Pêşinyara Me Di Derbarê Veguhertina Sedsala 21’an Bo Serdema Şoreşa Jinê de;

Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê

Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin.Tişta ku serdema em têde dijîn dîrokî dike, asoyên wê ên guherînê ne.Di gelek qadên jiyanê de, ji civakê heya siyasetê, ji aboriyê heya ekolojiyê aloziyên giran mjara gotinêne. Cihê ku liv û tevger lê hebe, li wir guherîn pêktê. Lê belê ev guhertin wê di berjewendiyê kî de be, gelo modernîteya kapîtalîst an modernîteya demokratîk wê di vê pêvajoyê de bi hêz bibe derkeve? Yê vê diyar bike têkoşîna azadî, demokrasî û ekolojiyê bi pêşengiya jinê ye û asta rêxistinbûna wê ye di vê têkoşînê de? Rastiya ku asoyên guherînê serdema em têde dijîn dîrokî dike, ji bo me jinan rastiyek sotînere ewqas jî tejî derfet e. Ji ber ku di dîrokê de belkî yekem care ku şert û mercên pêkanîna şoreşa jinê evqas gihaştne. Lê wer xuyaye ku veguherandina sedsala 21’an bo serdema şoreşa jinê bi vê asta rêxistinî û têkoşînê ya heyî  gelek zehmete, ji ber ku em hîna negihiştine asta têkoşîn û rêxistinbûneke yekgirtî.Di navbera tevgerên jinan de,çi li ser asta welatan,herêman an jî cîhanê be,hîna jî qutbûn û parçebûneke cidî heye.Ji bo derbaskirina vê yekê jî pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk a ku têkoşîna jinê tê de were birêxistinkirin heye.

Pergala desthilatdariya mêr û pirsgirêka azadiyê

Piraniya caran hewildan tê kirin ku diyardeyên desthilatdarî,mêtinkarî,zordarî û serdestî; wekî ku xwezayî û herheyî ne,bi me bidin pejrandin.Wek ku bibêje,”Wiha hatiye,wê wiha biçê”.Wekî ku têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê bêkêre,pergala mêtinkariyê nayê derbaskirin, berî û piştî baviksalarî û kapîtalîzmê tiştek tuneye û ne pêkane hebe jî.Her çiqas ji sedsalan ve,bi qirkirina jinên jêhatî,wan xwestibin bîra me tune bikin jî,em dizanin ku berya desthilatdariya mêr ew hebûn.Berya ku baviksalarî,dewlet û şaristanî pêşbikeve,bi hezarê salan mirovahî bi teşeya(forma) civaka xwezayî jiyaye.Şoreşa Neolîtîkê ya ku li Mezopotamya jorîn B.Z bi 10 hezar salan destpêkirî,di bingeha xwe de şoreşa jinê ye.Bi pêşengiya jinê û li ser bingeha  çandiniyê,niştecihbûna civakên mirovî,tê wateya ji nûve birêxistinkirina jiyana civakî bi giştî.Civaka neolîtîk a ku di demên cuda de li erdnîgariyên cuda jiyaye,tevî ku dayiksalar e jî,lê ji teşeyên sazûmanî yên desthilatdarî û serweriyê dûre.Ji ber vê yekê wek dayiksalarî  binavkirina wê civakê tiştekî şaşe.Ji wê zêdetir,ji ber rola pêşengiyê ku di rêxistinkirina jiyana civakî de dilize,her weha ji ber ku di cesteyê xwe de nûnertiya sira xwezayê û bedewiya jiyanê dike,jin pir dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin.Di serî de peykerên xwedawendan ên wek sembola jina ku şoreşa neolîtîkê biserxistiye ne û berhemên arkeolojîk ên ji wê serdemê mane,wek delîlên vê rastiyê ne.Helbet em nikarin jiyana civakî ya wê demê bi tevahî û bi şêweyek teqez bizanibin,lê belê lêkolînên dayiksalar (matriarchal) ên di van sed salên dawî de hatine kirin,her weha lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk ên ku pêşdîrokê ronî dikin,rastiyek bingehîn a ku derxistine hole heye:Berya desthilatdariya mêr a ku temenê xwe pêc hezar sale,di civakên xwezayî ên dayiksalar,ên ku demek pir dirêjtir jiyîne de,çawa ku desthilatdarî,serdestî û mêtingehiyek sazûmankirî tune buye,azadî,demokrasî û jiyana ekolojîk jî ne wek xewn û xwestek,lê belê wek rastî hebûye.

