Pergala Hevserokatî

Pergala Hevserokatî, bingeha modela civaka azad, jiyana azad e. Ev model, ji aliyê têkoşîna azadiya Kurdistanê ve di pergala rêxistinê de hat destpêkirin û wekî nûnertiya wekhev bû rêgez.

Ji bo ku jin bi hêza xwe ya rêxistinkirî tevlî hemû qadên jiyanê bibe, divê vîna yek’ê ku tê ferz kirin û li gorî zihniyeta zilamê serdest e, li dawiyê bê hiştin. Jin bi hêza vîn, zanabûn, nûnertî û fikra xwe tevlî qada siyaseta demokratîk dibe. Nûnertî û tevlîbûna wekhev a jinê, beriya her tiştî ji rêxistinbûyîna xweser a jinê tê. Her wiha tê maneya ku nûnertiya tevgera jin li wê qadê bê kirin û bi vî awayî jin bi rengekî çalak dibe kirdeya rastî ya jiyanê. Ev yek jî li her derê li hember baviksalariyê şikandina zincîra koletiyê ye. Ev ne feraseta wekheviya klasîk a zilam lê xwe dispêre veguherandina zihniyetê, mîsogerkirina hebûna jinê.

Dema civak xwe bi zekâya jin bixwe rêvedibe, wê demê em dikarin pergala hevserokatî wiha penase bikin. Siyaseta serdest koletiya civak û jinê meşru dike û bi vî awayî şert û mercên mêtîngeriyê li ser vê yekê pêşdixe. Pergala hevserokatî redkirina vê yekê ye.

Siyaseta ku ji aliyê mêjiyê zilama serdest ve hat pêşxistin, her tim bû çavkaniya zextê, mêtîngerî û koletiyê. Ji ber vê yekê xwedî kesayeteke dijî-jin û dijî-civak. Di vê siyasetê de ku li ser bingeha bîrdoziya zilamê serdest şêwe girtiye, jin encax biqasî ku bişibe zilam dikare li nav de cihê xwe bigre. Jina ku bi vî rengî li nav siyaseteke wisa cihê xwe bigre, wekî civak bi nav dike, mecbûr e jin bibe wekî zilam.

Wekî tevgera azadiya jin, em li hemberî vê feraset û nêzîkatiyê têdikoşin û di heman demê de em sazîbûnên alternatîf jî pêşdixin. Jin bi qasî ku bi hêza xwe ya rêxistinkirî tevlî siyasetê bibe, dikare ewqasî demokratîk bike. Her ku siyaset demokratîk bibe, wê civak jî demokratîk bibe.

Di qada siyaseta demokratîk de, pergala hevserokatî wekî saziyeke girîng hat pêşxistin. Pergala hevserokatî û nûnertiya jinê, li hemû mekanîzmayên biryarê de wê jinan bike xwedî vîn û li hemû qadan de nêzîkatiya jinan a nîqaş, biryar û rêxistinbûyîna hevpar xurt bike.

Bêriya her tiştî, pergala hevserokatî ji bo berbiçavkirina zihniyeta netewa demokratîk, gelek girîng e. Her wiha tê wê maneyê, xweseriya demokratîk bi gewde dibe. Zilam herî zêde li vê qadê birêxistinkirî ye û ji ber vê yekê ji bo jin li wê derê bi zanabûna jin cih bigire gelekî girîng e.

Bêguman pergala hevserokatî vîna jinê tenê li qada siyasetê çalak nake. Ev vegotin tê maneya ku li qada siyasetê vîna zilam pir azad e lê belê ev nêzîkatiyeke şaş e. Feraseta siyaseta dewletparêz, zilam jî bê îrade kiriye. Pêwîstiya zilam jî bi îradebûyînê heye. Ji bo jinê jî wiha ye. Ji bo ku her du zayend bi îradeyên xwe tevlî siyasetê bibin, pergala hevserokatî yek ji rêbazên sereke ye.

Pergala hevserokatî nayê wê maneyê ku jinek û zilamek bi hev re tarzekî rêvebirinê çêdikin. Ji ber ku bi pergala hevserokatiyê, jin û zilam bi hev re li dijî koletî û bêîradekirinê, bi reng û taybetmendiyên xwe, hebûn, nasname û pêwîstiyên xwe penase dikin û birêxistin dikin. Li wir kolektîvîzm, bi hevparbûn, piştgirî û parvekirinê tê xurtkirin. Pergala hevserokatî li hemberî ezezîtiyê ferd, li hemberî dewletparêziyê civakîbûn û li dijî lîberalîzmê jî pêşxistina demokrasiya radîkal û jiyana azad e. Her wiha parastina civaka exlaqî û polîtîk e. Jin wekî kirdeya siyaseta demokratîk di pêvajoya guherandin û veguherandina civakî de bi rengekî çalak rol dileyize û tevlî polîtîkaya pratîk dibe. Bi vî awayî, civak bi awayekî yekpare hebûna xwe dike kirde û çareseriyê pêktîne.

Ji ber ku bingeha pergala hevserokatî jin e. Awayê siyaseta bingehîn a şaristaniya dewletparêz, rêveberiya faşîst e. Pergala hevserokatî li dijî wê alternatîf e. Ew di xeta şaristaniya demokratîk de tarzê siyaseta modernîteya demokratîk e. Armanca wê lidawîhiştina desthilatdariyê ye û mezinkirina pergala demokratîk e.

Li deverên cuda yên cihanê, hevserokatî piranî wekî parvekirina erkê ye. Bi vî awayî pergala desthilatdarî ji nû ve tê avakirin, li hemberî azadiya civak û jinê desthilatdarî û dewlewparêzî mezin dibe û tevlîbûna demokratîk dibe yedek a van hêzan. Enerjî û keda jin û civak ji bo xizmeta pergala serdest û xurtkirina desthilatdariyê tên bikaranîn. Di xeta netewa demokratîk de, bi rêveberiyên xweser û demokratîk, li şûna rêveberiyên dewletê, pergala hevserokatî dibe navê pêşxistina xwerêvebirina civakî û nûnertiya wî ya aborî, polîtîk û civakî.

Jixwe, tevgera azadiya jinê li her qada ku tekoşînê dimeşîne, li şaredariyan, li herêman û li rêxistinên curbicur, di meşandina xebatên xwe de li gorî vê pergalê xwe birêxistin dike. Ji ber ku pergala hevserokatî pêkanîna siyaseta demokratîk e. Her wiha di qada civakî de ji bo jinan destkeftiyeke gelek mezin e.

Di dîroka tekoşîna me de jin wekî yekîneyan xwe birêxistin dikir. Her wiha pêvajoyên artêşbûnê, partîbûnê, sazîbûnê jî pêk hatin. Îro bi tevahî rêxistinbûyîna xweser, jin di sedsala me de ji bo azadiyê pêşengtî dike. Ji bo mafê “cihêkariya pozîtîf û kotayê” gelek salên direj, berxwedaneke pir mezin hat dayîn. Îro tekoşîna jinên Kurd xwedî ezmûneke deh salan e û bi vê tecrubeyê pergala hevserokatiyê dimeşîne.

Îro jî bi rengekî berbiçav em pêkanînên vê pergalê û ji bo tekoşîna jinên cihanê çi îfade dike, li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Ji komîteyên herêmî heta meclîsên gel û rêveberiyên kantonan ev yek aşkere ye. Li Bakurê Kurdistanê, ji şaredariyan heta meclîsên taxan û her wiha li tevahiya cihanê li cihê ku dengê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xwe gihandiye, em vê yekê pir aşkere dibînin.