Hêvî Nûda: Azadiya Jinê Civakê Jî Azad Dike
“Em di şexsê Jîna Emînî de ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de şehîd bû, şehîdên di serhildana jin, jiyan, azadî de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan ên nîvco mane, di jiyanê de pêk bînin.”
‘RÊBERTIYA ME BÎRDOZİYA AZADIYA JINÊ AFIRANDIYE’
“Rêbertiya me dibêje ‘jina azad civaka azad e’. Li ser esasê ku heta jin azad nebe wê civak azad nebe, pîvanên azadiyê li ser bingeha xeta azadiyê jinê daniye holê. Îdeolojiya azadiya jinê ya ku Rêbertiya me ew afirandiye, li temamê dinyayê bûye xeta azadiyê ya ku jin îlhamê jê distînin. Bêguman ev asta têkoşîna me ya azadiya jinê, li ser esasê berdêlên mezin ên şehîdên me yên leheng û serpêhatiyên dîrokî pêk hatiye. Rêbertiya me, dema ku digot ‘Zîlan ne kesek e, xeta azadiyê ye’ bal kişandiye ser vê rastiya tevgera me ya azadiya jinê.
Rejîma Îranê ku yek ji nûnerên pergala serdest a mêr a hegemonîk e, di heman demê de dizane ku koletiya jinê çavkaniya koletiya civakî ye û wê jina azad bibe wê bibe civaka azad. Rejîma Îranê bi tirs û xofeke ku diafirîne, bi qedexeyên li ser jinan êrîşî her qadên jiyanê dike û dixwaze lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya jinan bitepisîne. Her çendî ferzkirina nixumandina serî yek ji van qedexeyên herî girîng e û hewl didin jinan bi qanûn û zagonên zayendparêz di her qadê de jinan teslîm bistînin. Pirsgirêka sereke sîstematîk e. Ev zîhniyeta zayendperest di bin navê hiqûqê de weke polîtîkaya zext, tundî û qetlîamê tê meşandin. Di 25’ê Nîsana 2008’an de dema ku hevrêya me Şîrîn Elemhûlî ku bi van polîtîkayên qetlîamker ên rejîma Îranê re rû bi rû ma û piştre hate girtin, rejîma Îranê bi êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk xwest wê teslîm bigire. Hevala me teslîm nebû, li ber xwe da û di 9’ê Gulana 2010’an de tevî 4 hevalên me hate darvekirin. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de piştî Leyla Qasim duyemîn jina Kurd e ku hatiye darvekirin. Di dîrokê de jinên pêşeng, rêxistinbûyî her tim bûne hedefa faşîzmê. Di vî warî de armanca sereke ya pergalên serdest ev e ku bi komkujiyan bîra azdaiyê, çanda jiyanê, îradeya rêxistinkirî û keda kolektîf a jinan bi qetlîaman parçe bikin û tune bikin. Pergala mêrserwer û hêza wê ya birêvebir dewlet, li ser vî esasî li dijî jinan her cure polîtîkaya zayendperest dixe dewrê, jiyana civakî li ser esasê zayendparêziyê dîsa ava dike li dijî jinan her cure cihêkarî, newekhevî, şîddet, qetlîam û koletiyê zêde dike. Têkoşîna jinan û pêşengên wê yên ku li dijî vê zîhniyetê li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin, serî radikin û nasnameya civakî bi dest dixin ji aliyê vê pergala qetlîamker ve yek bi yek tên hedefgirtin û qetilkirin. Bi van komkujiyan dixwazin hişmendiya dîrokî, vîna rêxistinî û berxwedana têkoşîna jinê qut bikin.”
‘JI BER KU JI SERHILDANA JINAN DITIRSIN, ÊRÎŞ DIKIN’
“Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên exlaqî yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku li gorî qanûna serînixumandinê tevnegeriyaye hate destgîrkirin û di dema vê destgîrkirinê de ji aliyê polîsên bê exlaq ve hate êşkencekirin. Di êşkenceyê de derb li serê wê hatibû xistin û piştî ku ew birin nexweşxaneyê 3 roj şûnde şehîd ket. Rejîma Îranê Jîna Emînî qetil kir. Piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşma ‘Jin, Jiyan,Azadî’ ku Rêbertiya me ew wekî formula bi sêhr a jiyana azad pênase dikir, bû slogana sereke. Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî di pêşengiya jinan de gel wekî ku şoreş e serî hilda. Ev çirûsk bû teqîna hêrsê û serhildanê û li temamê dinyayê bû şîara sereke. Jîna Emînî qanûna serînixumandinê ya ku rejîma Îranê li ser jinan ferz kiriye, qebûl nekir û bû navê hêrsa ku jin li temamê dinyayê li hemberî feraseta mêrserwer nîşan didin. Hemû jinan rengê êşa xwe, di berxwedana Jîna Emînî de dîtin. Jîna Emînî bû nav û pêşenga hemû jinan. Her jin û gel di wê de parçeyeke ji êşa xwe dîtîn, lewma dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi awayekî efsûnî veguherî hişmendiya gerdûnî ya jinên cîhanê. Ev kêliyên şoreşgerî, kêliyên wisa ne ku bijartek û îhtîmal gelekî zêde ne. Ji ber vê girîng e ku ev hêrsa civakî wê biherike ku derê. Di kêliyên wisa de, çirûskeke herî biçûk jî qedera mirovan diyar dike. Bi gotineke din, di van kêliyan de, îmkanên pir piçûk dikarin encamên mezin ên mîna bahozekê biafirînin. Rêbertiya me dibêje, ‘Her bûyer û kêlî bi qasî ku pêwîstî bi şoreşê heye, bi bandor e.’ Rejîma Îranê her çend jinên ku bi dirûşmeya şoreşger Jin Jiyan Azadî tevlî serhildanê bûn kire hedef jî, ligel ku gelek mirovên me hatin qetilkirin, bi hezarên ji wan birîndar bûn jî jin û gelan dev ji têkoşîna xwe bernedan. Jinên ku pêşengiya serhildanên şoreşgerî kirin, rûyê rast ê rejîma Îranê teşhîr kirin. Ji ber ku ji azadiya jinê û ji serhildana wê ditirsin, bi xedarî êrîş dikin.”
