Pergal û Sazîbûna KJKê

KJK rêxistinbûna konfederal a demokratîk a jinan e

Li ser erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn a çand û baweriyên cihêreng di nav de cihê xwe digirin, çavkaniyên rojane û dîrokî yên konfederalîzma civakî ya demokratîk, pir zêde hene. Demên berê, yên li vê erdnîgariyê dijîn, têkiliyên wan bi hev re li ser esasê xwezayî yê federasyon û konfederasyonê bûn. Ji ber vê sedemê, pirsgirêkên civakî, ti serdaman bi qasî serdema 20. giran nehatiye jiyîn. Ti carî, bi qasî pêvajoya modernîteya kapîtalîst, jin bi tinebûnê re rû bi rû nemaye. Bi kûrbûna feraseta rêveberiya navendî ya netew-dewletê û netewperestiyê, pirsgirêk girantir bûne. Gelan jî, êşa rêveberî û siyasetên bi vî rengî pir zêde kişandine. Lewma, konfederalîzma demokratîk, ji bo Rojhilata Navîn, rêya herî tesîrdar e.

KJK, nêrîna asta azadiya civakê, bi asta azadiya jinê re girêdayî ye, diparêze.

Ya ku mayîndebûna demokratîkbûnê pêk tîne û mîsoger dike, azadiya jinê ye. Yek ji xalên bingehîn ên lawaz ên pergala heyî, bîrdoziyên mêrê desthilatdar ê jinê wek amûr dibîne û feraseta zayendperestiya civakî ava dike ye. Heta ku li dijî exlaq û çanda bîrdoziyên mêrê desthilatdar, têkoşîn neyê meşandin, mirov nikare behsa demokratîkbûneke rast û avakirina jiyaneke sosyalist û azad bike. Lewma, nêzîkatiya şoreşî ya li ser bingeha azadiya zayendê, di hîmê veguhertina civakî de bi cihkirin, girîng e. Xaka Mezopotamyayê ya jiyana xwezayî û komînal li ser mezin bûyî, xwedî wê hêza veşarî/potansiyele ye ku bikaribe ji Ronesansa Jinê re pêşengtiyê bike. Wesfa demokrasiyeke ekolojiyê wek bingeh bingeh nagire û jiholêrakirina desthilatdariya mirov a li ser xwezayê ji xwe re neke hedef, wê lawaz bimîne û nebe vebijarka rast a civakê. Tevî şaristaniya çînî ya 5000 sal, di çavkaniya paşveçûna mirovan de, nêrîna ku însanan wek navend dibine û hiyerarşîk a zextê li ser xwezayê dike, xwe wek parçeyekî xwezayê û pêkhateyeke wê ya wekhev û azad dîtinê dûr dikeve, heye. Ji bo derbaskirina vê, ji nû ve vegera têgihîştina xwezaya berhemdar û zindî û şoreşeke ekolojîk a veguhertina têgihîştina hiyerarşîk a ji desthilatdariya mirovan a li ser mirovan destpê dike û bi desthilatdariya li ser xwezayê encam dibe, divê. Ji pergalên din cûda, pergala KJKê tevî veguhertina ku xwe dispêre şoreşa zayendê û ekolojîk, avakirina demokrasiyeke kûr û radîkal dike armanc.

Bername

KJK, tevî stratejiya têkoşîna nû, giraniya xwe dide qada civakî û qîmeteke stratejîk dide avakirina pergala demokratîk a rast a jin û gelan. Azadkirina qada civakî û bi vê rêyê, firehbûna qada jiyana demokratîk a gel bingeh girtin, pêşxistina feraseta siyaseteke ku ji bo hemberî vê qada jiyanê bi berpirsiyarî tevbigere dewletê dehf dide, pîvaneke bernameyî ya bingehîn e. Li şûna ferzkirina veguhertina di jorde ya li ser civakê ya bi rêya destxistina desthilatdariyê pêş dikeve an jî li ser avaniya civaka baviksalarî-dewletperest a ji tekela dewletê derxistî desthilatdariya xwe bilindkirin -ku ev hem li derveyî pênaseya demokrasiyê hem jî derveyî zagona hebûna civakê ye- bi rêxistinbûnên civakî, derxistina holê ya vîna civakê, kirdebûna wan bi destxistin, yek ji pîvanên bingehîn ên mîsyona ku KJKê di siyaseta nû de ji bo xwe wek pêşengtî destnîşan kirî ye.

