Besê Erzîncan: Em Ê Teqez Şoreşa Jinê Bi Ser Bixînin
Bi wesîleya salvegera 27’emîn a şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir, Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi beşa 2’emîn a roportajê de têkildarî encamên çalakiya fedayî, êrîşên li ser jinê û rê rêbazên têkoşînê axivî.
Çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan bandoreke çawa li ser Tevgera Jinên Kurd kir? Encamên çalakiyê çi bûn?
Çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan şîfreyên afirandina rêbaza serketinê û rêyên wê yên esas nîşanî me da. Ev di vî alî de çalakiyeke bi wate û dîrokî ye.
Destpêkê îro salvegera 30’emîn a Komkujiya Sêwas-Madimakê ye ku di 2’ê Tîrmehê de hatibû kirin. Ez vê komkujiya hovane ya li otela Madimakê pêk hatî, şermezar dikim. 33 canên ku li vir şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ti ferq di navbera zihniyeta ku ev komkujî pêk anî û zihniyeta AKP’ê de tune ye. Ji bo bîranîna van şehîdan, em soza geşkirina têkoşîna gelê xwe yê Elewî dubare dikin.
Weke Tevgera Jinên Kurd em li ser xeta şehîdên xwe û li ser xeta fedayî ya şehîd Zîlan dijîn û dixebitin. Em vê yekê ji bo azadiya jinan, gelê xwe, gelên xwe yekane rê dibînin. Xeta fedayî ya şehîd Zîlan ne tenê serketina çalakiyeke leşkerî ya li dijî dewleta Tirk hatî lidarxistine. Meyzandina cîhanî ya li pişt vê çalakiya fedayî, redkirina radîkal a meyzandina li hemberî jinê ya di sîstema heyî de û li dijî mêtingeriyê rabûn e. Li gel xwesteka mezin, îdîa, biryardarî û cesaret a li ser bingehê azadiya jinan, eger mirov heqîqetê nebîne nayê fêmkirin. Li cihekî ku dijmin hem fîzîkî û hem îdeolojîk dorpêç kirî, eger serketinek bi vî rengî bi serketî pêk bîne, ev yek di tarzê jiyanê de jî nîşan dide ku em ê encamên çawa yên serketî bi dest bixin.
Çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan şîfreyên afirandina tarzê serketinê û rêyên wê yên esas nîşanî me da. Ev di vî alî de çalakiyeke bi wate û dîrokî ye. Encex bi vê tarzê fikirîn, jiyan û xebitînê mirov dikare faşîzmê têk bibe. Divê em vê xetê, têgihiştinê û felsefeyê ku wê di her xebatê de me bigihîne serketinê, baş fêm bikin.
Sîstema mêrê desthilatdar di nava modelên jiyana kole ya jinan de, stratejîk û taktîkan di destê xwe de digire. Tê zanîn ku di warê vala derxistina lêgerînên azadiyê yên jinan û xapandina wan de, bûyîne pispor.
JIN RÛ BI RÛYÊ GELEK ALIYÊN TERCÎHA KOLETIYÊ NE
Sîstema mêrê desthilatdar xeyalên tenê tevgerên azadiyê û mûxalîfan didize. Li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve şêwe dideyê û vê yekê jî datîne pêşiya civakê. Dixwaze bi vî rengî bide qebûlkirin. Hewl dide di vî warî de hewldanên têkoşîna azadiyê bê wate bike. Fikir, rêbaz, enerjî û potansiyela jinên ku dixwazin azad bibin bi kar tîne û ev car dixwaze berdewamiya sîstemê bi vê rêyê pêk bîne. Jin bi bi rûyê gelek aliyên tercîha koletiyê dimînin û zorî li jinan tê kirin ku vê yekê qebûl bikin. Lewma heta ku jin ji dewletê, saziya zewacê ya klasîk û şêwazên jiyana li derdora vê yekê rizgar nebin, nikarin azad bibin.
