Besê Erzîncan: Ji Bo Azadiya Fîzîkî Ya Rêberê Me Divê Em Bi Her Awayî Têbikoşin!

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan e û got, “Armanc ji komploya navneteweyî ku bi serkêşiya îstîxbaratên DYE û Îsraîlê hate kirin, bi girtina Rêber Apo re qedandina hêviyên azadiyê yên gelê me, jinan û gelan bû. Di 15’ê Sibata 1999’an de rola gardiyantiyê ji dewleta Tirk re hate dayin û Rêberê me li girava Îmraliyê hate bicihkirin.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di nava pergala îşkence, qirkirinê ya hovane di hucreyekê de tecrîdkirî ye û di nava cezayên hucreyê de yên ji bo şikandina îradeyê  û teslîmgirtinê tê hiştin. Bi ti awayî derfet jê re nayê dayin ku têkiliyê bi derve re deyne. Mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re jî di nav de, tu maf  ji Rêberê me re nayê dayin. Li girava Îmraliyê ti pîvanên hiqûqî, mirovî, exlaqî derbasdar nînin. Pergala qirkirinê ya Îmraliyê ji ber ku bi agahdarî û piştgiriya desthilatdarî û dewletên navneteweyî yên kapîtalîst modernîst hatiye avakirin, di serî de CPT hemû derdorên pêwendîdar bi bêdengiya xwe heya dawî li hemberî vê pergala hovane, nehiqûqî û der mirovî  ya li hemberî Rêber Apo tê pêkanîn erê dikin.”

Besê Erzîncan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nava pergala îşkenceyê ya Îmraliyê silav kir û şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî, soza mezinkirin û serxistina têkoşînê da.

Endama Koordînasyona KJK’ê bi dewamî got, “Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ne tenê li Tirkiyeyê pergaleke welêye ku tê xwestin li tevahiya cîhanê gav bi gav bê pêkanîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi wê nêt û armancê ne ku kesayetên pêşeng, rêxistinên muxalîf bixin nava pergaleke bi vî rengî ya îşkenceyê. Encamên ji tecrûbeyên hemû zindanên li cîhanê hatin wergirtin, li Zindana Qirkirinê ya Îmraliyê li hemberî Rêberê me tê bicihanîn. Îmrali di cîhanê de celebê zindana îşkenceyê ya herî pêşkeftiye. Zagonsaziya xwe li ser vê bingehê hatiye amadekirin. Pergaleke welêye ku dixwaze mirovan ji mirovahiyê derxîne, bike ku nikaribe bifikire, ji bo vê jî her cûre rêbazên tecrîd, îzolasyon û îşkenceyê têne bikaranîn. Ew vedîtina herî hovane û kirêt a aqilê mêr ê serwer e. Tê xwestin ku ev pergal bi berfirehî bê bikaranîn.Pergala serweriya mêr di bingeha xwe de, di şexsê Rêberê me de, bi pergala Îmraliyê a der mirovî û zalim ku ji aliyê aqilê mêr ve hatiye avakirin, dixwazin hemû hêzên azadîxwaz ên li cîhanê çavtirsandî bikin. Li ser vê bigehê armanc ewe ku hemû hêzên dijî pergalê bînin rê û terbiye bikin.

Lewma têkoşîna li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, erka hêzên demokrasî û azadiyê yên li tevahiya cîhanê ye jî. Têkoşîna li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya hovane ya Îmraliyê di heman demê de têkoşîneke mirovahiyê ye. Gelekî girîng û jiyaniye ku mirov bi vê hişmendî û berpirsyariyê têkoşîneke radîka û rêxistinbuyî bimeşîne.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku sekna berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê mîna jiyan, têkoşîn, kesayet û îdeolojiya xwe ji rêberên din ên şoreşê cuda bû û got, “Di nava rêbaza berxwedanê ya Rêber Apo de avakirina pergaleke jiyanê ya alternatîf heye ku bi rêya parêznameyên xwe bi mirovahiyê re parve kir. Rêberê me parêznameyên xwe yên şexsî jî paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê di azadiya civakê û jinan de girîng dît. Rêberê me bi parêznameyên li Îmraliyê re Konfederalîzma Demokratîk, modela neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinê û pêşengiya jinê ya kolektîf di afirîne. Pêşengiya jinê ya kolektîf, pêşengiyeke ku bi hemû aliyan jin têkoşîneke hevpar dimeşînin. Em jin, ji bo pêkanîna fikrên Rêberê xwe divê fikrên wî fêhm bikin û bi hemû hêza xwe kar bikin.