Ne Destûrname, Peyman

Di nava pergala KJKê de , ji qada civakî bigire heta qada parastina rewa, şixulîna di navebera rêxistinên xwedî erkên cûda ên xwe digihînin baweşîneke berfireh de, bi peymanê pêk tê. Lê her rêxistinên pêkhate, di nava xwe de jî, li gorî erka xwe, xwedî şixulîna destûrî ne. Rêxistinbûnên li qada bîrdozî û rêxistinên qadên civakî û siyasî ji hev cûda ne. Tevahiya rêxistinan, di nava peymana KJKê de nasnameyên xwe yên hiqûqî diparêzin û bi vî rengî berpirsiyariyên xwe yên li hemberî rêxistinên navendî, bi cih tînîn. Bi şixulîna xwe ya wek rêxistinbûna konfederal hatiye avakirin, di mijarên tevgera jinan bi tevahî eleqeder dike de, vîna hevpar û biryardarî pêwist e. Peymana KJKê, hiqûqa nava rêxistinan û hîmên şixulîna ku rêxistin xwe dispêrin pênase dike. Konseya Rêveber a KJKê ya ji nûnêrên her pêkhateyî pêk tên; di mijarên Tevgera Jinên Azad bi tevahî eleqeder dikin de, xwedî vîn û biryarê ye. Bi vê peymanê, di heman deme de pêşxistina rêxistinkirina ji jêr ve ya li qada civakî û ji bo rêxistinan jî demokrasiya yekser, dike armanc.

Tifaq

Li cihanê û Rojhilata Navîn, ceribandinên rêxistinkirinên jinan ên gerdûnî yên bi armanca ronîkirina rastiya jinê û pêkanîna azadiya civakî, pêş ketine, bûye çavkaniya bingehîn a jinên Kurd xwe pê xwedî dikin. Ev ceribandin li rastiya Kurd anîn, ji ber karekterê vê diyardeyê, pêwistî bi hewldanên taybet çêbûye . Jina azad; pênaseya jina gerdûnîbûna xwe derxistiye zanebûnê, ew di dengeya hêza demokratîk de daye rûniştandin, azadî û wekheviyê di têkiliyên xwe yên civakî de dide meşandin pênase dike.

  • Li ser vê bingehê, KJK xwe wek parçeyek ji tevgera jinên cîhanê, pênase dike. Pêşxistina yekitiya hêza demokratîk ji xwe re bingeh digire. Li gorî vê; KJK, di çarçoveya bîrdoziya azadiya jinê, ekolojîk, demokratîk de, ji bo avakirina pergaleke xwe dispêre jinê, hatina cem hev a bi kes û rêxistinên jinan û têkoşîna wan a hevpar bingeh digire. Ji bo bihurandina pirsgirêkên jin dijîn , pêşxistina parvekirinên maddî û manewî , piştgiriya beramber, hedef dike.
  • KJK, ji bo pêşxistina eniya gerdûnî ya demokratîk a li tevahiya cîhanê, tevî rêxistinên jinan yekitiya çalakiyan pêş dixîne. Bi têkiliyên stratejîk ên danî, pêşxistina sazîbûnên hevpar dike armanc.
  • Di vê çarçoveyê de, tevî avaniyên demokratîk, ekolojîk, sosyolojik û anarşist, rêxistinên civaka sivîl û tevgerên kedkar, di asta herêmî û navnetewî de ji bo pêşxistina platformên jinan, xebatan dide meşandin.
  • KJK, bi tevgera jinên femînîst ên cîhanê re, hevpar kar dide meşandin û li ser vî hîmî, pêşxistina yekitiya hêzê ya demokratîk, bingeh digire.

