KJK: Şoreşa Rojava Bû Navê Geşkirina Hêviyê
Koordînasyona KJK’ê peyamek weşand û salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.
Şoreşa Rojava di sedsala 21’an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye. Şoreşa Jinê ya Rojava di ronahiya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de pêş ket. Ev şoreş di serî de li Rêber Apo, li hemû jin û gelan pîroz be.
Di şexsê Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik, Silava, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan, Avesta Xabur, Aylan, Polat, Dayika Aqîde, Ebû Leyla û Yûsra Derwêş de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di ronahiya paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk de, plana hêzên hegemon ku dixwaze erdnîgariya Rojhilata Navîn bike goristana gelan têk biriye û jiyana bi hev re ya ku cewherê vê xakê ye zindî kiriye. Jinên ku lêgerîna wan a jiyana nû ti carî kêm nebûye jî ji 7 heta 70’ê salî pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin, tevî ku berdêlên giran dan weke evîndarên azadiyê xwe ji şoreşê paş ve ne kişandin, berovajî bûn yên ku her tim şoreşê mezin dikin.
ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE
Li cîhanê ku jin li mal û sînorên dewletê hatine hepskirin, jinên Kurd li Rojava li dijî DAÎŞ’ê û paşverûtiya AKP-MHP’ê bêyî tirs şer kirin û nûneriya cewherê jina welatparêz kirin. Lewma Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Navê tevna li ser bingehê jiyana nû ya demokratîk a jinê ye. Jin bi Şoreşa Rojava re gihiştin wê zanebûnê ku dikarin çi bikin, bûn xwedî îrade ku jiyana xwe ava bikin. Jinên ku ji YPJ’ê heta parastina cewherî, ji Kongra Star heta avakirina sîstema konfederal di her asta şoreşê de cih girtin û kêlî bi kêlî şoreş bi destê xwe hûnandin, li ser felsefeya Rêber Apo xwe ronî kirin û bûn garantiya şoreşê.
Bi sîstema hevserokatiyê re nûneriya jinê ya di rêveberiyê de xurt bûye û cewherê demokratîk û adil a jinê li hemû qada civakê belav bûye. Ev berxwedan bû yek ji berxwedanên herî bê hempa ku sedsala 21’emîn kir sedsala jinê. Li dijî vê berxwedanê, êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hêzên hegemon ên cîhanê di sala 11’an a şoreşê de jî bi rêbazên herî hov dewam dike û êrîşî jinan tê kirin. Eger gel xwedî li şoreşan derbikevin û li ser bingehê rast ava bikin, hingê dikarin şoreşê biparêzin.
Gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û ji her çar aliyên cîhanê û ji dehan neteweyan jinên sosyalîst ên enternasyonal bi hestên şoreşgerî berê xwe dane Şoreşa Rojava û li Rojava bûne parêzvanên nirxên mirovahiyê. Li ser navê van nirxan bê hempa şer kirin û şehîd bûn. Ev jinên hêja li dijî zihniyeta kapîtalîst ku hest, gel û jinan parçe dike, bûn bingehê konfederalîzma jinên cîhanê. Em bi vê wesîleyê van hevrêyên şehîd ên enternasyonal bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku şoreşê mezin bikin û konfederalîzma jinên cîhanê pêk bînin.
Bi vê wesîleyê em bang li jinên şoreşger-sosyalîst û gelan dikin ku di sala 11’an a şoreşê de bi ruhê berxwedanê yê Kobanê li dijî êrîşên faşîst xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û biparêzin. Salvegera 11’emîn a vê şoreşa bê hempa li Rêber Apo, şehîdan, dayikan, hemû jinan û gelên ku hebûnên xwe yên herî bi nirx dane şoreşê û parçeyek ji canên xwe dane, pîroz be.”