Jina Ku Xwe Rêxistin Kiriye Zilamekî Ku Nikaribe Bîne Rê Nîne

Gelo emê keçikan çawa bidin jiyîn? Ev bi pereyan nabe, pere zordestî ye. Mal û milk kirin e û bûyereke ku her dem li dijî jinê tê bikaranîn e. Gelo ma em qet nejîn? Vaye di vir de pêdivî bi teoriyeke evînê, teoriyeke hezkirinê ku gelekî zehmet e heye. Divê mirov dil bi pêş bixe. Ger gengaz be, divê jinên me jî xwe nas bikin û bibin xwedî nasnameyê. Mînak ez jî di nav de divê zilamê me yê din teng nebin, zelal bikaribin bibêjin ku zilamekî çawa dixwazin? Ev him maf him jî erka jinê ye.

Zilam ji pergalê maye kevneşopekî axa yan jî beg e. Li gor bîrdoziya feodal a li gel me her zilam xwe datîne şûna axa yan jî reîs. Mafê weke dixwaze lêdana jinê, dijun dayîna jinê di nava erkên xwe de dibîne. Ez nikarim vê bi tena serê xwe derbas bikim. Divê jin xwe rêxistin bikin. Madem hun jiyaneke ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê dixwazin wê demê divê hun bedelê wê jî bidin. Divê hema çûyîn û mirin di dest de çek xwesteka xwe peyitandinê nebe. Hunê projeyên xwe, di derbarê zilamekî çawa yan jî hun dixwazin bi zilam re jiyaneke çawa bijîn de pêş bixin. Lê belê ger hun balê bikişînin civaka serdestiya zilam, zimanê jinê jî jêkiriye.

Bavê we û dayika we dibêjin “min ji te re mêr peyda kir” ev di bûrjûvayan de jî wisa ye. Di wan de şêwaz hindekî guhertiye. Keçik li pereyê yan jî li mûçeyê zilam temaşe dike, ger rewşa wî di cih de be, bi rengekî ku ji keçikeke gundî xirabtir diçe û direve wî. Di vir de bûyereke jiyanê ya ku xwe dispêre projeya azadiya jinê nîne. Ji ber roja jinê weke hêmanên herî balkêş mirov dikare van diyar bike.

Ger di wê hêza ku vê modelê xêz bike de bûya, ezê jî bi wan jinan re nêzîktir jiyîbama. Qet şerm nîne bi jineke xweşik re jiyîn, tiştekî xweşik e. Lê belê ev jî bi tenê bi şer ve tê afirandin. Ev jî bi şerê çors ve ne, di hest de, di hizirandinê de bi taybetî di rêxistinê de û heta di bûyerên estetîk huner de ji afirandina estetîk re derbas dibe.

Ez zilamê herî baş dibînim devê wî jî bêhn pêketiye, ji ajoyên wî wêdetir tu tişt nîne. Ez di jinê de hindek aliyên erênî dibînim. Jin li hemberî jiyanê hîn xwedî feraset e, hindekî din xwedî wijdan e. Di zilam de ev gelekî xirab ziwa bûye.

Gelo hunê bi vî zilamî re çi bikin? Ger jixwe ne kole be, yek jineke ku ji malbata xwe gazindan neke nîne. Ez dihizirim ku ev dê bi tekoşînê çêbibe. Ez teoriya evînê vala nabêjim. Divê mirov van gotinan zêdetir fêm bike. Teoriya evînê teoriya şer e. Ger em kêm zêde pirtûka Ehmedê Xanî şîrove bikin, di wir de destana evînê tê nivîsandin. Lê belê encam şewat e. Wê ji devê wî gotina evînê derbikeve lê belê ev dê wî bişewitîne. Mem kurê begekî mezin e, lê belê di nava neçariyekê de ji weremê dimire û diçe. Ev nêrîneke ku divê biçûk neyê dîtin. Tiştê ku ji sêsed salî pê ve heye jî ji dest çû. Li şûna wê şêwazê moriyan, şêwazê jiyana cuceyan ma. Ez nikarim ji van re jî bibêjim jiyan.

