KJK’ê Li Dijî Xiyanet û Qirkeriyê Banga Mezinkirina Yekîtiya Kurdistanî Kir
“Li Hewlêrê di 18’ê Îlonê de êrîş li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê hate kirin û di encamê de hevalê Denîz Cevdet Bûlbun şehîd bû. Heman rojê li ser balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê êrîş hate kirin û sê pêşmergeyên antî-terorê yên YNK’ê şehîd ketin. Em hevalê Denîz û sê pêşmergeyên YNK’yî yên ku di van êrîşan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê Kurd re dixwazin. Divê bê zanîn ku em ê van êrîşan bi ti awayî qebûl nekin, bi mezinkirina têkoşîna xwe ya li dijî xiyanet û qirkeriya faşîst em ê hesab bipirsin.
JI BO BÎRANÎNA DENÎZ BULBUN EM KARÊ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIGIHÎNIN ASTA HERÎ BILIND
Hevalê Denîz ku ji bo pêşketina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a li Kurdistanê kedeke mezin da, di şexsê wî de êrîş li ser hewldanên neteweyî yên hêja yên KNK’ê hate kirin. Hişmendiya neteweyî, daneheviya hevalê Denîz û kesayetiya wî ya çandî ku mirov digihand hev, di karên yekîtiya neteweyî de ew kir mînakeke pêşeng. Bersiva li bîranîna hevalê Denîz wê parçekirina xiyanetê û mezinkirina karên ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk be. Eger dijmin bi êrîşa li ser karên KNK’ê û êrîşa li dijî hevalê Denîz dixwaze ku karên yekîtiya neteweyî têk bibe û li statuya mêtingeriyê ya beriya sed salî mehkûm bike, bersiva li dijî vê yekê divê xurtkirin, mezinkirina yekîtiya neteweyî û bidawîkirina xiyanetê be. Tenê bi vî rengî bersiv li bîranîna wî dikare bê dayin.
KIRYAR DEWLETA TIRK Û PDK YE
Êrîşa li ser balafirgeha li Silêmaniyeyê jî ji bo wê armancê ye ku dewleta Tirk hevkariya xiyanet-sîxurî ya ku bi PDK’ê re afirand li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike, teslîm bigire. Ji bo hêzên ku li Kurdistanê bi nasnameya xwe hene û têdikoşin teslîmî dewleta Tirk bibin, pêngaveke êrîşê hatiye destpêkirin. Êrîşên ku di nava çend rojan de ji Rojava heta bi Şengalê, Bradostê, Silêmaniye û Hewlêrê hatin kirin, nîşaneya vê pêngavê ne. Ji xwe PDK li herêmên Zap û Metînayê jî demeke dirêj e serkêşiyê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re dike. Dema dawî PDK hewl dide bikeve qadên gerîla yên li Bradostê, bi vî rengî şer sor bike. Di heman demê de jî êrîşên navborî qewimîn ku ev hemû bi şênberî nîşan didin ku çavkaniya van êrîşan hevkariya dewleta faşîst a Tirk û PDK ye. Êrîş piştî serdana Hakan Fîdan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hatin kirin ku ev kes wezîrê karên derve ye ku kujerek e û destê wî ketiye xwîna Kurdan. Lewma kiryarê van êrîşan bi şênberî li holê ne.
Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, PDK û malbata Barzanî jî li dijî nasname û neteweya xwe hevkariyê ji vî sûcê qirkirinê re dikin. Divê li dijî xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî û êrîşên dewleta Tirk a qirker-mêtinger divê Kurd helwesteke şênber nîşan bidin, berxwedanê mezin bikin û pêngava yekîtiya neteweyî xurt bikin. Ev yek wê bibe bersiva herî mezin.
