Nirxandina Salê ji Besê Erzincan: Pêwîstiya Mirovahiyê Bi Şoreşên Jinan Heye
Di dawiya sala 2022’an de ku sala têkoşînê a herî dijwar bû li Kurdistan û Cîhanê û berî
pêşwazîkirina sala têkoşînê ya nû, me bi Endama Kordînasyona KJK’ê Besê Erzincan re
hevpeyvînek pêkanî. Em hevpeyvîna xwe ya ku gelek mijaran dinirxîne, ji şoreşa jinê heya
serhildana li derdora dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşketî, ji êrîşên li dijî jinên pêşeng heya
girîngiya birêz Abdulah Ocalan ji bo tevgera jin parve dikin.
Hûn di warê têkoşîna azadiya jin de sala 2022’an çawa dinirxînin?
Wek tevgera azadiya jin me sala 2022’an bi berxwedan, rihê azadiyê, helwest û têkoşînê
derbas kir. Her roja derbas dibe hîn zêdetir derdikeve holê ku pêwîstî bi pêşengiya tevgera
azadiya jin heye, ji bo çareserkirina qeyranên kêliyane û rojane ên mirovahî dijî. Jinên ku
weke mêtingeha herî kevin tên binavkirin, pêşengiya muxalefeta dijî neheqî, newekhevî,
bêdadiyê û wêrankirina ekolojîyê dikin. Di roja me de her kes bandora tevgerên azadiya jin
dipejirîne. Her ku diçe, tevgerên jinan ên belave û parçebuyî ber bi têkoşîneke hevgirtî û
yekbuyî ve dimeşin.
Qeyranên ku mirovahiyê jiyaye, anceq bi şoreşên jinan re dikarin werin derbas kirin. Tevî
hemû zext,tundî û kûrahiya siyasetên netew-dewletan û faşîzmê li ser jin û civakê,armanca
me ya pêkanîna şoreşa jin bênavber berdewam dike. Di vê wateyê de, her roja derbas
dibe,rastiya ku dibêje ‘sedsala 21’an wê bibe sedsala jinê’ rastiyeke bi hemû şewatbariya wê
ve bi şêweyek balkêş em hestpêdikin û dijîn, xwe derdixe holê.
Bi bilindbûna têkoşînên azadiya jin ên cîhanê re, pergala zilamê serdest, bi pêşxistina stratejî
û tektîkên wekî desteserkirina destkeftiyên têkoşînên azadiya jinê, berxwedanên jinê
nedîtbarkirin, têkoşîna azadiya jinê a radîkal jirêderxistin û reformîze kirin re,ji nûve temenê
xwe dirêj dike. Ji bo ku pergala civakî ya li ser bingeha mêtingeriya ked, hiş û bedena jinê
hatiye avakirin têk neçe, di nava şerekî êrîşkar ê pir berfireh de ye li dijî jinê.
Her ku diçe em dibînin ku şoreşa jin ya li Rojavayê Kurdistan pêk tê, hîn zêdetir li cîhanê
deng veda. Hûn şoreşa jin çawa pênase dikin?
Şoreşa ku li Rojava pêk hat, çavkaniya ilhamê ye. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê teşe digire.
Hewl tê dayin pergaleke demokratîk bê afirandin li hember dewlet û desthilatdariyê. Di
dîrokê de, di şoreşên bi dîtina netew û çînî yên sedsalên 19’mîn û 20’mîn de, jinan li kêleka
mêran cih girtibûn. Di qonaxên pêkhatina şoreşan û xalên herî krîtîk de bi wêrekî û
dilsoziyeke mezin bi rola pêşengiyê rabûn. Bi niyeta xwe ya baş difikirîn ku dê pirsgirêkên
jinan bi awayekî xwezayî di nav şoreşên giştî de bên çareserkirin. Lêbelê, ev yek pêk nehat. Ji
ber ku jinan bîrdozî, rêxistin û pergala xwe ne efirandin di wan şoreşan de, nekarîn
sazûmankariya jiyana azad a ku xeyal dikirin ava bikin. Ji nûve tevlî pergala berê ya heyî bûn.