Rêza min ji jiyanê re heye. Jixwe taybetmendiyeke me ya herî mezin ku me wenda nekiriye jî rêzdayîna jiyanê ye. Ez bi tenê dikarim vê yekê bikim. Divê ji min zêdetir tiştek neyê xwestin. Jin fedakariyên gelekî mezin dikin û girêdaniyeke di asta balkêş de nîşan didin. Dîsa fedayiyê herî mezin ji nava jinê derdikeve. Ew xwe çawa dişewitînin, bi xwe parastina me ve bi rengekî gelekî balkêş nîşan da. Dîsa yê ku herî kêm direvin jin in. Rexmî vê ev têr nakin. Ev girêdanî min jî gelekî tengav dike.

Tiştê ku ez bikaribim bikim, bi şêwazekî rasteqînî jinê hindekî din bi hêzkirin e. Dema em dibêjin bihêzkirina jinê ez behsa ji aliyekî çekdayîna destan, ji aliyekî avakirina artêşa wê, ji aliyekê jî pêşxistina bîrdoziya wê dikim. Em rêxistina wê ya xweser pêş bixin jî ev hemû jî têr nakin. Em kêmasiya jinê derbas dikin. Heta ez dibêjim, em fîzîka wê jî bi pêş bixin.

Lê belê ev yek jî têr nake. Ez dibêjim dê zilam çi bibe, gelo em zilam çawa bi pêş bixin? Ev jî tê wateya belayeke duyemîn anîna serê xwe ye. Ev şer e, bûyera ku ez dibêjim evîn e jî ev e. Weke din em nikarin Kurd biafirînin. Ji ber ku Kurd hêjar e, herî axa û begê wî noker e û lêyîstok e. Qaşo zilamê herî baş bûrokratek e, yekî ku her tiştî bi pênc qirûşan difroşe ye. Yên li şûn dimînin, mirovên weke me ne. Ji me jî encax ev qas derdikeve. Ji bo Kurd jî ez tiştekî din nikarim peyda bikim.

Li Stembolê hindek jinan çalakî kirin. Dijmin jî êrîşî wan jinan kir. Di wir de xala ku were cihêkirin, jina ku radibe azadiyê dizane. Emê wateya weke taybet êrîşkirina wan a van jinan di vir de bi dest bixin. Em dizanin ku êrîşê wêrekiya jinan jî dikin. lê belê ev ji bo me ne tu tişt in. Îşkence ji bo me di plana duyemîn de ye. Evîn bi xwe tê wateya êşa herî mezin. Lê belê ev ji bo me divê zehmet jî pêwîst e ku hun vê bibînin.

Ji ber vê rojê di serî de jinên me yên di nava êşan de digevizin û di nava zehmetiyên mezin de ne û diyariya herî binirx ez bidim hemû jinên me deriyekî jiyanê ku hêza azadiyê ya di hemû dîroka xwe de wenda kirine bikaribe bide vekirin ango hêviya jiyanê bi azadî dayîn e.

Di vê mijarê de pêwîst nake mirov zêde lez bike. Çawa ku hun jiyana xwe feda dikin û yekcar mirinê didin pêş çavên xwe divê hun bi heman rengî hêza berxwedanê ya di riya jiyaneke ku azadiyê gengaz dike de nîşan bidin. Dema em dibêjin, hêza berxwedanê ez nabêjim her roj bi zilam re şer bikin. Zimanekî vê, zimanekî vê yê hunerê heye. Zimanekî vê yê rêxistinî, zimanê kişandinê, zimanê kirêtiyên xwe binxistinê heye. Zimanê jinbûna xwe, xweşikbûna jinbûna xwe afirandinê heye. Dema ku jinekê xwe piralî, xweşik, birêxistin û bi plan kir, zilamekî ku ew neyne rê namîne.