‘JIN, JIYAN, AZADÎ JIYAN, ÇAND Û WATEYÊ ÎFADE DIKE’
Jin, Jiyan, Azadî ji bilî gotinê, şêwaza jiyan, çand û zihniyet û cîhana wateya civaka exlaqî û polîtîk îfade dike. Wateya navê jin di Kurdî de ku yek ji zimanên herî kevnar ê mirovahiyê ye, bêguman bi girîngiya gelê Kurd û erdnîgariya ku lê dijîn ve girêdayî ye. Sedema vê ya sereke jî ew e ku jina Kurd a ku li ser jiyanê serwere, bi zanebûna xweza û zindiyan ziyanê nade jiyan û zindîbûnê wate dide jiyanê, di şoreşa çandiniya gundan a neolîtîk de rol lîstiye. Jixwe û jiyanê haydarbûn, rastiya xwe ya di nava jiyanê de hîskirin û li gorî wê jiyankirin azadî bi xwe ye. Yanî şêwazê jiyan û felsefeya civakê îfade dike.”
‘ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ WÊ KRÎZÊ ÇARESER BIKE’
“Di vê demê de îdeolojiyên serdest ên mêr nikarin bibin bersiv ji pirsgirêkên civakî yên di sedsala 21’an de hatine jiyîn. Ji ber ku îdeolojiyên serdest ên mêr îdeolojiyên dijcivakî ne, nikarin pirsgirêkên civakan çareser bikin, berovajî pirsgirêkê kûr dike. Jixwe fonksiyona wê ya çareserkirinê jî nîne. Li hemberî nasnameyên îdeolojîk ên bi etîketa mêr, îdeolojiya rizgariya jinê xwedî wê hêzê ye ku dikare di civakê de nûbûnê pêk bîne. Îdeolojiya serdest a mêr di sedsala 21’an ragihand ku serdema îdeolojiyan bi dawî bûye û armanca wan ew e ku civakan bê îdeolojî û nasname bihêlin. Îdeolojî nasnameya civakekê ye û bêyî vê nasnameyê zayîneke nû ya civakî çênabe. Pêwîst e ev potansiyela ku di serhildanên di pêşengiya jinan de piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve dest pê kir, veguhere hêzeke rêxistinkirî. Ev jî tenê bi pêşengî û zindîkirina îdeolojiya rizgariya jinê pêkan e. Civakeke bê îdeolojî nikare xwe ji koletiya kesekî din rizgar bike. Ji ber vê yekê, ya destpêkê ya divê were kirin ew e ku nasnameyeke nû ya îdeolojîk bide zîhniyet û hestên ku di serhildanan de derdikevin holê. Çawa ku Rêbertiya me di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya Rizgariya Jinê îlan kir, gel û jinên li Îranê dijîn jî ji bo van nirxên şoreşgerî yên ku li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî derketine holê, pêwîst e bixin nava sîstemekê. Sîstema ku dikare bersivê bide vê potansiyela şoreşgerî, Konfederalîzma Demokratîk e. Ev sîstem dikare pirsgirêkên zayendperestiya civakî ya li ser jin û ciwanên me tê ferzkirin, çareser bike. Di sala 1998’an de Rêbertiya me diyar kir ku pirsgirêkên jinan tenê bi rojekê nayên destgirtin û weke pirsgirêkeke sîstemê nirxand. Nêzîkatiya pergala serdest a mêr a li jinê weke pirsgirêkeke bîrdozî dît. Ji roja destpêkê ve diyar kir ku esareta jinê esareta civakê ye û çareserî di Îdeolojiya Rizgariya Jin de dît.
Hegemon, îdeolojiyên serdest ên mêr nabin îdeolojiya jinan û civakê. Ji ber ku Îdeolojiya Rizgariya Jin xwedî karaktereke gerdûnî ye, îdeolojiya civakî ye ku dikare bersiva pirsgirêkên hemû jinan û civakê bide û nasnameya xwe bibîne. Di civakekê de heta ku jin negihêje nasnameya xwe ya rastîn civak nikare bigihîje nasnameya xwe ya netewî. Ji ber ku nasname û pergala resen a jin û civakê, civaka exlaqî û polîtîk e. Hêza pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk jin e. Îdeolojiya civaka exlaqî û polîtîk, Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Ev ne tenê îdeolojiya zayendî, îdeolojiya rizgariya civakî ye. Rêbertiya me got ‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê.’ Îdeolojiya ku wê hest û ramanên ku hewl tê dayîn di civakê de bên tinekirin şoreş bike, Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Avakirineke nû ya civakî bêyî pêkhatina nasnameyeke nû pêk nayê. Çawa ku ji bo çandiniya zeviyan tov hewce dike, sîstema alternatîf jî sîstema Konfederalîzma Demokratîk a jinan e. Îdeolojiya rizgariya jinê li dijî rastiya kolekirina jinê, li ser esasê hêz û vîna xwe, bûyîna mijara jiyanê dike prensîba jiyanê. Bi vê hişmendiyê divê em li her cihê ku lê bin, bibin hêza avaker û pêşenga pergala konfederal a jinan.”