YA KU BI SER BIXÎNE BERXWEDANA LI DIJÎ XIYANET Û FAŞÎZMÊ YE
Ev pêngava êrîşê ji bo tasfiyekirina destketiyên pêncî salên dawî yên Kurdan e. Her tişt gelekî eşkere û li ber çavan e. Dewleta Tirk di êrîşên qirkirinê de, hevkarê wê PDK jî di xiyanetê de gihîştine radeya herî dawî, bi rengekî çalak bi eşkere li gel hev tevdigerin. Divê gelê me û jinên Kurd xeta PDK’ê ya ku li dijî gelê xwe, li dijî gerîla yên rûmeta Kurdîtiyê diparêzin, li dijî saziyên demokratîk û partiyan şer dike, destketiyên Kurdistanî parçe dike û pêşkêşî dijmin dike bibîne û li hemberî vê yekê helwestê nîşan bide. Başûrê Kurdistanê, Hewlêr, Kerkûk malê kesî nîne, mal û milkê malbata Barzanî nîne. Çarenûsa gelê Kurd, jinên Kurd, çarenûsa Kurdistanê bi xeta xiyanetê diyar nabe. Li dijî teslîmiyet û xiyanetê dem dema berxwedan û serketinê ye. Di sedsala 21’ê de ya ku Kurdan bi ser bixîne, mezinkirina berxwedana li dijî xeta xiyanetê, berxwedana li dijî faşîzma qirker e. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne ku destketiyên Kurdan biparêze û bi pêş ve bibe.
ARMANCEKE DIN A ÊRÎŞAN GELÊN IRAQÊ YE
Armanceke din a van êrîşan jî gelên Iraqê ye. Heman sûcê şer li dijî gelên Iraqê jî tê kirin. Dixwazin ku li Kerkûkê, Şengalê, Mexmûrê, Silêmaniyeyê û Hewlêrê provokasyonan biafirînin û tevlîheviya navxweyî çêbikin. Ev plan plana dewleta Tirk e ku dixwaze ji Başûrê Kurdistanê destpê bike û hin herêmên diyarkirî yên Iraqê dagir bike, bibe dewleteke hegemon li herêmê. Dewleta Tirk a faşîst timî dibêje ‘Em li hemberî gelê Kurd, li hemberî gelê Iraqê bi hurmet in, em li dijî wan şer nakin, li dijî terorîzma PKK’ê şer dikin’ û bi vê gotinê hewl dide planên xwe yên qirêj ên hegemon binixumîne. Tevgera me ji bo yekîtiya demokratîk a gelên Kurdistanê, gelên Iraqê û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Ya ku parçe dike û terorîze dike dewleta Tirk û hevkarên wê ne. Girîng e rayedarên dewleta Iraqê, bi esasî jî gelên Iraqê vê plana kûr bibînin û helwestê nîşan bidin.
BANGA LI JINÊN KURD Û HÊZÊN KURDISTANÎ
Feslefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Kurdistanê weke felsefeya jiyana nû û jin a azad bi pêş ket û ev felsefe gerdûnî bû. Jin a ku li Kurdistanê bûye îrade jiyan e, netewe ye, yekîtiya neteweya demokratîk e. Hîmê yekîtiya neteweya demokratîk a li Kurdistanê jî xwe dispêre îradeya jinê. Li dijî faşîzma dewleta Tirk û PDK’ê ku weke hevkar li ser xeta xiyanetê dimeşe, divê em jin bibêjin ‘rawest e’ û têkoşîna xwe mezin bikin. Li hemberî van êrîşên li ser jiyan, netewe û nasnameyê divê em li her derê bi îradeya xwe ya rêxistinbûyî têbikoşin. Li dijî planên tunekirina Kurdîtiyê ya di sedsala 21’ê de, em jinên Kurd divê hebûn, welat û nasnameya xwe biparêzin û rê nedin xiyanet û qirkeriyê.
Em bang li rêxistinên jinên Kurd, karker, gundî, rewşenbîr, jin ên akademîsyen ên li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku di pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî de pêvajoya têkoşîna hevpar bi pêş bixînin û bi rola xwe ya dîrokî rabin. Divê jinên Kurd bi vê rola xwe ya dîrokî rabin û bikin ku dîrok xwe dubare neke. Lewma di serî de jinên Kurd em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku li ser xeta berxwedanê têkoşînê û yekîtiya Kurdistanî ya azad mezin bikin.”