Zerîn Rûken: Bi Zîlanbûyînê Em Rêber Apo Azad Bikin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken ji ANF’ê re nirxandinek kir.

Rûken di şexsê şehîd Zeynep Kinaci (Zîlan) de şehîd bi bîr anî û got, “Em bi biryardariya Zîlanan a ku dilxwaziya xwe ya azadiyê veguheran hêza şer û jiyanê tevlî pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ bibin. Di şexsê hevrêyên me yên di vê oxirê de li ber xwe dan, şehîd bûn, divê were zanîn ku têkoşîna tê kirin hesabpirsîneke dîrokî ya ji şaristaniya serwer e. Di salvegera çalakiya mezin a Xwedawend Zîlan de ez meşa serketinê ya Kurdîtiyê û jinê pîroz dikim.”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken bi vî rengî dewam kir:

“Li ser rêya dîrokî ya ku hevrê Zîlan ronî kir, hevrêyên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê li ber xwe didin, ruhê Apoyî û xeta Zîlan temsîl dikin. Lewma xet û pîvan şênber in, veguherîne rastiya şerê bi rengê fedaî û jiyana azad. Ruhê berxwedanê yê fedaî asta herî bilind a xeta fedaîtiyê ya hevrê Zîlan, Sema û Gulan e. Şervanên azadiyê yên jin ên li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê li refên herî pêş bi wêrekî şer dikin, ji ber berxwedana wan a bêhempa û têkoşîna wan a bi rengê fedaî pîroz dikin. Gerîlayên YJA Starê û HPG’ê yên bi lehengî şer dikin û dijmin têk dibin, bi coşa şoreşê, bi germahiya şer û meha Hezîranê silav dikim.

Şehîdên me yên mezin ên ku çanda berxwedanê ya hezaran salan temsîl dikin, mezinahiya azadî û jiyana bi wate nîşanî me dan, dil, mejî û bedena xwe dan ji bo azadî û rastiyê, şehîdên mezin ên tevgera me ya azadiya jinê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci, Serhildan-Sema Yuce û Gulan-Fîlîz Yerlîkaya, li Rojhilatê Kurdistanê Ş. Zîlan Pepûle bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Her wiha hevrêyên me yên li Zap, Metîna, Heftanînê di xeta Zîlan de şer kirin û şehîd bûn, di şexsê hevrê Mizgîn Ronahî, Şaristan, Gulçiya, Leyla Amed, Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Zîlan Konya de bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser xeta Rêbertî bi ruhê PKK û PAJK’ê xwedî li şehîdên xwe derkevin û bibin şopdarên şehîdan.

Di heman demê ve hevrêyên me yên hêja yên meha Hezîranê şehîd bûn Helmet-Diyar Xerîb, Leyla Van, herî dawî jî hevalên Ş. Reyhan, Yûsra, Yûsif ên li Qamişloyê di êrîşa balafira keşfê ya dewleta Tirk de şehîd bûn, bi hestên herî şoreşgerî bi bîr tînim, bi zanebûna berpirsyariya xwe ya mezin a li pêşberî artêşa ji hezaran şehîdan em ê pêşengiya xwe bi biryardariyeke mezin bikin, wezîfeyên xwe pêk bînin. Şehîd dilxwaziya me ya azadiyê gur dikin, hêzê dide me ku em dijmin têk bibin. Rêya serketinê nîşan dide. Li pêşberî rastiya bi hezaran şehîdan ku têkoşîna me gihandin vê astê, weke şervanên Rêber Apo em ê li ser heman xetê têkoşînê mezin bikin, tecrîdê parçe parçe bikin. Şoreşa Azadiyê ya Jinê û biryardariya me ya li têkoşîna azadiya jinê, israra me ya li ser xeta hevrê Zîlan, Sema û Gulan, Gulçiya, Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Leyla Van, Leyla Sorxwîn e. Jiyana bi rêbaza Zîlan çalakiyeke mezin a sekna me ya azadiyê ye. Manîfestoya jiyana azad û nexşeya me ya rê ye. Kesayet, sekn û çalakiyên ku bûne malê dîrokê, dîrok nivîsandine, gelekî kêm hatine dîtin. Bûne pîvan. Fêhmkirina wan bi rengekî rast, têgihiştina nirx, feraseta azadiyê û rastiya ku ew temsîl dikin, bicihanîna vê yekê, meşa li ser şopa wan îro ji aliyê wan mirovan tê kirin ku li ser felsefeya Apoyî şer dikin, pêşengiya avakirinê dikin. Yên ku li her devera cîhanê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêxistin dikin, şoreşa jinê bi rêxistin dikin. Rêberê me di şexsê hevrê Zîlan de asta azadiyê, şarezatiya leşkerî û taktîkî, kûrahiya îdeolojîk gelek caran nirxand, analîz kir û xwe weke şervanê tevgera jinê, şervanê di bin fermana Zîlan de pênase kir. Ji ber vê yekê ji bo xeta Zîlan bibe malê tevger û azadiya jinê her tişta pêwîst kir û ji bo bicihanîna xeta şehîd, qîmeteke mezin da.

