Besê Erzîncan: Faşîzma Li Tirkiyeyê Bi Berxwedan Û Xeta Fedaîtiyê Dikare Were Sekinandin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya salvegera 27’emîn a çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) hin nirxandin kir.

Hûn çalakiya fedayî û şehadeta gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a di salvegera 27’emîn de çawa dinirxînin?

Heval Zîlan a ku şehîda me ya mezin e, yek ji fermandara nayê jibîrkirin a dîroka me ya azadiyê ye Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî êrîşa bombeyî yaku dewleta Tirk hewl dabû li Sûriyeyê Rêbertiya me îmha bike, li Dêrsimê çalakiyeke fedaî kir. Îro salvegera 27’emîn a çalakiya dîrokî ye.

Di serî de xeta berxwedanê ya jinê ya ku bi şehîda me ya mezin a azadiyê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci û di şexsê wê de bi Sakîne Cansizan dest pê kir û bi Bêrîtan, Sema Yuce, Viyan Soran, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemhûlî dewam kir, silav dikim. Ez di şexsê Gulan, Leyla Agirî, Raperîn Amed, Rehan Amûdê û Yusra de ku di salên cuda yên dîroka me ya azadiyê de di meha Hezîranê de şehîd bûne û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Di sala 2023’an de hêzên me yên YJA STAR’ê di şerê xweparastinê de yê li dijî faşîzma dewleta Tirk, li ser xeta fedaî ya heval Zîlan pêşengiyê dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiyên berxwedana gerîlayên me yên YJA STAR û HPG’ê yên li Zap, Avaşîn, Xakurkê, Bakurê Kurdistanê û yên li tevahiya Kurdistanê bi coşeke mezin pîroz dikim. Dîsa di dema dawî de di şexsê Zana Rojda û hevrê Xebat Kop de li ser esasê nûnertiya xeta fedaîtî ya Zîlanê de, îro berxwedanek pêş ketiye. Hevalên Zana û Xebat xeta fedaî ya heval Zîlan bi berxwedaneke mezin, lehengî, qehremanî û welatparêzî di kesayeta xwe de cih kiribûn. Bi hezaran hevrêyên me yên ku xeta berxwedanê ya bêhempa temsîl dikin, bûne mînak. Li hemberî hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk, bi dilsozî û girêdanbûna Rêberê me, gelê me û Tevgera Azadiyê şehîd ketin. Ez ji ber helwesta wan a bi rûmet a berxwedan û azweriya azadiyê hevalên me yên bi rûmet Zana û Xebat bi rêzdarî silav dikim

Her hevaleke me, gelê me, hêzên azadiyê wê hewl bidin layiqî van şehîdan bin, wê li ser vî esasî bi bîr û îradeyê berxwedanê geş bikin, îddîaya me ya ku em xeta azadiyê ya jinan, şoreşa me ya jinan, şoreşa Kurdistanê em li Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê belav bikin, wê di nav helwest û pratîkê de bin. Me layiqbûna ji bo şehîdên xwe, Rêbertî û gelê xwe ji bo xwe wekî peywira herî mezin qebûl kiriye. Xebata me ya şoreşa jinê ya li Kurdistanê wê weke ronahiya mirovahiyê biçirûse.

Weke jinên Kurdistanê, bi hevalên xwe yên jin, hevrê, dayîk, ciwan, hevalên xwe yên mêr ên ku bi xeta jina azad bawer dikin û xwe nû dikin, li her devera Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê li dijî hemû xerabiyên dewlet û desthilatdariyê em ê li ber xwe didin û xebatên avakirina jiyana azad û modela neteweya demokratîk bidomînin. Em ê bi tecrubeyên ku me ji dîroka rizgariya mirovahiyê, ji pratîkên dîroka xwe ya têkoşînê, derxistine, bi rexne û xwerexnegiriya ku em ê pêş bixin, em ê her tim xwe nû bikin û xwe ji nû ve ava bikin. Têkoşîna me jî wê bidome û bi pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de yên bi ser ketin wê hêzên ked, demokrasî, ekolojî, azadiyê bin. Em ê bi ser bikevin.