Modela Rêxistinî ya KJKê

Modela rêxistinê; tevî rêxistinbûna îdeolojîk, rêxistinbûnên girseyî û stratejiya veguhertina demokratîk, ji rêxistinbûnên qadên parastinê yên rewa pêk tên.

Di qada bîrdoziyê de PAJK ( Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê- Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê) li qadên parastina rewa jî YJA Star û rêxistinên jinên ciwan digire nava xwe.

Avaniya wê ya Rêxistinî û Şixulîna wê

Komcivîna Azadiya Jinê

KJKê, berpirsiyariya biryarên Komcivîna Azadiya Jinê dayî û pêkanîna projeyên hatine sazkirin, girtiye ser xwe, wek organîzasyoneke ji rêxistin û takekesan pêk tê, tevdigere. Dezgeha biryarê ya herî bilind a KJKê Komcivîna Azadiya Jinan e. Komcivîn salê carekê tê çêkirin. Bi tevlêbûna ji sisêyan duduyên delegeyên li gorî rêjeya nûnerên rêxistinên pêkhate, bi hilbijartinê tên destnîşankirin, komcivîna KJKê kom dibe.

Konseya Desteya Rêveber

Dezgeha rêvebirin û koordînekirinê ya di komcivînê de hatiye destnîşankirin û di navbera du komcivînan de xeta îdeolojîk-polîtîk pêk tîne ye. Konseya Rêveber a KJKê, ji nûnerên hilbijartî yên pêkhateyan pêk tê. Konseya Rêveberiyê ya 50 kesî, di nava xwe de li gorî pêwistiyê koordinasyona xwe ya 5 an jî 7 kesan pêk tê hildibijêre. Konseya Rêveberiyê ya KJKê, tevî nêrîn û pêşniyarên rêxistinên endam, derbarê polîtîkayên giştî de, giştîname û perspektîfan pêşkêş dike.

Rêxistinên Pêkhate yên KJKê

KJK, rêxistina demokratîk a şoreşger a bîrdoziya azadiyê ya li dijî zîhniyeta hiyerarşîk-dewletperest û her cûre tesîrên wê têkoşîna paqijbûnê dide, veguhertina zîhnî dike navenda têkoşîne, ji bo bîrdoziya rizgariya jinê bigihêje civakê, ji bo civak bi rêya xwerêxistinkirinên jinan demokratîk bibin, mîsyon digire.

Li dora armanceke hevpar hatina cem hev a jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn, pevgihandina hişmendî, dil, hêz û çalakiya wan, bi qasî ku rêxistineke herêmî ye ewqasî jî rêxistina têkoşîneke gerdûnî ye.

KJK, ji avakirin û pêşxistina siyaseta yekitiya demokratîk a netewî a li ser hîmê rêxistinbûna konfederal a demokratîk a jinan hatî avakirin, xwe berpirsiyar dibîne.

KJK, li dijî modelên rêxistinên statukoperest û tîkane, burokratîk, xwe digirin navendê û hiyerarşîk, modela rêxistinî ya berwarî û nerm a xwe dispêre kedê û berpirsiyariya beramber, dewletê navend nagire, bingeh digire.

Li ser hîmê hişmendiya azadiya jinê, ji qadên jiyanî yên herî biçûk bigire, (ji gund bigire heta, tax, belde, bajarok, navçe, bajar û eyalet) ji bo jin xwerêxistinkirina xwe pêk bînin, bigihêjin xwerêveberiyê, divê li gorî avakirina meclîs, ocax, komîn û hwd. xwe rêxistinkirinê bike hedefa xwe.

Ji rêxistinbunên herêmî yên herî biçûk bigire, heta astên meclîsan ên herî berfireh, wek koordînaasyonên kar û rol dixebite, hevkarî, piştgirî û bi koordîne karkirinê esas digire. Ji pêwistiyên rojane yên herî biçûk bigire, heta daxwazên siyasî yên jinan, dixwaze xwe bigihîne asta rêxistiniya ku ji tevahiya pirsgirêkan re bibe bersiv.