Di şexsê hevrê Zîlan û Ş. Zîlan Pepûlê de ku heman demê li Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, em dibînin ku felsefeya Apoyî çiqasî bi xurtî hatiye fêhmkirin. Felsefeyek heta neyê fêhmkirin, nikare bi cih were anîn. Rastiya Zîlanbûnê ya îro bûye pîvana tevgera me ya azadiyê.

Pîvana têkoşîn û jiyana li gorî xeta Zîlan rastiya Gulçiya, Leyla Amed, Xebatkar, Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Ş. Zîlan Pepûlê û Reyhan in. Xetek heye ku fermandarên me yên pêşeng afirandine. Rêbazeke jiyanê ye, rêbazeke şer e, rêbazeke serketinê ye. Bersiva herî mezin a li hemberî rastiya qirkirinê ya ku îro li ser gelê me, li ser me tê ferzkirin, şerê bi rengê fedaî ye, ku rêya serketinê şênber kiriye. Rastiya Zîlan îro li çar parçeyên Kurdistanê bi vî rengî şênber bûye. Şênberiya fedaîtî û rêbaza serketinê ye. Rastiya xwedawendên me yên azadiyê bi vî rengî şênber bûne. Ev têkoşîn îro bi vî rengî şênber bûye.

Hevrê Zîlan sala 1996’an li hemberî komplo û hewldana sûîqestê ya li dijî Rêberê me û di şexsê Rêberê me de li dijî tevgera me ya azadiyê hate kirin, di 30’ê Hezîranê de li Dersimê bû fedaî, bersiv da pêvajo û Rêbertî. Hevala Zîlan di nameya xwe de got, ‘Ez dixwazim bibim nîşaneya daxwaza azadiyê ya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên kolekirina jinê, dixwazim bombeyê bi xwe ve biteqînim, nîşan bidim ku hêrsa min mezin e’. Dibêje, ‘Ez dixwazim bibim sembola vejîna jinên Kurdistanê’ û dibe sembola vejînê ya jinên Kurdistanê. Îdîa, moral, bawerî û xwesteka wê ewqasî mezin e ku du caran destnîşan dike, ku ji bo dest ji jiyanê bernede, ji bo jinên Kurdistanê dest ji jiyanê bernedin îdîaya wê ya jiyanê gelekî mezin e. Bi çalakiya xwe nîşan da ku jiyan jî bi berxwedanê dikare bê bidestxistin. Ji her alî ve peyamê dide milîtanên şerker û jinên şoreşger ên Kurdistanî. Ya rast vediguhere bangekê. Di nava jiyan, şer, têkoşînê de yekgirtina azadiyê nîşan dide.