Li ser vê bingehê Rêber Ebdulah Ocalan di heman demê de rêberê têkoşîna me ya azadiya jinê ye. Pergala bi serweriya mêr, bi dîlgirtina Rêberê me plan kir ku jinan jî dîl bigire. Lê belê Rêberê me bi îdeolojî û pratîkbuyîna şênber pergala mêr a serwer pûç kir, rê û rêbazên azadiyê hînî jinan û gelan kir. Ji bo azadiyê rê û rêbaz nîşanî jinan û mirovahiyê da. Ya mayî ew e ku jin, civak, gel xwedî li van pîvanên jiyanê, rê û rêbazan derkeve, bi cih bîne.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku bersiva herî mezin a ji komploya navneteweyî re bê dayin, fêhmkirin û bicihanîna xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan e û got, “Tenê bi fêhmkirin û bicihanîna Rêberê xwe em dikarin şoreşa xwe bi ser bixînin. Kêmasî û şaşîtiyên di karê me de têne kirin ji ber kêmasiyên di asta me ya fêhmkirin û bicihanîne de ye. Divê em hemû Rêberê xwe, hîn bi kûrahî fêhm bikin û bi cih bînin. Yekane rêya jiyaneke bi mirovane, rûmet û durust ew e ku li ser vê bingehê her kes bi xurtî xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derkevin û tevlî berxwedanê bibin. Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bê mezinkirin.

Rêber Ocalan 25 salin di nava pergaleke îşkence û qirkirinê ya bêmînak de liberxwedide. Tê xwestin ku Rêberê me û di şexsê wî de jî mirovahî, nirxên mirovahiyê, bi rêbazên herî qirêj teslîm bêne girtin. Li hemberî vê yekê Rêberê me bi îradeyeke mezin, bi şerê hişmendiyê têdikoşe, liber xwedide.

Weke ku tê zanîn fikrê Rêberê me bandoreke mezin li mirovan, li jinan dike. Rêberê me jinan, mirovahiyê timî ber bi azadiyê, ber bi têkoşînê ve dikişîne. Têkiliya Rêberê me ya bi mirovahiyê, bi jinan re bi her awayî hatiye birîn. Lê belê weke ku her kes dibîne, mirovên ji azadî, demokrasî, ekolojî û têkoşînê hez dikin teqez Rêberê me nas kirine. Bi vê naskirinê re hezkirin û dilsoziya jinan û mirovahiyê ya bi Rêberê me re pêk hatiye. Di serî de jin û ciwan îdeolojî û fikrê Rêberê me gav bi gav hîn bêhtir tê pejirandin. Her kesên ku Rêbertî nas dike, bihîstiye û bi wî zane, di dilê wan de teqez parçeyek ji Rêberê me heye. Rêberê me xwedî bandoreke bi vî rengî ye. Bandorê li her mirovî dike. Li ser bingeha azadiyê mirovan qezenç dike.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan rêberê serdemê û mirovahiyê ye û got, “Em bi wî serbilind in. Divê em hêjayî wî bin. Lewma divê em bi rengê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derkevin. Divê em têkoşîna azadiyê mezin bikin. Jin û ciwan divê li her qada têkoşîna azadiyê di refên herî pêş de bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe divê em bi her awayî têbikoşin. Divê em çalakiyan bikin, rêxistiniyê xurt bikin. Divê em bi çalakiyan, bi xurtkirina her aliyên neteweya demokratîk komployê têk bibin.

Li ser vê bingehê di vê pêvajoya krîtîk de ku Rêberê me, gelê me, jin, gelên me di nav de ne, her yek  ji me divê tevlîbûna xwe bi rengê herî xurt û bi bandor pêk bîne.”

Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got, “Xwedîderketina jinan, her wiha tevlîbûna wan a bi biryar li nava têkoşînê gelekî girîng e û erênî ye. Ev yek wê pêşketinên dîrokî bi xwe re bîne. Bêyî ku hêviya xwe winda bike, bêyî ku li benda kesî bimîne divê em bi aqilê xwe, keda xwe, berxwedan û sekna xwe ya azadiyê, bi rêxistiniya xwe, bi hêza xwe û îradeya xwe xwedî li Rêberê xwe û têkoşîna xwe derkevin. Li ser bingeha şoreşa jinê em li Mezopotamyayê şoreşa Kurdistanê, şoreşa jiyana bi hev re û wekhev a gelan, şoreşa mirovahiyê pêk bînin. Li ser vê bingehê helwesta xwe ya li hemberî komploya navneteweyî bi şênberî nîşan bidin. Em komploya navneteweyî têk bibin. Di şexsê her yekî  ji me de bila azadî bi ser bikeve. Bila azadiya jinê, azadiya mirovahiyê bi ser bikeve.”