B.Z 5000-4000 dema ku çanda El-Ubeyd dijiya,teşeya jiyana civaka xwezayî a hezaran salî, dest bi têkçûnê kir.Ev têkçuyin jixweber nebû,lê belê di encama desteserkirina mêrê fêlbaz ji nirxên civakî re,ên bi pêşengiya jinê hatine efrandin de pêkhat.Desthilatdariya mêr,li başûrê Mezopotamya bi şaristaniyên dewlet,yên ku li Sûmerê destpêkirin û li her derê belav bûn re, dest bi sazûmaniya xwe kir.Ji civaka xwezayî ya dayiksalar ber bi civaka şaristaniya mêr a baviksalar ve derbasbûn,di ser pevçûnên dayik xwedawendan û xweda-padîşahan re,ên di çîrokên mîtolojîk ên wê demê de,radixe ber çavan.

Pirsgirêka jinê,pirsgirêka civakî a herî kevnar e û nakokiya bingehîn a nav pergala serdeste. Maka hemû pirsgirêkane.Jin weke heyîneke civakî koleya yekemîn,çîna yekemîn û mêtingeha yekemîne di dîrokê de.Tu nîjad,çîn û netew biqasî jinîtiyê bi koletiya bi rêbazbuyî re rû bi rû nemaye.Bi kolekirina jinê re derbasbûna qonaxa pirsgirêkên civakî bêyî ku cudahiya zayendî were kirin çêbû.Di çavkaniya milkiyetê de jina kolekirî heye.Dema di ser jinê re koletî û milkiyet li hemû zemînên civakî belav bû,hest û ramanên koletî û milk kirinê jî di reftar û hişmendiya tak û civakê de hatin bicihkirin.Bi vî rengî civak hat guncavkirin ji her cure pêkhateyên hiyerarşîk û dewletparêz re.Di vir de ne tenê jinê,derveyî çend hêzek hiyerarşîk û dewletparêz,tevhiya civakê winda kir.Hiyerarşî û çînayetî ketin nav hev di civakê de,çînayetî û zayendperestiyê hema hema bêje mora xwe li her qada civakî dan.Her ku çû derbasbûna pêvajoya civakên bi pirsgirêk pêşket,diyardeya serkotkirin û kedxwariyê jî ji civakekê heya civakekê pêşket.Şaristaniyên ku bi pêşketina bajar,çîn û dewletê re derketine holê,pirsgirêk cîhanî û bipergal kirin.Mirov dikare hemû pergalên şaristanî ên çerxên destpêkê û navîn,di bingeh de,di ser serkotkirin û kedxwariyê re pênase bike.Wek pergala şaristanî a dawî modernîteya kapîtalîst serkotkirin û kedxwarî gihande lûtkeyê.Di hemû qonaxên şaristaniya dewletê de,bi taybet di qonaxa modernîteya kapîtalîst de pirsgirêkên civakî rê li ber dorhêlên aloz û qeyranên dem dirêj vekirin.Di roja me de,bi taybet pêvajoya sermayeya darayî ya ku ji salên 1970’an ve muhra xwe li modernîteya kapîtalîst xistiye,buye çerxa ku kûrtirîn alozyên civakî bi berdewamî têde tên jiyîn.

Diyardeya ku di roja me de,reweşa aloz a modernîteya kapîtalîst xwe têde pir diteyisîne, dubendiya koletî û azadiya jinê ye.Ev rewş ne tesadufe,rasterast bi jinê û dezgehê têkilî û nakokiyên li derdora wê avabuye ve girêdayî ye.Ji ber ku pirsgirêka jinê şaneya dendik a hemû pirsgirêkên civakî ye,heyina civakî ya ku pergala serdest nakokiya herî kûr û a avanîsazî tê de dijî jî jin e.Ji bo vê azadiya jinê yekane qade ku hemû girêk lê werin vekirin,ango pirsgirêka azadiyê dikare tê de bighe çareseriyeke rastî.Ev ne nêzîkatiyeke kêmkere,ev rastiyeke dema bi kûranî têkiliya diyalektîkî a navbera azadiya jin û azadiya civakê ji hev tê derxistin (analîzkirin) derktiye holê.Lewra,her tevgera ku ji bo azadî,edalet û demokrasiya civakî têdikoşe,heger bixwaze serkeftî be divê azadiya jinê bixe navenda xwe.Sedema bingehîn a mezinbûna lêgerîna azadiyê a jinê,di vê çaryeka yekemîn a sedsala 21an de, biryardariya cîhana desthilatdariya mêr di berdewamiya maqûliya xwe de ji berê zêdetir. Heta ku bîrdoziya desthilatdariya mêr û teysandina wê li jiyanê,pirsgirêka jinê hîn girantir dike.