Li dijî hemwelatiya dewletê ya pergalê, ji bo hemwelatiya wekhev-azad, demokratîk bikaribe xwe bispêre vîna takekes û civakê û ava bibe, herwiha hişmendiya hemwelatiya azad pêş bixîne, xebatê bingeh digire.

KJK, ji bo demokratîkbûna qada civakî ya di diyarkeriya aborî û siyasete ya asta jor asê mayî de, rola pêşengtiyê lîstin, siyaset wek hunereke çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê digire dest û afirandina têkoşîna civakî û siyasî ya demokratîk a jinan a xwe dispêre siyaseta gel, bingeh digire. Di nêrîna aborî de, ji bo hilberîna li ser metayê hatî avakirin were bihurandin, ji bo binesaziya aborî ya li ser parvekirinê û li gorî nirxê bikaranînê pêş bikeve, dixebite. Li ser vê bingehê, ji bo pêkanîna avaniya komînal-demokratîk, ji bo pêşxistina hişmendiya civakî û piştgiriya civakî, kar dike. Li gorî pêwistiyên civak û jinan, rêxistinên wek komîn, kooperatîf pêş dixe û koordîne dike. Ji bo tenduristiya gel jî, ji bo jiholêrakirina pirsgirêkên tenduristiyê yên civak û jin pêre rû bi rû dimînin, projeyan amade dike û sazîbûnên pêwist ava dike.

Li dijî qirkirina jinan a li ser feraseta namûsa klasik a di nava civakê de, di asta tabûyan de pîroz hatiye dîtin da ku kesek destê xwe nedê û bi jiyana jinê bûye mal a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê têdikoşe.

Ji aliyê din ve, li dijî zextên wek destdirêjî, sunneta jinan, recm, dardekirin, pirjinî, xwekuştinên jinan hwd. ku versiyonên cûrbecûr ên qetlîamên jinan ên fizîkî an jî avanî, bi proje û kampanyayên demî, ronîkirina civakî pêk tîne û pêşxistina rêbazên têkoşînê yên radîkal dike armanc.

Li dijî qirkirina çandî û civakî ya ku dewletên dagirker, bi zîhniyeta bişaftinê li ser kevneşopî, çand û zimanê Kurdî ferz dikin, têdikoşe. Di vê çarçoveyê de, ji bo zimanê Kurdî, wek zimanê perwerdehî-hînbûnê were qebûlkirin, ji bo têkoşîna li hemberî otoasîmîlasyonê xebat dike. Li gel vê, ji bo çanda Kurdî li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat were parastin û hebûna xwe berdewam bike, xebatan dike.

Di şixulîna KJKê de, pîvana tevlêbûna demokratîk û vekirîbûn, bingeh tê girtin. Li tevahiya qadên xebatan, demokrasiya rasterast, li cihên derfeta vê tinene jî, demokrasiya temsîlî pêk tê. Di tevahiya rêxistinên KJKê de, rêveberî bi hilbijartinê tên ser kar û bi hilbijartinê ji kar tên dûrxistin. Di pêkanîna biryaran de, reseniya hindikahiyan li ber çavan digire.

Pêşniyarnameyên endamên KJKê, der barê dezgehên rêxistinên xwe û berpirsiyarên wan de didin, pêşkêşî komcivînê tê kirin.

Rêxistinên pêkhateyên KJKê ne, bi hev re xebatên koordîne bingeh digirin û ji pêşketina hev, berpirsiyar in. Tevahiya rêxistinên endam, li gorî derfet, şert û mercan, komcivîn û konferansan çêdikin, nûnerên xwe yên di Konseya Rêveber a KJKê de cih bigirin destnîşan dikin û bi vî rengî tev li komcivînê dibin. Heke şert û merc ne guncav jî be, pêkhate pêşniyarên avaniya xwe digire û endamên xwe yên rêveberiyê destnîşan dike.

