Dijmin Nikare Bi Ciwanan Gav Bi Paşve Bide Avêtin. 

Endama Koordînasyona KJK Besê Erzîncan Beşdarî Bernama Xwebûn A Bi Pêşkêşkariya Arjîn Baysal Di Jin TV’de Tê Weşandin Bû.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bal kişand ser êrîşên mezin ên li dijî ciwanan û got, ciwanên Kurd fikrê Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas dikin wê li hemberî dijmin gavê paşve ne avêjin.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku hemû tevgerên azadiyê, ekolojî, demokrasî û jinan bi giranî ji ciwanan pêk tên û got: “Di çalakiyên dijî pergala kapîtalîst de ciwan di refên herî pêş de ne. Ji ber ku ciwan ji paşeroja xwe ne bi hêvîne. Di nava civaka Kurd de jî rewş bi heman rengîye. Dema Newroz tê, yên herî zêde derdikevin pêş ciwanin.Di nava gerîla de yên li cihên herî zehmet in û fedakariyê dikin, ciwanin. Dema pirsgirêka  Jin derdikeve, ên destpêkê serî hildidin ciwanin. Hem bi wêrekî, hem jî bi fikrê xwe pêşengiyê ji civakê re dikin.

Endama Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst naxwaze ciwan azad bibin û wiha dewam kir: “Ciwanan ber bi leşfiroşî (fûhûş) û madên hişber (narkotîkê) ve dehif dide. Armanca modernîteya kapîtalîst ew e ku ciwanan bê îrade bihêle, bike ku nikaribin li ser azadî, siyaset, demokrasiyê û welatê xwe bifikirin. Dixwaze ku ciwan tenê rojên xwe derbas bikin, her tiştî biqedînin, tu nirxê girêdayî civakê nehêlin. Ev ciwan jî li gorî netew-dewletê li gorî berjewendiyên şexsî û li gor ezezîtiyê dijîn. Ev ciwan dema mezin dibin tundiyê li ser jinê pêktînin,bê sinciyê (bê exlaqiyê) li mezinên xwe dikin, jiyana komînal-hevbeş napejirînin. Pergal naxwaze ku ciwan xwe nasbikin,xwe birêxistin bikin, di debarê xwe de biryar bidin û ji bo welatê xwe bixebitin.”

Besê Erzîncan bal kişand ser bêhêvîtiya li nava ciwanan de, lê di heman demê de çareserî destnîşan kir û got: “Rast e, di nava ciwanan de bêhêvîtî pir zêde heye. Lê belê bersiva herî mezin ji bêçaretiyê re jî Rêber Apo ye. Bi taybetî jiyan, fikir û têkoşîna Rêber Apo ji gelek aliyan ve bersiva herî mezin e. Ciwan xwe di nava jiyanê de bênirx hîs dikin. Dema mirov bi hebûna xwe dihese bi coş tevlî jiyanê dibe.”

Besê Erzîncan diyar kir ku li Kurdistanê jî êrîşa herî mezin li hemberî ciwanan tê kirin û wiha dewam kir: “Tevgera Jinê ya Kurd gihîştiye astekê. Li tevahiya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Dema di civakê de jinek rabe ser piyan û derkeve pêş, ne gengaze ku ew berxwedan were şikansin. Pergal çi hesaban dike niha? Dibêjin; heger ev ciwanan, jinên ciwan şikestinekê bijîn, wê di dema pêş de dubare ranebin ser piyan. Wisa difikirin. Hîn ciwanin îradeya wan dişkînin, di temenek ciwan de dizewicînin. Li Îranê zewicandina zarokên 13-14 salî qanûnî ye. Zaroka ku xwe nanasê,  jiyanê nanasê, hebûna xwe nizane bi mêrekî re ‘tê zewicandin’. Ev şikestinekê dide çêkirin. Piştî ku dibe xwedî zarok jî, tenê bi xwe û malbata xwe difikirin. Nikarin bi tiştekî din bifikirin.

Ev polîtîkayeke bi zanebûn e. Mirov hîn di temenek piçûk de fêrî leşfiroşî û madên hişbir kirin polîtîkaya dewletê ye. Ji berê ve dijmin şerekî taybet li ser Kurdistan dimeşîne, lê di van salên dawî de hîn bêhtir zêde buye.”

Besê Erzîncan bi bîr xist ku pir caran ketiye rojevê, ji bo destavêtina keçan bikin, tîmên taybet têne şandin û got: “Mînakên van hemûyan hene. Em ji jinên ciwan re dibêjin ku divê xwe bi rêxistin bikin, haya wan ji polîtîkayên dewletê hebe. Eger bi şêweyekî rêxistinkirî tevbigerin wê bikaribin xwe biparêzin.Lê heger bi tenê bimînin wê werin xapandin. Xwe li ser bingeha fikrên demokrasî û azadiyê bi rêxistin bikin, bi vî şêweyî tevlî jiyanê bibin û pêşengiyê ji civakê re bikin. Li Kurdistanê pergal çiqasî bixwaze êrîşî ciwanan bike, îradeya wan bişikîne jî, ciwan jî radibin ser piyan, wêrekin, pêdagirtîne û zû bi zû dest jê bernadin. Ji ber ku hinek jê polîtîk bûn, fikrê azadiyê, fikrê Rêber Apo nas kirin, tevgera jinê û şehîd nas kirin, gavên hîn xurtir davêjin. Dijmin çi dike bila bike, nikare bi ciwanan gav paşve bide avêtin.”