KJK’ê Profesor Maria Mies Bibîranî
Peof. Maria Mies: Jiyaneke ji bo edalet û azadiya jinê
Me agahiya mirina bîrmenda Marksîst-Femînîst a çalak Profesor Maria Mies bi xemgîniyek mezin bihîst. Ew Profesoreke navdar a civaknasiyê, femînîsteke bawermend a tewrî û pratîk a Marksîst bû ku karîbû di pîşketinên salên 1990’an de nermbûnekê pêkbîne,bi eşkere xwe ji her şêweyê doxmeyan dûr bixe û bi taybet xwe terxan bike ji bo berpirsiyartiya kêşe û pirsgirêkên sedsalê. Tevgera Jinên Kurd gelek nirx da xebatên Profesor ên bi perspektîfa jinê di çarçoveyeke zanistî-dîrokî de.Ew pêşenga eko-femînîzmê bû,hêmanê bingehîn di bîrdoziya Tevgera Jinên Kurd de, ê ku kilîta serekeye di modela rêveberiya xweser a ilhamkar de,a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava tê pêkanîn. Rexneyên wê bi perspektîfa Eko-Femînîst li Lîblalîzma-Nû û Kaptalîzma-Cîhanî,her weha pêşinyarên wê ên alternatîf,bûne çavkaniya hêzê ji bo melyonên jinan di têkoşînê de û roleke xurt lîstine di avakirina rêxistinên civaka sivîl de.
Tevgera Jinên Kurd di sala 2000’î de dest bi pêwendiyan kiriye li gel Prof. Maria Mies, ji bo wê haydar bike ji şoreşa jinên Kurd. Ew bi baldarî nêzîk bû, ji bo Tevgera Jinên Kurd nas bike, têbighe û nirxekî mezin jê re girt. Şoreşa jinê li Rojava wek çavkaniya hêviyeke nû dît, di heman demê de, li hember tevgerên jin ên li Elmanya û Ewrûpayê helwesteke rexenker bizêdeyî pêşxist.
Dema ku Rêberê gelê Kurd Ebdulah Ocalan tewriyên xwe li ser dîrok û mêtingehkirina jinê pêşdixistin, ji xebatên Maria Mies sûd girtibû. Wê jî bi vê yekê dizanî û nivîsên wî jî dizanîbû. Em dikarin bi kêfxweşî û serbilindî bibêjin, hevala me Prof. Maria Mies dema tenduristiya wê li cih bû, wê karî şoreşa jinê a sed sala 21’mîn li Kurdistanê bijî, ev destkeftiya bi keda jinên istisnayî ên mîna wê pêkhatiye. Maria Mies ew nave ku wê her tim çavkaniya lêkolîna darîçav, rexne û alternatîfên ilhamkar be.
Em, wê bi rêzdariyeke mezin bibîrtînin, ewê di têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê û avakirina civakeke hîn zêdetir dadperwer û aştiyane de bijî.