Dîrok

Tevgera Azadî ya Jinên Kurd Têkoşîneke Cihanî ya Jinan e

Îro bersiva pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê, azadî û demokrasî ye. Di dîrokê de pirsgirêkê demokrasî û azadiyê yê herî veşartî û bingehîn jî sazkirina peywendiyên di navbera zayendan de ye. Ango, pirsgirêka jinê di rastiya cihanê de îro pirsgirêka bingehîn a demokrasî û azadbûyînê ye. Bi gelemperî azadiya jinê, ji pirsgirêkên şer û aştiyê heta rastkirina jiyaneke azad û demokratîk, îro bûye mifteya çareseriyên gelek pirsgirêkan.

Jinên Kurd bawer dikin ku demokrasî, azadî û wekhevî, ne li derve, pêwîst e ku destpêkê li hindir bên afirandin. Rêxistinbûyîna jinên Kurd jî destpêkê bi awayekî berfireh xwe dispêre van diyardeyan. Rêber Apo (Abdullah Ocalan) azadiya jinê wekî azadiya civakê dibîne û ev nêzîkatî ya weke prensîb bûye sedem ku di dîroka têkoşîna PKKê ya çil salî de gelek jin tevlî vê tekoşînê bibe. Bi hezaran jinên ku ref bi ref hatin ser çiyan, li milekî li hemberî artêşa dewleta tirk a dagirker ku piştgiriya NATO’yê hemû pê re ye û bi armanca tunekirinê êrişî gelê Kurd dike, ji bo azadî û nasnameya netewî ya gelê Kurd tekoşîna çekdarî daye. Li aliyê din li dijî serdestiya 5 hezar salî ya zilam, li ser esasê hişmendî, rêxistinbûyîn û têkoşîna ji bo xweparastinê, rêxistina xweser avakiriye û tekoşîna azadiya jinê wekî têkoşîna zayendî daye.

Ev pratîka tekoşînê ya xwe dispêre xeta Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje azadiya civakê bi azadiya jinê dibe û ev yek divê destpêkê di pêvajoya şoreşê de were pêkanîn. Jinên Kurd palpişta dîrokî û felsefî ya tekoşîna azadiyê li ser wê perspektîfê avakirin. Bi vî awayî ji damezrandina PKKê heta îro di pêvajoyeke dirêj a tekoşînê de hem tekoşîna zayendî û hem jî wekî gelê Kurd tekoşîna azadiyê dane û di nava vê tekoşîna zehmet a dualî de cihê xwe girtine.

Dîrokçeya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê

Rêber Abdullah Ocalan di analîza xwe ya pêşî ya li ser jinê de pirsgirêka azadiya jinê bi gotina “bi jina kole şoreş nabe” destpêkiriye. Di salên piştî wê de, di çarçoveya pirsgirêka azadiya jinê de her ku çûye li ser rêbazên azadiya jinê, malbat û zayendî di perspektîf, şîrove û rexneyan de kûr bûye.

Di salên 90’î de fikra azadî bêhtir civakî bûye û di encamê de cara yekem di sala 1989’an de bi pêşengtiya jinê li bajara Nisêbînê pêvajoya serhildanên gel destpê kir. Der heqa pirsgirêka azadiya jinê, malbat û civakê de şîroveyên Rêber Abdullah Ocalan li ser jinên Kurd gelek bandor kiriye û ev yek tevlîbûnên nava refên PKKê zêde kiriye. Hem tengavbûna jina Kurd ku di wan deman de li nav zayendperestiya civakî ku xwe dispêre sazîbûna eşîrî de hebû û hem jî li ser gelê Kurd zextên netewî û çînî ji aliyê dewleta Tirk ve gelek zêde hebû, bûn sedem ku jin zêdetir tevlî tekoşîna gerîla bibin. Di tevlîbûnan de sedema bingehîn ev bû; hêrs li dijî zext, girtin û qedexeyên ji bo her tiştê aîdî Kurd û Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û hem jî lêgerîna zayendî û netewî ya jinên Kurd bû.

