdullah Ocalan ji girseya bi sed hezaran kesî re hat xwendin. Reber Ocalan di peyamê de; Bang li hemû pêkhateyên civakê û gelan kir ku beşdarî avakirina ne tenê Tirkiyeya nû, di heman demê de Rojhilata Navîn a nû jî bibin. Rêber Ocalan bang li hêzên gerîlayên Kurd jî kir ku xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişînin û got, divê têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin. Ev bang hatin bicihanîn. Hêviyên ji bo pêvajoyeke rast a aşitiyê tu carî ji vê bihêztir nebûne. Lê ji bo pêşketineke rast çêbibe divê dewlet-hikûmet gavên cidî biavêta.

DENGÊN LINGÊN PÊVAJOYEKE NÛ

Lê ya ku dihat hêvîkirin pêk nehat û dewleta Tirk ne sozên xwe bi cih anî û ne jî dev ji zîhniyeta xwe ya qirker berda, weke ku di dîroka nêz û ya dûr de gelek caran kiriye. Di sala 2013’an de bi zêdebûna tecrîda li ser Rêber Ocalan re atmosfer guherî û diyar bû ku tecrîda ku di salên pêş de zêde dibe, bûye sedema wêranî û şeran.

Qetlîama Parîsê

Parlamenterên Partiya Aştî ya Demokratîk (BDP) Ahmet Turk û Ayla Akat Ata di 3’ê Çileya 2013’an de li Îmraliyê bi Reber Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Hema piştî vê hevdîtinê di 9’ê Çile de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê hatin qetilkirin. Di dema pêş de wê derkeve holê ku ev komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. Rêber Ocalan xwest kiryarên van cînayetên ku bi awayekî eşkere provokasyonin bên eşkerekirin û peyama ku pêvajo neyê astengkirin da.

Heyeta Mirovên Aqilmend

Di 3’ê Nîsana 2013’an de li ser pêşniyara Rêber Ocalan ku di axaftina xwe ya Newroza 2013’an de bal kişand ser destpêkirina serdemeke nû, li Tirkiyeyê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û rayadarên navdar “Komîteya Mirovên Aqilmendan” hat avakirin. Ev heyet bi armanca ku rewşenbîran bi awayekî aktîf tevlî pêvajoyê bike, pêvajoya çareseriyê ji gel re rast vebêje, li her derê bi organîzekirina civînan tevkariyê li yekîtiya civakî bike û hwd. ji bo pêkanîna armancan hatiye avakirin. Lêbelê, ji ber bidawîbûna pêvajoyê, ew fonksiyona wê ya heyî nema.

Biryara Vekişandina Gêrîla

Piştî axaftina dîrokî ya Newrozê, KCK’ê ragihand ku di 8’ê Gulana 2013’an de gav bi gav vekişîna dest pê kiriye. Dema HPG yî dest bi vekişînê kirin, hikûmetê li herêmê lez da avakirina qereqol û qeleqolan. Medenî Yildirim ê 17 salî di 28’ê Hezîrana 2013’an de dema li Licê li dijî çêkirina qereqolê çalakiya şermezarkirinê pêk anî ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.

Ji ber hikûmetê ji bo pêvajoya ku daye destpêkirin bike bingeheke qanûnî ti gav neavêt KCK’ê di 9’ê Îlona 2013’an de ji bo vekişînê daxuyaniyek da.

Piştî vê biryara KCK’ê, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan “Pakêta Demokratîkbûnê” ragihand. Lê belê bendewariya ku ji pakêtê ne hat girtin û hin tiştên wê jî nehatin qanûnîkirin.

Nameya nû ya Rêber Ocalan di Newroza 2014’an de hat xwendin. Di nameyê de vê carê jî “Pêvajoyeke diyalogê ya heta niha hatiye meşandin û girîng bû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan jî niyeta hev ya baş, rastiya wê û têrbûna wê ceribandin. Di vê nuqteyê de ji bo muzakereyên sîstematîk çarçoveyek qanûnî neçar bûye. Aştî ji şer dijwartir e, lê di her şerî de her dem aştî heye. Di dema berxwedanê de em netirsiyan, di dema aştiyê de jî em ê netirsin.”

