Dahurandina Jin û Malbatê Dahurandina Jiyanê Ye

Avabûna PKK‟ê çareserkirina rastiya civakî û netewî di Kurdistan‟ê de ya ku bi şer ve ye. Di vê çareseriyê de giranîdayîna yek ji hêmanên herî diyar pirsgirêka jin û malbatê ye. Girêdana wê bi jinê û şoreşê ve çêkirin û veguhertina rastiya jiyaneke ku mirov dikare bipejirîne ye. Em dema ku bi qasî bingehê wê yê objektîf aliyê wê yê zanebûn û rêxistinî jî dibînin û bi vî rengî şoreşê bi pêş dixînin. Em dizanin ku zelalbûna pêwîst û hêza çareseriyê ya ji bo pirsgirêkê neyê nîşandan em nikarin pêşketinê pêk bînin. Heta mirov dikare bibêje di rastiya me ya civakî û netewî de û ew nirxên ku ji dîroka şaristaniyê hatine wendakirin di rastiya kesayet de bûne girêka kor, qezencên mirovahiyê ne. Ew neçarbûna li hemberî her cure mercên jiyanê ku bingehê vê wendakirinê ava dike binketina di her astê de dibe taybetmendiya jiyanê ya herî berçav.

Rastiya me ya herî bingehîn ku paşverûtiya me ya îro dipeyitîne çawaniya kesayetên me ne ku ev aliyê wê xwe dide der. Di vê wateyê de ew rastiya me ya neçariyê ku bûye girêkeke kor şoreş dixwaze vê yekê biguherîne, ne qederek e, ne jî bi taybet rengê wê yê çewisandinê û dagirkeriyê ku giran tê sedem nayê nîşandan. Mirov nikare bi vî rengî bibêje ku ji bo gavavêtin û rizgariyê sedem nînin.

Berovajî pêwîst e ji her alî ve were şerkirin. Dibe ku ev taybetmendiyeke me ye, bi rastiya gelekî û tu welatekî ve nayê qiyaskirin. Ew qas e ku pêwîste her roj, her saet tekoşîn were dayîn. Şoreşa me pêwîste li ser vê bingehê were pêşxistin. Bêguman di şoreşa Kurdistan‟ê de gelek pirsgirêkên bingehîn derketine rastê, li gel vê mînakên din ên kesayet, malbat, eşîret, qebîle, ol û çandê zêde derfet nedîtina ji bo siyasîbûnê astekî gelekî paşketî ve di leşkeriyê de zelal bûye. Aliyê vê yê sedem-encam, nakokî-têkîlî di navbera van hemûyan de di nava agirê şoreşê de hîn zêdetir tê fêmkirin.

Bandora fetisandinê ya jiyanê di Kurdistan‟ê de herî zêde xwe di malbatê de û hêmanên wê yên herî zêde hatiye dîlgirtin, di jinê de dide nîşandan. Dema rastiya jinê tê bidestgirtin ketina wê ya rewşa teng dîsa giranî nedayîna aliyê cewherî, giranî dayîna aliyê talî wê ji bo nêzîkbûn û helwestên xelet re rê vebike. Pêwîste mirov hetanî dawiyê ji vê dûr bisekine û rastiyê bi rengekî pêşçav û cewherî bigre dest. Ev yek gelekî girîng e. Kapîtala Marks bi dahurandina metayê ve hatiye nivîsîn, dema taybetmendiya jinê ya malbûna malan mirov tîne pêş çavan û di rastiya me de jî ev ku hîn zêdetir wiha ye, derdikeve holê jin bi dijwarî pêwîstiya xwe bi dahurandinê heye. Wateya dahurandina jinê û ew malbata ku tê de rengê xwe girtiye, di cihekî de wateya dahûrandina jiyanê ye.