Di wê demê de hem tevlîbûna nava refên gerîla pir zêde pêşket û di heman demê de hem li tevahî herêmên Kurdistanê û hem jî li cihên koçberiyê “?” wekî Ewropa, xebatên siyasî û tevlîbûna çalakiyan gelek zêde bû. Yekemîn ezmûna rêxistinbûyîna jinê ji ber zihniyeta tuneker û qedexe ya dewlete tirk, li Kurdistanê çênebûye. Li bajarê Hannover a Almanyayê di sala 1987’an de bi navê YJWK (Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistan) hatiye pêşxistin. Armanca vê rêxistiniya destpêkê tekoşîna azadiyê û rêxistiniya xweser a jinên Kurd ên koçber bû.

Artêşbûna Xweser a Jinê

Bi salên 1990’î re tevlîbûna bihezaran jinan a nava refên gerîla hiştiye ku ji aliyê hejmar û naverokê ve jî gerîlla zêde bibe. Ji ber vê pêşketinê li Kurdistanê ji bo jinên Kurd bi taybet di nava gerîla de rêxistinbûyîneke nû pêwîst hatiye dîtin. Li ser vê yekê di sala 1993’an de li nav hêzên gerîla yekemîn yekîneyên jin ên xweser hatin avakirin û bi vî awayî jinê dest bi artêşbûnê kir. Di merheleya yekemîn a artêşbûnê de şêwegirtina klasîk, bandora civaka feodal bûn sedem ku jin bi baweriya xwe di rêxistinbûyîn û tekoşîn meşandinê de zehmetî bikşîne.

Lê belê di kesayeta jinên Kurd de bawerî, lêgerîn, hêza cewherî û baweriya ku bi rêxistinbûyîna xweser ava bûye, di heman demê de di qadên birdozî, leşkerî, siyasî û civakî de ji bo rêxistinbûyîna xweser pêşketin çêkiriye. Li gelek qadên tekoşînê ku aîdî zilam tê dîtin, meşa serkeftî ya jinên Kurd ji bo jinan bûye baweriya mezin a bi xwe. Ev yek di zihniyet, jiyan û sazîbûna civakî ya zilam û bi vî awayî civaka Kurd de ji bo azadbûn û demokratîkbûnê, wekî şoreşek di nava şoreşê de, gelek guhertin û veguhertin çêkiriye. Her wiha guhertinek girîng di nêzîkatî û zihniyeta serdest û klasîk a zilam de ji bo jinan pêşketiye.

Girêdayî artêşbûna jinê, xebatên siyasî û civakî yên ku jinên gerîla di nava civakê de meşandine hiştiye ku jinên Kurd li bajar û gundan jî xwe bi rêxistin bikin. Di encama vê pêşketinê de biryar hatiye girtin ku rêxistineke berfireh a ku artêşbûna jinê û xebatên siyasî û civakî jî di nav xwe de dihewîne were avakirin. Li ser vî esasî di sala 1995’an de li 1. Kongreya Azadiya Jin a Kurdistan bi navê YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) rêxistinbûyînên yekîneyan çêbûne. Rêxistina YAJK li ser ezmûnên ku di artêşbûna jin de çêbûne hatiye pêşxistin. Ev pêvajo ji bo hêz û rêxistin li şûna ku jin bibe berdesta zilam an bişibe wî, ji bo ku bi vîna xwe li polîtîka û civakê mêze bike, gihiştiye merhaleyeke girîng.

Bi rêxistina YAJKê re, ji bo jinên Kurd asta ku gihiştiye bi jinên din re par ve bike, li qada navnetewî bi rêxistinên jinan ên ku ji bo azadiya jinê tekoşînê bimeşîne, li tifaq û hevgirtinê geriyan. Li ser vî esasî di sala 1995’an de YAJK li Pekînê tevlî konferans û xebatên Yekîtiya Netewî (?navneteweyî nîne gelo?) bûye.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê

Di sala 1997’an de Rêber Abdullah Ocalan ji bo ezmûn û têgihiştina ku çêbûye zêdetir pêşbixe, “Teoriya Qutbûnê” xist rojevê. Bi vê jinê ji pergela zilamê serdest û kesayeta jina kole, qut bibe. Teoriya Qutbûnê; tê wê wateyê ku jinê bi awayekî zihnî, rihî û çandî ji pergala serdest a zilam qut bibe. Bi vê teoriyê di naskirina vê pergala serdest a zilam û têkoşîna li dijî wê de serwextî, wêrekî û helwest hatiye qezenckirin. Jin li hemû qadan ku dûr hatiye xistin, bi nasnameya xwe cihê xwe girtiye, di rêxistinbûyînê de ezmûn qezenc kiriye û di mijarên xwebirêvebirinê de zêdetir serwer bûye. Her wiha bi teoriya qutbûnê, ji bo zilam jî bi armanca xweguherandin û azadiya wî, xebatên wekî bi navê “Projeya Veguherandina Zilam” jî hatine pêşxistin.

