Jin û Şoreşa Civakî

Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hê gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr serî li gelek vegotinên dînî mîtolojîk dane. Destana Xwedawenda Ûrûkê Înannayê vê pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de mirov ji bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer nalenala wê ye. Di destana Babîl de ev rastî hê zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman. Ango pevçûna Mardûk û Xwedawend Tîamatê. Di mîtolojiya Sumeran de tê gotin jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Dînên yek xwedayî jî vê helwestê dewam dikin. Jina weke xwedawend diket zîggûratên Sumeran weke orûsipiyekê ji perestgehê derdiket. Kerxaneya pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê ji orûspîtiya perestgehê ber bi carîyetiya qesrê ve tê bilindkirin. Li bazarên bazirganiyê objeyeke kole ye ku destê jê nabe. Di şaristaniya Greko-Romen de bi tenê koleya karên nava malê ye. Di nava polîtîkayê de cihê wê nîne. Di şaristaniya Ewrûpayê de objeyeke cinsî ye ku bi peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Di şaristaniya kapîtalîst de orûsipiteke giştî ya gerdûnî ye. Dîrok bi mêrê serwer re bi temamî bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz. Dîrok êdî weke mêr dimeşe.

Pîrekkirina jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di civaka zordestî û met^nkar de li ser objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a civakê rahib, eskerî û siyasî dikevin pozîsyona cinsên serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz zêde tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyan de helwestên belovajî yên cinsî weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê re, pir têne dîtin. Êdî jin çiqasî kole be, mêrê kole jî ewqasî jin an jî pîrek e.

Di civaka Rojhilata Navîn de li van pirsgirêkên koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro yên çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mêtinkarî û zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê jiyaneke kabûswarî bivê nevê pêk tê. Belkî jî jinbûn tê maneya mirova herî zêd di zor û zehmetiyê de ye. Mêtinkarî û zordestiya çor a li ser civakê qatbiqat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hê nû hay jê dibe ku jin jî mirov e. helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi dostek û hevrêyekê re bihêle. Herî kêm êdî guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, wê jiyaneke manedar jî neyê jiyîn. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin.

Rastiya jinê bi giranî rastiya civakî destnîşan dike. Ev tespîteke rast e. Di civaka Rojhilata Navîn de jintî û mêrtiya zêde dualîteyeke diyalektîk e. Di şêwazê vê têkiliyê de taybetiyên li zilam vedigerin mêriyeke hundurê wê pûç e. Serweriya îqtîdar li ser mêr dike, mêr jî li ser jinê û ew jî li ser zarokan dike. Bi vî awayî serwerî ji jor heta jêr tê dawerivandin. Di vê mekanîzmayê de asta koletiya jinê rê li ber rewşeke neyînî vedike. Ji ber pozîsyona jinê ya di nav civakê de jin timî asta koletiyê ya civakê pêş de dibe. Bi vî awayî, civaka dibe mîna pîrekê, îqtîdara jor gem û qayişên wê dişidîne û bi hêsayî rêve dibe. Tevî ku jin li derveyî îradeya xwe zilma herî mezin dibîne, ji bo zilmeke hînê zêdetir li ser civakê tê bi kar anîn. Bi qasî têkiliyên ji der ve teslîmiyetê li ser Rojhilata Navîn ferz dikin, têkiliyên ji hundur ve jî jinê tengav dikin. Ji lewra tevgera xwe nespêre çalakiya azadiyê ya jinê şensê wê pir bi sînore ji bo karibe azadiyeke mayînde û cewherî bigihînê civakê. Bi vê sedemê, di serî de îqtîdarê, sosyalîzm, rizgariyên netewî û hwd. nekarîn bersivê bidin hesret û hêviyên her kes li bendê bû. Xebata azadiyê ya jinê, ji wekheviya cinsan jî wêdetir, cewherê xebateke giştî ya demokratîk, mafê mirovan, hawîrdor û wekheviya civakê îfade dike.

Gava yekemîn a divê di warê azadiya jinê de were avêtin ew e ku jin bibe xwediyê hêza çalakiya xwe û ji helwesta mulkiyetê ya li ser, dûr bisekine. Eşqên moda yên bi hisên mulkiyetê tijî di himbêza xwe de gelek xeteran dihewînin. Di civaka kevneşop a dewlet û hiyerarşiyê de eşq xapandina herî mezin e. Gunehê tê kirin bi eşqê tê nuxumandin û veşartin. Destek ji bo azadiya jinê û hurmeta ji bo wê, beriya her tiştî bi mikur hatina li rastiyê û paşê jî ji bo ew rastî li dawiyê were hiştîn, bi tevgereke ji dil û samîmî dibe. Kesê serweriya xwe ya mêrtiyê –navê wê çi dibe bila bibe- li ser jinê bijî ji wî nirxekî têkûz ê azadiyê nabe. Hewldanên ji bo xurtkirina jinê ji aliyê bedenî, derûnî û zêhnî ve, bawer dikim ji hewldanên herî hêja yên şoreşgerî ne. Jina ku di çanda Rojhilata Navîn de çaxekê ji çanda xwedawendên dayik re bû navend, hewceyî pê heye ji nû ve, bi nirxên civakî yên pêşketî re karibe biryarên serbixwe bide, bigihîje hêza tercîh û hilbijartinê. Alîkariya wê ya di vî warî de qehremaniyeke.

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye “şoreşeke jinê ye” li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê divê li dijî zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetê rojê li ser kar e, xurtkirina helwesta exlaqî û polîtîk weke şerekî ferz dike. Ji bo mehkûmkirina diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê, redê wê hewce dike. divê mirov îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re bihêle. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîngtir jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ji vê rastir ji vê bê felsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê bi jinê re di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de ne, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, herweha hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşa jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debar xwe dike. baviktiyê civaka xwezayî li ser bingehê li dijî şoreşa şaristanî û modernîteyê ye paşve xist û ev dijşoreşa mezin koletiya herî kûr a jinê û mêtinkariya li ser wê derxist holê û li tevahiya civakê belav kir di roja me ya îro de rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk li qadên civakî hemûyan dijî û ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û meznahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikîne. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.

Ji bo şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin nebin, rizgariya jinê mumkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê bi şaristaniya jiya û bi modernîteya li fetha wê rast hat bi qasî ku bê xistin hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîzkirin û bi heman diyardeyê gera li çareseriyê rêbazeke rast e. Eger mirov çareseriya dayikan şoreşa jinê li ser dayika pirsgirêkan ferz bike dikare bi gavan bigihîje heqîqetê.

Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk bêyî jinê bi proje nabin û projeyên pêkanînê nînin. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeya civakî ya jinê bixwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.