Divê mirov di nava pirsgirêkên rojane de xwe nefetisîne. Em li ku dera azadiyê ne? Me çiqasî bala xwe daye îdealên xwe yên azadiya civakî? Armancên me yên mezin, armancên me yên şoreşa jinê hene yan em dixwazin ya heyî hinekî din baş bikin? Ji aliyê Kurdan ve başkirina ya heyî, ji ber siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk derbasdar nabe. Eger hebe jî mehkûmî windakirinê ye.
DIVÊ TERCÎHA JINAN AFIRANDINA ŞOREŞÊN JINÊ BE
Divê tercîha azadiyê ya jinan, afirandina şoreşên jinê be. Divê em vê kapasîte û kûrahiyê nîşa bikin. Mirov dikare şoreşa jinê li ser bingehê pêşengiya xeta rêya 3’emîn, xeta alternatîf bi hêza xwe ya cewher re sîsema jinê ya xweser ava bike û pêş bixe. Divê rêxistinbûna jinê û sîstema jinê heta kûrahiyên civakê bê pêşxistin.
Şoreşa jinê, sîstema jinê û têkoşîna avakirina rêxistinbûna konfederala demokratîk a jinê ne tenê di aliyê azadiya jinê de, di aliyê rizgarbûna gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê de stratejîk e. Weke Tevgera Jinên Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê rol û mîsyona me pêşengî kirine. Di pêvajoya ku em gihiştinê de eger, li Rojhilata Navîn, li irkiyeyê û her welatê ku Kurd lê dijîn faşîzm, rastgirî û nîjadperestî lê çêdibe, ev herî zêde jî pirsgirêka me ye. Wê demê weke jin asta me ya ji têkoşîna azadiya mirovahiyê re pêşengî kirin, ne bes e.
DIVÊ EM LÎBERALÎZMÊ BAŞ ÇARESER BIKIN Û TÊBIKOŞIN
Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran mirovên me li girtîgehan dîl tên girtin. Polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk, nayê derxistina zanebûna kûr. Mîna ku demek dirêj e qûralên demokratîk û hiqûqê hene û li gorî vê tarzekî gotinê û xebitînê hat pêşxistin. Divê mirov li ser tarzê xebitînê li gorî asta ku faşîzm gihiştiyê, baldar be. Jiyanek û tarzekî xebitînê ya di bin kontrola dijmin de, teqez mehkûmî windakirinê ye. Ji bo derbaskirina vê divê rêbaz werin pêşxistin. Di vî warî de divê em lîberalîzmê baş çareser bikin. Sekna refa navîn, sekna bendewariya ji dewlet û mêr e. Hêza xwe ya cewheerî na derxîne. Rêxistinbûnê pêwîst nabîne. Di jiyanê de bê navber valehiyan çêdike. Bi vê rewşa xwe rê ji bo xwe rêxistinkirina faşîzmê diveke. Mînak tê gotin ku xeta refa navîn li Amed û Qamişloyê serwer e. Ji aliyê jinan ve divê em lîberalîzmê baş çareser bikin û têbikoşin. Şêwazê kûrahiya mêtingeriya jinê, herî zêde jî di nava sîstema lîberal de pêş dikeve. Lîberalîzm têkoşîna kolektîf dikuje. Ji aliyê jinan ve azadiya şexsî ne pêkan e. Ji aliyê jin û civakê ve ev yek pir bi zelalî derketiye holê. Divê azadiya şexsî û civakî bi hev re bê meşandin.
Ji bo derbaskirina kêmahiyên derketine holê û ji bo avakirina sîstemeke li ser esasê azadiya jinê, bi taybet jin divê tarzekî çawa yê têkoşînê esas bigirin?
Destpêkê bi rastî jî divê jiyana me û tarzê me yê xebitînê berçav were derbaskirin. Gelek eşkere ye ku heta em xwe sererast nekin, em nikarin derdora xwe jî sererast bikin. Weke Tevgera Jinên Kurd em van hemûyan di platform û civînan de dinirxînin. Pirsa Rêber Apo ya “Me çiqasî xeta azadiyê fêm kir û em çiqasî pêk tînin?” gelek eşker li pêşiya me ye. Baş tê zanîn ku di pêkanîna xeta fedayîtiyê ya Zîlanê de, ti pirsgirêkek me tune ye.
