Em Bang Li Jinan Dikin Ku Bi Awayekê Çalak Beşdarê Pêngava ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ Bibin.
Nivîsa jêr ji nirxandinên Rêber APO yên di demên cûda de ji bo milîtanên jin nirxandiye hatiye berhev kirin. Weke ku ji nirxandinan jî tê fêmkirin, ev nirxandin di şert û mercên tecrîda giran a dewleta Tirk de ji 15’ê Sibata 1999’an heta îro hatine kirin. Sedema girîng a van pêkanînên dijmirovî yên li hemberî yek kesî û bi erê kirina tevahî hêzên hegemonîk ewe ku rastiya Rêber APO ji bo azadiya jin ewqasî ked dide û azadiya jin pêşdixe, ev yek jî di bingeh de nîzama mêtîngeriyê hejandiye. Em weke jinên Kurd bi saya xebatên Rêbertiya xwe yê ‘Xebatên Jina Azad’ de asta rêxistinbûyînê pêşxistiye. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, weke KJK’ê em dixwazin ji hinek nirxandinên Rêbertiya xwe yên li ser azadiya jinê pêşxistiye diyarî tevahî jihên cîhanê bikin.
Sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ku li gorî ti zagonên neteweyî, peymanên navneteweyî, maf û nirxên gerdûnî tevnagere, berhema pergala dewletparêz a hiyerarşîk, baviksalarî ye ku dijminê jin û gelan e û desteserkirina maf û azadiyan e. Rêbertiya me her tim alîgirê çareseriya civakî, demokrasiya radîkal û azadiya jinê ye. Rêbertiya me ya ku têkoşîna xwe ya li dijî pergala kapîtalîst a desthilatdar a hiyerarşîk û baviksalarî derxistiye asta kolektîf de ev 24 sal in di bin şert û mercên herî giran ên îşkence-tecrîdê de vê têkoşîna xwe dimeşîne. Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê ku bi statûyê taybet ji bo kesî tê bikaranîn û rêvebirin, ji roja ku hatiye avakirin heta niha bûye cihê ku maf û azadiyên bingehîn lê hatine paşguhkirin. Mafê hevdîtina bi parêzer, malbat, mafê hevdîtina bi derve re bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em hêvî dikin ku hemû jin li dijî pêkanînên dijmirovahî yên li ser Rêberê me Abdullah Ocalan ku hêviya azadiyê ya gelan e, dostê azadiya jinê ye, xwedî helwest bin. Em hêvî dikin ku bi awayekê çalak beşdarê pêngava ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ bibin, bi vê hêviyê em 8’ê Adarê roja jinên Kedkar ên Cîhanê li we pîroz dikin.
Bijî 8’ê Adarê
Her bijî şoreşa jinê
JIN JIYAN AZADÎ
JI BO MIN AZADIYA JINÊ JI AZADIYA WELAT BI NIRXTIRE.
Eşkereye qerektera jina ku navê wê bi jiyanê re tê pênasekirin statûya tê de tê mehkûm kirin dij-jiyan û dijî-jin Hêja jî xisûsekê ku aqlê min nagre. Zilam şerm nake bi jinê re dibin statûya heyî de çawa dikare jiyan bike? Ji xwe pênaseya namûsê serûbin dike û çawa dikare jin ji bo xwe weke mijara bingehîn ya namûsê bigre dest? Min ji bo xwe di wateya herê rast de bi vê yekê re şerkirinê weke namûs girtiye dest. Ez di wê baweriyê de me ku ev şer jina ku hesreta wê ye, ji niha de avakirina jiyanê di şexsê we de û vegotina wan ya sazîbûyînê de dide diyar kirin. Têkoşîna civakî ya herî watedar bi giştî li cîhanê û bi taybetî jî li civaka Rojhilata Navîn divê li ser vê bingehê be. Ez bi performansekê bilind têkoşîna xwe di vê warî de bi rûmetî rêve dibim. Lê ya girîng dibin barê ev têkoşînê de hem weke tekakesî hem jî weke sazîbûyîn bi serkeftî derketina we ye. ji bo têkoşîna vê yekê naxwazim gotinên xwe dubare bikim. Sînorê Hevaltî û dostaniya min ya bi jinê re nîne. Kurbûyîna teorîk û pratîkbûyîna di jin de wê bibe pîvanê rast yê zilamê ku tê qebûl kirin. li gor min ev perspektîf rêgezê bingehîn yê etîk û estetîkê ye. beriya hertiştê xweşikbûyîn kurbûyîna vê perspektîfê girtin û jiyan kirinê re gengaze. Pîvanê jiyan kirina welat, netew û azadiyê eve.