Serdema me pêşengiya jin disepîne

Îfadeya heyî ya pergala baviksalariya pênc hezar salî û civaka şaristaniya dewletî, modernîteya kapîtalîst qeyrana avanîsazî dijî.Kapîtalîzma li ser bingeha zagona qezenca herî zêde rabuye,wek pergal berdewam mezin dibe ji bo qezencek zêdetir pêdiviya wê bi hîn zêdetir mêtingeriya çavkaniyên mirovî û xwezayî heye.Ji ber ku hebûna wê,vê dixwaze.Lê mêtingeriya bêsînor negengaze,ji ber ku ne mirov û ne jî xweza ne bê parastinin.Ji ber vê yekê,xwendina dîroka pênc hezar salên dawî,wekî ku tenê dîroka desthilatdarane xwendineke şaşe.Ji ber ku dîroka berxwedana parêzvanên jiyana azad li hemberî her cure êrîşên pergala desthilatdar-dewletparêz  jî heye.Dîroka van berxwedêrên ku mirov dikare wek civaka demoqratîk bi nav bike,ji dîroka pergala mêtinger gelek kevintire.Şaneya dendik a em bingeh digrin jî eve.

Qeyrana avanîsazî ya ku îro pergala kapîtalîst a cîhanî jiyan dike,li herêma Rojhilata Navîn-Bakûrê Afrîkayê bi şêweyê Şerê Parvekirinê ê Sêyemîn xwe dide teyisandin,li cihên mayî ên cîhanê jî bi şêweyê bilindbûna rêjîmên rastgir,êrîşên rêxistinkî li ser demokrasî û azadiya  ku bi têkoşînê hatine bidestxistin û zêdebûna mêtingeriyê tê hîskirin.Encamên rasterast ên pergala kapîtalîst a cîhanî weha xwe didn der;zêdebûna şer û mîlîtarîzmê,rêjîmên dijdemokratîk û derbeyên faşîst,koçberî û polîtîkayên ji cih û warkirinê,mirin,karesatên avhewayê,komkujiyên xwezayê,êrîşên qirkirinê,xizanî û tundûtîjî.Îro,nêzîkî  83 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne,wek penaber dijîn.Ji her şeş zarokan yek li herêmên şer yan pevçûnê ye.Di sala 2020’an tenê de,herî kêm 135 hezar mirov di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji destdan.Di her xuleyekê de daristanek bi qasî 30 qadên futbolê tê tunekirin.Ji dihan yekê nifûsa cîhanê di nav birçîbûn,xizanî û destkurtiyek zêde deye.Ev hejmaran bi ewayek zelal nîşan didin ku di roja me de,mirovahî bi şerkî berfireh re rû bi rû ye.Ji ber vê yekê, (bêpergaliya) ku em jê re dibêjin serweriya  kapîtalîst a cîhanî di cewhera xwe de rêjîmeke şer pêk tîne.

Rastiya pergala serdest a her tim qeyranan çêdike,îro herî zêde li jinan dixe.Ji xwe modernîteya kapîtalîst di dîroka şaristaniyê de,dibe qonaxa herî zêde jin ji mêtinkariyê re vekiriye.Lê bêlê pir girînge ku asta zayendeperestiya cinakî,dijayetî û qirkirina jinê gihiştiyê de îro,bi kûrahî were jihevderxistin (analîzkirin).Nexasim ku pergala serdest a mêr hemû derfet û rêbazên di destê xwe de,li ser bingeha dijayetiya jinê seferberkirine.Me ev rastî,bi bobelata (pandemiya) Covid-19’an re,di asta cîhanî de pir zelal dît.Heta saziyên navnetewî jî li xwe mukurtên ku tundiya li ser jinê gihiştiye asta nexweşiyê.Li gorî hejmarên fermî di sala 2020’an de li cîhanê 81 hezar jin û zarokên keç hat kuştin.Ji wan 47 hezar ji aliyê hevjînên nêzîk an jî endamên malbatê ve hatine kuştin.Wate her 11 xuleyan jinek yan jî zarokek keç bi destê xizmên xwe yên herî nêzîk tê kuştin.Li gor texmînan di roja me de,ji sê jinan yek [bi hijmaran 736 milyon jin] di jiyana xwe de bi kêmanî carekê ji hêla hevjînê xwe an evîndarê xwe ve rastî tûndiya cesteyî û an jî zayendî tê.Li gorî encamên rapirsîneke (anketeke) ku di sala 2019’an de hatiye kirin,pirsgirêkên herî mezin ên jin û zarokên keç ji (%30-22) di serî de destdirêjiya zayendî,tûndiya zayendî û ya cesteyî tên.Di şer û dagîrkirinan de tûndiya zayendî weke çekekê bi şêweyekî pergalkirî tê bikaranîn,piştî bi dawîbûna serdema navîn bi sedsalan jin wek talanê hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin,bi berdewamî bi destdirêjiyê re rû bi rû tê hiştin.Tevî  ku bi dabeşkirina wekhev a çavkaniyan re dikare bi temamî birçîbûn ji holê were rakirin,bi milyonan mirov di nav tinebûn û xizanîyê de dijîn.Di mijara xizaniyê de devê meqesê di navbera jin û mêr de,bi Covîdê re nêzî ji sedî 9 mezin bû,li şûna ku rastiya jinbûna xizaniyê were derbas kirin kûrtir dibe.

