Çîgdem Dogû: Perspektîfa şoreşa jinê stratejîk e
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû anî ziman ku şikestina tecrîdê bi pêşxistina têkoşînê jinê pêkan e û destnîşan kir ku ew bi vê têgihiştinê timî di nava têkoşîneke çalak de ne.
Beşa duyem a hevpevvîna bi Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû re, bi vî rengî ye:
25 sal in sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê li dijî Rêberê tevgera azadiya Kurdistanê Rêber Apo bi şêweyên herî giran tê meşandin. Ev pergala tecrîda giran bandorek çawan li ser jinan dike? Û hûn berxwedana li dijî tecrîdê ya ji aliyê jinên Kurd ve tê meşandin çawa dinirxînin?
Nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka jinê, xwedî navarokekî çareseriyek radîkal e. Em 25’ê Mijdarê vê şîdeta hovane ya li ser jinê nîqaş dikin. Li vir Rêber Apo ev tundî ne weke alî an jî beşên demkî û taybet, weke pirsgirêkeke sîstemê ya ji aliyê dewlet, hikûmet û desthilatdariya mêr ve hatiye çêkirin, nirxand û analîz kir. Her wiha diyar kir ku li dijî vê pergalê divê jin mîna şoreşa yekemîn, şoreşa duyemîn a jinê bi xwe gihandina sîstemek demokratîk pêk bîne û bi xwe pêşengiya vê pratîkê kir. Bi gotineke din, armanc kiriye esasa ku pergala serdest a mêr, dewlet û desthilatdarî xwe li ser ava kirine. Çavkaniya vê tundiya piralî ya li ser jinê ev sîstem bi xwe ye. Ji ber vê yekê, dema ku em di warê şîdetê de binirxînin; Li aliyek mêr ewqas hêz, siyasî, leşkerî, aborî û bîrdozî di nava xwe de navendî dikin, li aliyê din jin berovajî vê yekê hatine bêçekkirin, qelskirin û ji amûrên siyasî û îdeolojîk hatine dûrxistin. Bê hêz hatiye kirin. Reber Apo bi tevgera azadiyê ya ku pêşxist, li dijî vê rastiya bê hêzkirina jinê jî şer îlan kir.
Li Kurdistanê jin ji aliyekî ve bi êrîşên qirkirinê yên dijwar re rû bi rû dimînin û ji aliyê din ve jî rastî êrîşên pergala serdest a mêr a mêtinger tê. Ger li Kurdistanê li dijî mêtingeriyê û dagirkeriyê têkoşîneke rast bê meşandin, divê jinên ku herî zêde di hedefa vê sîstemê de ne, bi rêxistinkirina xwe di her alî de bibin hêza îradeyê û bibin hêza têkoşînê. Reber Apo bi cesaretek mezin ev pirsgirêka gerdûnî li ser bingeha Kurdistanê girtiye dest û ne tenê di warê teorîk de, di pratîkê de jî çareseriya wê bi jinan re esas girtiye. Bi afirandina hêza çareseriyê di jinê de, tesbîta ku zilamê serdest weke çavkaniya pirsgirêkane kir û rastiya azadbûyîna zilam û jina azad derxist holê. Bi tesbîtên pir girîng ên wekî “kuştina mêr”, “veqetîna ji mêran” û “veguherîna mêran” çavkaniya rastîn a pirsgirêkê nîşan da. Dema em diyalektîka tevayî ya jiyan û civakê li ber çavan bigirin, em dibînin ku perspektîfa pêşxistina kesayet û têkiliya rast a bi rizgarbûna ji dubendiya serdest-kole ya herdu zayendan çiqas jiyanî ye. Pêkanîna şoreşa civakî ya bi awayekî giştî û têkoşîna li dijî mêtingeriyê têrê nake, di heman demê de divê jin û mêrên ku vê civakê pêk tînin jî veguherîneke radîkal pêk bînin. Bêyî guhertinên demokratîk û azadîxwaz di jin û mêr û di şexsê wan de mirov nikare behsa şoreşa civakî û azadiya Kurdistanê bike.