Lê belê pêwîstbû şoreşa jin di nav şoreşê de pêkbihata. Ev yek jî bi pêşxistina pergala jin,
konfederalîzma demokratîk a jinan li ser bingehê têkoşîneke hîn radîkaltir, estetîk, nazikane,
çandî û civakî gengazbû pêkwere . Lê birêvebiriniya (performansa) wan a bîrdozî û ramyarî,
rêxistinbuyin û ezmûna wan a têkoşînê têra vê nekir.
Di vê wateyê de, divê kesayetiya şoreşên sedsala 21’an hîn radîkaltir, kûrtir û estetîktir be.
Pêwîstiya mirovahiyê bi şoreşên jinan heye. Rêbertiya me xwest bi zanista jinê, Jineolojiyê
şoreşên jinê pêşbixîne. Di vê wateyê de,ji bo ku şoreşên li cîhanê pêşdikevin bi rastî bibin
şoreş, divê şoreşa jinê bi kûrahî û piralî bijîn. Şoreşa jin tê wateya jiyanîkirina sosyalîzmê ya
herî radîkal û kûr û pêkanîna demokrasî û azadiyan di qada civakî de. Şoreşa jin afirandina
jiyana azad a nû a alternatîf e li hember dewlet û desthilatdariyan.
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî
belav bûn û li cîhanê dengvedana wê berdewame. Hûn çi dikarin bibêjin li ser eslê vê
dirûşmê?
Serhildanên ku li derdora dirûşma Jin Jiyan Azadî,li Rojhilatê Kurdistan destpêkirin,piştî
kuştina jina Kurd a Seqizî Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve, li tevahiya Îranê belav bûn. Em
di kesayeta Jîna Emînî de hemû mirovên azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin
kuştin û darvekirin bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin.Em hemû
azadîhezên ku pêşengî û beşdarî li serhildanan kirin û dikin pîroz û silav dikin.
Darêja (formula) efsûnî Jin Jiyan Azadî a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin,
ji aliyê jin û gelên cîhanê ve hate naskirin û cîhanî bû. Bi vî rengî careke din tendirustbûna
xeta jin a ku Rêbertiya me daniye hat pişt rastkirin. Bîst û çar (24) salin ku Rêberê me
Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nav pergala işkence û goşegiriyek giran de tê girtin. Rêbertiya
me di nav van şert û mercên pir giran de derkeftinek awarte pêkanî. Şêwazê wî ê destgirtina
têkoşîna azadiya jin,rêhevaltî û dostaniya wî bi jin re,mînake ji bo hemû mirovahiyê. Di serî
de, dendikên modela jiyanek yeksan û azad di kesayeta xwe de afirand. Ji dil de rêhevaltî û
dilrastî bi jinan re pêşxist. Di nav PKK’e de, her dem ji bo pêşxistin û di pêkanînê de bi
pergalkirina feraseteke wekhevîxwaz û azadîxwaz di berjewendiya jinan de xebat pêşxistine.
Qedexeyên ku li ser jinan hatine pêşxistin hilweşandine. Hêzaveşartî (potansiyel),hiş û wizeya
(enerjiya) jin derxistiye holê. Di serî de şoreşa Rojavayê Kurdistan û sekina jin a berxwedêr û
azadîxwaz wek mînak ji cîhanê re pêşkêşkir. Hêvî afirandiye. Em wek jin di vê çarçeveyê de
gelek deyndarên Rêbertiya xwe ne, ji ber ku Rêberityeke ku rêyên wekhevî û azadiyê ji bo me
vedike û nîşan dide.
Ji bîst û du (22) mehan û vir ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Yek ji sedemên
bingehîn ên komploya navneteweyî jî xeta azadiya jin a Rêbertiya me û têkoşîna wî bû.