Bi vê re jî li seranserî cîhanê,li dijî mafên jinê bidestxistine êrîşeke pir rêxistinkirî tê birêvebirin.Li hemberî wekheviya di navbera zayendan de,liv û tevgereke ku hewldide jinê bi rola dayiktiyê û hevjînîtiyê re,yanî bi hebûna wê ya biyolojîk re sînordar bike,her çiqas rûpoşên cuda jî bikarbîne,bi heman hêncetan li herêmên cuda ên cîhanê derdikeve pêşberî me.Vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê,nihta Polonya jî ji bo vê,dijminatiya jinê a ku ji aliyê tevgerên bi rûpoşiya olî li DYE û Emerîkaya Latînî pêk tê,pala xwe didin heman hişmendiyê.Di vê mijarê de bîrdoziyên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst zayendperestî, neteweperestî,olperestî û zanistperestî bi tevahî di nav hemahingiyekê de tevdigerin û hevdû temam dikin.

Ev aliyekî madalyayê ye.Li aliyê din,em berxwedanî û rêxistinbuyina jinê a ji her demê zêdetir xwe gihandiye asteke bilindtir a lêgerîna azadiyê,hem di warê hişmendî û hem jî di warê têkoşîna pelandî (somut) de dibînin û ev jî,pergala serdest a mêr ditirsîne ji ber ku hebûna wî dihejîne.Her ku têkoşîna azadiya jinê û wekheviyê pêş dikeve,pergala serdest a mêr a desthilatdar kêm dibe.Pergala serdest a mêr a ku hestpêdike gefên hebûnê jiyandike,şerê êrîşkariyê li dijî jinê dide meşandin.Bi vê re jî,rewşa qeyrana avanîsazî a ku jiyandike,rê li ber tundîyeke hîn dijwartir û siyaseta tirsandinê li ser jinan vedike,ji ber ku di bingeh de hebûna xwe li ser mêtinkariya jinê avabuye.

Ji ber vê yekê,ji aliyekî ve têkoşîna azadiya jinê hem ji aliyê çendanî û hem jî ji aliyê çawanî ve mezin dibe û destkeftiyên girîng bi dest dixe,ji aliyê din ve hişmendiya baviksalarî û pergala wê,bi armanca tinekirina van destkeftiyan êrîşeke rêxistinkirî û pergalkirî pêktîne,dijminatiya jinê bilind dike.Bi rastî jî di kesayeta jinê de tiştê tê xwestin were tinekirin,bijardeya jiyana azad a tevahî civakêye.Îro jin ne tenê ji bo mafên xwe radibin ser lingan,di heman wextê de ji bo demokrasî û azadiyê jî pêşengiya têkoşîna civakî birêvedibe.Ev rastî çawa li Kurdistanê,li Sûdanê,li Efxanistanê,li Belarûsyayê,li Şîlîyê û gelek cihên din jî xwe nîşan dide.Lewma êrîşên têkoşîna azadî û wekheviyê a jinê armancdikin,siyasetên bi armanca jinan bixin nava qalibên kevneşopî yên zayendperest,hişmendiyên ku bi bilindkirina komkujkirina jinan hewl didin vîna jinê desteser bikin,di heman demê de armancdike ku pêşengiya jinê ji têkoşîna civakî ya sedsala 21’an re tine bike.

Di roja îro de,bi şêweyek berbiçav şemitîna pirsgirêka azadiya jinê ber bi navenda têkoşîna civakî ve,çavkaniya xwe hem ji sembolbuyina wê û hem jî ji yekparebûna wê digre.Têkoşîna azadiya jinê çawa ku hemû bindestan û mêtingehkiriyan hembêz dike,ji ber yekparebûna xwe jî xwedî wê şiyaniya (kabiliyetine) ku eniya têkoşînê ya herî fireh a dijî pergalê bihûneye. Ji vî aliyê xwe ve têkoşîna jinê gişgirîye (kapsayıcıdır).Bi girtina têkoşînên jîngehê, demokrasiyê,edaletê,wekheviyê û tevlêbûnê nava xwe gişgirîtîye.Ne têkoşîna birjiwaziya sedsala 19’mîn û ne jî tevgerên kedê yên sedsala 20’mîn biqasî têkoşîna jinan a sedsala 21’mîn berfireh û gişgirî nebûne.Têkoşîna jinê a cîhanî bi vê çawanîya xwe ve,ji hemû têkoşînên serdemên derbasbuyî zêdetir xwedî wê derfetêye ku xwe bigihîne asteke gerdûnî.Tevî vê jî,ji ber ku têkoşîna jinê hemû girêkorkan di nava xwe de dihewîne,dibe ku di asta cîhanî de jidayikbuyina tevgereke demokrasî,ekolojî û azadiyê bide peydakirin.Pêşengiya tevgereke weha,bi tenê û tenê têkoşîna azadiya jinê dikare bike.Şert û mercên dîrokî û avanîsazî yên vê pêkhatine.Heta pêşengtiyek wisa jî weke erkeke dîrokî xwe disepîne li ser tevgerên jinê ên cîhanê.