Di salvegera 27’emîn a çalakiya fedaî de tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî didome. Armanca vê tecrîdê çi ye û têkoşîneke çawa hewce dike?

Bi wesîleya çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, em careke din tînin rojevê ku Rêbertiya me di nav pergala tecrîd û êşkenceyê ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, her tim di rojeva me de ye. Tevgera me, gerîla, gelê me, jin, ciwan û dostên me bi hesasiyeteke mezin vê rewşê dişopînin. Tevî hemû zext, êşkence û gefên ku dewleta Tirk gelê me diavêje zindanan jî, berxwedan û xwedîderketina li Rêbertiya me li çiya, zindan, bajar û gundan didome. 28 meh in me ji Rêbertiya tu agahî nestendiye. Polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê bi hemû tundî û dijwariya xwe didome.

Rêbertiya me 25 sal in di nava şert û mercên piralî, zehmet, êşkence, tecrîda mutleq û bi rastî jî şert û mercên dijwar ên ku nayên ravekirin de dijî. Di sîstema faşîst a herî hov, bêwijdan, bêhiqûqî û bêexlaq de berxwedana xwe didomîne. Em careke din berxwedana Rêbertiya xwe ya Îmraliyê silav dikin. Di rizgariya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de rola Rêbertiya me ya sereke heye. Ev rol roj bi roj zêde dibe. Ev yek êdî ji aliyê hêzên dost û dijmin jî hatiye fêmkirin. Ji ber vê jî kesên ku bêhiqûqtiya tecrîda li ser Rêbertiya me tînin rojevê, kesên ku tu eleqeya wan bi îdeolojî û fikrê me tune, rojnamevanên ku di warê hiqûqê de li rewşa Rêbertiya me dinihêrin jî, dibin hedefa êrîşên herî neheq û bêedalet. Armanca wan diyar e. Dixwazin Rêbertiya me û fikrên wî di nava tecrîda mutleq de bihêlin, têkoşîna azadiyê ya jin û gelên me yên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi rê ve dibin tasfiye bikin, hemû hêzên azadiyê yên li Tirkiyeyê bê rêber û bê alternatîf bihêlin û li ser hîmê hegemonyaya xwe Tirkiyeyeke faşîst ava bikin.

Di vê çarçoveyê de, careke din divê em di şertên faşîzmê de de çalakiya fedaî ya ku heval Zîlan di sala 1996’an de li ser esasê xwedîderketina Rêbertiya me li dar xistiye binirxînin û tecrubeyên hewce jê bistînin. Li ser vî esasî divê em bi ruhekî fedaî têkoşînê bilind bikin. Divê em vê hişmendî û vîna xwe xurt bikin.

Çalakiya Zîlanê çima girîng e, çima Dêrsim tercîh kir, armanca wê çibû, kîjan peyam didan?

Sala 1996’an tarzê çalakiya fedayî ya ku hevala me Zîlanê pêk anî, di dîroka tevgera me de destpêkek bû. Cara destpêkê hevalek jin bi tena serê xwe bi rengekî zanebûn, xwerêxistinkirî, bi plan, înîsiyatîf, serkeftî û xwedî encam çalakiya fedayî kir. Cih û demê ku hevala Zîlan çalakiya fedayî lê pêk anî, gelek girîng e. Dewleta Tirk a faşîst di vê pêvajoyê de jî hemû derfetên xwe bi kar anî û dixwest Rêbertiya me li Sûriyeyê tasfiye bike. Ev rewş di nava hemû gerîlayan de hêrsek ava kir. Fikira heval Zîlan a çalakiya fedayî, li ser vî bingehî bi biryar û pêşniyaza wê bi xwe bû. Hezkirina Rêbertî û dilsoziya pê re, biryardariya wê ya di xwesteka jiyana azad de, bû sedem ku li ser xeta fedayî tevlî bibe.