Di 8ê Adarê 1998’an de bi Birdoziya Rizgariya Jinê, bi pêşengtiya jinan rêgezên bingehîn ên şoreşa civakî hatine diyar kirin. Rêgezên bingehîn ên Birdoziya Rizgariya Jinê wiha ne ; welatparêzî, bi vîn û fikra azad tevlîbûna jiyanê, rêxistinbûyîn, tekoşerî û estetîk. Ji bo ku Birdoziya Rizgariya Jinê pratîk bibe, di 8ê Adara 1999’an de Partiya Jinên Karkerên Kurdistan (PJKK) hatiye avakirin û bi vî awayî partîbûna jinê çêbûye. Yekemîn partîbûna jinê di lêpirsina pergala şaristaniya serdest a zilam û hemû şêwe û pratîkên wî de awirekî girîng e, hatiye bi dest xistin.

Partîbûna jinê girêdayî pêşketina tekoşînê li gorî asta têgihiştinê wekî şêwe û naverok bi guhertinên cur be cur pêşketina xwe dewam kiriye. PJKK paşê navê xwe guhert û armanca wê ew bû hê zêdetir perspektîfa xwe ya tekoşînê berfireh bike. Girêdayî vê yekê, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di sala 2000’an de wekî PJA (Partiya Jinên Azad) xwe bi rêxistin kir. Û bi vê rêxistinê berpirsiyartiya cihanî girt ser milên xwe û hewl da ku ezmûnên jinên Kurd bi jinên gelên din re parve bike. PJA ji bo ku bi jinên cihanê re bibe hevpar, Hevpeymana Civakî ya Jinan amade kir û li çalakî, xebat û komcivînên ku di salên 2000’î de tevlî bûye, pêşkeşî jinan kir. Her wiha tevlî nîqaşên Hevpeymana Civakî ya Jinên Cihanê bû. PJA bi tevgerên jinên şoreşger, bi rêxistinên jinan ên ku ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê re her tim di nav têkiliyê de bû.

Di sala 2004’an de bi PAJK’ê (Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê) rêxistinbûyîna partiya jinê zêdetir berfireh bû. Bi vî awayî bû partiya hemû hêzên jin ên ku li nav Tevgera Azadiya Kurd di beşên cuda cuda yên rêxistinbûyînê de cihê xwe digrin. Ji ber ku tekoşîn pir mezin bû û rêxistinbûyîn zêdetir berfireh bû, pêwîstî hat dîtin ku li cihê Ronesansê jinê çêdibe, li Kurdistanê rêxistiniyeke konfederal a jinê were avakirin. Di Nîsana sala 2005’an de hem li 4 perçe Kurdistanê û hem jî rêxistinbûyîna jinên li derveyî welat di nav xwe de dihewîne, rêxistineke bi navê KJB (Komalên Jinên Bilind) hat avakirin û bi vî awayî damezrandina rêxistinbûyîna jinan wekî sîstem çêbû.

Jinên Kurd êdî bi tekoşîneke azadî ya bêhempa, dest bi xwenaskirinê kir û dîsa vegeriya cewherê xwe. Ev yek bû sedem ku êdî li nav civakê bibe hêza pêşeng a veguherandina civakî û li Kurdistanê şoreşa civakî heta asteke girîng pêşbixe. Jinên Kurd bi rêxistiniya KJBê û her wiha bi qezencên birdozî, teorîk, polîtîk û stratejîk, bû xwedî kesayeteke zêdetir wêrek û hamleker.