Lê mirov nikare bibêje ku di aliyê îdeolojî, rêxistinî, afirêneriyê de em heman performansê nîşa dikin. Tenê berxwedan û ked têrê nake. Ji bo şoreşa jinê pêdivî bi lêhêrbûnên hîn kûrtir, hêza xeyalî û astekî entelektuel heye. Divê em vê pêş bixin. Rêbertiya me jî timî bal dikişand ser vê xetê. Li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê di aliyê têkoşîna azdiyê de pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka pêşengiyê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me têkoşîna Serok Apo, PKK’ê û azadiya jinê qebûl kiriye. Dîsa bi milyonan jin hene ku li ser vî bingehî têdikoşin.
Herî dawî li Rojhilat Kurdistanê û Îranê civak bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ rabû serhildanê. Li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş mijara gotinê ye. Bi kurtasî li her parçeyekî Kurdistanê, ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengiya jinê tê qebûlkirin û tevgera me ya azadiyê jî piştgiriyê dibîne.
DIVÊ EM TÊGIHIŞTINA AZADIYA ŞEXSÎ BAŞ NAS BIKIN
Rêxistinên me yên jinê divê mîsyonên pir alî bilîze. Em ne tenê li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên azadiya jinê dixebitin. Em dixebitin ku şoreşa Kurdistanê û şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingehê neteweya demokratîk pêk bînin û pêşengiyê ji vê re bikin.
Girînge ku mirov rexne û rexnedayîn bide. Divê em kêmahiyên xwe di pratîkê de derbas bikin û bibin temamkar û rexnedayîn bidin. Li ser vî bingehî em dikarin wezîfeyên pêşengiyê bînin cih. Divê em car din berê xwe bidin fikrên azadiya jinê ya Serok Apo û hêmanên îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê û lêhêrbûnê bikin. Divê em ji heval Sakîne Cansiz destpê bikin, tecrubeyên xwe yên rêxistinî û jiyanê yên heta îro berçav derbas bikin û li ser vî bingehî bi xurtî tevlî bibin. Divê em têgihiştina azadiya lîberal, têgihiştina azadiya şexsî baş fêm bikin. Li dijî vê yekê divê em destpêkê di kesayetên xwe de binirxînin. Veguherîneke zihnî, di vî alî de gelek girîng e.
Di salên dawî de bi taybetî êrîşên li ser jinên ku li dijî sîstemê têdikoşin, serî radikin û jiyana ku li ser wan hatî ferzkirin qebûl nakin, zêde bûne. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin? Li dijî êrîşan divê rêyek çawa bê şopandin?
Weke jin cewherî êrîşên li dijî me, îdeolojîk e. Divê em beriya her tiştî girîngiyê bidin kûrbûna îdeolojîk, felsefî û pêşketina hêza fikrî. Yên ku di fikrî û zihnî de azad bibin, ji bo pratîkkirina vê wê pir bixebitin. Weke Tevgera Jinên Kurd divê hem hîn zêdetir xwe ber çav derbas bikin û li ser vî bingehî xwedî sekneke pêşengiyê bin. Pêşengiya jinê tenê bi nirxandinên siyasî, peyam û dayîna perspektîfan nayê kirin. Her pêşengek divê di nava civakê de bi şênber bixebite, yek bi yek yan bi perwerdeyê yan jî berê rêxistinbûnê xwe bigihîne mirovan. Me di mehê de çend kes perwerde kir, rêxistin kir û beşdarî rêxistinê kir; pîvana bingehîn ev e. Yanî li ser bingehê xebatên îdeolojiya Rizgariya Jinê di siyaset, qada civakî û îdeolojî de me xwe gihandiye girseyeke çiqas?
