Ji Bo Azadiya Rêbertiyê Divê Têkoşîn Li Her Qadê Bê Pêşxistin

Em dikevin sala 26’an a komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpêkir, beriya her tiştî em berxwedan û helwesta bi rûmet a Rêber Apo ya 25 salan silav dikin. Em dîsa di şexsê hevrê Aynûr Artan û M.Xalîd Oral de hemû hevrê û welatparêzên xwe yên ku li dijî vê komployê bi durişmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” çalakiya fedaî pêk anîn û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bibîrtînin. Dîsa em hemû hevrêyên ku li çiyayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa şer kirin û li çiyayên Kurdistanê şehîd ketin di şexsê hevrê Axîn Mûş de bibîrtînin û em soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan ên welatê azad û Rêbertiyeke azad nû dikin.

EM RUHÊ FEDAÎ YÊ ÇALAKIYÊ SILAV DIKIN

Em çalakiya hevrê Rojhat û Erdal ên ku di roja yekem a Cotmehê de li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir ku biryara qirkirina gelê Kurd daye û ruhê fedaî yê ku li dijî komployê pêşket bi rêzdarî silav dikin. 

Ev ruh helwest û bersiva herî radîkal li dijî polîtîkaya asayîkirin û pêkanîna êrîşên qirkirinê yên li ser Rêber Apo îfade dike. Ev sekin û biryardariya hevrê Rojhat û Erdal, sekin û biryardariya ku em ê weke KJK’ê her tim esas bigirin e. Weke tevgera jinê em ti carî hînî vê dîlgirtinê nebûn û em ê hînî wê nebin jî. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were em ê bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bidomînin

Komploya navneteweyî sala xwe ya 25’an temam kir û kete sala 26’an. Pergala kapîtalîst a cîhanê di pêşengiya DYA, Îngilîstan û Îsraîlê de 25 sal in di şexsê Rêber Apo de bi her cure rêbazên şerê taybet ên qirêj êrîşî hebûna Kurd a azad dike. Em weke jin, weke tevger û gel, weke hêzên şoreşger-demokratîk ev 25 sal in li dijî êrîşeke bi vî rengî ya komploger, ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîneke topyekûn dimeşînin.

Heta paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin neyê fêmkirin, komploya navneteweyî ne pêkane ku bê fêmkirin. Ji bo ev komploya ku 26 netewe dewletan têde cih girtine û rola pasevaniyê dane dewleta Tirk a faşîst û di şert û mercên tecrîda girankirî de weke pergaleke bêperwa ya qirkirin û îşkencê dewamdike baş were fêmkirin, divê rastî û parasdîgmaya Rêber Apo baş were fêmkirin. Rêber Apo paradîgmaya civaka demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê û ekolojiyê, li hember bêçaretiya paradigmaya netew-dewletê, weke çareserî di serî de ji bo pirsgirêka Kurd û tevahiya pirsgirêkên pergala desthilatdar û dewletê, ên zihniyeta mêrê serwer derxistne pêşxist.

RÊBER APO GOT ‘PÊŞÎ JINAN RIZGAR BIKIN’

Hêzên komploger ên navneteweyî, hêza paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin dîtine, têghiştine ku heger paradîgma pêşbikeve ew xwîna ku li ser dijîn wê bi dawî bibe. Hêzên hegemonîk ên komploger bi mînakeke  ku şoreşê bike şoreşa jinê û rola pêşengiyê a ji jinê hatibû standin dubare bide jinê re rû bi rû nemane, ji ber vê rastiyê li hember Rêber Apo hemû lîstikên xwe ên qirêj kirin meryetê. Rêber Apo; tenê weke ku jin nîvê civakêye, di wateya hejmarî de nêzî pirsgirêka jinê nebû, di bingeh de li gorî rola jinê ya di nava civaka exlaqî û polîtîk de bal kişand ser kalîteya jinê. Ji bo vê jî komploya navneteweyî li dijî pergala modernîteya demokratîk a ku şoreşa jinê ye, ji nûve avakirina seweriya mêrtiyê û jina köle armanc kiriye.