Bêrîvan (Binewş Egal) di serhildanên gel de pêşengtî kir û li dijî êrîşên polîs û leşkerên dewleta Tirk, bi wêrekî li ber xwe da û bi vî awayî riya lêgerîna azadiyê li hezaran jinan vekir. Ji bo şerê gerîla, artêşbûn û fermandariya jinan, hevalên wekî Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlan (Zeynep Kınacı), Şîlan (Meysa Bakî), Viyan (Leyla Muhammed), Ronahî (Şîrîn Elemholî), bi hezaran jinên pêşeng bi tekoşîn û berxwedana xwe bi qasî Tevgera Jinên Kurdistanê, ji bo tekoşîna azadi ya jinên cihanê jî rêûresmeke tekoşînê ya bi heybet afirandine. Di dîroka tekoşîna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de bi rêxistinên YJWK, YAJK, PJKK, PJA, PAJK û herî dawî bi ezmûna KJBê li Kurdistanê dîroka xirab a jinên Kurd bi şoreşa zihnî, civakî û çandî bi paş ve ket û bi vî awayî azadiya civakê mîsoger bû. Demokratîkbûna civaka Kurd, bi vî awayî kesayeta azad-civaka azad heta astekê hat bidestxistin. Bi vê yekê, di tekoşîna xwegihandina civaka azad de gavên gelekî girîn hatin avêtin.

KJB wekî rêxistineke, di 20ê Nîsanê 2005’an de hat damezrandin û bi hemû pêkhateyên xwe ji roja avabûnê heta îro di Tevgera Azadiya Jinê de rêxistiniyeke pêşeng di asta rêveberîde çêkir. Her wiha li hemû parçe û li derveyî welat, rêxistinbûyîneke gelekî girîng a jinan bi xwe re derxist holê.

Lê belê KJB ji bo rêxistinkirin û bi awayekî civakî di meşandina potansiyela daneheva Jinê ya komkirî de kêm mabû. Her wiha ev model nedikarî xwe di asta birdozî, rêxistinî û parastinê de bipergal bike, ji ber vê yekê Tevgera Jinên Kurd, pergala rêxistinbûyînê di sala 2014’an de wekî Komalên Jinên Kurdistan (KJK) diyar kir.

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di van salan de bi nav û şêweyên cur bi cur xwe birêxistin kir û niha bi nasnameya KJKê tekoşîna xwe dide meşandin.

Armanca KJKê ew e; li ser bingehê civakî di çarçoveya paradîgmaya Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinê de rêxistinkirina pergala konfederal a jinan û bi pêşengtiya jinan konfederalîzma demokratîk e. Ji bo vê bi zihniyet û sazîbûnên zayendî re tekoşîn dike. Her wiha li dijî pergala civakî ya dewleta baviksalar şer dike û pêşxistina nasnameya azad a jinan li hemû qadên jiyanê dike armanc. Ji bo vê jî wekî rêxistinbûyîna konfederal a jinan di pêşengtiya jinan de bi armanca pêşxistina demokrasiya civakî, tekoşîna xwe li qadên birdozî, siyasî, civakî û parastina xwe dewam dike, mezintir dike û rêxistinbûyînên pêwîst ava dike. Li nav hemû pêkhateyên xwe, li gorî koordînasyona xebat û rolan, xebatên xwe dide meşandin.

KJK wekî komalên bêdewlet, ji bo jinan modela rêxistinbûyina pergala demokratîk û konfederal esas digre. Bi rêxistinbûyîna konfederal, ji herêman heta asta cihanî, ji jêr het jor bi modelên rêxistinbûyînên xweser û serbixwe, dike armanc ku rêxistinbûyîna jinê di ser baweriyan, nasnameyan û çandên cuda re pêş dike û azad dike. Li hemberî sazî û têgehên dewlet û yên ku ev jiyan li ser van esasan tahakkum û mêtîngerî çêdike, KJK li ser esasê civaka azad û jina azad, di nava hewldana pêşxistina sazî û têgehan de ye. Tu sazî bê têgeh çênabe. Ji ber vê jî bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê, xebatên înşaya civakî zêdetir kûr kiriye. Xebatên înşaya civakî redkirina afirandin û daneheven civakê nîne. Her wiha armanca wê ew e ku dûrketîn û xerîbketina ji nirxên civakî ji holê rake. Cewherê civaka exlaqî-polîtîk ji nû ve derxe holê û ji bo pêşxistina wê xebat bide meşandin.