Em vê mijara pir kûr û dirêj bi vî awayî bi kurtî bidin ber hev. Mijara ku em bi rastî dixwazin bînin ziman ev e ku çima Reber Apo bi komployeke navneteweyî û herêmî dîl hate girtin û ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ku mînakê wê nîne tê ragirtin. Rêber Apo pirsgirêka Kurd û jin ku kes newêrabû qal bike, cesaret nedikir dest bide û piştguh dikir, bi hemû aliyên wê danî holê, bi şêwazek radîkal analîz kir û veguherand hêzê. Ji ber ku mêraniya hegemonîk a pergal daniye, li dijî jin û Kurde ku bibin hêzeke demokratîk û azad. Ji ber ku hebûn û berdewamiya vê pirsgirêkê qedera hegemonyaya wan diyar dike. Ji bo vê jî di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê hewl dan vê xeta azadiyê bi dest bixin, ji holê rakin. Ev xeta azadiyê bandorek mezin diafirîne û hevsengiyê dihejîne. Ev xet bandorê di serî de li jinan, Kurdan û li hemû beşên bindest û azadîxwaz dike. Çareya ku pergala mêr a hegemonîk dîtiye, pergala êşkenceya giran a Îmraliyê ye. Di şexsê Rêber Apo de bi tecrîdkirina vê xetê re dixwazin Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û vîna wan tecrîd bikin.
Ne Reber Apo ferdekî ku bi xwe ve sînordarkiriye, ne jî Girtîgeha Îmraliyê girtîgehek bi xwe re sînorkirî ye. Li Îmraliyê di navbera sîsteman de şer heye. Îmraliyê nûnertiya pergala qirkirin û desthilatdariya mêr dike; Rêber Apo li dijî wê nûnertiya pergala azadiyê dike. Ji ber vê yekê berxwedana ku Rêbertî li Îmraliyê pêş xistiye ne berxwedaneke bi xwe re sînordar e. Ev şer ne şerekî bi qada Îmraliyê ve sînorkirî ye. Çawa ku tecrîda girankirî û polîtîkayên teslîmgirtinê yên ji aliyê dijmin ve tên meşandin ne tenê li Îmraliyê, li tevahiya Kurdistanê û heta herêmê belav bûye, berxwedan û têkoşîna Rêber Apo pêşxistiye ne tenê bi xwe, li kesên ji bo azadiyê têdikoşin jî belav dibe. Ev şer li her derê didome.
Dema ku em li gorî pîvana jinan dinirxînin; Faşîzma AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe ji bo tasfiyekirina hemû hêzên têkoşîna demokratîk û bi taybet tevgera azadiyê bi kar tîne. Sedema ku li gel hemû krîz û kaosê dikare hebûna xwe bidomîne, di vê şert û mercê de desteka ku jê re tê dayîn e. Hemû axaftin û pêkanînên AKP’ê û partiyên îtîfaqa wê yên wekî MHP, Hûda-Par û Partiya Refahê dijminahiya li dijî jinan nîşan dide. Di dijminatiya xwe ya li hemberî jin û Kurdan de hemû yek in, mîna ku ji heman makîneya zilmê derketine. Hemû jî dizanin ku pêşî bi êrîşa li dijî jinan, li vîna wan xistin û bi dijminahiya li dijî jinan dikarin hebûna xwe bidomînin. AKP’ê pêşengiya vê dike.
Hûn dikarin li ser polîtîkayên dijminahiyê yên ku faşîzma AKP-MHP’ê bi tecrîda giran a li Îmraliyê re paralel li ser jinê dide meşandin hinekî din rave bikin?
