Kuştina Zilamê Klasîk Felsefe û Bîrdoziya Min e

Me behsa kuştina zilam kir. Ji bo ku em kesekî zêde tawanbar nekin û di bin gumanan de nehêlin, ez dixwazim zilamê ku min di xwe de pêk aniye vebêjim. Di vê wateyê de ez dibêjim destpêkê min xwe kuşt.

Xembarbûna jinan û zilaman qet ne xema min e. Ev ji bo min felsefeyek e û bîrdoziyek e. Li gor wê ez nikarim ji jiyanê bigerim. Dibe hindek vê “bêexlaqiyeke” mezin bihesibînin. Dibe ku hindek jî ji vê re bibêjin “harbûneke” mezin. Ev nêrîna wan e, ji nêrîna wan re rêza min heye. Divê rêza wan jî ji nêrîna min re hebe. Ez ji bûyîna zilamekî weke pergala heyî, nefretê dikim.

Ez bûyîna zilamekî wiha weke rewşeke ketî ya mezin, ketîbûn û çavkaniya kirêtiyeke mezin dinirxînim. Di bin navê zilamekî wisa de bi jinekê re bûyîn, ji bo min ji îşkenceyê xirabtir e. Ne gengaz e ku ez bikevim nava jiyaneke wiha. Ez ji vê re dibêjim, ketina mezin, zexta mezin û gihiştina hev a hemû derewan. Ev gihiştina hev a hemû hestên ku lewaz dikin, ketina nava hev a hemû helwestên ku kirêt dikin in.

Hêmaneke din a ku ez di vê mijarê de gelek caran dixwazim bi dest bigrim, dibe ku giştî jî pêwendîdar bike. Hêmanê ku hîn zêdetir ez ji bo Kurdan dixwazim şênber bikim, teoriya nû ya evînê ye.

Dema em ji bo Kurdan şerekî pêş dixin, hunê bibêjin ka ev evîn ji ku derê derket? Gelê Kurd gelekî ku ji hezkirinê jî gelekî dûr hatiye hiştin temsîl dike. Hezkirin di asta seyr de hatiye ziwakirin û rûbirûyê komkujiyê hatiye. Hindek mirovên me yên xwe rewşenbîr dibînin hene. Weke hun dizanin rewşenbîr bi huner û wêjeyê ve mijûl dibin û qaşo dixwazin dilê mirovan şîrove bikin. Dema Kurd bûn mijara gotinê mixabin van qet nasnekirine. Gelo dilê Kurd li ku derê, kengê tune bûye? Gelo dilê di Kurd de dilê kê ye? Gelo ev hest hestên kê ne? Gelo ger giyanek hebe giyana kîjan biyanî ye û kîjan xulamî ye? Gelo kîjan bêwijdanî û kîjan neçarî ye? Divê ev werin vekirin.

Gotina ku Ehmedê Xanî ji beriya vê bi sêsed salan gotiye hîn jî ji bo min girîng e. Dema ku wî pirtûka xwe dinivîsand, ev got, “ji bo ku ez bibêjim evîn, irfan û zanistiya Kurdan jî heye, ez vê pirtukê dinivisînim.” Ev gotineke girîng e. Ger bal were kişandin, wê demê ji bo Kurdan behsa pêwîstiya evînekê û îrfanekê dike. Niha tiştê ku ji sêsed salan hetanî niha hebû jî wenda bû. Wisa ye ku di Mem û Zînê de jî evîn pêk nehatiye. Li wir her du jî mirine û şewitîne. Heta bi qasî ku nikaribin di nava rastiya civakî ya wê demê de biaxivin hêjar in.

Niha pirsgirêkeke me jî ya wiha heye.