Rêbertiya me xwedî sekneke ku jinan û mirovahiyê timî dikişîne azadî û têkoşînê. Rêbertiya me bi kedeke mezin û hêza fikirînê li dijî tarzê jiyanê ya ku civak kole dikir, sekna kesayetek alternatîf, tarzê jiyanê destpêkê di aliyê xwe de, piştre çêkera partiyê de û gelê me de gav bi gav pêş xistibû. Gelek peyamên çalakiya hatî kirin hebûn. Heval Zîlan bi vê çalakiya xwe di mejî û dilê dijmin de tirs û têkçûn afirand. Bi zanebûn ev çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî. Tê zanîn ku dewleta Tirk bi Terteleya Dêrsimê 1938’an çi peyam da Kurd û Elewiyan. Ev çalakiya fedayî di serî de Dêrsim li hemû Kurdistanê ji bo gelê me û jinan zanebûna azadiyê, îradeya berxwedan û têkoşînê pêş xistiye. Gelê me yê Dêrsimê li ser xeta vegera li cewherê xwe ketiye nava pêvajoya ji nû ve zindîbûnê. Rêbertiya me çalakiya bi heybet a hevala Zîlan di tarz û uslûbê gelê me û jinan de xurt kiriye. Gelê me û jin bi vê çalakiyê ji xwe bawer bûne.

Çalakiya fedayî ya heval Zîlan, di heman demê de di kongreya destpêkê ya jinan de ku sala 1995’an li çiyayên me yên azad hat kirin, ji rêxistinbûna jinê ya cara destpêkê hatî avakirin re bersivek bû. Bi çalakiya fedayî ya pêk anî, bû sedem ku ji bo pêşketina rêxistinbûna jinê gavên hîn pêşketîtir werin avêtin. Ji bo pêşketina pêngavan roleke sereke bi cih aniye. Tevlêkariyek pir girîng di rêxistinbûna jinê û têkoşîna jinan û gelê me de pêk anî û di tevgera me de rolê pêşeng lîstiye. Hezkirin û dilsoziya heval Zîlan a li hemberî Rêbertiya me, dilsoziya li hemberî fikirên azad bûye sedem ku îro bibe hêzeke mezin a rêxistinê û hêza çalakiyê. Îro di dilê bi milyonan de xeta fedayîtiyê ya heval Zîlan, di şer û jiyanê de weke xeta fermandarekê di genên gelê Kurd û jinan de bi cih bûye.

Weke tevgera jinê bersiva we ji mîrateya heval Zîlan re çi ye?

Xebatên ku em ê li ser esasê helwest û çalakiya Zîlan bimeşînin, wê bibin nîşaneya herî berbiçav a ku sedsala 21’an ku wê bibe sedsala jinê. Ji ber vê yekê divê di vê pêvajoya ku êrîşên li ser Rêbertiya me, tevgera me ya azadiyê û gelê me tê girankirin de, xeta Zîlan, xeta fedaîbûn û xeta azadiyê divê bi xurtî were fêmkirin, divê bibe helwest û sekna hemû kesên ku wê tevlî nav xebatan bibin.

Pêwîst e ev ne tenê ji aliyê leşkerî ve weke çalakiyeke fedaî were dîtin divê wekî helwesta li dijî faşîzm û komkujiya jiyanê, weke helwesteke redkirina li hemberî paşverûtiya jinê, zilamtiya serdest û mekanîzmayên jiyanê yên heyî jî were nirxandin. Qutbûna ji feraseta zilamê serdest û şêwaza jiyana wê ya di jiyanê de û xweafirandina li ser vî bingehî. Divê helwesta berxwedanê wisa be.

Tarza Zîlanê tê wateya pêkanîna tarza Apoyî ya bi bandor û serkeftî. Tê wateya pratîka wê. Heval Zîlan nîşanî me jinan da ku beriya her tiştî divê jin ne milkê mêran be, divê jin ji bo azadiya gelê me bibe îradeya zindî û ji bo wê têbikoşe.