Di 30’ê Îlona 2014’an de Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ragihandibû ku dê “Komîteya Pêvajoya Çareseriyê” bê avakirin lê tu gav nehat avêtin.

Şoreşa Rojava

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, li Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Di 7’ê Cotmeha 2014’an de dema ku êrîş di asta herî bilind de bûn, Erdogan got, “Niha Kobanê dikeve.”

Li ser vê yekê, ji bo vekirina korîdora mirovî ya ji bo Kobanê li Bakurê Kurdistanê, pêleke mezin a çalakiyan hat destpêkirin, bîlançoya giran a êrîşên li hemberî berxwedana Kobanê ya di navbera 6 û 9’ê Cotmehê de rasterast bandor li pêvajoya çareseriyê kir. Çalakî bi peyama Rêber Ocalan bi dawî bû. Di peyamê de hat gotin, “Dixwazim diyar bikim ku ji 15’ê Cotmehê ve em ketine qonaxeke nû û hêviya min a pratîkeke serkeftî di vê wateyê de zêde bûye.”

Lihevkirina Dolmabahçeyê

Hevdîtina herî girîng a pêvajoya Îmraliyê di 27’ê Sibata 2015’an de pêk hat. Di vê hevdîtinê de ku Peymana Dolmabahçeyê jî hatibû amadekirin, Reber Ocalan hişyariyên pir krîtîk da.
Li gorî agahiyên di pirtûka bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad a Înşa-Îmraliyê” de Rêber Ocalan got, “Em ji bo pêşxistina vê pêvajoyê têdikoşin. Ger çareserî nebe dê bi hezaran mirov bimirin. Ez vê yekê fêm dikim û tiştê ku hewce dike dikim. Nizanim ew jî girîngiya vê yekê fam dikin. Got ku; Gotûbêjek baş bi wan re bikin.

Di heman civînê de Rêber Ocalan di berdewamiya israra xwe de ji bo avakirina komîsyonek di nava Meclîsê û Lijneya Şopandinê de israr kir. Bi bîr xist ku daxuyaniya ku li Dolmabahçeyê bê dayîn qonaxa yekemîn e, Rêber Ocalan ku ev yek weke “qonaxa niyetê” pênase kir, qonaxa duyemîn jî weke qanûnîkirina pêvajoya ku Desteya Şopandinê û Meclîsê tê de cih digire û tevlîkirina Dadgeha Destûra Bingehîn formule kir.

Peymana Dolmabahçeyê di 28’ê Sibata 2015’an de hat îmzekirin. Peyman di dîroka Komarê ya ku 90 sal derbas kiriye de pêngava herî xurt a çareseriya demokratîk bû. Di daxuyaniyê de banga Rêber Ocalan a “Ji bo biryareke stratejîk û dîrokî ya li ser esasê xwedî derketina ji têkoşîna çekdarî bê dayîn, ez bang li PKK’ê dikim ku di biharê de kongreya xwe ya awarte li dar bixe.” hate xwendin.

Alîkarê Serokwezîrê wê demê Yalçin Akdogan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Em bi biryar in ku bi xêr û bereket û piştgiriya gelê xwe pêvajoyê bigihînin dawiyê.”