Hun dibêjin zewac û malbat, ez jî ji we re vê dibêjim, gelo bêyî evîn û bêhezkirin jiyan çêdibe? Li gor ku nabe yan jî li gor ku evîn hatiye qetilkirin, gelo emê vê çawa biafirînin? Gelo zilamên me û jinên me çawa dihizirin? Ez bi vê xemgîn dibim, heta dizinixim(iğrenmek). Di serî de min malbata xwe jî rexne kir. Li ser vê bingehê ez bi dayika xwe re jî, bi bavê xwe re jî pev çûm. Min got ev malbateke çawa ye? Piştre min lê temaşe kir dît ku ev çîroka hemû civakê ye. Lê belê gelo ma em stûyê xwe li vê bitewînin? Gelo em ji jiyanê, ji azweriya jiyanê û evîna wê bigerin? Gelo yê wê demê çawa bibe? hun li dîrokê temaşe dikin, jiyan bi temamî ji destên me hatiye girtin.

Lê belê em di roja me de dixwazin bijîn. Ez kesekî ku azweriyên xwe yên mezin hene û xweşikbûneke mezin digerim im. Lêgerîneke min a xweşikbûnê jî heye. Lê belê gelo ezê vê çawa bi dest bixim, çawa bijîm? Ez vê di wateya çors de, di wateya madî de nabêjim, ev bi serê xwe pirsgirêkeke bîrdoziyê ye.

Ez pêwîstiya afirandina hindek tiştan dibînim. Bi hezaran keçên ciwan derketine çiyan. Di rastî de ew li evînê digerin, lê belê nizanin dê çawa bigihên wê. Ger tevdîreke me ya gelekî taybet nebe, ez bawerim ku ew fermandarê zilam ê li ser serê wê ji eşqiyayê serê çiyan zêdetir jinê biperçiqîne. Ev niha pirsgirêkeke girîng e. Ji ber ku tê gotin, “emê herin welat, derkevin serê çiyan azad bijîn û şer bikin” lê belê yekî ku dizane rêhevalê wê ye, bi qasî nirxa ji jineke sukê re tê dayîn nirxê nade jina gerîla. Ji ber ku zilam nezan e, bêhest e û fêm nake. Ji ber fêm nake jî, ji jinê re dibêje, “here bimire, tu bela serê me yî, tu li ser pişta me bar î.” Divê mirov van jî bîne ziman. Zîlan wisa xwe bi xwe dernekete holê. Di refên me de şerekî dijwar a ku dişibe vê heye. Ez nabêjim afirandina zilam hêsan e.

Me YAJK ji bo ku di wateya çors de şer bike ava nekir. Ev yek bila şaş neyê fêmkirin. Zilamê derveyî me jî na, ji bo zilamê di nava me de bînin rê me ava kir. Dema ez dibêjim anîna rê, behsa hindekî guhertin û veguhertina wî dikim. Zilam bi qasî neynokekê naxwaze nêzîkbûna xwe biguhere. Min behsa evîn û hestê kir. Ev zilam li hemberî jina herî azad jî nizane rêzdar be. Gelo ezê vî zilamî çi bikim? Hindek wijdana min heye, ez van zilaman layiqê jinên me nabînim. Ji ber ev zilamê bûye bela serê xwe dixwaze weke elxema (mayin) bêserûber bi serê jinê de biteqe. Hêza wî têra dijmin nake, plana çalakiyeke cidî û rêxistinê nikare bi pêş bixe. Gunehê wê diavêje ser milên jina li kêlekê ye, dibêje “li pêşiya şer tu bûyî asteng.” Nikare jiyanê dahûrîne, hestên wî zêde pêş neketine, bi ajoyên xwe û dema derfet dît xwe dispêre erkên xwe û dixwaze hêrsa vê ji jinê derbixe. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Divê em vî zilamî veguherînin. Tevdîreke herî çors a ku me girtiye jî di vê mijarê de rêxistinkirina YAJK ê ye.