Pergala kapîtalîst a dijminê azadbûna jin e, komplo li hemberî Rêbertiya me a ku azadiya jin
di navenda têkoşînê de bi cih kiriye pêşxistibû. Erka rêhevalitî ya bingehîn a me jinan,
rûxandina dîwarên pergala Îmraliyê ye, pergala herî hovane ya dîroka mirovahiyê. Azadiya
Rêberê me azadiya jinane. Bi xebat, çalakî û pêşxistina pergala xwe ya jin,em dikarin dîwarên
Îmraliyê birûxînin.
Hedef û armanc çiye ji êrîşên li dijî rêveberiya jin li Kurdistanê?
Hedef û armanca êrîşên li tevhiya Kurdistan, li dijî jinan,xebat û pêşengiya wan tên kirin
diyare.Tirseke pir mezin ji têkoşîna azadiya jin heye.Di bingeha êrîşan de ev razaye.Li Bakurê
Kurdistanê û Tirkiyeyê, xistina hemû jinên çalak û pêşengên wek Leyla Guven û Şebnem
Korur Fîncanci zindanan û di zindanan de jî,di serî de Aysel Tûglûk li hember girtiyên nexweş
nêzîkatiyên herî dijmirovî raberkirin, berhemên pêkanîna siyasetên faşîst ên desthilatdariya
AKP-MHP’ê a faşîstin. Di kesayetiya jinan de êrîşên li Başûr û Rojavayê Kurdistan
pêşdikevin,dixwazin ku rêxistinbûna gelê me û gelan belav bikin û hêviya azadiyê vemirînin,bi
pêşxistina pêkanînên zêde ên şerê taybet li ser jinên ciwan, dixwazin ku hêzaveşartiya
berxwedanî û azadiyê zuha bikin.
Kuştina endama navenda Jineolojiyê,rojnamevan û akademîsyen heval Nagîhan Akarsel jî,di
çarê Cotmehê de li Başûrê Kurdistanê, bi heman naverokê ye. Jineolojî, zanista şoreşa jin û
şoreşên mirovahiyê ye.Dixwazin pêşî li pêşketin û belavbûna wê bigrin. Ji pêşketina zanista
jin û derketina holê a dîroka jin, tirs heye. Li ser vê bingehê kûrbûna perspektîfa xebatên
jiyana nû û azad tê astengkirin. Li hemberî vê, di sala 2023’an de, emê di nav nêzîkatiyeke ku
Jineolojiyê hîn zêdetir bigre rojevê de bin. Emê plansazî û xebatên ku di çerçeveya Jineolojiyê
de lêhûrbuyin û têgihiştina hemû jinan zêde bikin pêş bixin. Armanca sereke ya êrîşên li dijî
jinan li Rojava, hilweşandina pergala xweseriya demokratîk a li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û
dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ye.Gulebarkirina akademiya jinên ciwan,lêdana Jiyan
Tolhildan, Zeynep Saroxan û Çîçek Harûnî bi vê armancêbûn. Herî dawî li Parîsê Evîn Goyî
hat kuştin.Me hevalên pir binirx winda kirin. Em,bi rêzdarî li ber bîranîna wan bejna xwe
ditewînin. Wek jinên Kurd, careke din em didin diyarkirin ku emê li her qadê helwesta xwe ya
berxwedaniyê bidomînin.
Di dema ku 10’mîn salvegera komkujiya Parîsê, ya ku kadirên pêşeng ên tevgera we,Sakîne
Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têde hatin qetilkirin nêzîk dibe de, li heman cihî
nûnera tevgera jinên Kurdistan jî di nav de komkujiyeke nû pêkhat. Hûn vê yekê çawa
dinirxînin?
