Têkoşîna Jinan Wê Bibe Garantiya Sûriyeya Demokratîk!

Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a ku gelên me ber bi bêhêvîtiyê ve dibe, Şoreşa Jinê ya Rojava hêviya gelan e. Di sala 14’an a şoreşê de, di şexsê Arîn Mîrkan, Revan, Avesta Xabur, Barîn, Aylan, Polat, Aqide Ana, Ebu Leyla, Ayşe Deniz, Helin İngiliz, Sorxwin Rojhilat, Jiyan û Sosin de em bi deh hezaran şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bi mezinkirina têkoşîna şoreşê soz didin ku girêdayî bîranînên wan bimînin. Dîsa ciwanên me yên şoreşger û demokrat, 33 Rêwiyên Hêviyê yên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an ji bo bibin pira ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heya Kobanê bi rê ketin û li Pirsûsê di encama êrîşa bombeyî ya DAÎŞ’ê de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku xeyala wan a herî mezin avakirina civaka demokratîk, pêk bînin.

ŞOREŞA ROJAVA WEKE ŞOREŞA JINÊ NASNAME QEZENC KIR

Sîstema kapîtalîst ji bo ku bi destê netew dewletan sedsala 21’an bike sedsala şer û komkujiyan, her cure hewldana qirêj kir. Şoreşa Rojava hêviya hemû mirovahiyê mezin kir, îspat kir ku jiyana demokratîk û azad pêkan e. Jinên cewherê civakê, di projeya Rêber Apo de cewherê xwe yê winda dîtin û ji bo car din bi kevneşopiya azad a qedîm a xaka Mezopotamyayê re bên ba hev, bi dil û can xebitîn. Jinên ku sembola dilsoziya bi xak û nirxên xwe re ne, pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin û di berdêla canê xwe de bûn hêza ku şoreşê pêş dixin. Berxwedana hêzên YPJ’ê, bû berxwedana herî xurt a ku îspat dike sedsala 21’an sedsala jinê ye û Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê nasname qezenc kir.”

Rêber Apo qasî 20 salan li Rojava ji perwerde heta rêxistinbûnê, ji dîplomasî heta parastinê di gelek mijaran de ked da û weke encama vê kedê, li Rojava Şoreşa Jinê pêş xist û salvegera şoreşê li Rêber Apo, dayikên ku ji canê xwe parçe dane şoreşê, gaziyan, hemû jinan û gelan pîroz dikin.

Parasgina Şoreşa Rojava, erk e, “Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê nedin faşîzmê û asta şerê gel xurt bikin û mezin bikin, ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye.”

ÇARESERÎ MODELA NETEWA DEMOKRATÎK A RÊBER APO YE

Paşverûtiya HTŞ’ê ya ku bi hezaran Elewî qetil kir, ji 13’ê Tîrmehê û vir ve berê xwe daye bajarê Siwêdayê û Durziyan, di nava çend rojan de nêzî 600 mirovên me yên Durzî qetil kirin, jin û zarok revandin. Li gundê Eldor dayika bi navê Fewziye Fexredîn El Şeranî dema gundê xwe diparast, 6 çete kuştin, şer kir û şehîd bû. Sekna bi rûmet a vê dayikê ji bo hemû gelên qedîm ên Sûriyeyê û bi taybetî jî ji bo jinan banga xweparastin û rêxistinbûnê ye. Çareseriya van komkujî û zihniyete yekperest, di modela Netewa Demokratîk a Rêber Apo de ye.

Em bang li hemû Kurdên welatparêz, rêxistinên şoreşger û demokrat, kes û jinên azadîxwaz dikin ku ruhê berxwedanê yê şehîdên me yên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi coşa şoreşa 19’ê Tîrmehê re bikin yek û li dijî faşîzm, mêtingerî, zihniyeta yekperest, têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikin. Û em dibêjin ku berxwedan, rêxistinbûn û têkoşîna jinan, wê bibe teminata herî mezin a Sûriyeya demokratîk.