Modela Rêxistinkirinê ya KJK

Di bingeha KJK’ê de wekî şêwe birêxistinkirin, li ser esasê konfederalîzma demokratîk e. Her wiha pergala demokratîk û konfederal jî li ser diyardeyên wekî xwebirêxistinkirin, vîna cewherî û xwebirêvebirinê ji herêman destpê dike û bi vî awayî birêxistin dike. Ev rêxistinkirin ji komûnan, meclîsan, akademiyan û kooperatîfan pêk tê.

Lê belê pêwîstiyên jinan û civakan dema ji bo qeyran û pirsgirêkan çareseriyê dixwaze, wê demê modelên rêxistinkirinê curbicur jî tên pêşxistin. Dema Rojhilata Navîn, Kurdistan û qadên derveyî welat li berçav tên girtin, li gorî taybetmendî û pêwîstiyên xweser ên her qadê modelên rêxistinkirinê serbest fikir û bikêrhatî tên pêşxistin.

KJK li gorî vê çarçoveyê; rêxistinbûyîna xwe beşên wekî siyasî, civakî, çandî, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, dîplomasî, çapemenî, hiquq, rêveberiyên herêmî û xweparastinê li ser bingehê komîteyan ava dike. Ev rêxistinbûyîn wekî rehendan tên pêşxistin û ji bo jinan li hemû qadên jiyanê, ji bo çareseriya pirsgirêkan çareserî pêşdixin.

KJK, li her deverê, xebatên xwe li ser bingeha nûnertiya wekhev wekî hevberdevk, hevkoordîne, hevserokatî, hevfermandarî dide meşandin.

Di pergala KJKê de hemû rêxistinên heyî, di nav xwe de li gorî pîvanên demokratîk karên xwe birêve dibin. Armanca wê ev e ku civak demokratîk bibe û ji bo vê jî divê siyaset demokratîk bibe û her wiha ji bo ku dewlet demokratîk bibe pêwîst e civak demokratîk bibe. KJK ji bo ku jinan wekî vîna polîtîk tevlî qada siyaseta demokratîk bike, mekanîzmayan ava dike. Li ser bingehê rêxistinbûyîna hevpar a jinan, hêza çalakî ya demokratîk dixe tevgerê. Li hember hemû cure êrîşên li ser hebûna jinan û civakîbûnê, xweparastina xwe bicih tîne.

Ji bo van armancan, KJK wekî modelên rêxistinbûyînê bingehên komûnan, meclîsan, akademiyan û kooperatîfan pêşdixe:

1. KOMUN

Komun, şaneya pergala konfederal a jin e. Ji bo hêza komunal a jin belavî civak bibe û bê parvekirin, yekîneya herî guncaw e. Di pergala KJKê de, kesek bê komûn nikare bimîne yan jiyan bike. Her kesek divê herî kêm li komûnekî cihê xwe bigre. Lê belê her kesek dikare li gorî ferq û cûdahiyên xwe bi tarzekî guncaw li komûnên cuda cuda de jiyana civakî bidomîne. Her kes li gorî behremendiyên xwe, ked û taybetmendiyan di nava civata komûnal de fêrî jiyankirinê dibe. Komûn ji bo pergala konfederal a jinan, diyardeya bingehîn e û ji bo hebûna exlaqî û polîtîk, yekîneya civatê ya herî kevn e.

2. MECLÎS

Di pergala konfederal a jin de yek ji rêxistinkirinên bingehîn meclîsa jin e. Di meclîsan de jin bi çanda demokratîk dikarin xwe perwerde bikin, birêxistin bikin û bibin hêz. Di mekanîzmaya hindirîn de wê ezmûna demokrasiyê qezenc bikin. Rasterast girêdayî rêgeza demokrasiyê, divê meclîsên jinan ji %60 ji gel û %40 jî ji nûnerên hilbijartî yên saziyên rêxistinbûyî pêk were. Meclîsên jinan li ser bingehê rehendan, dibin komîte û xwe birêxistin dikin. Her wiha meclîsên jinan li parzemînê ku birêxistinkirî ne, nasname û rêxistinên curbicur ên jinan di nav xwe de bi şêweyekî berfireh dihewîne.

3. AKADEMÎ

Akademî sazîbûnên entelektuel ên şoreşa jinan e. Erkên wan çanda nîqaşa demokratîk û fêrbûyînên perwerdeyê dayîna qezenckirinê ye. Ji bo heqîqeta civakî-dîrokî û xwezaya jin derxe holê û pêşbixe, xebatan dide meşandin. Akademî, çanda jin-dayika biheybet ê ku bi hezaran sal berê hat tunekirin, jinûve zindî dike. Ji dîroka jin û civakên cihanê ezmûn girtin û bi vî awayî di asta herêmî û cihanî de akademî ava kirin, ji bo pergala jinan yek ji armancên bingehîn e.