PAJK (Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê)

PAJK ku partiya îdeolojîk û rêxistinî ya pêşeng a serkan a KJKê ye, ji jiyanîkirina bîrdoziya rizgariya jinê ya li her qadê û pêşxistina kadroyên wê berpirsiyar e. Ji ber vê yekê endamên PAJKê, di nava tevahiya pêkhateyên KJKê de, wek kadroyên pêşeng cih digirin. PAJK, bi perwerderyên xwe yên daîmî û xebatên xwe yên îdeolojîk, felsefîk, teorik, akademîk, çandî, hunerî, di kesatiya jinê de lêhûrbûn û nêzîkatiyên azadîxwaz kûr dike. Bi vî rengî, PAJK di çarçoveya berpirsiyariya amadekirina kadroyên bingehîn û amadekirina wan a ji bo xebatan a KJKê de, erka xwe ya rêxistina serkan, dike pratîkê.

Bi xebatên dike û mîsyona ku berpirsiyariya wê girtiye, hêza pêşeng a îdeolojîk a tevgera Jinên Kurd e. PAJK, ji berfirehkirina bîrdoziya Rizgariya Jinan û li ser vê bingehê, ji pêşxistina kadroyan berpirsiyar e. KJK, ji bo xebatên xwe yên perwerdeyî, di asta bîrdoziyê de pêş bixîne û bigihîne asta akademîk, di serî de lêkolîn-vekolan, wêje, xebatên hilberîna îdeolojîk pêş dixîne.

Bîrdoziya azadiya jinê, di nava civakê de belav dike û bi vî rengî, li ser bingeha azadkirina zayendparastina civakî, gihiştina civaka demokratîk ji xwe re dike hedef.

PAJK, ji bo bihurandina zayendparastina civakî, ji çapemenî-weşan- medya, çand, huner, wêje, aborî, dîplomasî û heta siyasetê, dixwaze jin li her qadê bi nasnameya xwe ya xweser û azad rêxistin bibe û ji nû ve naverokeke demokratîk tev li xebatên vê qadê bike.

PAJK, bi rêya hêzên pêkhate ya KJKê, pergala perwerdehî ya li tevahiya Kurdistanê dinirxîne û ji bo perwerdehiyeke civakî ya alternatif pêş bixîne, avakirina akademiyên jinan ên cihêreng teşfîq dike. Li dijî karekterê antî-civakî ya nêrîna mêza ku pergala perwerdehî ya hegomon xwe dispêrê, dixwaze bi avakirina akademiyên gel û jinan, zanistê ji elît-di jor de bûnê dûr bixîne.

Di serî de dîrok, li şûna berovajîkirina zîhniyeta civakîbûna antî ya tevahiya zanistên ku bi zîhniyeta nêr hatine avakirin, ji bo mayîndekirina nêrîna jinên azadîxwez, demokratîk, pêşxistina Jineolojiyê ku zanista jinê ye, kiriye armanca xwe ya bingehîn. Tevî Jineolojiyê, tevahiya zanistan dispêre zanista civakî. Bi vê yekê dixwaze takekes, civakan, li hemberî xweza û tevahiya gerdûnê ronî bike da ku xwe berpirsiyar hîs bike.

Qada Parastina Rewa û YJA Star (Yekîneyên Jinên Azad ên STAR)

Xwe ji rêxistinkirin û pêşxistina hişmendiya parastina rewa û xweparastina gele Kurdistanê û jinan berpirsiyar dibîne. YJA Star, artêşbûna jinê ya bi ceribandinên rêxistinî û têkoşîna azadiya jinên Kurd pêşketî ye û lewma mîsyona hêza parastina rewa ya jinên Kurd, hildigire. Li hemberî tevahiya êrîşên muhtemel ên li hemberî jin û gelê Kurd, xwe ji parastinê berpirsiyar dibîne. Li dijî zext û êrîşên li ser jin û gelê Kurdistanê, rêxistinên xwe yên xweparastinê pêş dixîne.