Pergala em pêdiviyê pê dibînin:Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê

Weke ku me li jor jî hewl da bînin ziman,serdema ku em tê de dijîn xwedî çawaniyeke dîrokî ye.Ev dîrokîbuyin  di ser gelek rehendan re diyarîkirin gengaze.Yek jê,têkildarî cihê navendî ê têkoşîna jinê di têkoşînên civakî ên sedsala 21’an ye.Ya din,kûrbûna rewşa alozî û qeyrana ku pergala cîhanî a baviksalar-kapîtalîst dijiye.Yeke din jî,asta ku têkoşîna jinê gihiştiyê de li dijî pergala baviksalarî û hemû derbirînên (ifadelerine) wê.Ev tev di rastiyê de rehendên bi hev ve girêdayîne,belkî di dîrokê de,di warê têkoşîna jinê de,bi şêweyekî qet nehatiye dîtin derfet û mercan di afirînin.Beriya her tiştî weke pêkhateyên jinan ên ji bo azadiyê birêxistin bûne ji vê haydarbuyin pir girînge.

Divê em metirsiyên ku em pê re rû bi rû ne jî bi qasî derfetan ji dil bigrin dest.Di vê mijarê de em zelal bin:Pergala serdest a mêr hewl dide têkoşîna azadiya jinê tine bike.Ji bo vê êrîşên piralî pêşdixînê.Li gorî rewşê,carna emrazên hêzê ên ‘nerm’,carnan jî tundûtûjiya zordar,carna gotinên azadîxwaz,carnan gef û fortî (şantaj),carna jî sozên derew,carnan bi komkujiyan jin tirsandin,armanc ewe ku têkoşîna me bêbandor bike.Hemwextî bilindbûna têkoşîna jinê,di serî de tundiya zayendî,tundiya li ser jinan û kuştina jinan evqas zêdebûn wateya vê eve.Ji aliyekî ve têkoşîna li dijî zayendîperestî û cihêkariyê encamên di girîngiya dîrokî de bidestdixe,sedema ku mêrên di serê dewletan de bi xwe jî bi hêsanî û xemsarî li dijî jinan zimandirêjiyan dikin eve.Teqez divê em neyên xapandin,şaş nêzî destkeftiyên ku me bi destxistine nebin;ji ber ku li aliyekî serkeftin bidestxist,li aliyê din jî eniyeke birêxistinkirî bi armanca tinekirina van destkeftiyên me mijara gotinêye.Ji ber vê yekê,bi zanebûna ku tu mafekî bidestxistî ne dibin ewlehiyê deye,divê em xweparastina destkeftiyên têkoşîna xwe pêş bixin.Ev jî anceq bi rêxistinbuyineke di asteke hîn bilintir re gengaz dibe.

Li gel vê,pêwîst dike ku mirov têkoşîna jinê di ser rola ku ji bo azadiya civakî dileyize re binirxîne.Asta azadiya civakê bi ser azadiya jinê re tê pîvan,rastiyeke ku pir tê bilêvkirin jî ewe ku azadiya jinan wek mercê azadiya civakî tê dîtin.Lê dema ku em bersiva pelandî a vê rastiyê di têkoşînê de bigrin dest,pir bi hêsanî mirov dikare bibêje ku serdem,pêşengiya jinê ji têkoşîna dijî hemû lingên bîrdozî ên pergala serdest re neçardike.Bi qasî zayendeperestiyê, neteweperestî,olperestî,mezhebperestî,faşîzm,nîjadperestî,çînayetî,mîlîtarîzm hwd,ên civakê hemuyî venêrîn dikin û dibin destê xwe de dîl digrin,bîrdoziyên dijminên jinê ne.Erka pêşengiyê ji têkoşîna dijî van bîrdoziyên desthilatdar re,anceq tevgera jinê ya ku bi hişmendiya azadiyê hatiye xwedîkirin dikare bigire ser xwe.Lê ji bo vê,têkoşîna jinê tenê xwe weke dij-faşîstiyê,dij-desthilatdariyê,dij-dewletbûnê,dij-dagîrkeriyê,dij-nijadperestiyê,dij-neteweperestiyê û dij-mîlîtarîstiyê binav kirin têrê nake.Weke jin,pêwîst dike ku bi awayekî çalak em li hember hemû derbirînên hişmendiya serdest a mêr a desthilatdar têbikoşin.Bêyî vê azadkirina civakê wê ne gengazbe.