Li vir pirsgirêka esas jî; şaşitî û lewaziyên di meyzendina me ya îdeolojîk de ye. Mirov tenê bi fêrbûn û tecrubeyên salan xebayê bimeşîne, wê bes nebe. Lêhêrbûnên me yên li ser bingehê paradîgmaya Rêbertiya me, perwerde û nîqaşên me gelek lewaz in. Destpêkê kêmahiya me ya bingehîn ku divê were derbaskirin, ev e. Divê em nirxaninên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê li ser bingehê perwerdeyan ji nû ve bigirin dest, lêhêrbûn bikin, pêk bînin û li ser vî bingehî xwedî nêzîkatiyeke radîkal bin.
EM DIXWAZIN ÇANDEKE JINÊ YA CUDA PÊŞ BIXIN
Weke jin bersivên me yên ji bo pirsa ‘em çawa bijîn’ gelek girîng e. Em vê bersivê li gorî sîstemê didin, yan li gorî xeta Rêbertiya xwe; ev mijara nîqaşê ye. Ji bo vê yekê li her derê wezîfeya yekem, divê perwerdeya îdeolojîk be. Gelek girîng e ku xebatên me yên Jineolojiyê bibin civakî. Jineolojiyê asteke girîng girtiye. Lê pirsgirêkên wê hene ku gelbûn, uslûb û kesayeta xwe li gorî vê şêwe bidiyê. Lewma di nava jinan de gaveke cidî ya ronîbûnê heye. Divê fêrbûna xwendina pirtûkan pêş bikeve. Divê li taxan komên xwendina pirtûkan, bê avakirin. Li dibistanên amadeyî, navîn û zanîngehan divê xebatên di vî tarzî de hebin.
Pirsgirêkeke din a girîng, pirsgirêka rêxistinbûnê ye. Xebatên azadiya jinê, di aliyê bawerî-manewî de bilind e. Bi madîyat, rayedarî û mevkiyên şexsî nayê destgirtin. Ji bo pêşketina tarzê rêveberiya jinê ya alternatîf, şaşitiyên me yên cidî hene. Di xebatên jinê de mîna mêr rêvebirin, mîna mêr siyasetkirin, deshilatdarî, kariyerîzm, populîzm tê dîtin. Em dixwazin çandeke jinê ya cuda pêş bixin. Bi taklîdkirina mêr azadî nabe. Bêyî mirov ferq bike, wê koletiyek hîn zêdetir çêbibe.
DIVÊ EM SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ HÎN KÛRTIR BIKIN
Çanda rêveberiya hevpar a jinan çanda demokrasî, wekhevî û edaletê ye. Divê mirov vê esas bigire. Tevgera me ya jinê di nava xebatên giştî de helbet divê destpêkê bi xwe lêhêrbûnê bike û mîna kaxeza tûrnûsolê rolê xwe bilîze. Divê tiştên rast û şaş nîşanî hemû jinan û civakê bike. Gelek girîng e ku em sîstema hevserokatiyê hîn kûrtir bikin, hevserok û hevberdevkên jin bi meclîsên jinan re bixebitin û li gorî cewhera xwe tev bigerin. Sîstema hevserokatiyê û xebateke têkel ji meclîsên jinan qut, nabe. Di vî warî de divê jin hem di xebatên xweser û hem jî xebatên têkel de, bi rengekî mûtlaq rêxistinên xwe yên xweser ava bikin. Dema diçin hemû xebatên têkel, divê civînên xweser lidar bixin. Divê em êrîşên faşîzmê nekin hincet. Faşîzm wê her tim hebe. Pirsgirêka esas em in. Ne êrîşên faşîzmê ne. Divê mirov wiha nêz bibe.