Tê wateya bi qasî qada siyasî û leşkerî ya jiyanê, qada çandî û aborî jî dîsa bi qasî dîrokî di çûyîna ser pêşeroja wê de ji aliyê rastiyan de xelekeke bingehîn e. Mirov li kû derê lê temaşe bike bila bike û bi kîjan rastiyan ve nêzîk dibin bila bibin, derxistina rastê ya pirsgirêka jinê çi qasî girîng e, nêzîkbûnên seqet û xelet ji bo vê pirsgirêkê ew qasî dê binketinê bîne. Tişta herî xirab jî sergirtina pirsgirêkê nêdîtina pirsgirêkê dê rê li ber encamên kêm vebike. Hela ew pêvajoya ku di şoreşê de tê jiyîn, dê bihêle ku ew dê di rewşeke gelekî kêm de were hiştin.

Ger em dixwazin şoreşê bikin xwedî naverokeke dewlemend û ger em dixwazin ber bi en-cama azadiyê ve bibin pêwîste em di vir de li ser jinê berfireh bisekinin, bi qasî ku em koletiya wê bibînin, ew qasî jî di riya diçe azadiya wê de çi rave dike pêwîste em nîşan bidin. Hîn ji wê wêdetir pêwîste em jinê rabikin çalakiyan û di rewşeke ku em jê re dibêjin pêkanîna azadiyê de bihêlin, bidin şerkirin û bidine jiyîn. Pêkanîna vê tê wateya bersivdayîna pêwîst a ji bo aliyê civakî ya herî bingehîn a şoreşê, heta dawî pêkanîna şoreşê, kûrkirina wê û her biçe wê di çareseriya gelek pirsgirêkên din de ristê xwe bilêyîze. Ev ji her demê zêdetir derdikeve holê. Di şoreşa ku PKK jê re rêbertiyê dike de jî em ji her demê baştir dibînin ku ber bi pêşketineke wiha ve gavan diavêje.

Di hewldanên me yên rizgariya jinê de ku tevlîbûneke berfireh dê çêbibe û di nêvenga şer de wê rastî hîn rasteqîntir derbikevine holê. Ev di pêş çavan re tê derbaskirin û hun ber bi xebateke Kongreyê ve diçin. Bêguman xebatên bi vî rengî xwedî wateyeke lûtke de ne. Tiştê pêwîste were kirin bi qasî nêzîkbûna hizir û teorîk a herî pêşketî mirov bikaribe helwesta pratîkî ya nêzîkî azadiyê bigre. Ji bo vê bi qasî bilindbûna asta nîqaşê mirov bikaribe derfetên jiyanê bide helwestên bi tenduristî jî. Ger kongreyek di vê wateyê de tiştê pêwîst bike tê wateya ku ristê xwe bi layiqî aniye cih. Diyare tenê pirsgirêkên jinê ku di binkeya partiya me de kûr dibin re bi çareseriyeke teng ve xwe besdîtin nayê kirin.

Ji vê zêdetir ji bo pirsgirêkên malbatê ku her diçe giran dibe re jî ji bo bersivên rojane were dayîn nêzîkbûn çêdibin. Li gel van bi qasî astên dîrokî yên vî karî ji bo pirsgirêkên jiyaneke saxlem a pêşerojê jî bersivên berfireh tên gerîn. Di şoreşa Kurdistan‟ê de ku rêbertiya wê PKK dike, ger kongreyeke jinê ya şoreşger ku xwe şênber bike, dê ji bo asta me ya heyî jî bersiva pêwîst bide.

Ger bi qasî rastiya teorîk a PKK‟ê rastiya şerê wê jî di şerê jinê de were nîşandan, ji bo kongreyeke encax ewqasî berfireh nirxandinek li ser roja me, dê ew qasî pêşerojê jî binirxîne, bi qasî nirxandina paşerojê dê roja me jî şîrove bike. Bi qasî dahurandinan armanca û erkan jî diyar dike, vê vediguherîne rengên çalakî û rêxistinê, ji bo vê nîqaş dike û biryaran digre. Ger em şerê me yê di her astê de û şerê di vê qadê de bigihînin helwestekê ku van bi çalakiyê re digihîne hev û em bigihên Rêbertiyeke wê, tiştên pêwîst were kirin.

