Hilbijartin Ne Meşrû Ne, Operasyoneke Rejîmê Ne

Koordînasyona KJK’ê di nirxandina xwe ya kurt de bal kişand ser hilbijartinên ku di salvegera Peymana Lozanê de hatiye kirin û got “Ev hilbijartin li ser esasê plansaziyeke pir berfireh a hêzên şerê taybet ên Tirk pêk hatine ye.”

HILBIJARTINA DI SALVEGERA LOZANÊ DE

Nirxandina KJK’ê wiha ye:

“Li Tirkiyeyê hilbijartinên parlemento û serokkomariyê qediya. Ev hilbijartin di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê re hate kirin û li ser esasê amadekariya temamkirina komploya navneteweyî bû. Wekî ku tê zanîn di pêvajoya hilbijartinê û di salên dawî yên 2021 û 2022’an de bi taybetî di qada gerîla de êrîşên herî hovane û ne rewa, li dijî Rêbertiya me, gelê me, jin, ciwan, hêzên azadî û demokrasiyê û hemû rêxistinên hiqûqî hatin kirin. Çekên kîmyewî yên qedexekirî bi rengekî ku di ti şerekî li dijî gerîla de nehatiye dîtin, bêsînor hatin bikaranîn. Hêzên navneteweyî bi awayekî pir durû bi bêdengiya xwe, çavê xwe ji van êrîşan re girtin. Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, armanca sereke ya dewleta Tirk a faşîst ev bû ku tasfiyekirina tevgera azadiyê temam bike. Lê belê Rêbertiya me, jin, gelê me û gerîla li hemberî van hemû êrîşên nîjadperest û neteweperest berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedan di dîroka mirovahiyê de bû berxwedana herî mezin û herî balkêş. Li ser vê bingehê hemû êrîşên dewleta Tirk hate pûçkirin. Berevajî armanca dewleta Tirk û hikûmeta faşîst a Erdogan, dema ku hilbijartin dest pê kiribûn gerîla ji çiyan nehat derxistin. Gelê me bi hemû hêza xwe danî holê û li ber xwe da. Di hilbijartinan de tevî hemû polîtîkayên şerê taybet, hin kêmasî û xeletiyan jî ev berxwedan bi heybet hate nîşandan. Gelê me bi awayekî pir zindî, bi îdîa û bi biryar xwedî li Rêbertî, nirxên xwe yên netewî, ruhê azadî û demokrasiyê  derketiye.

Beriya her tiştî em berxwedan û helwesta azadiya gelê me ya beriya vê hilbijartinê û di dema hilbijartinê de bi rêzdarî silav dikin.

ŞERÊ LI DIJÎ JINAN

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi civakîkirina zayendperestî, netewperestî û desthilatdariya dewletê li dijî jinan şer daye meşandin.Vê rejîmê hewl daye bi qetlîamên li serjinan, bi çanda tecawizê û metodên şerê taybet hebûn, kesayet û ruhê jinan tune bike, qadên rêxistinkirî yên jinan ji hev belav bike lê jinan li hemû qadan li dijî van êrîşan li ber xwe dane.  Divê hemû partî û hêz qebûl bikin ku di demokratîkbûna guhertin û Tirkiyeyê de mijara sereke jin in. Jinan bi têkoşîna xwe ya bi rûmet li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr û zayendperest ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, di pêvajoya hilbijartinê de jî hêvî û heyecanek mezin afirandin. Em hemû jinên ku bi reng, vîn û nasnameya xwe li ser esasê dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ beşdarî hilbijartinê bûne pîroz û silav dikin. Têkoşîna jinan di siyaseta demokratîk de temsîliyeta wekhev a jinan di asta herî bilind de misoger kiriye. Sedemên têkoşîna hevpar a jinan ji her demê xurtir bûye û bêguman wê rejîma AKP-MHP’ê ku weke tifaqa şer a li dijî jinê hatiye organîzekirin, hilweşîne.