4. KOOPERATİF

Ji bo rehenda aboriyê bi pratîk bibe, kooperatîf yek ji rêxistinbûyînên bingehîn e ku rolekî girîng dileyize û aboriya komûnal pêşdixe. Destpêkê jin û ciwan, hemû beşên civakî di nav vê rêxistinbûyînê de bi awayekî aktîf cihê xwe digre. Kooperatîf li gorî pêwîstiyan di hemû rehendên jiyana civakî û çandî de dikarin bên pêşxistin. KJKê, keda gel wekî hêza herî mezin qebûl dike. Lewra jî ji ber bêkarî, qirqirina aborî, mêtîngeriya keda jin û dayikan, karkerên bê berdel yanî jinên malê û ji bo ku trajediyên ku jinên karker ên demsalî û bêwesf ji holê rabin, KJK ê kooperatîfan pêşdixe.

5. KOMÎTE

Ji bo projeyên ku komîsyonên komûn û meclîsan çêdikin pratîkî bibin, li gorî pêwîstiyan komîte tên ava kirin. Komîte girêdayî meclîsê xebat dikin. Her wiha li gorî pêwîstî wekî yekîne, akademî, kooperatîf, sazî, weqif, tevger, tor û înîsayatîfên cuda xwe bi rêxistin dike. Komîte li qadên wekî siyasî, civakî, aborî, hiquq, çand, çapemenî, têkilî û tifaqên demokratîk, gel û bawerî, xweparastin, rêveberiya herêmî, ekolojî, perwerdeya gel, tenduristiya gel û demografya de xwe birêxistin dike.