Jin divê li tax, kolanan û navçeyan xwe rêxistin bikin. Divê bêyî ku pirsgirêkên xwe bigihînin dewletê, ew bi xwe çareser bikin. Eger jinek şîdetê dibîne, divê hemû jin di meclîs û komunan de, li taxan û malan xwedî li wê jinê derbikevin. Eger dewlet fihûş, madeyên hişbir û sîxûrtiyê pêk tîne, rêya astengkirina vê jî rêxistinbûn e. Rêyek din tune ye. Divê şerê taybet ê li hemberî jinê timî bê nîqaşkirin, civak derbarê vê yekê were zanekirin û ya herî girîng jî li ser bingehê rêxistinbûnê divê li dijî van rabin. Li dijî jinên Kurd, jinên ciwan polîtîkayeke şerê taybet a pir cidî tê meşandin. Lewma gelek girîng e ku jinên ciwan beşdarî nava Tevgera Jinê bibin.
Li gel vê yekê bi rêxistinên jinên ciwan re xebitîn, hêz dayîn û wergirtin gelek girîng e. Têkoşîna me ya azadiya jinê, tevgereke ciwana ne. Divê pirsgirêk û xwestekên jinên ciwan bê guhdarkirin. Divê xebateke hevpar bê kirin. Divê nêzîkatiya biryardardayîna bi hev re, were pêşxistin. Jin dikarin zanebûna azadiyê ya rêxistinbûnên xweser pêş bixin, hêza xwe ya cewherî derxînin û azad bibin. Yek bi yek xwe gihandina jinan gelek girîng e.
DIVÊ JI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ PIRSGIRÊKÊN JINAN BÊN DESTGIRTIN
Divê rêxistinbûnên jinan huner, ekonomî, civak, çand, spor û h.w.d temelî bin. Pirsgirêkên ekonomî yên gelek cidî yên jinan hene. Ji bo çareseriya vê mijarê, baldarbûneke hîn taybetir divê hebe. Divê kooperatîfên jinan û polîtîkaya me ya çareseriyê ya bi vî rengî hebe. Meclîsên jinan divê li ser vî bingehî xwe rêxistin bikin. Divê li dora peymana Stenbolê û qanûnên din, têkoşînek bê dayîn. Ev peyman di cewherê xwe de peyamaneke kêm e. Encex dîsa jî divê ji aliyê azadiya jinan û mafên wê ve bê parastin. Jinên Kurd divê bi jinên Tirkiyeyî re li dijî rakirina Peymana Stenbolê û qanûnên din rabin. Di vî warî de divê ji hemû beşên civakê pirsgirêkên jinan bên destgirtin.
Divê pirsgirêkên jinên serê xwe dinixumînin jî bê destgirtin. Divê li Bakur giraniyê bidin navendên esas ên weke Amed û Wanê. Li Kurdistanê qadên mîna Amed, Dêrsim, li Botanê qadên mîna Cizîr û Silopiyê, li Tirkiyeyê jî bajarên mîna Stenbolê divê mirov hîn taybettir bê destgirtin. Bi taybetî Dêrsim bajarekî me ye ku divê bi dîrokî û lûtkeya wê ya baweriyê, hîn cudatir bê destgirtin û xurtkirin.
Pirsgirêkeke din a girîng jî bi zimanê dayikê axaftin, nivîsandin, perwerde dîtin û kirina zimanê fermî, wezîfeyeke esas e. Divê weke rojeveke esas bê destgirtin. Li Tirkiyeyê ji bo pêşxistina xeta Îslama demokratîk, tevlîbûna jinê û rolê wê diyarker e. Di olê Îslamê de divê rol û mîsyona jinê diyarker be. Li Tirkiyeyê polîtîkayên dijminahiya jinê ya terîqetên bi endeksa AKP’ê û saziyê olî, derdirêjî kirina zarokan, baş tê zanîn. Di vî warî de divê tevgerên jinan ji bo demokratîkbûna Îslamiyetê xebatan bimeşînin.
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî dîrokî û kûr ên gelê me yê Elewî hene. Beşeke ku ji qirkirin û bişaftinê herî zêde bandor dibe. Divê mirov xwedî li erdnîgariya ku gelê me yê Elewî lê dijî derbikeve, teşvîqî paş de vegerînê bike, qebûlkirina fermî ya baweriya Elewî were pêkanîn, divê mudaxeleyî kevneşopiyên baweriya gelê me yê Elewî neyê kirin û xeteke berxwedanê û têkoşînê bê pêşxistin ku girêdayî diyanetê neyê kirin. Ev yek girîng in.
Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn jin pirsgirêkên cidî yên civakî dijîn. Di temenê zarokatiyê de zewac, şîdeta li hemberî jinê, destdirêjî, mêtingerkirina kedê, xizaniya jinê, koçberiyên jinan, fihûş, madeyên hişbir û pirsgirêkên bi vî rengî yên esas wê çawa bên çareserkirin?
Weke rêxistinên jinan pirsgirêkeke me ya esas jî pirsgirêka azadkirina mêr û cvaiê e û rêyên çareseriyê ye. Di rojevê de ye ku jinên ku li ser bingehê azadiya jinê lêhêrbûnê dikin û xwe rêxistin dikin, mêr biguherînin. Ji bo guhertin mêr, divê perwerdeyên xweser û nîqaş bên pêşxistin. Ji dervey vê têkîliyên şexsî yên bi mêr re gelek girîng e. Ev qada ku jê re tê gotin qada taybet, di rastiyê de herî zêde weke giştî qadeke ku hatiye avakirin.
Dı hemû windahiyên jinan ên di nava jiyanê de, ew e ku bi mêr re têkîliyeke rast ava nekirine. Têkîliya hezkirin û evîna rast, divê çawa be? Mînak divê li ser bingehê têkîliyên jin-mêr fikrên azad, welatparêzî, têkoşîna azadiya civakî û dilsoziya bi welêt re hebe. Eger ev tune be ti wateya têkîliya hezkirin û evînê tune ye. Divê li ser bingehê hezkirin û evînên bi wate, azadiyên civakî hebin. Di vê wateyê de tê zanîn ku têkîliyên zewaca klasîk a heyî, jin çiqas kole kiriye. Di têkîliyên ji dervey zewacê de, eger sekin û exlaqê azadiyê nebe, pirsgirêkên heman hîn girantir çêdibin. Lewma divê modela jiyana hevjiyana azad ku Rêbertiya me daniye holê, bê nîqaşkirin û asta têkîliyên hezkirinê bê bilindkirin.
Li Rojava meclîs û komunên jinan bi îrade û biryarên xwe, pir zêde diyar nebûye. Di jiyana civakî de xebatên ku bi meyzandina jinê û rengê wê hatin kirin, netêrker man. Pêşengiya jinê li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî û nêzîkatiya parastina cewherî zêde pêş neket. Divê giraniyê bidin ku bi jinên Ereb, Ermendî, Asûrî, Çerkes û Tirkmenan re perwerde, rêxistin û çalakiyan bikin. Şoreşa jinê divê li derdora meclîs û komunan bi kûrahî bê pêşxistin. Di serî de Qamişlo divê li Heleb, Şehba, Kobanê û Cizîrê, qadên Ereban xebatên jinê werin pêşxistin.
Dîsa li Îran û Rojhilat pêşengî ji serhildanên ku li ser bingehê ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin kirin re nehat kirin. Berxwedana jinên Îranî, Kurdistanî, Belûc û Efgan dewam dike. Dewleta Îranê pêşengên vê serhildanê yek bi yek digire û diavêje girtîgehê. Li Îranê ji bo ku zarokên keç, ciwan neçin dibistanan gazên kîmyewî tên bikaranîn. Li odeyên dibistanan xwendekarên keç bi gazan tên jehrîkirin. Dîsa zorî li jinan tê kirin serê xwe binixumînin, cezayên cur be cud didin jinan, heqaretan lê dikin. Lewma têkoşîn û berxwedana hevpar a jinên Îranê, rêxistinbûna wê ji her demê zêdetir wezîfeyek e.