Em dixwazin vê di asta YAJK ê de bi pêş bixin. Hêzeke YAJK ê ya du hezar û pênsed kesan, di serî de zilamên PKK ê dê hemû zilamên di civakê de bîne rê. Ez bi vê bawer dikim û bi jinê bawer dikim. Weke rêhevalên xwe yên jin ez van bi pêş dixim. Hindek ketî îdîa dikin ku min “harem” ava kiriye. Bila ev ketî biteqin. Jinên ku herî zêde em jê hez dikin, li çiyê ne û gelek ji wan jî weke Zîlan gihiştine şahadetê. Ev jinên me ne. Lê belê bi rastî jî jinên egîd in. Emê bi van jinan re bijîn, weke din bi tu kesî re najîn. Ji ber ku em zilamê van jinan in. Ez ji ber vê rojê ji diyarkirina vê jî kêfxweş dibim: tenê yê jinekê ne, bûyîna zilamê jinên wiha bi rastî jî kêfxweşiyekê dide min. Jinên me, keçikên me, dayikên me, me wiha qebûl dikin, ev gelekî xwedî nirx e. Xweziya gelek zilam wiha bûna! Ger wiha bûna dibe îro jiyan bi temamî biba ya jinan. Ji vê re bi dijwarî pêdivî heye. Ez dilên dayikan, azwerî û hêviyên keçên me gelekî baş dizanim. Ji ber ku ez van dizanim, hetanî vî temenî min anî vê rewşê.

Dema em dibêjin, tevgereke dil a mezin divê hun vê yekê fêm bikin. Divê zilamên me jî hindekî vê fêm bikin. Ango ji ber ku hindekî hêz û erk kete dest, ji ber jin lewaz e, divê hestên xweşik ên jinan û heta fîzîka wan xirab nekin. Divê hindekî wate bidin jinê, heta jinê pêş bixin û wê biçûk nebînin. Gotina “sedî sed malê min e, ez bixwazim lê didim, bixwazim dijûnan jê re dikim” ne rast e. Herî tiştê baş tu bikî, jina te be jî tu çi qasî wê bi pêş dixî ye. Ez her dem vê dibêjim. Karê min, pêşxistina jinikê nîne, pêşxistina jina azad e.

Pêşxistina jina azad îbadetek e. Hindek Hz. Mihemed rexne dikin, lê belê li gorî min di wî de jî ziraviyeke girîng heye. Tê gotin Hz. Mihemed bi gelek jinan re zewiciye û sêzdeh cariyeyên wî hene. Ev yek tê wateya teng girtina dest a bûyerê ye. Di wan şertan de jin biçûk tê dîtin û zarokên keç zindî tênê binaxkirin. Pêşketineke Hz. Mihemed a ji aliyê hezkirina jinê ve heye. Dibe ku armancên wî yên siyasî jî hebin. Lê belê diyar e ku gelek qîmetê dide jinê jî. Ji ber ku emê wî wisa bikin ku bila kesek me tawanbar neke. Ez dixwazim diyar bikim tawanbariyên ne cih de jî bêwate ne. Piştre di Ebasiyan de, di Emewiyan de û di Osmaniyan de harem hatiye pêşxistin. Em wisa nînin, hemû jinên me weke tê dîtin, jinên şervan ên herî dijwar in. Ango di vê wateyê de jinên me qebûl nakin ku destê zilamekî jî li wan bikeve.

Ango ger zilam zordest be, kirêt be û azadiya wî ne zelal be, jin wî zilamî qebûl nakin. Di PKK ê de rastiya exlaq ev e. Ev dê me bibe jiyana nû, saziya malbatê ya nû ku tê qebûlkirin û xwe dispêre wekheviyê û azadiyê, şêwazê têkîliyê û feraseteke dinyayê ya hevpar. Ezê nebêjim, tenê saziya malbatê jî dê bibe ji nû ve rizgariyeke civakî. Ev gelekî pêwîst e û projeya jiyanê jî ev e.

Ji ber vê rojê divê em xwe tenê pîrozkirina jinê û bi tenê li ser wan axaftinê ve têr nebînin. Divê em vê rojê weke roja ku pêwist e em projeyan ava bikin, xeyal û evînên xwe yên jiyanê pêş bixin binirxînin. Lê belê divê em rasteqîn bin. Ji bo careke din ji bîr nekin vê bikin. Jinên me hindekî wiha ne. Jixwe em jî hindekî bi vê ve dijîn. Her zilam cureyekî dijî, ez jî hindekî wiha dijîm. Zilamekî din jî dê bibêje “bila jina min be, sedî sed a min be, encax ez bi wê re dijîm” ez jî dibêjim ku ger artêşa min a jina azad nebe ez nikarim bijîm. Ev azweriyek e, evînek e. Jina bihêz, egît, rêxistinkirî, xweşik a ku zimanê wê, vîna wê û şerê wê heye xwedî nirx e. Egîdî bi tenê di nava nêzîkbûneke wiha de çêdibe.