Di 23’ê Berfanbarê de li Parîsê dewleta Tirk hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û
Abdulrehman Kizil qetil kirin. Fransa jî berpirsyare ji vê komkujiyê. Bi plansaziyeke pir zirav û
bi zanebûn heval Evîn Goyî hat armanc girtin û qetilkirin. Komkujiya Parîsê a duyemîn li ser
vê bingehê hat pêkanîn.
Evîn Goyî milîtanek û pêşengek tevgera me ya jin a kevin,têgihiştî,dilsoz û dilgerma hevaltiyê
bû.Di jiyanê de her tim bi gel û hevalên xwe ve girêdayî û heya dawî xwedî sekenke girane û
kedkar bû. Hevaleke me a ku bi perwerdeya Rêbertiya me re, di milîtantiyê de pêngaveke
çawanî pêkanîbû.Yek ji kadirên jin ê pêşeng ên herî têgihiştî ên herêma Botanê bû. Dewleta
Tirk difikire ku bi rêbazê van komkujiyan wê encam bigire. Lê belê berovajî vê, ev rêbazê
komkujiyan dibe sedema hêrs û bertekên pir mezintir di nav jinan de. Wek jin,her ku diçe
girêdana me bi nirx û têkoşîna azadiyê ve,rikberî û teqezkirina me ji bo afirandina jiyana azad
mezin dibe.Têkoşîn û xeta me ya azadiya jin, wê tu carî bi vî cûrê komkujiyan neyê
rawestandin.
Başe hûn sala 2023’an çawa pêşwazî dikin? Pêşbîniya we di warê têkoşîna jinan de çi ye?
Di vî warî de geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê tên jiyîn, didin xuyakirin ku
pêvajoya pêş me,sala 2023’an ji bo jinan, Kurdan û hemû kesên ku dixwazin azad bibin wê
bibe saleke krîtîk. Di vê wateyê de,beriya her tiştî jin divê bi awayekî pir xurt têgihiştina xwe
bilind bikin, şoreşa hişmendî pêkbînin, şêwazkî jiyanê û pergaleke ku karibe jiyana xwe pê
bidomînin li derveyî dewlet û desthilatdariyan bi afirînin. Di qadên jiyanê xweparastin, aborî,
siyaset, perwerde, hiqûq, civaka sivîl, çapemenî û çandê de pêwîste bi bîr û rengê jin
avabûnên nû bipêşbixin û yên heyî hîn zêdetir pêşvebixin.
Sala 2023’an bi qasî ku wê saleke dijwar be,wê bibe saleke ku ewqas fersendên azadbûnê jî
têde pêşbikevin.Di vê wateyê de,wek jin helwesta me a têkoşîn û berxwedaniyê diyarkere.
Pêşketina felsefeya jiyana azad,bi destkeftiyên ku têkoşîna azadiya jin bidestxistine û
pêşxistina pergala jin re wê pêkan be.
Di dawiyê de em dixwazin hestên we yên derbarê sala nû de bipirsin.
Wek tevgera azadiya jin a Kurd, 2022 bû salek ku ji bo azadiyê, me berxwedaniyek bêhempa
têde kir. Sala 2023’an wê bibe sala ku em lez bidin berxwedan û xebatên xwe ên avakirina
jiyana azad. Emê xebatên xwe,li ser bingeha armanca şoreşa jin û Konfederalîzma
Demokratîk a Jinên Cîhanê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşxistin bidomînin. Em
çiqas ji bo azadiyê bixebitin û liberxwebidin ên qezenc bikin teqez wê em jin û hemû kesên
dibin mêtingeriyê dene.
Li ser vê bingehê bi hezkirin û rêzdarî sala nû, di serî de li Rêbertiya me, gerîla, malbatên
şehîdan, dayîkan û li hevalên birîndar pîroz dikim. Bi heman şêweyî, bi rihê berxwedan û
azadiyê ez sala 2023’an li jinên cîhanê pîroz dikim. Ên di sala nû de biserbikevin emin. Wê
azadî biserbikeve.