Dema hêzên sereke yên komploya navneteweyî, ên xwedyê aqilê mêrê serwerin digotin: “pêşî li jinan bixin”, Rêber Apo jî got “pêşî jinan rizgar bikin.” Rêber Apo bi gotina “rizgarkirina jinê rizgarkirina civakê ye” li dijî mêrtiya serwer a 5 hezar salan şer îlan kiriye, heger gotin di cî de be eniya têkoşînê ji erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî wêdetir bir. Rêber Apo bi taybet bi paradîgmaya azadiya jinê re, sînorên Rêbertiya Kurd derbaskiriye û asta Rêbertiyeke gerdûnî bidest xistiye. 

Komploya navneteweyî ya bi armanca tinekirina Rêber Apo û têkoşîna wî destpêkir, bi gihiştina Rêber Apo asta Rêberekî gerdûnî re di cewher de vala derketiye. Rêber Apo, jin ji destê serweriya mêr ya ku wê ji bo domandina pergala xwe weke kole bikar tîne derxistiye, gotin di cî de be, ev tekera ku li ser koletiya jinê dixebite din av dilê wê de lêdaye. Sedema herî mezin a tecrîda girankirî îro jî didome ew e ku jinên bi ramanên Rêber Apo ronî bûne, koletiya pergalê red dikin û li dijî wê têdikoşin. Hêzên komploger ên ku 25 sal berê Rêber Apo teslîmî Îmraliyê kirin û îro jî biryara tecrîda mutleq a li Îmraliyê birêve diçe girtin û  dişopînin, heman hêzên hegemonîk in.

BANGA TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN HAT KIRIN

Komploya navneteweyî a ku armanc dikir Rêber Apo û paradîgmaya wî a azadiyê û jinan tinebike, bi têkoşîna Rêber Apo yê ev 25 salin di bin pergala îşkence û tecrîda îmraliyê deye a bêhempa, îro yên tine dibin û têne lanetkirin komploya navneteweyî, zîhniyeta ku li ser avabuye û siyaseta wê ne. Yê ku ji aliye gelên her hêla cîhanê, di serî de jin û ciwan, karker, kedkar û bindestan ve tê pejrandin jî fikr û ramanên Rêber Apo ne.

Fêmkirina Rêber Apo, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û avakirina paradîgmaya azadiya jinê tê wateya pûçkirina komploya navneteweyî. Ev komploya ku li hemberî  Şoreşa Kurdistanê a veguheriye şoreşa jinê, hatiye pêkanîn, pêwîste wek komployeke li hember jinan hatiye pêkanîn were fêm kirin û di vê astê de bersiv dayin têxwestin. Gelê Kurd, jinên Kurd û hêzên dij pergalê û dotst, bi taybet li Kurdistanê û li hemû cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tim çalakiyan lidardixin, em van çalakiyên dîrokî û watedar silav dikin. Lê ji bo em vê komploya herî berfireh a dîrokê bi temamî têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, divê em hêza xwe ya seferberiyê hîn zêdetir mezin bikin. Bi taybetî jî weke jin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bikeve divê li qadan bin, pêşengtiya pêngavên hatine destpêkirin bikin û her qada jiyanê veguherînin qada têkoşînê. Divê em li her derê û di bin her şert û mercî de tecrîda mutleq a qirkirinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixin rojevê, bi biryardariya derbaskirina vê komploya navneteweyî ya dijî mirovahiyê, jinê û gelê Kurd û têkbirina dijminê qirker, têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin.

Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan, dostên xwe û hemû hêzên li dijî pergalê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinê li her qada jiyanê ava bikin, bi ruhê seferberiyê herdem têkoşînê pêşbixin û ji bo serxistinê bi dil û can bixebitin.