Avakirina jiyanê bi bedewî, rastî û başiyê di destê mirovan de ye. Gotina ‘Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin’ radixe pêş çavan ku têkiliya navbera jiyan û çalakiyê bi xurtî daniye, parastna hebûnê jî bi watekirin, çand û exlaqê ve girêdayî ye. Lewma ji aliyê afirandina civaka polîtîk û exlaqî, asta fêhmkirinê ya hêza milîtan û kadro îfade dike. Hêza avabûna paradîgmaya nû, hişmendî û pêkanîna azadiyê di kesayetiya xwe de ye. Di heman demê de xwe kir çalakî, bal kişand ser komploya li ser Rêbertî, li dijî operasyonên îmhayê yên li dijî gerîla nûbûna taktîkî pêk anî. Û nîşan da ku dema milîtaneke jin a Kurd xwe bigihîne fikrê azadiyê, dema bû îrade hingî vediguhere kîjan hêzê. Ya ku di rastiya Zîlan de divê were fêhmkirin daxwaza azadiyê û lêgerîna li jiyana azad e. Asta azadiyê ya çalakiya hevrê Zîlan, bilindahiya îdîaya wê û têkiliya bi armancê nîşan dide. Lewma hevrê Zîlan manîfestoya xeta partîbûnê, asta herî bilind a feraseta me ya azadiyê û îdeolojiya me ya rizgariya jinê ye. Tevgera azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd a Zîlanbûnê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi şoreşa jinê ve dimeşe. Di vê meşê de rastiay dewletê ya bi serweriya mêr dihejîne. Di şexsê hevrê Zeynep Kinaci de gerîlayên jin ên Kurd dîrok nivîsandin. Kevneşopiya Xwedawendiyê ya ku li dûrahiya dîrokê hate veşartin, nîşan da ku li vê xakê hîn jî heye. Rastiya Zîlanan a dîrokî di avakirina bîrdoziya dîrokî-civakî ya îdeolojiya azadiya jinê de hîn jî fermandareke mezin a pêşeng e. Zîlan xeteke, şênberiya biryardariya jiyana azad, kesayetî û nasnameya jinên Kurd ên li ser xeta Zîlan li ber xwe didin. Her ku têkoşîn mezin bû, berxwedan kûr bû şerkerî, dilxwaziya azadiyê ya jinên Kurd zêde bû, ji serê çiyê gihîşt jinên cîhanê û mirovahiya demokratîk. Jinên Kurd ên azad ku li çiyayên Kurdistanê bi salan jiyan, xwe perwerde kirin û zane bûn, ji mêr ê zalim, ji hêzên modernîteya kapîtalîst tolê hiltînin, pêşengiyê ji avakirina jiyana azad û sosyalîst re dikin.

Lewma hevrê Sema Yuce ku di 17’ê Hezîranê de şehîd bû, di xeta Zîlan de mezin bû, bû fedaî. Berxwedana bi rêbaza Sema bicihanîna îdeolojiya me ya azadiyê ye. Piştî ku Rêberê me îdeolojiya rizgariya jinê ragihand, nîşan da ku hem dikarin xwedî li îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêberê me derkeve, hem jî li ser xeta Zîlan kesayetiya jin a azad a bûye manîfesto were afirandin. Hezkirin û dilxwaziya xwe ya ji bo azadî û Rêbertî veguherand agirê Newrozê û bi gotina ‘Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dixwazim bibim pirek ji agirê’ bedena xwe da agir. Hevala Sema polîtîkaya dîlgirtinê û rastiya dîlgirtinê ya dijmin zû fêhm kir û bû yek ji bi hezaran xwedawendên me yên azadiyê ku li ser rêya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û Çaran meşiya û derb li dijmin xist. Gihîşt asta herî bilind a teorîk, rêxistinî-îdeolojîk ku her şervanên azadiyê dixwazin xwe bigihînê. Nîşan da ku divê bibe ya xwe, bigihêje xwe, bi fêhmkirin û têgihiştinê bikeve ser rêya heqîqetê. Hest, fikir bi kûrahî analîz kir û kesayetiya mêr a serwer, şêweyê bandora li jiyana partiyê, zexel û hewldana bandorkirina derdora xwe bi danheviyê, li zindanê nirxand û bi tespîta ‘li ezmanan rojek bi tenê heye’ nêzîkatiya mêr ê komploger têk bir. Ji bilî hezkirina Rêbertî û dilsoziya pê re di dilê xwe de cih neda tiştekî din. Ev qîrîn niha li çiyayên Kurdistanê derbên mezin li dijmin dixe. Xeta fedaîtiyê ya bi hezaran Zîlanan, meşa azadiyê mizgîniya serketinê dide. Şênberiya sekna azadiyê deng vedide. Hestiyariya jinê, eşqa wê ya azadiyê, rêxistinî û baweriya wê ya bi serketinê nîşan dide. Lewma hevrêyên me yên mêr ên ji têkoşîna azadiyê, ji hêza rêxistinî, ji jin a azad û bedewbûyî bi bandor bûn, têkoşîna wan a ji bo azadiyê xwedî wateyeke dîrokî ye. Li dijî sîstem û feraseta bi serweriya mêr, têkoşîna jin û mêr ên azad bêguman wê jiyanê azad bike. Ev xeta azadiyê îro li hemû parçeyên Kurdistanê veguheriye roja vejînê ya jinê ya azad û dîroka şehîdên me. Di hûnandina jiyanê ya li ser xeta hevrê Zîlan de, di afirandina rastiya milîtanî û kûrahiya teorîk-îdeolojîk a hevala Sema de pêşengî kiriye. Hevrê Gulan a ku 7’ê Hezîrana 2002’an hate qetilkirin, nasnameya jin a milîtan a pêşeng e ku di pêvajoya tasfiyeyê de ji xeta Rêbertî û azadiyê ti carî tawîz neda. Di şerê me yê xetê de, di sekn, têkilî û nêzîkatiya îdeolojîk de her tim bû xwedî nêzîkatiyeke diyarkirî.