10 xalên di nivîsê de wiha ne:

  1. Siyaseta demokratîş; pênase û naveroka wê.
  2. Diyarkirina aliyên neteweyî û herêmî yên çareseriya demokratîk
  3. Temînata hiqûqî û demokratîk a hemwelatiya azad
  4. Têkiliya siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê re û sazîbûna wê
  5. Pîvanên sosyo-aborî yên pêvajoya çareseriyê
  6. Avaniya ewlehiyê ya nû ya ku pêvajoya çareseriyê wê bi rê ve bibe
  7. Çareseriyên qanûnî û misogerkirina pirsgirêkên jin, çand û ekolojîk
  8. Garantiya mekanîzmayên piralî, demokratîk û wekhev ji bo têgîn, pênasekirin û naskirina nasnameyê.
  9. Komara Demokratîk, welatê hevpar û danasîna neteweyê li gorî pîvanên demokratîk, di sîstemeke demokratîk a piralî de garantiyên qanûnî û destûrî dabîn dikin
  10. Destûreke bingehîn a nû ku armanc dike van hemû tevger û veguhertinên demokratîk di hundirê xwe de digre.

Daxuyaniya li ser vegera Ukrayna li dijî Newrozê

Di 19’ê Adara 2015’an de, bi qasî mehekê piştî li hevkirina li Dolmabahçeyê hat îmzekirin, heyetên HDP’ê û dewletê li Îmraliyê bi Rêber Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku di hevdîtina bê de ku piştî 15 rojan tê lidarxistin, HDP û Heyeta Dewletê û Desteya Şopandinê jî beşdar bibin. Di rastiyê de 7 endamên tam û sê cîgir ên Desteya Şopandinê hatin diyarkirin. Bi vî awayî dê muzakereyên fermî dest pê bikin û Reber Ocalan ji kongra PKK’ê re bangawazî bikiriba.

Rêber Ocalan di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Li Qesra Dolmabahçeyê li ser danezana 10 xalî ya ku me hemûyan bi awayekî fermî ragihandiye, bi erka destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne. Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya li dijî Komara Tirkiyeyê ya ku ev nêzî 40 sal in tê meşandin, bi peymana li ser esasên li gorî daxuyaniyê bi dawî bibe û ji bo diyarkirina stratejî û taktîkên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdema nû, lidarxistina kongreyê pêwîst û dîrokî dibînim. Hêvîdarim di zûtirîn dem de em bigihin rêkeftineke prensîb û bi derbaskirina komîsyona Heqîqetê û Rûbirûbûnê ya ku ji endamên parlamentoyê û Desteya Şopandinê pêk tê, ev kongre bi serkeftî pêk were.”

Erdoxan Red kir

Rojek piştî Newrozê peyama Reber Ocalan bi redkirina li hevkirinê re rû bi rû ma. Serokwezîrê Tirk Erdogan di 22’ê Adara 2015’an de di balafira ku ji Ukraynayê vedigeriya de ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku li Dolmabahçeyê 2 metnên cuda hatin xwendin, ew daxuyanî rast nabînin û li dijî Komîteya Şopandinê ye.

Tecrît Destpêkir

Nexasim piştî van gotinên Erdogan hevdîtina ku bi beşdariya endamên Lijneya Şopandinê dihat plankirin ku pêk were lê, pêk nehat. Rêber Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtina ku heyeta HDP’ê re pêk anîne de diyar kir ku, dibe ku ev hevdîtinên dawîn bin û piştî vê hevdîtinê careke din destûr nedan Şanda Îmraliyê biçe giravê.

Ger pêvajoyek li gorî li hevlkirina Dolmabahçeyê nehatiba şopandin û ji aliyê Erdogan ve nehatiba redkirin, dê bi heyeta şopandinê ya Îmraliyê re derbasî pêvajoya muzakereyên kûr bibûya. Piştî vê qonaxê, bi heyeta şopandinê ya Îmraliyê re, piştî wergirtina misogeriya hiqûqî, wê ji aliyê Rêber Ocalan ve banga kongreya bi dîrok û rojeva danîna çekan a li dijî Tirkiyeyê bê kirin.

Provokasyonan bi destpêkirina tecrîdê ya 5’ê Nîsana 2015’an dest pê kir

Nepejirandina li hevkirinê û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan a di 5’ê Nîsana 2015’an de rê li ber jinûve aktîvkirina “mekanîka darbeyê” vekir ku gelek caran Rêber Ocalan behsa wê dikir.