Nirxandina derfetên dîrokî yên ku îro ji bo piştrast kirina azadiya jinê derketine holê,her weha ji bo li hemberî êrîşên ku pergala baviksalarî bi navê parastina hebûna xwe dijwar dike rawestin,pêwîst dike em têkoşîna xwe li ser asta cîhanî û di her warî de bi rêxistin bikin.Pergala serwer gişgirîye (bütünseldir);anceq ji aliyê têkoşîna azadiya jinê a ku parçebûn û jihevqutbûn derbaskiriye û gişgirî buye ve were derbaskirin. Ji ber vê,beriya her tiştî divê em têkoşîna hevpar mezin bikin û hêza xwe bikin yek.Ev,taybetmendiyeke ku me pir aniye ziman.Ku gelek rêxistinên jinê ên navneteweyî û herêmî/parzemînî,federasyon,tifaq hwd.û sazî bi vê armancê hatine avakirin.Dîsa,di hundirê welatan û xwecihiyan de bi rêya  platformên,torên û gastînên (forumlar) cihêreng,komele û rêxistinên jinan hewl didin têkoşîna xwe bikin yek.

Lê dema em asta ku van rêxistinan derxistiye holê bi pêdivî û mercên roja îro re tînin ber hev,em dibînin ku em hîn kêmin.Bê guman gelek sedemên vê yekê hene,lê li gorî me pirsgirêka bingehîn ewe ku hîna têkoşîna azadiya jinê a cîhanî wek tê xwestin derneketiye derveyî pergala serdest a heyî ango;pergala xwe a demokratîk bi rêxistin nekiriye.Di nav pergala serdest de,bi heman amûr û rêbazên wî û di nav sînorên razberî (manewî) û heyberî (madî) ên wî diyar kirine de guhêrek (alternatîf) nayê pêşxistin.Yek ji encamên sereke ên ku me ji ezmûnên têkoşîna xwe derxistiye ewe ku bê qutbûneke radîkal,avakirina qadên jiyana azad û têkoşînê ne gengaze.Her weha yek ji encamên sereke ku me ji Şoreşa Rojava derxistiye ewe ku pêwîst dike berxwedan û avakirin di zikhev de were kirin û rastiya ku biqasî pêkanîna me ji gotinên me re,me guhartin afirandiye.Ji ber vê yekê ji aliyê me ve a pêwîst avakirina qadên azadiya jinê bi awayekî demokratîk gav bi gav dijî pergala baviksalariye û bi rêxistineke bi hêz re têkoşîneke hevbeş kirin.Li derveyî pergala cîhanî a baviksalarî-kapîtalîst,pergala xwe avakirin,bi vî rengî jî ji sînorên dewlet û pergala modernîteya kapîtalîst wêdetir birêxistinkirine.

Weke jin di dema ku em lêgerîna form û pergala rêxistiniya demokratîk a jinan pêşdixin de,em di wê baweriyê de ne ku konfederalîzma demkratîk dikare vê pêwîstiyê bi cih bîne û heta nimûneya herî guncave.Tewriya Konfederalîzma Demokratîk di bin şert û mercên tecrîd û dîlgirtinê de li Îmraliyê ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin.Konfederalîzma Demokratîk a ku wek nimûne tê pêşbînkirin,di serî de ji bo Kurdan û avaniya civakî ya tevahiya Rojhilata Navîn,heta ji bo civakên li ser asta cîhanê re,pergaleke xwebirêvebirina civakî û siyasiye a xwe dispêre birêxistinkirina herêmî ye.Hilbijarteya netewa demokratîk wek rêbazê çareseriyê ê bingehîn pêşkêşdike,li hember pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji nimûneya civaka yek reng,homojen û monolîtîk a faşîst a ku bi destê netew-dewleta modernîteya kapîtalîst hatiye rêvbirin.Di neteweya demokratîk de her nîjad,feraseta olî,bajar,herêm,rastiya herêmî û neteweyî bi nasnameya xwe û pêkhateya xwe a federal demokratîk ve xwedî mafê cih girtinê ye.Lêvegera Konfederalîzma Demokratîk ji pergala klan û konfederalîzma eşîran,avaniya demokratîk-komunal a civaka xwezayî a ku di seranserî dîroka şaristaniyê de heta îro naxwaze bikeve navendîbûna civaka dewletî,digre.Ji ber vê yekê,ne şêwazekî rêveberiyê taybet bi roja meya îro ye,pergaleke ku bi hemû giraniya xwe di dîrokê de cihê xwe dîtiye.

