Li Pêş Çavên Cîhanê Dewleta Tirk Sûcên Şer Dike

Dewleta Tirk a qirker û faşîst,  li hemberî gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aliyê herî hovane û ketî yê zihniyeta DAÎŞ’ê pêkanî. Careke din bi rengekî şênber û pir darîçav rastiya siyaseta xwe a dijminatiya Kurdan, bi rêya birîna çavkaniyên jiyanê ên gelê me, neçarî koçberiyê kirin, xistina rewşa penaberiyê û demografiyaya wî guhartin re nîşanda. Pêdiviyên jiyanî ên dest jê nayê berdan ên mirovan, di serî de av, elektrîk û genim jî di nav de, hemû rehên jiyanî ên civakê bombe barankirin û ji xizmetê derxistin. Em hemû şehîdên ku di van êrîşên qirker, dijmirovî û hovane de, jiyana xwe ji dest dan bibîrtînin û soz didin ku wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn, têkoşîna ku di oxira wê de şehîd bûn bi ser bixînin. Em ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Li pêş çavên tevahiya cîhanê, dewleta Tirk li Rojava bi rengekî pir vekirî sûcê şer kir. Tevahiya cîhanê çavên xwe ji vê rastiyê girt. Bê deng û bê helwest mayin, heta piştgirî û destek dayin û pêşî vekirina hêzên serwer ên emperyalîst û netewe dewletên statukoparêzên herêmê, tê zanîn ku rewşeke li gor berjewendiyên wane.   Weke jin û gel em bi vê rastiyê zanin û haya me jê heye. Lê belê bêdengî û bê helwestiya derdor, rêxistin û hêzên ku xwe weke çepgir, sosyalîst û alîgirê bindestan pênase dikin û îdîa dikin ku di vê oxirê de têdikoşin, cihê şermezariyêye û nayê qebûlkirin. Her wiha bêhelwestiya hin sazî û partiyên Kurd bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê, ne raste weke ku ji tirsan re yan jî ji bo xweparastinê were pênasekirin an jî bi vî rengî werne qebûlkirin. Rewşa ku dijmin Kurd xistiye nav, ji bo hinekan tirs an jî xweparastin jî be, eşkere ye ku ji bo hinekan jî teysandina nokerî û xiyanetê ye.

Dewleta Tirk a faşîst bi pêxirtengî û derûniya têkçûnê ya ketiye nav, êrîş dike û sûcên şer dike. Zarokan, jinan û jinên temen mezin qetil dike. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê em ê tenê bi şermezarkirina van êrîşan ranewstin, em ê erka veguherandina her zemîna ku gelê me û jin lê ne, bo qada berxwedan û têkoşînê li dijî vê hêza faşîst, hîn bi hêztir bînin cih. Em careke din diyar dikin ku em ê hesabê qetilkirina gelê Kurd û tunekirina qadên wî ên jiyanê bipirsin.

Li Rojava weke ku di mînaka Hevrîn Xelef û gelek mînakên weke wê de hate dîtin, dewleta Tirk weke nîşaneya ruhê DAÎŞ’ê, bi rengê xenîmet û malzemeya şer nêzîkî jinên Kurd dibe. Her weha em wê di pêvajoya xwerêveberiyê de jî, ji tazîkirin û teşhîrkirina bedena bi dehan jinan, di serî de hevala Ekîn Wan nasdikin. Li gelek qadên şer û pevçûnan de rastî dîmenên weke wan hatine. Em di şerê li Balkanan, şerê Azerbeycan-Ermenîstanê de, herî dawî di şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de jî  heman dîmenan dibînin. Em dinêjin ku,tazîkirin û teşhîrkirina bedena jinên sivîl û leşker ên hatine qetilkirin û xistina bin lingan, pêkanîneke ketiye û pêkanîna faşîzmê û zihniyeta DAIŞ’ê ye. Kî, bi kîjan navî û  bi navê kîjan nasnameyê dike bila bike, ev êrîşên ketî yên li dijî jinê, êrîşa mêrê serwer û faşîste, em şermezar dikin û dibêjin ku divê bê erê na helwest bêraber kirin û li dijî derkevin. Em bang li tevahiya jinan dikin ku li hemberî vê helwesta herî rezîl, şermê û der mirovî a mêrtiyê, derkevin û dengê xwe bilind bikin.

Eşkere ye ku ev êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk li hember gelê me li Rojava pêşxistiye, pêkanînek û berdewamiya komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê me hatî pêşxistie. Divê tevahiya gelê me, jin û ciwan her zemînê ku lê dimînin, weke qada parastina rewa û têkoşînê bibînin û pêwîst dike bersiv bidin. Bêhelwest û bêdeng mayin, li hemberî qirkirin û komployê bêdeng mayine. Divê em di serî de li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewropa, li her derê û li her zemînê têkoşînê bilind bikin. Bi zimanê jê fêmdikin bersiv dayin, erka her Kurdê welatparêz û her mirovî ye. Li hemberî êrîş û siyaseta ku dixwaze Kurdan ji hêla siyasî, madî û manewî ve tinebike, divê em çalakiyên xwe yên polîtîk, aborî û manewî pêşbixin, bersiveke xurt bidin û têk bibin.

Em bang li jinên cîhanê û gelên bindest dikin ku li hemberî vê êrîşa qirkirinê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Bi helwest û çalakiyên xwe li gel Şoreşa Jinê ya Rojava bisekinin û têbikoşin.

Di serî de DYE em bang li hêzên koalîsyonê dikin ku dest ji durûtî û polîtîka xwe a Kurdan li hemberî dewleta Tirk weke amûreke bikaranînê dibînin berdin, her weha dest ji helwesta xwe a Kurdan dikin qurban ji bo berjewendiyên xwe berdin. Em dibêjin ku em vê helwestê qebûl nakin.