Mîna ku niha jî tê kirin, ruhê berxwedanê, daxwaza azadiyê û xwesteka têkoşînê ya hevrê Zîlan, Sema, Gulçiya, Leyla, Raperîn, Bêrîvan Zîlan, Zîlan Konya, Gulan, Ş. Zîlan Pepûlê her tim kêliyên bi vî rengî yên dîrokî diafirînin, bi dewamkirin û danheviya kêliyên dîrokî re têkoşîna me ya jinê ber bi şoreşa jinê ve dimeşe. Şervanên azadiyê yên jinên Kurd, mejiyê demokratîk û azad ên neteweya demokratîk li xaka Kurdistanê bi şer û berxwedanê ava dikin. Sîstema serwer a zalim û rastiya derewkar a bi destê mirovan hatiye avakirin, niha careke din bi destê mirovan, bi mejiyê jinê yê azad tê guhertin. Vaye îro pêngava me ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re em ber bi şoreşa jinê ve diçin’ dewam dike. Bi vê wesîleyê ji bo pêkanîna vê pêgnava xwe li her derê, em ê bersivê bidin utopya azadiyê ya şehîdên xwe. Têkoşîna me ya ku li Kurdistanê destpê kir niha li Rojhilata Navîn belav bûye, bi şoreşa Rojava re gerdûnî dibe, li Rojhilatê kurdistanê meşaleya têkoşînê ya Ş. Zîlan Pepûlê, Şîrîn Elemhûlî, Jîna Emînî û bi dehan şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna şoreşa jinê bilind dibe.”

‘PARADÎGMAYA RÊBER APO LI HER DEVERA CÎHANÊ ALTERNATÎF E’

Rûken destnîşan kir ku têkoşîna li ser bingeha Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê tê kirin di nava guhertina Rojhilata Navîn û cîhanê de xwedî roleke girîng e û ev nirxandin jî kir:

“Parêznameyên Rêber Apo û paradîgmaya wî li her devera cîhanê bi perspektîf û rastiya jiyana azad a mezin alternatîf e. Her wiha gel û jin, gelek derdor bi xurtî nîqaş dikin. Bi taybetî jî feraseta zanistiya civakî, dîrok û jiyana li dora jinê kir ku analîza herî kûr têkildarî desthilatdarî û dewletê bê kirin. Her wiha perspektîfa neteweya demokratîk weke sîstemeke alternatîf û şêweyekî rêveberiyê ya demokratîk tê nirxandin. Perspektîfa neteweya demokratîk ku alternatîfa sîstema netewe dewletê ye, ji bo hêzên şaristaniya kapîtalîst bûye tirseke mezin. Lewma sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê tê dewamkirin û dixwazin ku pêşî li Ronesanseke nû bigirin ku ji Kurdistanê bilind dibe û nîşaneya cîhaneke azad e. Bi pêşengiya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ev yek tê kirin. Di vê demê de ku em sala 51’ê ya partiya xwe pêşwazî dikin, em bi rastiyeke şerê qirker re rû bi rû ne ku di serdemeke dîrokê de nehatiye dîtin. Li pêşberî rastiya têgihiştinê, îdeolojîkbûyîn, rêxistinî û partîbûyînê, dijmin ji ber têknebirina tevgera azadiyê û biserneketinê di nava têkçûneke kûr de ye û hîn bêhtir barbar dibe. Kûrkirina tecrîda li Îmraliyê, dike ku Îmrali bibe navenda şer. Em di demeke welê de ne ku li dijî êrîşên rejîma qirker li her derê gelê me, gerîla bi îradeyeke bilind bi rengê Zîlan bersiveke mezintir dide.

Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê yên giran de berxwedanê bi îradeyeke bilind dewam dike. Tecrîd weke polîtîkayeke qirkirinê ya taybet tê meşandin. Bi hincetên ji rêzê, cezayên dîsîplînê û hwd. dewam dike. Rêber Apo teqez tecrîd têk biriye. Bi fikrê xwe, bi perspektîf û analîzên xwe, xwe gihandiye cîhanê. Gel û jin, kî bixwaze dikare xwe bigihîne Rêber Apo, dikare wî fêhm bike. Rêber Apo derfetên van hemûyan bi parêznameyên xwe bi berfirehî pêşkêş kiriye. Dixwazim diyar bikim ku partîbûyîn, bi fêhmkirina Rêbertî, bi bicihanîna paradîgmaya wî, bi kesayetiya rêxistinî û têkoşînê dibe. Heta ku em fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin, hingî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir nêz bikin.”

Rûken destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bala jinên li Rojhilata Navîn kişandiye, her wiha bala hemû gelan ên li gelek parzemînan kişandiye û got, “Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di serî de jinên Îranî, Azerî, Efgan, jinên Ereb, jinên ji gelên cuda, ji têkoşîna jinên Kurd, gerîlayên jin bi bandor bûn û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji xwe re kirin rêber.”

‘LÊGERÎNA AZADIYÊ YA JINÊ KÛR BÛYE’

Rûken wiha dewam kir:

“Ji ber vê yekê hişmendiya xweparastinê û rola pêşengiyê ya di feraseta azadiyê ya jinê ya cîhanê û avakirina jiyana azad de her roj mezintir bû. Bi vê yekê re jinê dest bi lêpirsîna li sîstema serweriya mêr kir, ji mêr, sîstema serwer û desthilatdariyê cihê bibe, mêr veguherîne. Bi serhildanên li Îranê re ev lêpirsîn bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi xurtî nîşan da. Ya ku pêk tê, ruhê şoreşa jinê ye. Ya ku bandorê li civakê dike, zora guherîn û veguherînê li civakê dike, xeta şoreşa jinê ye.

Îro pêla ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û encama berxwedanên bi pêşengiya jinê ya tevgerên civakî guhertinê li ser serweriya mêr û netewe dewletan ferz dike. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vegerê li cewherê dike. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim ku ev guherîn û veguherîna dîrokî pêwendiya xwe bi dîrokîbûn, çalakî û jiyana Zîlan-Zeynep Kinaci, Zîlan Pepûlê, Leyla Amed, Gulçiya Gabar, Bêrîvan Zîlan heye ku veguheriye manîfestoya azadiyê. Jinên Kurd ên bûne Zîlan, di guhertina sîstem, civak, jiyanê û afirandina aadiyê de bi rola pêşengiyê radibin. Rastiya jinê ya bûye artêş, pratî û sîstem, weke hêza şoreşger a nû bûne pêşengên şoreşê. Rastiya jinê ya ku vejiya ye, bi îrade, hêvî û hêza xwe jehrkuja hêzên modernîst kapîtalîst e.

Rejîma faşîst a dewleta Tirk ku ji bo li ser piyan bimîne û hebûna xwe dewam bike, di dizîtiya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê seferber kir. Li hemberî berxwedanê, li hemberî milîtaniya fedaî ya li Zap, Metîna û Heftanînê artêşa qirker serî tewandiye. Careke din eşkere bû ku îradeya milîtanî, ruhê Apoyî di ser her tiştî re ye. Lê belê ji çekên kîmyewî heta bi bikaranîna her cûre teknîka giran di êrîşan de israr dike. Gerîlayên YJA Starê ku çalakiyên herî xurt ên vê pêvajoyê dikin û pêşengiyê ji şer re dikin, xeta Zîlan di asta herî bilind de temsîl dikin, ruhê fedaî dixin meriyetê, pêşengiyê ji sekna azadiyê re dikin. Bi vê wesîleyê milîtanên azadiyê silav dikim. Li her devera Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê têne kirin. Timî di bin bombardûmanê de ye. Ji bo têkbirina dijmin li her qadê bi pêngavên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşê ve dimeşin’ divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi ruhê seferberiyê, ji bo hilanîna tola êşên ku rejîma Erdogan a faşîst bi gelê me dane kişandin, ji bo hilanîna tola şoreşgerên mezin ên şehîd bûn, divê em bi hemû hêza xwe pêngava xwe ya jinê bimeşînin.

