KJK’ê ji bo Lepratti peyama sersaxiyê weşand

KJK’ê Celeste Lepratti bi bîr anî û got, “Em ê nirxên têkoşînê û jiyana ku hesreta celeste bû, pêk bînin.”

Koordînasyona KJK’ê ji bo aktîvîsta Arjantînî ya dosta Kurdan Celeste Lepratti ya ku koça dawî kir, peyama sersaxiyê weşand.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Em gelekî xemgîn in ku dosta me ya hêja Celeste Lepratti ji ber nexweşiyeke bêeman zû ji nava me koç kir. Bila serê malbata hêja û hevrêyên wê yên têkoşînê sax be.

Celestre Lepratti tevî têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan, her wiha di têkoşîna mafê mirovan û edaletê de jî aktîvîsteke girîng bû. Bi vê sekna xwe ya têkoşer, li gel dayina berdêlan her wiha tevkariyeke mezin li têkoşînê kir.

Yek ji 38 aktîvîstên di sala 2001’ê de di dema serhildana ji bo azadî û mafê civakî de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, xwişka Celeste Lepratti jî hebû. Celeste weke keseke ku berdêlên giran da û rûyê zext, tundî û mêtingeriyê yên dewletê nas kir, ji hingî ve ala têkoşînê ya xwişka xwe bilind kir û heta nefesa xwe ya dawî li gelek eniyan li dijî neheqiyê têkoşiya.

‘TEVÎ GELÊ KURD TEVLÎ ÇALAKIYAN BÛ’

Weke endama meclîsê ya Şaredariya Rosario tevlî karên rêveberiya xwecihî bû, piştre li gel dayikên Plazo de Mayo ji bo dîtina pitikên di dema dîktatoriyê de hatin revandin têkoşiya. Ji sala 2016’an û pê ve jî tevî tevgera Jinê ya Kurdistanê, ji meha Sibatê û pê ve weke endama komîteya piştevaniyê tevlî kar bû.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku sala 2022’an li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê me dikir, li bajarê ku lê dima bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bû û li ber van êrîşên neheq rabû.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî ku bi binpêkirina hemû pîvanên şer li dijî şervanên azadiyê yên Kurd bi kar tîne, li Arjantînê bû yek ji pêşengên kampanyayê û ji bo ev sûcê dewleta Tirk bêceza nemîne kar kir.

Di danîna têkiliya navbera gelê Arjantînê û gelê Kurd de em bi taybetî deyndarê jinên hêja ne. Şehîd Lêgerîn di mijara xwegihandina hev a jinên herdu gelan, yekbûna têkoşîna gelan û xurtkirina têkiliyên dostaniyê de tevkariyên gelekî girîng kir. bi vê wesîleyê em dixwazin Şehîd Lêgerîn bi minetdarî bi bîr bînin. Celeste jî tevlî vê têkiliya dostaniyê bû û tevkariyeke mezin lê kir.

‘EM Ê ARMANC Û HESRETA WÊ PÊK BÎNIN’

Celeste Lepratti ya hêja dît ku ji bo jiyaneke azad, adîl û hîn demokratîk, têkoşîna maf û jinan a a li deverên cuda yên cîhanê bi hev ve girêdayî ne û heta ji dest hat, weke enternasyonalîstekê tevkariyên girîng kir.

Em jî weke Tevgera Jinê ya Kurdistanê soz didin ku nirxên têkoşînê û jiyana ku Celeste bi hesreta wê bû, em ê bi têkoşîna xwe pêk bînin.

Me di çaryeka dawî ya sala 2022’an de bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biryardariya xwe ya jiyana azad a li dijî mêtingerî, dagirkerî, qirkirina jin û xwezayê, li tevahiya cîhanê bilind kir. Em ê di sala 2023’an de vê îdîaya xwe mezintir bikin û hêjayî şehîdên xweyên jinê yên hêja bibin.”