Konfederalîzma Demokratîk ne pergaleke sîwan a navendiye.Nimûneyeke xweseriya demokratîke ku xwe dispêre toreke birêxistinkirî,yanî her yekeyeke di avaniya wê de hem xwesere hem di ber giştî avaniyê de jî perpirsiyare.Ew tevneke ku gelek xwe jê re tevahiyek mezin ava dikin.Konfederalîzma Demokratîk hemcisni nake (aynılaştırmaz),hiyerarşî û têkiliyên desthilatdariyê na afirîne.Ji vê zêdetir hevkariyên piralî,nerim lê rêxistinkirî pêktîne.Di navbera têkoşînan de girêdanan,li ser xalên hevpar li dora heman mijarê çêdike, celebek zincîra ku xelekan bi hev ve girêdide ava dike.Ev xelek ne di heman mezinbûnê an rengî dene.Heta di şêwe de jî nabin wek hev.Di hin xelekan re ji zincîrekê zêdetir derbas dibe. Dibe hin zincîr kurt,hin jî dirêj bin.

Dema Konfederalîzma Demokratîk hem weke feraset û hem jî weke pergal li gel têkoşîna jinê a cîhanî tê guncandin,dikare zemîna avakirina hêzeke jin a mezin ku pêwîstiya me ya lezgîn,rêxistinkirina têkoşîna hevpar li dijî pegala serdest a mêr pêşkêş bike.Em jinên li ber pêkanîna şoreşêne,ji bo veguherîna sedsala 21’an ber bi sedsala azadiya jinê ve herikîne nav refên têkoşînê.Armanca me evqas zelal e.Em hatine Şoreşa Jinê pêkbînin.Şoreş bi têkoşîn û hêzeke rêxistinkirî pêkan dibe.Ji bo vê jî em dibêjin Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê!

Ji bo avakirina tifaqa şoreşgerî ya cîhanî ya jinan!Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê KDJC xwe dispêre tifaqên demokratîk ên jinan.Mebest ji tifaq avakirinê,avakirina yekîneyên mezin ên têkoşînêye.Ev yekîneyên têkoşînê ên ne hemdî (taktik) xwedî wateyeke stratejîkin,yanî li derdora armancan ne li dora berjewendiyan tên pêşxistin,çawa ku di hundirê xwe de konfederalin,dibe ku têkiliya di navbera wan de jî bi karaktera konfederalîzma demokratîk bin,divê wisa bin.Em behsa tifaqên demokratîk ên jinan,ên ku li gorî xeta konfederalîzma demokratîk hatine avakirin û di navbera xwe de gelek girêdan dane çêkirin dikin.

Ji bo rêxistinbûna jinê têxin pergale! KDJC pergaleke ku dikare têkoşîna azadî û wekheviyê a jinê a li dijî pergal û hişmendiya baviksalarî,bi awayekî hîn pergalkirî,rêxistinî,bi bername û asteke stratejîk gihandin,hevkarkirin bêyî ku xweseriyên wan bitepisîne,ezmûnên tewrîk û pratîk di yek gomê de gihandina hev,perspektîfên têkoşîna hevbeş pêşxistin,li gorî heneka ku hêz ji yekîtiyê dertê,bi hev re û hev û din xurtkirin,ji wizeyê hevkarî afirandin,hevgirtin mezinkirin û têkoşîna hevbeş bilindkirin pêkbînêye.

Ji bo  pêşxistina enternasyonalîzma bi perspektîfa jinê! KDJC,nimûneyeke ku diyalektîka herêmî-gerdûnî di avaniya xwe de dihewîne,firerengî û hevkariyan bêyî ku herêmiyan xerabike,rengên wan ji holê rake û yan jî bêwatebike avadike û têkoşîna azadiya jinê bighîne asta tevgereke cîhanî ye.Nimûneyeke hişmendî û rêxistiniye ku, ne li kêleka hev an hemwext, lê bi hev re ji bo têkoşînê,girêdan û hevdîtinên pêwîst li ser têkiliyên piralî yên çikandî (dikey) û asumane (yatay) ava dike.