YJA Star a ji kevneşopiya Artêşbûna Jinê ya di sala 1993yan de hat avakirin tê, hêza parastinê ya jinên li Kurdistanê ye.

Di şert û mercên Kurdistan û Rojhilata Navîn de, tevahiya mafên ji Kurdbûn û jinbûnê afirî ne rojane tên tehdit û desteserkirin. Jinên Kurd û civaka Kurd, îro jî bi talokeya qirkirinê re rû bi rû ye. Lewma, YJA Star, ji bo parastina hebûna netewî ya Kurdan jî, wek hêza parastina rewa, li Kurdistanê divê. YJA Star, xwe ji parastina KJKê û nirxên azadiya tevahiya jinan ên li ser vê bingehê hatî avakirin erkdar dibîne, tevahiya nirxên îdeolojîk- siyasî-civakî li heberî êrîşên derve wek hêza parastinê pênase dike. Bi heman rengî, li dijî pêkanînên tundî û zextên jin li qada civakî pê re rû bi rû dimînin, di xeta parastina rewa de hişmendiya xweparastinê, rêxistinbûn û, şerê wê pêş dixîne.

Konfederasyona Jinên Ciwan

Wek şaristaniya maddî modernîteya Kapîtalîst a tevahiya nirxan û destketiyan desteser dike, çavkaniya tevahiya bêedaletî û newekheviyan e. Bi rêbazên wek kedxwarî, talan û desteserkirinê civak dorpêç kirine û ew kirine biyaniyê keda xwe. Mînaka herî berovajî jî, rastiya civaka aşopî, civaka mezaxtinê-serfkariyê, civaka pozîtîvîst, wek heqîqeta yekane pêşkêş kiriye. Bi desthilatdariya Bio, civak kiriye hevkarê sûc. Civak, vegerandiye tişteyeke desthilatdarî û zordestiyê. Bêguman qurbanên yekemîn ên zordestiyê ciwan in. Jerontokrasî bi destê dewletê, civakê jî digire nava xwe û desteserkirina ked û enerjiya ciwanan wek şer dide fêrkirin û li hemberî nifşa ciwan, nêzîkatiyeke pragmatik pêş dixîne. Di vê pergalê de bi qasî ku ciwan ne kirde ye, ji xwebûna xwe hatiye dûrxistin, ji aliyê zordestiyê ve hatiye dorpêçkirin. Beşa ku modernîteya kapîtalîst, bi seks, spor û hunerê berê xwe dayê ciwan in. Ji bo ciwan, bi taybetî jinên ciwan bikaribin li dijî tevahiya êrîşên siyasî, psikolojik, fîzîkî xwe biparêzin, pêwistî lewma bi rêxistinkirinên xweser ên bi vî rengî hene. KJK bi vê yeke derkete rê, di nava tevgera ciwanan de û qada civakî de, komîteya jinên ciwan rêxistin kir. Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan, li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinan, pêşxistina hêz û hişmendiya têkoşîn û rêxistiniya jinên ciwan; dînamîzma ciwan û civakê û jîrîtiya hestiyar a jinê, li tevahiya qadên jiyanê anîna cem hev û bi vî rengî di veguhertina civakî de roleke çalak lîstin, wek berpirsiyariyeke dîrokî hatiye armanckirin.

Rêxistina jinên ciwan, li dijî jerontokrasiya ku hêza guhertinê ya ciwanan bi kar tîne û zextên aborî, çandî, civakî ya ku li hemberî pergal û civaka klasîk pê re rû bi rû tê, ji xwe re têkoşînê bingeh digire. Li dijî polîtîkayên ku civakê bê siberoj dihêlin û ji hev xistina civakî pêk tînin, wek hêza erzan bi kar tînin, xizantî, sîxurtî, hişbir, fûhûş ku dewletên Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe de digirin, li hemberî ciwanên Kurd pêk tînin, rêxistinbûna ciwanan, pêşxistina hişmendiya wan û ji bo azadiya civaka xwe berpirsiyarî girtin, erka esasî ya komîteyên ciwanan in.