Dema ku em li dîroka PKK‟ê temaşe dikin asta pêşketina teorîk, bîrdozî û siyasî ku ji bo şoreşa Kurdistan‟ê hatiye pêkanîn bi asta tekoşîna pratîk û şer ku ew qasî tevlîhev e ve girêdayî tê nirxandin. Bi hev re bûna teorî û pratîkê encax bi layiqî partiyeke wiha şoreşger pêşketinekê nîşan dide. Ew bi hev re bûna tekoşîna teorîk û pratîk di kîjan pirsgirêkê de were nîşandan, dê bihêle ku pirsgirêk wê saxlem danîna holê çêbibe û derfetê çûyîna çareseriyê bide. Di pirsgirêka jin û rizgariya malbatê de ev yek hîna diyarkertir wisa ye.

Di partiya me de bi şêweyeke ku nabe nasîbê partiyeke din jin û malbat weke teorîk tê bidestgirtin û dahurandin. Li ser riyên rizgariyên ku çêbibin û şêweyên wê tê rawestandin. Bêyî ku ketina rewşa xwe ya têrdîtînê çêbibe, bi rengekî berfireh jin ji bo nava refan bi xortayî tê kişandin û li her astê şer belav dibe. Him di zelalkirina pirsgirêkê de, him jî jin bi xwe bersivedayîna wê ya çareseriyê ji ber wê jî ji bo rêbaza herî rast were girtin ziraviyek tê raberkirin.

Tenê ne di Rojhilat a Navîn de di hêzên rêber ên gelek welatên din ên hemdem de ji bo vê pirsgirêkê gotina ku bi hêza teorîk bi plan û bi şer nêzîkbûnek çê dibe zehmet e. PKK‟ê hindekî ev yek bi ser xistiye.

Herî kêm nêzîkbûnên ku xwedî naveroka siyasî û civakî yên bingehîn a şoreşa Kurdistan‟ê de pêşketinên di derbarê gelek aliyên şoreşê de xwe dide nîşandan û bi rengekî ku balan dikişîne hîn ji niha ve di asta netewî û navnetewî de ku bandora xwe nîşan daye, zelal nîşan dide ku li vê pirsgirêkê nêzîkbûneke rast çêdibe û bingehên afirander a taybet hatiye girtin.

Çawa ku her rojeke derbas dibe pêwîstiya têgihiştin û derxistina zanînê ya PKK‟ê bi hemû aliyan ve û rastiya serokatiyê em hîs dikin helwesteke ku dişibe wê jî ne tenê di pirsgirêka jin û malbatê de, di pirsgirêka ku rûyê wê yê din e, bi hev re di nava têkîlî û nakokiyê de ya zilam de jî pêwîste daynine holê. Bi qasî ku teorîk e, di derbarê gelo çawa xwe di jiyanê de nîşan dide, aliyê wê yê derûnî nîşandan jî girîng e. Ev pirsgirêk ku tunekirina netewî û xerîbûna civakî ye, gelekî bi kûrahî tê bidestgirtin.

Di vir de şûna ku bibe çavkaniya jiyanekî hatiye înkarkirin, taybetmendiyên wê yên ku dibe bela serê wê tê dîtin çareseriya têkîlî û nakokiyên wan tên pêkanîn. Tenê weke nirxandineke siyasî namîne, ji bo çareseriya wê jî hîn zêdetir hewldan tê nîşandan. Bi taybetî tiştên ku dîroka gelek welatan de bi wêjeyê têne kirin, bi hunerê tenê pêşxistin ango mijareke jiyanê li gel me pêwîstî heye ku bi şer ve di nava hev de were destgirtin, em vê weke helwesteke bingehîn datînine holê. Çareseriyên welatên din ji ber sedemên cihê yên tên zanîn ku bi sedan salin ji bo pirsgirêkên jin û malbatê û ji bo pirsgirêkên xwe yên civakî yên din bi wêjeya şoreşgerî ve danîne, em di nava xebatên rêxistinî, siyasî û leşkerî de dixwazin pêk bînin.