Ger zilamek bibêje “bila jin sedî sed a min be, ez li wê bidim, dijûnan jê re bikim” ev li gorî min bêexlaqiya herî mezin e. Ev li mafê mirovan jî êrîşeke mezin e. Jin ev qasî dibe ya te gelo tu ji bo çi ew qasî nabî ya wê? Ew ji sedî sed a te ye, lê belê tu ji sedî yek jî ne ya wê yî. Ger te zimanê wê jêkiribe, te vîna wê şikandibe, weke aborî bi te ve girêdayî be, di vir de zordestiyek, dîktatorî bi xwe heye. Gelo ezê zilamekî gelekî zordest, gelekî newekhev gelekî bêrêz çi bikim? Ez dibêjim vî zilamî qebûl nekin. Ev nêrîneke rast e. Ji ber vê rojê ji jinên me ev xwestin li gor min nêzîkbûneke baş e û divê em di vê de israr jî bikin. Weke din bihêzkirina jinê misoger ne gengaz e.

Heta ku jin bihêz nebe, jiyan rizgar nabe. Her dem tê gotin “ez xwedî hestên wisa me” belê, divê mirov xwedî hestan be, lê belê li hemberî kê hest, hestên çawa, dê kî parvebikin? Piştî wê hun nizanin, nikarin ber pozê xwe bibînin. Ez jî di nav de rastiya me ya zilam vekirî daynin holê. Em weke hun bawer dikin nînin. Em jî hîn ne gihiştine nasnameya wekhev û azad. Gelo ev yek bi çi gengaz dibe? Divê nîqaş hebe, heta dawiyê hun bikaribin zimanê xwe bi kar bînin, vîna xwe bihêz bikin û bîrdoziya xwe ava bikin. Ev yek mafê we ye. Ji ber ku bîrdoziya jinê di civaka komûnal a xwezayî de serdest û bihêz e. Di rastî de xwe dispêre hilberînê jî. Divê mirov niha jî vê yekê biceribîne.

Hindek ji bihêzbûna jinê ditirsin. Di rastî de ji jina bihêz tirs nabe. Berovajî mirov ji jina lewaz bitirse. Bi tenê jinên nexweş û hundirê wan vala ne, dikarin xeter bin û sîxur in. Ji vî alî ve divê mirov hemû jinên ku hundirê wan vala ne, sîxurê objektîf îlan bike. Ev hêzên çînên serdest, dagirker û nokeran ên sîxur in. Divê mirov li hemberî vê jinbûnê jî şerekî dijwar bide. Jineke ku hundirê wê vala ye, ji jineke ku xwe bi hestên xwe yên erzan ve derbas dike dê bibe sîxurekî xetertir. Ez behsa sîxuriya objektîf a pergalê dikim. Jinên wisa sîxuriya objektîf a pergalê temsîl dikin, bêguman ger jin şiyar nebin, xwe rêxistin nekin, evê bibe xeteriyeke mezin. Pêdîviya hemû jinên me bi vîneke diyar hilbijartina tekoşîneke diyar heye. Naxwe, dê ji dijmin xetertir bin.

Divê jiyan li ser bingehê bîrdoziya rizgariya jin were pêşxistin

Îro ez ji aliyê jinê ve diaxivim. Gelo ev bîrdozî pêk were dê çawa be. Ger dê Kurdistan bibe mijara gotinê yan jî ger em bibêjin di axên dayîk de jiyan a herî xweşik e, berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Heta vebûna axê ji çandinî û hilberînê re, hindekî bi hunera jinê ve girêdayî ye. Tê wê wateyê ku rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê jiyîna wê di axa ku jê ji dayikbûye de ye. Ango rêgeza yekemîn bi gotina rojane ve welatparêzî ye.