Ez bang li jinan dikim. Û ez dibêjim ez bawer dikim ku hûn ê li Rojhilata Navîn li ser bingehê zîrekî, parastin û bedewiyê weke tavekê azadiya jinê biafirînin. Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya rast in. Ez dizanim azadî bi hêsanî nayê avakirin. Dibe ku di vê mijarê de bedel hebe, dibe ku hûn zehmetiyê bibînin, lê ez jî li vir zehmetiyan dikişînim, lê dîsa jî ez hewl didim ku bibim bersiv. Em ê azadiyê ava bikin. Vîna gelê Kurd a azadiyê hêviyê dide min. Azadî ji nan û avê bi qîmettir e. Şoreşa ku nikaribe jinê azad bike ne şoreş e. Rêxistineke ku nikaribe jinan birêxistin bike ne rêxistin e. Yên ku jiyanê nikarin xilas bikin nikarin welat û gelê xwe xilas bikin. Ji bo min azadiya jinê ji azadiya welat bi qîmettir e. Her kes dixwaze bi rengekî cuda bi jinekê re be. Hebûna min a bi jinê re her tim bilind bûye. Min qet nehişt ku ew kêm bibe. Ya girîng jî ev e. Ez ê bi qasî rêzdarî, girêdanbunê bi ked û fedakariya xwe ji bo şehîdên me yên hêja û rastiya we ya jin-jiyan bûyînê têkariyê bikim.
Cîhaneke Azad Ya Bê Qezenç Kirin Heye, Jiyaneke Azad ya Bê Qezenç Kirin Heye
Ez bi jina ku xwe bi hêz dike serbilind im. Lê derketiye holê ku mêrê di nava refên me de ji jina ku bi hêztir dibe ditirse û ev jî li pêşiya wê dibe asteng. Em vê yekê rast nabînin. Jina ku bi hêz dibe rûmeta me ye. Jiyana bi jineke xwedî hêz re bi nirx e. Jina bi hêz dibe jiyan e. Jina qels, jina girêdayî di aliyê moralê nirxên me de tirsnake, wan qels dike. Mêrê ku vê ferz dike, hem ji aliyê çînî û hem jî ji aliyê moralê nirxî ve jiyaneke tirsnak ferz dike. Mêrê ku li jineke koledar digere, tenê li jineke girêdayî xwe digere, hem di meclîsa me de çavkaniya newekheviya zayendan e û hem jî di asta azadiya neteweyî û civakî de xirabûneke cidî temsîl dike. Ji ber vê yekê, ger hûn hevdeng bin, bizanibin ku jineke bi hêz di her warî de temînata wekhevî û azadiyê ye, divê mirov hêjayî jiyanê bibîne, heta bi têkoşînê ve girêbide û bi awayekî dewlemend nîşan bide.
Ez xwe wek xebatkarê evînê pênase dikim. Ez ji bo we dijîm. Hesreta we sedema jiyana mine, ez bi we re me. Cîhaneke azad ya bê qezenç kirin heye, jiyaneke azad ya bê qezenç kirin heye.
Ez şervaneke azadiyê ya jin im, di vê mijarê de pir radîkal im. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê li ser esasê zîrekî, parastin û bedewiyê mîna tava biharê, azadiya jinê li Rojhilata Navîn biafirînin. Bi baweriya ku hûn ê rojekê teqez xwe bigihînin jina bi hêz a ku zilamê paşverû û zalim têxe rêzê, ez dixwazim ku hûn li gorî ruhê pêvajoyê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi vê wesîleyê ez we rêheval û hevalan di her warî û kêliyan de bi aqilmendî, xweşik û bi hezkirin silav dikim, hembêz dikim û serketinê ji we re dixwazim, sal û salên temenê we pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku serdema nû rûmeta hevdîtina we bide.
(Rêberê Gelan Abdullah Ocalan)