  1. Komîteya Civakî
    Rêxistinbûyîna jinan a qada civakî pêşdixe. Ji bo pirsgirêkên qada civaka sivîl (wekî mafên mirovan, aşitî, werzîş, bawerî û gelan, kedkar, zarok, astengdar) çareseriyan pêşdixe û bi armanca pêşxistina hilberîna civakî, projeyan avadike û pêktîne.
  2. Komîteya Siyasî
    Ev komîte di tewereya** jin de ji sazîbûn û pêşxistina siyaseta demokratîk berpirsiyar e. Bi rêxistinên jinan re ji bo çareseriya pirsgirêka jinan, polîtîkayên hevpar diyar dike. Di partiyên siyasî de amûrên siyasî yên jinan çêdike û li nav heyî xebatan dimeşîne. Ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd hewl dide. Di qada nawnetewî de bi jinan re siyaseta demokratîk pêşdixe û torên piştgiriyê ava dike. Bi vî awayî bi nasname, çand û baweriyên cuda re rêxistinbûyînên hevbeş çêdike.
  3. Komîteya Ekolojî
    Xebatên xwe ji bo pêşxistina jiyan û saziyên rêxistinkirî yên ku xwe spartiye zanabûna ekolojiya civakî dide meşandin. Li gorî pêwîstî bisazî dibe. Hevsengî û yekbûna bajar û gundan, bi feraseta ekolojîk pêşdixe. Li hemberî texrîbatên ku ji aliyê Modernîteya Kapîtalîst û endustrîyalîzmê çêbûye, têkoşîn dike. Ji bo parastina dewlemendiyên xwezayî bi pêşxistina zanabûnê xebatên xwe didomîne. Ji bo li nav civakê feraseta ekolojîk pêşbikeve ji jinan, zarokan, ciwanan û hemû beşên civakî re xebatên perwerdehî birêxistin dike.
  4. Komîteya Aborî ya Komûnal
    Zanabûna aboriya komûnal a jin ava dike û ji bo ku keda jinan diyar bibe, xebatên aboriyê birêxistin dike. Bi feraseta ekolojîk, destpêkê têkildarî gund û çandiniyê, xebatên aboriyê pêşdixe û çavkaniyên cewherî hildiberîne. Li hember yekdestiyên ku ji aliyê kapîtalê*sermaye ve bi çavsorî û pêşbirkê hatin çêkirin, ji bo bazarên civakî û plansaziyên aboriya herêmî xebat dide meşandin.
  5. Komîteya Tenduristî
    Ji bo pêşxistina çareseriyên pirsgirêkên tenduristî yên gel û jinan, rêxistinbûyînan ava dike. Bi vê armancê ji bo saziyên tenduristî yên jinan çêbibin, pêşengtî dike û ji yên heyî re piştgirî dide, ew pêş dixe. Li ser tenduristiya dayik-zarok û bijîşkiya parazvan** xebatên xwe dide meşandin. Ji bo ku xizmetkariyên tenduristiya civakî ne bi armanca bidestxistina kâr be û feraseta civakekî tendurist pêşbikeve, xebat dike.
  6. Komîteya Perwerde
    Ji pêşxistina pergala perwerde ya civakê ku xwe dispêre zanabûna netewa demokratîk û birdoziya rizgariya jin, berpirsiyar e. Xebatên xwe destpêkê ji bo Kurdî û her wiha hemû zimanên zikmakî zindî bimînin û wekî zimanê xwendin û nivîsandinê bên fêrkirin birêxistin dike.
  7. Komîteya Çapemeniyê
    Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin de amûr û fealîyetên çapemenî-ragihandinê pêşdixe. Ji bo xebatên çapemenî-ragihandin ê jinan, perspektîfên birdozî û siyasî dide. Di qada çapemenî-ragihandinê de hevparbûn û piştgiriya jinan pêşdixe. Di ragihandinê de li dijî şîlokirina mafê girtina nûçeyên objektîf û azad ku ji aliyê desthilatdariyên xwedî feraseta netewperwer û zayendperest ve tên kirin, tekoşîn dide meşandin.
  8. Komîteya Çand û Huner
    Li hember hemû qirqirinên çandî yên ji aliyê sazîyên zayendperest û desthilatdar ve tên kirin, tekoşîn dike. Xebatên xwe ji bo ku nirxên çandî û demokratîk a civak û jinan jinûve zindî bibe, di roja me ya îro de diyar bibe û mayînde bibe, dide meşandin, ji bo vê rêxistinbûyînên çêdike. Di qada etîk-estetîk de li ser pêşxistina ronîbûn û zanabûna jinan, xebatên çand û huner birêxistin dike.
  9. Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk
    Ji bo ku konfederalîzma jinan pêşbikeve, xebatên dîplomasiya jin birêxistin dike. Bi spartina hêza civakê, dîplomasî jî li ser bingeha berjewendî û pêwîstiyên civatan û civakê tê pêşxistin. Ji sosyalîzma demokratîk re bi xeta azadiya jin pêşengtî dike û bi vî awayî bi kesayet û rêxistinên antî-kapîtalîst, antî-faşîst, antî-desthilatdar, antî-endustrîyalîst û xwedî feraseta ekolojîk di nava têkilî û tifaqan de li dijî modernîteya kapîtalîst tekoşîna hevpar pêşdixe. Ji bo ku Jîneolojî (zanista jin) û birdoziya rizgariya jin bibe yê hemû jinên cihanê, xebatên xwe dide meşandin.
  10. Komîteya Dadê-Hiquqê
    Di bingeha civaka exlaqî-polîtîk de, ji bo pêşxistina rêxistinbûyîn, ronîbûn û zanabûna civakî yê ku pêwîstiya hiquqê ye, berpirsiyar e. Têkildarî xebatên xwe bi saziyên civaka sivîl li dijî şêlandinê mafên jinan tekoşîna hevpar dide meşandin û ji sazîbûnên demokratîk ên heyî re piştgirî dide. Li sînorên netewî û navnetewî, di çarçoveya hiquqekî dualî de ji bo ku mafên zagonî yên jinan bên dabînkirin, xebat dike.
  11. Komîteya Rêveberiyên Xwecihî
    Ji bo pêşxistina rêveberiyên xwecihî, demokratîk û komûnal ên ku xwe spartine azadiya jinan, aborî û ekolojiyê xebatan dide meşandin. Her wiha bona pêşxistina rêxistinbûyîn û zanabûna xwerêveberiyên demokratîk, pêşengtî dike. Ji bo ku şaredarîvanî ji sazîbûn û feraseta desthilatdar û dewletperest rizgar bibe û veguhere saziya xwerêveberiya civakê, tekoşîn dike. Hewl dide ku têkildarî hemû xebatan de civak bibe xwedî gotin û xebatên xwe bi hêza xwe ya cewherî bide meşandin. Li hemû şaredariyên xwecihî û navnetewî de, bi rêxistinên jinan re di nava piştgiriyê de ye. Li şaredariyan, pergala nûnertiya wekhev û hevserokatiyê pêş dixe.
  12. Komîteya Parastina Cewherî
    Ev komîte li hember hemû êrîşên ku li dijî hebûna civak û jinan ji aliyê pergala desthilatdar ê dewletî ve tên kirin, parastina cewheriyê pêş dixe. Zanabûna parastina cewheriyê pêş dixe, li hemû qadên ku bêhiquqî, bêwekhevî, zext û destdirêjî di asta qirqirina jinan de tên meşandin, sazîbûn û derfetên parastina jinan birêxistin dike. Li herêman ji komûnan destpê dike û li hemû meclîsan de komîteyên xwe çêdike. Li gorî pêwîstî, van komîteyan yekîneyên parastina cewherî birêxistin dikin.