Di demên dawiyê de min ji jinan re got, ez jî di nav de xwe li hemberî me baş rêxistin bikin. Ji ber ku ez di rastiya me bi xwe de zilam xeter dibînim. Hîn jî zilam neguhertiye û veneguhertiye. Di asteke ku wekhev, azad, rêzdar û hindekî jî bi hezkirin nêzîk bibe de nîne. Ango min got ez zilamekî çarîkek im. Ez vê yekê her dem dibêjim. Çi bikim ez xwe dikarim bi tenê ev qasî pêş bixim. Ji bo jineke ku divê wekhev û azad bijî ez xwe di rewşa zilamê çariyek de dibînim. Temenê min her diçe zêde dibe, ez çi bikim dîsa jî ez yekî wiha me. Hun dibêjin rêber, serok lê belê rastiya min ev e. Ez zêde nikarim xeyal, hêvî û dinyayên jinan bixemilînim. Rexmî ku ez ev qasî şer dikim û ji bo jinan ev qasî hewl didim, ez dikarim vê encax ev qasî bikim. Ji bo wê min got, li hestên xwe hikum bikin. Ger gengaz be, xwe rêxistin bikin, ger gengaz be ji bo guhertina vî zilamî hindekî hêzê tevlî hêza xwe bikin. Naxwe, zalim û neçar nikarin tiştekî bidin.

Dema YAJK hindekî were rêxistinkirin, zilam weke berê nikare êrîş bike. Bi xwe spartina hêza xwe ve nikare bibêje, “ez bi hêzê nêzîkê vê keçikê bibim.” Me ev yek şikand û ev pêşketineke girîng e. Hun dibêjin we malbat çawa çareser kir? Vaye me wiha çareser kir. Li gor min divê êdî zilam li ber xwe bide. Li şûna ku jinikeke erzan bibîne yan jî li pey jinikeke erzan bireve, vaye li holê rastiyeke Zîlanê heye. Zîlan jineke xwedî nirx e, mezin serî hildaye, çalakiya xwe ya mezin daniye. Nivîsa xwe jî nivîsiye, sonda xwe jî xwariye û pêk aniye. Ez her roj dibêjim, ezê ji vê rêhevala jin re rêzdar bim. Dibe ku hun vê ji bîr dikin an jî ji bîr bikin lê belê li holê wasiyetek heye. Di vê wateyê de ez nikarim dest ji pêwîstiya sadiq mayîna wasiyetên şehîdan berdim. Ez dibêjim hunê li gor vê tevbigerin, ev jî karekî gelekî zehmet e.

Nakokiyek derdikeve holê, gelo qutbûn dê bibe tevlîbûna nû, yan jî parvekirina nû? Ger dê bibe, zilam neçare xwe zane, azadîxwaz, bivîn û bi serkeftinê biafirîne. Her dem ez vê mînakê didim. Ger we bal li hêlînên çûkan kişandibe, dema destên mirovekî li wê hêlînê yan jî li hêka di hêlînê de ye bikeve hunê bibînin ku ew çûk wê hêlînê dihêle. Yê me yek cihekî me yê nehatiye dagirkirin, bihostek axa me nemaye. Ger mêjiyekî bi qasî mêjiyê çûkekî hebe, her hal dê bizanibe ku di vê hêlînê de wiha malbateke binamûs nayê avakirin.

Divê hun vê yekê bizanibin. Dema em vê rastiyê dibêjin, dê bibêjin “wey ma gelo em nejîn” em bijîn, lê belê em vê rastiyê jî bibînin û çareser bikin. Gelo em çareser nekin dê çi bibe? Vaye Kurd nikare di axa xwe de bisekine. Vaye her kes digrî. Yek kesekî ku dibêje “ez Kurd im, ez dixwazim azad bijîm, ez xwedî rûmet im” jî nemaye. Ez ji we re gerîla vedibêjim. Bi zehmetî dijîn. Wê demê em xwe bi xwe înkar nekin, azad bijîn. Lê belê rastî jî li hemberî me ne.

Ger ji vê re hêza we ya çareseriyê nebe, hun nikarin di mayîna welatê me de bi zanebûn û vîna xwe ve di têkîliyên azad de israr bikin.