Di 11’ê Nîsanê de li bejahiya Tendurek a navçeya Diyadîn a Agiriyê di navbera leşkerên ku mudaxeleyî konê aştiyê kirin û hêzên HPG’ê de pevçûn derket. Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Rêber Ocalan ji bo provokasyonên bi vî rengî hişyarî daye wan.

Êrîşî mîtîngên hilbijartinê yên HDP’ê hatin kirin. Hucreya Dîlokê ya DAIŞ’ê ku peywendiyên wê yên bi polîs û MÎT’ê re wê piştre di belgeyên dadgehê de cih bigire, di vê demê de ketiye dewrê. Li aliyê din hilbijartinên 7’ê Hezîranê hem ji bo desthilatdarî û hem jî ji bo muxalefetê bû xala têkçûnê. AKP’ê bi rêjeya ji sedî 40,87’ê dengan, hijmara yek hikumetê winda kir. Li aliyê din HDP’ê bi 13,8 dengan bendavê derbas kir û weke “tenê serketiya hilbijartinê” hat nirxandin.

Plana B û C

Hema piştî bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê, di 30’ê Cotmeha 2014’an de di civîna herî dirêj a Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) a dîroka Tirkiyeyê de biryar hat dayîn.”Plana Çalakiyê ya Gumanbar” ku wê derkeve holê, ji civîna MGK’ê ya 29’ê Hezîranê û vir ve xistin meriyetê.

Erdogan di bernameyeke televizyonê ya ku di 21’ê gulanê de beşdar bû de diyar kiribû ku hilbijartin xaleke şikestinê ye û li gorî encamên hilbijartinan, planên B û C dikarin bêne cîbicîkirin.

Pêvajoya Mudaxileyê Destpêkir

Di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsa Rihayê 33 ciwanên ji Tirkiyeyê ji bo zarokên mexdûrên şer ên li Kobanê pêlîstokan bînin hatin qetilkirin piştî wê li navçeya Ceylanpinara Rihayê 2 polîs bi gumanbar hatin qetilkirin. Eşkere bû ku ev bûyera ku piştre weke komployekê derket holê, bû sedema bidawîbûna pêvajoya li eniya hikûmetê û vegerandina wê li pêvajoya pevçûnê. Bi vî awayî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi dehan balafirên şer li hemû qadên gerîla operasyonên hewayî yên herî berfireh ên dîrokî hatin destpêkirin. Bi van êrîşan re ji rayedarên KCK’ê daxuyaniyek hat ku “AKP’ê agirbest bi awayekî fermî qedandiye”.

Bi vê dîrokê re li hemberî tevgera siyasî ya kurd û hêzên din ên muxalefeta civakî meyleke giran dest pê kir.

Qedexeya Derketina ji Derve û Darbe

Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, di 12’ê Tebaxê de li navçeya Varto ya Mûşê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî van qedexeyên derketina derve Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever, Dargeçît, Licê, Hanî û gelek navendên din ên Bakurê Kurdistanê bi giştî hatin girtin û bi mehan pevçûn hatin jiyan kirin.

Li gorî raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di van pevçûnên ku tank, helîkopter û çekên giran hatin bikaranîn de, di navbera 16’ê Tebaxa 2015’an de 72 jê zarok û di 18’ê Adara 2016’an de 62 jê jin herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane. 1 milyon û 809 hezar kes ji ber van qedexeyan ji mafên xwe ên herî bingehîn ên jiyan û tenduristiyê bipêkirine û ji van qedexyane bandor bûne.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest cihê sûcê li Cizîrê ku yek ji herêmên herî qedexekirî ye lêkolîn bike û got, “Raporên me hene ku hêzên ewlekariya Tirk zêdetirî 100 kes zindî zindî şewitandine.” Lê hikûmetê ev daxwaz red kir.