Ji ber vê yekê ev têkoşîna ku me bi daxwaza azadiyê destpê kirine, ji me dixwaze ku em êşên gelê xwe bi kûrahî hîs bikin, îrade û biryardariya têkbirina dijmin nîşan bidin, xwedî cidiyet, dîsîplîn, fedakarî û fedaîtiyeke mezin be. Bêguman zor û zehmetî karê şoreşgeran e. Karê şoreşgeran bi karê hêsan re nîne. Her kes kare ya hêsan û ji rêzê bike. Lê belê wezîfeyên zehmet û giran tenê ji aliyê yên ku dil û mejiyê wan xurt e û rêxistinî ne dikare bi cih bê anîn. Gilî û gazinan ji giraniya wezîfeya xwe nake. Pratîkê bi hincetan nanirxîne. Gilî û gazinan ji xwe re nake hincet, tiştekî ji xwe re nake asteng. Kesayetên bi vî rengî şoreşger in. Nû yan jî kevn be, ya girîng ew e ku her gotineke Rêbertî fêhm bike û bixe meriyetê. Ji bo vê jî pêwîstî bi tecrûbe û danheviyeke bi qasî deryayê nîne. Ji xwe bi me hemûyan re jî heye. Hevala Zîlan milîtaneke salekê bû. Lê belê bi ruhekî ji hezaran salî bi ser mirinê, bi ser dijmin ve, bi ser artêşên serweriya mêr ve meşiya. Hevala Sema li qada Rêbertî tevlî perwerdeyê bû bû. Piştî ku dîl kete destê dijmin, ji bo çalakiya hevala Zîlan got ‘Ne tenê ji aliyê cewherî ve her wiha ji aliyê şêweyê ve jî dixwazim bibim bersiv’. Lê belê ji ber ku şert û mercên zindanê rê nadin, dibêje ‘Eger zindan nebûya minê bigota di taktîk û şer de serketin û di jiyanê de azadî’.

Şaristaniya kapîtalîst ku berhema mejiyê serweriya mêr e careke din êrîşî jinê dike ku koka civakîbûnê ye. Sazî û hêzên modernîteya kapîtalîst ên rojavayî, tevî jinê dixwazin nirxên demokratîk, azadîparêz û parvekar ê civakê tune bikin, xera bikin, desteser bikin. Ketine nava pêşbirka vê yekê. Lê belê têkoşîna me ya azadiyê ya jinê bi têkoşîna xwe ya mezin pêşengiya vê hêza guhertina dîrokî li her derê dike. Lewma li gel berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê û parastina hebûna xwe, di heman demê de li dijî qirkirina çandî û qirkirina jinê em bi pêngava xwe ya jinê bi rabûna li ber a mezin em têkoşîna xwe bi pêş ve dibin. Rêber Apo di serdema destpêkê ya têkoşîna ji nîv sedsalî de tespît kir ku sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê. Îro bi vê pêşdîtina Rêberê me û li ser vê bingehê bi rêxistinî, têkoşîna jinê, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re rê ji vê sedsalê re tê nîşandan û em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Lewma her ku fikrên Rêbertî gerdûnî dibe û dikevin meriyetê, têkoşîna jinê ya Kurd û îdeolojiya wê jî gerdûnî dibe. Serketina ku heq dike wê teqez pêk bîne. Lewma em li ber azadkirina serdema xwe ya jinê ne. Ji ber vê jî di çarçoveya pîvanên Şerê Gel ê Şoreşgerî de li gorî pêwîstiyên serdema stratejîk a 4’emîn bi rêbaza milîtaniya fedaî em bi rengê Zîlan, Leyla, Xebat tevlî bibin, pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, pêngava xwe ya jinê mezin bikin. Rêber Apo azad bikin.

Herî dawî ji 1’ê Hezîranê heta bi 30’ê Hezîranê bi sedan fedaî û şehîdên me yên leheng hene ku gihîştine asta şehadetê. Di serî de şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê em hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Gulan-Fîlîz Yerlîkaya, Şaristan Asmîn, Ş. Zîlan Pepûle, Hejar Zozan, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Leyla Van, Gulçiya Gabar, Leyla Sorxwîn bi hezkirin û hurmeteke mezin bi bîr tînim. Divê em felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li çiyê, bajar û deştê li her derê bi pêş ve bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û tola şehîdên xwe hilînin. Ji bo vê jî divê em têkoşînê bilind bikin.”