Li Başûrê Kurdistanê di serî de Hewlêr, fihûşê li ser zarokên keç ên biçûk ferz dikin. Tê gotin ku ev zarokên keç bi taybetî ewin ku ewên ji Rojava û Rojhilat hatine vir. Li Başûr divê bi rêxistinên jinan re li dijî vê pirsgirêkê û gelek pirsgirêkên din, têkoşîneke hevpar û îradeyî bê pêşxistin. Bi jinên Tirkiyeyî, Îranî, Sûriyeyî û Iraqî re têkoşîna hevpar a hîn şênbertir û nêzîkatiya me ya rêxistina hevpar heye. Weke jin divê em xwe ji pêla netewperestiyê rizgar bikin.
HERÎ BILEZ JIN DIKARIN XWE JI NETEWPERESTIYÊ RIZGAR BIKIN
Li Tirkiyeyê hîna komên jinan ên netewperest hene ku ji têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd dûr in, timî bi pêşdarazandinê nêz dibin. Divê evane bên derbaskirin. Herî bilez jin dikarin xwe ji netewperestiyê rizgar bikin ku jehra serdema me ye. Divê em bi têkoşîneke hevpar li dijî sîstema mêrê desthilatdar li ber xwe bidin û têbikoşin. Li ser bingehê KBDH’ê (Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan) platformeke me ya hevpar heye. Ev platform divê di astên cuda de bê pêşxistin.
Li cîhan û Tirkiyeyê rojeveke esas jî mijara LGBT’ê ye. Li giştî cîhanê li ser vê yekê têkoşîneke cidî û gerdûnî heye. Mejiyê mêrê desthilatdar weke rêbazeke lewazkirina têkoşîna azadiyê ya jinê, hewld dide têkoşîna LGBT’ê binirxîne. Bi vî rengî dixwazin rojevê ji pirsgirêkên azadiyê ya jinan, ji pirsgirêkên civakî yên kûr û pêdiviyan cuda bike.
EM TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YA GERDÛNÎ PÊŞ DIXIN
Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst di pêvajoya hilbijartinê de û piştre, ev mijar bi tarzeke gelekî kirêt weke amûra hilbijartinê bi kar anî. Rojeva LGBT’ê, pirsgirêka jinê û gumanên wê divê bêyî ku mirov îkameyê cihê wê bike, bigire dest. Nêzîkatiya me ya îdeolojî li ser vî esasî ye. Nayê qebûlkirin ku sîstema mêrê desthilatdariya di nava civakê de bi rengekî antî demokratîk nêzî kesan bibe û şîdetê li ser wan pêk bîne.
Pêşxistina polîtîkayên pêkanîna yekîtiya jinê û berxwedana hevpar a jinê, wezîfeyeke ku dest jê nayê berdane. Em têkoşîna xwe ya azadiya jinê, hem herêmî û hem jî di asta gerdûnî de di çarçoveya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk de pêk tînin. Em têkoşîna azadiya jinê ya gerdûnî pêş tînin. Rojhilata Navîn û Kurdistaneke demokratîk û azadîxwaz, di hedefa me de ye. Li cîhanê armanceke me heye ku şoreşa jinê pêk bînin. Di vî alî de em bi îdîayeke mezin, bawerî û biryardarî li dijî faşîzmê ji bo yekîtiya jinan û pêşxistina stratejiya têkoşîna hevpar xebatên xwe dimeşînin.
Em ê li ser bingehê xeta Rêber Apo ya azadiya jinê bi înat li çiyayan, girtîgehan û li her qada jiyana civakî pêşengiya jinê ya rast pêş bixin û bixebitin. Di vî warî de em destûr nadin ku ti hêzeke desthilatdar li hemberî vê bisekine. Li ser vî bingehî em ê şoreşa azadiyê û şoreşa jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê teqez bi ser bixînin. Li ser vî bingehî soza me heye ku bibin layiqê keda Rêbertî, bîranîna heval Zîlan û hemû şehîdan û gelê xwe. Bi vê îdîa û biyardariyê, bi armanca serkeftinê em giraniyê didin xebatên azadiya jinê û em ê bi ser bikevin.