Di nava hev de weke hêmaneke ku wê bandor dike û jê bandor dibe em bi dest digrin, di asta komkujî û dagirkirina ku îro dagirkerî pêk tîne ve girêdayî ye. Weke encameke vî tiştî li gel her cure karê şoreşgerî neçar dihelê ku di kêliyê de were bidestgirtin û çareserkirin. Mercên ku em dijîn nîşan dide ku em nikarin zêde bingeh û dem daynin navbera wan û ber bi çareseriyê ve biçin.

Rastiya me ya dîrokî civakî û siyasî asta tunekirina netewî û dagirkerî derfetên ku welatên din bi sedan sal in bi hunerê dike neda me. Li gel şoreşê ji bo pirsgirêkê çareserî dîtinê ferz dike. Ji ber wê jî çareserkirina girêka kor a civakî di pirsgirêka jin û malbatê, di nava agirê şoreşê de gengaz dibe. Ev yek jî weke taybetmendiya herî bingehîn a şoreşa me derdikeve pêş. Ev dibe encameke yekser a qutkirina ji dîrokê û qutkirina girêdaniya bi serdemê ve. Partiya me jî girêdayî vê rastiyê pêwîstiya pirsgirêk wiha danîna holê û çûyîna çareseriyê li ser vê bingehê hîs dike û vî tiştî dike. Piştî ku me bi xetên stûr rêbaz diyar kir, di dîtina pêşketinên ku qadên teorîk û pratîk de jî feyde heye. Pêwîste neyê jibîrkirin tu pirsgirêkên civakî negihê nêrîneke teorîk a saxlem nikare bigihê gaveke pratîk a saxlem.

Di Kurdistan‟ê de zanebûna gel hema di her astekê de heta dawiyê hatiye reşkirin. Ji wê zêdetir nasnameya wê di astekî girîng de ji holê hatiye rakirin. Wendakirina hemû astên netewî û civakî hîn zêdetir erk datîne ser milên teoriyê. Ji ber ku rastî hem di asta zanebûnê de hem jî madeya ku zanebûn xwe dispêrê de hatiye texrîbkirin. Asta texrîbê çi qasî pêş de çûbe, çûyîna ser teoriyê jî ew qasî pêwîst dibe.

Girîngiya nêzîkbûneke wiha ya PKK‟ê ya ji bo teoriyê ji ber sedemên rastiyên xwe niha hîna baştir tê fêmkirin. Demeke dirêj karên teorîk û xebatên bîrdozî, polîtîk bi rengekî ku asta xetî de bi israr meşandina wê ji ber sedemên ku rastiya me naşibe tu rastiyên civakî û netewî yên din in. Sedemên ji bo pirsgirêka rizgariya jinê û malbatê ku em nêzîkbûneke teorîk, bîrdozî û siyasî ya bilind nîşan didin jî ji ber vê yekê ye. Ev tişt jî pêwîst dike ku em hîn zêdetir hêza têgihiştinê bi pêş bixînin.

Ew wendakirina giştî û fetisandina di tarîtîyê de di vê qadê de hîn berfirehtir tê jiyîn. Ji ber wê jî ger tê xwestin ev pirsgirêk were ronahîkirin û tê xwestin ber bi çareseriyê ve çûyîn çêbibe, bi qasî pêşxistina gavên pratîkî yên birêgez û bilindkirina hêza têgîhiştinê bi vî rengî di nava hev de bi dest girtin, weke erkeke şoreşê pêwîste were biserxistin û ev qada jî pêwîste wiha were bidestgirtin. Ji ber vê sedemê ne hewceye ku em li pratîkên welatên din binêrin bibêjin “ji bo çi di wan de wiha nîne, li gel me wisa ye?” û bikevine nava ferasetên şaş. Mercên ku îro hene ferasetê ferz dike û rêgezê bi rê ve dibe. Tiştê ku tê kirin jî ev e.