GELÊ ME BI PARASTINA NIRXÊN XWE HELWESTA XWE NÎŞAN DA

Bi pêşengiya jinan helwesta giştî ya gelê me, helwesta azadî û demokrasiyê ye. Bûye bersiva herî azadîxwaz ku ji Rêbertiya me re hatiye dayîn. Bersiva ku ji Kurdistanê ji Erdoganê faşîst û partiyên sîstemê re hatiye dayîn; bi parastina nirxên xwe hatiye dayîn. Gelê me bi sekna xwe ya di hilbijartinan de, zanebûn û hêza xwe ya civaka demokratîk nîşan daye. Di heman demê de car din komploya navneteweyî pûç kiriye.

TEQEZ NE HILBIJARTINEK ADIL Û REWA BÛ

Di van hilbijartinan de plan û operasonên hêzên şer ên taybet ên Tirk li ser bingehê hîle û dizîna dengan hatiye kirin. Dizîtiya di hilbijartinan de, ya veşartî û herî bi pispor ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatiye kirin.

Mînak di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de, tifaqa ATA di diyarkirina encamên hilbijartinê de helwestên bi stratejîk pêk anî. Ev yek di esasê xwe de planek a şerê taybet bû. Operasyonek bû ku ji bo fikrekî çêbike. Weke tê zanîn di hilbijartinan de hêza ku çarenûsê diyar bike her tim gelê Kurd û helwesta ku bigire ye. Di hilbijartinên şaredariyê yên herî dawî hatin kirin de, ev yek derketibû holê.

Ev hilbijartin teqez ne hilbijartinek adil û rewa ye, operasyonek a rejîmê ya şerê taybet e. Divê gelê me, jin, hêzên azadî û demokrasiyê van lîstokan, komployan, polîtîkayên şerê taybet baş bibîne û têkoşîna xwe li gorî vê zêde bike. Têkoşîna me ne tenê têkoşînek a hilbijartinê ye. Hilbijartin beşeke têkoşînê ye. Ya esas ew e ku gelê me û jin li her qada ku lê ne xwe bi rêxistin bikin. Li ser bingehê xwerêxistinkirinê xwedî li nirxên xwe yên civakî derbikeve. Li dijî rejîma faşîst a heyî berxwedan kirine.

EM Ê BI ÎDÎAYEK MEZIN BIMEŞIN

Tevî lîstokên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, gelê me li Kurdistanê berxwedanek mezin raber kir, çû ser sindoqan dengê xwe dan û karîn bi ser bikevin. Her wiha di Partiya Çepên Kesk de jin, ciwan pir bi bandor û çalak xebitîn. Jin di koma meclîsê de bûn xwedî nûneriya wekhev. Weke jin em ê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe ya azadiyê bi rengekî herî xurt û bi îdîayek mezin bimeşînin.

Lewma pêvajoya têkoşînê ya li pêşiya me, hilbijartinên xwecihî jî di nav de gelek girîng in. Di vê dema nû ya têkoşînê de di serî de jin, weke ciwan, gelê me, hêzên demokrasî û azadiyê heta dawiyê wê berxwedan dewam bike. Li Tirkiyeyê ji sedî 50’ê yê nifûsê guherîn, demokrasî, azadî û edaletê dixwaze. Ti kes nikare nêviya civakê biçewisîne. Li Tirkiyeyê cara yekem hêzek a muxalefetê xwe digihîne sedî 50. Ev girîng e. Bêyî ku em destûrê bidin bêhêvîtiyê, bi hêza xwe hemûyê xwe rêxistin bikin, li dijî faşîzmê heta dawiyê li ber xwe bidin, Kurdistanê ji faşîzmê re bikin goristan. Sedsala 21’emîn bikin veguherînin sedsala azadiya gelê xwe û jinê.

Li ser vî bingehî em gelê xwe, jinan, ciwanan, gelên xwe, kedkaran, komê baweriyan vedixwînin rêxistinbûnê û berxwedana li dijî faşîzmê. Em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî.”