Di salên 2015-2016’an de pevçûnên li bajaran dihat jiyan kirin hewldana amdekariya derbeya 15’ê Tîrmehê dihat kirin. Ji bo leşkerên ku cihê xwe dinava van pevçûnan de digirtin “zirxê ne sezabûnê” ku tê wateya vesaziyên fermî ji darbeyê re derî vekir.

Vê rewşê pêşbîniya Reber Ocalan a “Eger pêvajoya çareseriyê pêş nekeve wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê” jî rewa kir.

Mudaxeleya Muxalefetê, Rewşa Awarte û Kayum

Biryara herî krîtîk a pêvajoya piştî lihevhatinê, ragihandina Rewşa Awarte ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de bû. Dîsa referandûma 16’ê Nîsana 2017’an, ku li Tirkiyeyê yekemîn hilbijartina guhertina rejîmê bû, di nava şert û mercên Rewşa Awarte de û bi biryara YSK’ê ya bi nakok, ‘Erê’ hat lidarxistin û mûxalefet tê de amade bû derket pêş.

Di vê pêvajoyê de destwerdana herî mezin a li dijî demokrasî û vîna hilbijêran, ku tayînkirina qeyum li ser 94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) hatibû kirin bû. Sirgûnên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de hatin kirin û hejmara kesên avêtine zindanan ji 200 hezarî derbas bû, operasyonên leşkerî yên li dijî Sûriyeyê, Rêziknameyên qanûnî yên piştî Rewşa Awarte, hilbijartinên 24’ê Hezîranê û bêserûberiya defakto ya Meclîsê, tevgera siyasî ya Kurd û bû qonaxên sereke yên pêvajoya destwerdana di muxalefeta civakî de.

Dagirkirina Efrînê û Êrîşên li ser Şoreşa Rojava

Ligel girankirina tecrîda dewleta Tirk a li ser Îmraliyê, dozên şerê ku li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê didome her ku diçe zêdetir dibe. Dewleta Tirk di sala 2018’an de careke din da xuyakirin ku helwesta xwe ya dijminane li hemberî hemû Kurdan e. Di 20’ê Çileya 2018’an de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û çeteyên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê êrîşeke dagirkeriyê ya bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” li dijî bajarê Efrînê yê Rojava pêk anîn. Êrîşên hewayî û bejahî bi çekên herî giran li dijî Efrîna ku bajarekî bi temamî Kurdan e, hat kirin. Di encama van êrîşan de gelek sivîl û zarok hatin qetilkirin. Li nexweşxane û tesîsên ava vexwarinê dan. Gelê Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû ma. Bi sed hezaran mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 18’ê Adara 2018’an de 350 hezar sivîl neçar man ji Efrînê derkevin. Îro Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û demografiya wê bi tevahî hatiye guhertin. Ji bo asîmîlekirina nifûsa kurdan a mayî, di çarçoveya pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de dibistan hatin vekirin û qeymeqamtî hatin tayînkirin.

Dewleta Tirk a ku ji destpêka şoreşa Rojava û vir ve her tim gefan dixwe û di pozîsyona êrîşê de ye, ne tenê piştgiriyê dide çeteyên terorîst ên radîkal (DAIŞ, EL-NUSRA), di heman demê de hewldanên xwe yên dagirkirina Rojava ya defakto jî didomîne.

Grevên Birçîbûnê

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ku di 7’ê Mijdara 2018’an de li girtîgehê hat girtin, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Guven di roja 79. a greva birçîbûnê de ji girtîgehê derket. Piştî Leyla Guven, pirraniya girtî û mehkûmên di girtîgehan de ne, li seranserê Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Kanada û Ewropayê, parlamenter, hunermend û rojnamevan jî di nav de 3 hezar û 235 kesan ragihandin ku ketine greva birçîbûnê. Di 30’ê Nîsana 2018’an de 30 kesên ku li girtîgehan çalakiya xwe berdewam kirin, greva xwe ya birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê.