Hêmanê duyemîn ger ê di jiyanê de cih peyda bike, divê jin bi hizra xwe ya azad û vîna xwe ya azad ve tevlî jiyanê bibe. Ger dê ev bîrdozî pêk were, weke raveyekê vê ya herî şênber jin, weke dixwaze dijî û biryarê dide. Emê bi, bi hizirandina wê bawer bin. Emê li hemberî vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya jêneger jî ev e. Ev yek ez jî bim dê jin bibêje “ezê bi te re bi vîn û hizra xwe ve bijîm.” Li gel vê dê gelekî bi rêgez, gelekî bi proje û bi plan be. Di vê rêgezê de ezê hindek avantajên xwe ve jinê bixapînim, ew jî bi jinbûn û zayendîtiya xwe ya erzan ve min bixapîne re cih nîne.

Ji bo ev yek çêbibe û ji bo parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, rêxistinbûn pêwîst e. Ev jî hêmana sêyemîn e. Mirovekî ne rêxistî hîç e. Rêxistinbûna destpêkê bi jinê dest pê kiriye. Hêza ku herî zêde divê rêxistinbûnê esas bigre jin e. Dibe ku zilam bêrêxistin be. Yan jî jixwe rêxistina zilam gelek e. Divê jin rêxistina xwe ya taybet ango bi giştîkirina YAJK ê re pêwîstiya xwe heye. Divê saziyên xwe yên hişyariyê li hemû qadan belav bike. Divê jin bi rêxistinbe. Divê hun vê carekê ji guhê xwe re bikin guhar.

Weke hêmanê çaremîn jî li gel rêxistinbûnê divê hun hemû jiyana xwe ji tekoşînê ava bikin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtekoşîniyê ketiye nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê bi karên ji rêzê ve hatiye mijûlkirin. Ango di nava ferzkirineke weke kesayeta karên vala hatiye hiştin. Ji ber wê jî di serî de esasên bîrdozî û polîtîk di derbarê rêxistinbûnê çandê, kurtayî her qadeke ku wê bihêz bike de divê tekoşer be, divê jin bibêje “ezê rêxistinêr bim, kar û îşê min tekoşînkirin e.”

Li gor min têkîliya jiyana bi jinê re bi estetîk, xweşikbûnê ve jî heye. Ev jî hêmana pêncemîn e. Asta kirêtiya jiyanê ya vê gavê têkîliya xwe bi çewisandin û dagirkeriyê ve balkêş e. Divê jina ku dixwaze bijî, huner, çand û estetîkê ji nedîtî ve neyê. Em ji fîzîka wê bigrin xweşikbûna hizir, em ji xîtaba wê bigrin, heta ronahiya giyanî divê bi nêrîneke estetîk û rêgezê ve girêdayî be.

Ger hun van pênc rêgezan jiyaneke ku van bi rengê madeyan û rêgezan hîn jî ziravtir bikin û wê jiyanê ji xwe re esas bigrin, li gor min tê wateya ku we çeka rizgariyê ya herî mezin bi dest xistiye. Ez ji ber roja jinê diyar dikim ku bi vê çeka xwedî îdîaya herî mezin e ve tu zilam û tu saziyên ku hun neynin rê nîne. Li gor min jiyana herî xwedî nirx e. Ger em dibêjin, ji îro re girêdanî, ji îro re rêz li ser bingehê van rêgezan mînak di me de bi rengê YAJK ê rêxistineke jinê ya hîn bilindtir dibe û tekoşîna wê ya li ser bingehê van rêgezan ve emê bersiva herî mezin bidin mirovahiyê û şerê qirêj.

Ji ber vê rojê careke din ez diyar dikim ku ez di xizmeta hemû jinên azad de me. Dîsa di serî de dayîk û taybetî hemû gerîlayên me yên jin ên egîd ku şer dikin re, diyar dikim ku ez mirovê hemû jinên me yên di nav tekoşînê de ne me û zilamê wan im. Rêz û hezkirinên xwe pêşkeş dikim.

8 Adar 1998