Lewma xeta Zîlan kodên ku em ê çawa û bi kîjan rêbazan şoreşa xwe ya jinê pêş bixin, dide me. Azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Berdêl hewce ye. Şoreşên jinan ên ku wê bibin şoreşa mirovahiyê, ancax bi berxwedana li dijî despotîzm û dîktatoriyê dikare pêş bikeve. Rêya jiyana bi rûmet rêya Zîlan e. Zîlan çavkaniya îlhama jiyaneke bi rûmet û bi wate ye.

Ji ber vê yekê hevala Zîlan manîfestoya şoreşa me ya jinê ye ku em bi armanca pêkanîna teqez û serkeftina di sedsala 21’an de radigihînin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku lêgerîn û têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî, edalet û avakirina jiyana azad encax dema ku li ser esasê ruhê fedekarî û azadiyê beşdarî têkoşînê bibe, dikare pêk were. Divê em xeta Zîlan di pêvajoya ku em tê re derbas dibin pir baş fêm bikin û bi rengekî piralî kûr û afirîner pêk bînin.

Di salvegera 27’emîn a çalakiya fedayî ya Zîlanê de, êrîşên dewleta Tirk li her alî zêde bûne. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?

Li Tirkiyeyê asta ku faşîzm gihiştiyê, encex bi xeta berxwedan û fedayîtiyê wê têk biçe. Nûneriya sîstema modernîst a kapîtalîst, îro li Tirkiyeyê di tifaqa mêr a bi pêşengiya AKP-MHP’ê de tê kirin. Erdogan dijminahiya jinê li ser bingehê têhiştineke faşîst û paşverû xurt kiriye. Tecrîda li Rêbertiya me giran dike û dixwaze êrîşên li dijî gelê me li her qada jiyanê, li girtîgehan zêde bike û civakê hemûyê teslîm bigire. Xeta faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê jî xeteriyeke mezin e. Dixwaze xeta DAÎŞ û Talîbanê bi fikira Osmanî ya nû li Rojhilata Navîn pêk bîne, gelan û jinan di tarîtiyê de bifetisîne. Sîstema modernîst a kapîtalîst vê neteweperestiya faşîst, olperest, zayendperest û polîtîkayan bi derew û durûtiyek mezin dişopîne. Li hemberî AKP-MHP’ê ya faşîst bêdeng dimîne û pêşiya wê hîn zêdetir vedike.

Di vê wateyê de em rû bi rûyê aliyên mêr ên herî kirêt û derewker in. Divê em ji bîr nekin ku sedemê êrîşên xerabiyên mêr ew e ku ji têkoşîna me ya azadiya jinê ditirsin. Lewma hemû derfet û polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê. Kesekî ku azadî, demokrasî û wekheviyê bixwaze ti carî bê çare namîne. Tevî ku heval Zîlan ew salek bû tevlî refên têkoşînê bûyî û bêyî tecrube bû, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me pir zû ferq kir û helwesta jina azadîxwaz danî holê. Bi tarzekî ku neyê mejiyê ti kesê, bêyî ku tiştekî ji kesekî/ê hêvî bike, bi înîsiyatîfa xwe çalakiya xwe ya mezin plan kir û bi serkeftinê kir pratîk. Ev gelekî girîng e. Li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr, Şengal, Mexmûr û Ewropayê weke jinên Kurd divê em li ser bingehê xeta fedayî ya şehîd Zîlan pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin û xebatên têkoşîna azadiyê zêde bikin û bi ser bikevin. Bêyî ku em dev ji têkoşînê berdin, divê em li ser xeta azadiyê ya Rêbertiya xwe xebatên xwe bimeşînin û faşîzmê têk bibin û bişînin tarîtiyên dîrokê.

Li ser vî bingehî di salvegera 27’emîn a çalakiya fedayî ya heval Zîlanê de, di serî de jin em bang li hemû ciwanan û gelan dikin ku berxwedanê mezin bikin, li dijî ê faşîzma tarî li ber xwe bidin û têkoşîna ji bo rojên azad geş bikin.