8 kesên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê li girtîgehê de çalakiya xwe berdewam kirin, dawî li jiyana xwe anîn û çalakiya fedaî pêk anîn. Di dema çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikirin de, birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan di 13’ê Çile de çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Bi vê pêşketinê re parêzerên Rêber Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Herî dawî di 22’ê Gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, Rêber Abdullah Ocalan spasiya çalakgerên ku çalakiya xwe berdewam kirin, gelên ku piştgirî dan û hemû kesên din kir û xwest çalakî bi dawî bibe.

Di 26’ê Gulana 2018’an de Leyla Guven û hemû çalakgerên ku çalakiya xwe berdewam kirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn.

Hevdîtin Ne Muzakere ye, Tecrîd Naqede

Rêber Ocalan di peyamên ku bi rêya parêzerên xwe ji raya giştî re ragihand, diyar kir ku ti garantî nîne ku nêrînên parêzer û malbatan bidome û bi rayedarên dewletê re pêvajoya muzakereyê ya weke pêvajoya çareseriyê tuneye. Lê hemû çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin ku tecrîd bi dawî nebû, deriyekî vekirî yê girîng hat avakirin. Hate gotin ku bilindkirina dengê Rêber Ocalan dikare rewşa şer berovajî bike û ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe divê zêdetir xebat bên kirin.

DI REWŞA HEYÎ DE

Ne parastin ne jî mafê mirovan

Parastina Reber Ocalan her tim karekî pir dijwar bûye. Parêzerên Rêber Ocalan ev demeke dirêje rastî gef û zextan tên. Gelek doz li dijî wan hatine vekirin û gelek doz li gorî zagona cezayê ya nû hatine astengkirin. Ji sala 2003’an û vir ve ji ber şert û mercên mehkûmkirina Rêber Ocalan gelek serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tên kirin.

Ji Mijdara 2011’an û vir ve polîsan bi ser hin buroyên hiqûqê de girt û dosyayên der barê dozên ku li AÎHM’ê didomin hatin desteserkirin. 36 parêzerên nûnertiya Rêber Ocalan dikin bi awayekî nehatiye dîtin, Ji bo ku Reber Öcalan bi mafê wî yê parastina rewa ku di warê hiqûqa navneteweyî de pir girîng e, bê mehkûm kirin, hatin girtin. Piraniya parêzeran hêj di girtîgehê de ne û pêvajoya darizandinê ya ku demek beriya girtina wan dest pê kiriye û hê jî didome, ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve jî tê şopandin.

Reber Öcalan di qada netewî û navneteweyî de wekî rêberê gelê Kurd tê qebûlkirin û her wiha nûnertiya vîna siyasî ya gelê Kurd dike. Kurd dizanin ku Reber Öcalan rehînekî siyasî ye. Ji bo şikandin û hilweşandina pergala Îmraliyê gelek çalakî û xwepêşandanên bi rik û bi israr tên birêvebirin. Ji bo azadiya Rêber Ocalan kampanyayên îmzeyan li hemû cîhanê û Kurdistanê bi awayekî bi bandor hatin meşandin. Kovara TIME di sala 2013’an de Reber Ocalan di nav 100 kesên herî bibandor de bi nav kir. Serokatiya rûmetê ji aliyê gelek şaredariyên Ewropayê ve hatiye dayîn. Îdeolojî û felsefeya wî li gelek deverên cîhanê tê naskirin û bi tezên konfederalîzma demokratîk pratîk dibe.

Di vî warî de pergalek jiyanbar û paradîgmayek e ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bûye rengekî gerdûnî û êdî bi giştî tê qebûlkirin ku Reber Abdullah Ocalan ê xwedî hêviya cîhanê ye, bi azadiya fîzîkî ya fikrên xwe, wê şeran veguherîne çareseriya aştiyeke demokratîk û mayînde.