Ji bo afirandina pergala xebat û têkiliyên demokratîk ên jinan! KDJC,pergaleke têkiliyên demokratîke,xwe naspêre têkiliyên burokrasî û dûrêziyê,têkiliyên desthilatdariyê ava nake û ji nû ve hilnaberîne. Li dijî navendîperstiyê ye û xwe dispêre rêveberiya xweser a demokratîk a jinan. Bi vê re KDJC tê wateya bi hev re guftûgo kirina pirsgirêkên bingehîn ên jinên cîhanê û bi hev re rêyên çareseriyê pêşxistin,li gor vê rastiyê biryarên hevbeş girtin û ev biryar bi hev re pêkanînê.Yanî di bingeha têkoşîna hevpar de hem di aliyê ramyarî hem yê pratîkî de,derxistina hêza çareseriyê a hevbeş a jinan û pêkanîna wê heye. Di ser vê re dikare li ser asta cîhanî birêxistinbûn were bidestxistin.

Ji bo bilindkirina bîreweriya azadiyê a jinê! Yek ji stûnên bingehîn ên pergala KDJC’ê perwerdeya demokratîk û hevbeş a jinane.Azadî anceq bi rêxistinbûnê gengaz dibe.Zemîna bingehîn a damezrandina rêxistinbûnê jî akademiye.Wek jin me bîreke hevbeş a ku ezmûnên jiyana hezaran sal ên rêxistinî û têkoşînê ji dîrokê heya roja îro parzûkirî tê de veşartîne heye. Ji bo em tev bi hev re vê bîrê derxin holê û bikin çavkaniya ku têkoşîna roja îro xwedîdike,ji bo armanca şoreşa jinê bi xurtî pêşxistina xebatên avakirina bîreweriyê pêdiviyeke beriya her tiştiye.

Ji bo pêşxistina xweparastina jinan! Weke jin di asta rojane de,em bi êrîşên piralî ên pergala mêrê serdest re rû bi rû dimînin. Bi vê re jî li dijî destkeftiyên ku me di encama têkoşîna xwe a rêxistinkirî de bidestxistine,pêleke êrîşan tê bilindkirin. KDJC,pergaleke ku di hemû qadên jiyanê de hêza xweparastinê a jinê ava dike.Dema em dibêjin xweparastin,em tenê behsa parastina cesteyî an jî a xwe disperse çekan nakin.Parastina hebûn, vîn, nirx, raman û hêviyên jinê di hemû qadên jiyanê de, ji siyasetê heya hiqûqê, ji aboriyê heya jiyana civakî, ji malê heya kolanê, ji tenduristiyê heya perwedehiyê li dijî her cûre cihêkariyê, zayendeperestî û êrîşên dijminatiya jinê merce!

Ji bo şoreşa jinê em dest bi avakirina pergala xwe bikin!

Kêliya dîrokî a me hewlda kurt bikin di vê belgeyê de û li beramber vê wek têkoşînên jinan, pêdiviya bitifaqbûnê ne tenê ji aliyê me ve, ji aliyê gelek tevgerên jinan ên birêxistinkirî li gelek herêmên cîhanê ve tê bilêvkirin. Bi taybet di van çend salên dawî de, di vî warî de gelek guftûgoyên girîng pêkhatin, kombûneke binirx derket holê. Em jî wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ji ber ku em bawerdikin ku Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê wek nimûne û pergaleke ku ji ezmûnên me di qadên bîrdozî, rêxistinî û civakî de jiyankirî parzûnbuye, dikare vê pêdiviyê pêşwazî bike, em dixawzin pêşinyara xwe parvebikin. Lê belê merema me ne tenê parvekirina pêşniyara me ye; wek tevgerên jinên cîhanê ên rêxistinkirî, em bawerdikin ku pêwîstî bi ketina pêvajoyeke nû a guftûgoya hevbeş li ser rê û rêbazên têkoşîna hevbeş,yanî bi mijara pergalê heye. Bi vî rengî gelek mijarên em guftûgo û zelalbikin hene: Em çawa dikarin qutbûn û parçebûna di navbera tevgerên jinan de bidinderbas kirin? Em çawa dikarin yekîneyên jinê ên bi bandor û bikêrhatî pêşbixin? Em çawa dikarin hevgirtin û têkoşîna hevbeş a jinan mezin bikin? Em çawa dikarin tevgera jinê a dersînorên netewî rêxistinî bikin? Wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di vê çarçeveyê de, em dixwazin Konfederalîzma Demokratîk a Jinê a Cîhanê bi we re, bi rêhevalên me ên jin li her çar aliyên cîhanê, bi tevger û pêkhateyên jin ên rêxistinkirî re parvebikin, guftûgobikin û bi hev re avabikin. Ji ber ku em bawer dikin wek jinên cîhanê çareseriya ku em pêdivî pê dibînin, anceq em tev bi hev re, li ser bingeha hevbeşiya jinê bibînin û pêşbixin. Ji lewra,ji bo em sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê,em tev bi hev re dest bi avakirina pergala xwe a demokratîk  bikin!