Tevgera me ya azadiyê xwedî destkeftî, rêxistinbûn û pergala jinê ye ku li tevahiya Kurdistanê pêşketiye. Asta civakî ya ku vê diafirîne heye. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi tevlîhevkirina olperestî û neteweperestiyê û zayendperestiyê pêk hat. Polîtîkayên zayendîperest rê li ber êrîşên giran ên li hemberî destketiyên li Kurdistanê ji bo jinan hatine bidestxistin, vekir. Jinên Kurd bi rêbazên gelekî qirêj û hovane, ji kuştinan heta destavêtin, girtin, êşkence, sîxurkirin, fûhûş û narkotîkê hedef hatine girtin. Dîsa saziyên azadî yên jinan hedef hatin girtin û hatin girtin û hewl hat dayîn ku li pêşiya xebata wan bên girtin. Dema qeyûm tayînî şaredariyên ku gel li Kurdistanê bi dest xistibûn hatin kirin, yekem tişta ku qeyûm kir, girtina saziyên jinan û ji kar avêtina xebatkarên jin bû. Bi hedefgirtina tevger, rêxistin û saziyên jinên Kurd, hewl dan ku li pêşiya hêza wê ya rawa û bi bandor bê girtin. Cerdevan û çawişên pispor weke zexteke mezin li ser civak û jinan bi kar tînin. Bi bikaranîna çanda kevneşopî ya zayendperest, çanda feodal, olperestî û mezhebperestiyê bi awayekî plankirî û bi rêkûpêk hewl didin mafên jinên Kurd ên hatine bidest xistin bi rêya dewletê bên desteserkirin û bandora derketiye holê qels bikin. Qetilkirinên bi awayekî eşkere li dijî zarokan pêk tînin, neşopandina kujeran, bi êşkenceyê xwestina teslîmgirtinê û bi tirsandinê re êrîşek dijwar tê pêk anîn. Bi van êrîşan hem siberoja civaka Kurd û hem jî îradeya azadiyê ya dayikên Kurd hewl tê dayîn ji holê rakin. Dîsa di vî warî de li dijî jinên parazvanên ziman û çanda Kurdî êrîş tên pêşxistin. Êrîşên piralî li dijî girtiyên jin ên di zindanan de pêk tînin û teslîmiyet û qanûna poşmaniyê ferz dikin û bi hezaran girtiyên jin li hemberî van êşkence û êrîşan bi rûmeta xwe li ber xwe didin.
Li aliyê din faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê bitepisîne, mafên ku di nava sîstemê de bi dest xistine paşde bigire, kesên komkujî û destavêtinê li dijî jinan dikin berdidin an bêceza dihêlin û bi vê yekê re van êrîşan asayî dike û rewa dike. Jin bi argumanên olî obje dike, baweriyên samîmî yên mirovan îstismar dikin û hewl didin bi vê yekê re hegemonyaya xwe xurt bikin. Bi rojeva xwe ya dawî ya guhertina makezagonê re, bi esasî tasfiyekirina hêzên demokratîk û îradeya jinê, dixwaze hegemonyaya xwe xurt bike.
Dema ku ev yek li Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê, li herêmên din ên Kurdistanê Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê, her wiha li qadên derve yên weke Ewropayê şerekî ji bo qelskirinê û ji holê rakirina asta azadiya jinê dimeşîne. Bi taybetî MÎT û taktîkên şerê taybet bi berfirehî bi kar tîne. Jinên Kurd ên pêşeng hem ji aliyê fizîkî ve tên hedefgirtin û qetilkirin, hem jî jinên ku di nava civakê de di vî warî de bi rêxistin dibin û têdikoşin rastî tehdîd û hewldana lewazkirinê tên. Di vî warî de faşîzma AKP-MHP’ê bi awayekî vekirî li dijî jinên Kurd şer dimeşîne. Herêmên şoreşa Rojava yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Gre Spî dagir kirin û li wir di bin pêşengiya çeteyan de pergala zilam a paşverû hate pêşxistin û destkeftiyên jinan hatin tinekirin. Jin li vir bi êrîşên pir giran re rû bi rû dimînin.
Bi taybetî rêxistinên jinan û pêşengên ku ji bo parastina cewherî têkoşîna azadiyê dimeşînin dike hedef. Fermandariya YJA/STAR, YPJ’ê û pêkhateya wê hedefa taybet a Komara Tirk a faşîst e. Li aliyê din li cihekî weke Fransayê eşkereye ku dewleta Tirk li pişt qetilkirina heval Evîn Gûyî ye, ev rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Dîsa dewleta Tirk û MÎT li pişt kesên ku hevrêya me Nagîhan Akarsel li Başûr bi 11 guleyan qetil kirin, ne. Di şerê çiyê de bi çekên kîmyewî û taktîk nukleerî û çekên teknîkî yên pêşketî di asteke nedîtî de êrîşî hêzên HPG û YJA/STAR’ê dike. Li vir her çendî plana tasfiyekirina gerîla bi giştî heye jî, plana tasfiyekirina bi taybetî artêşa jinê ya di warê leşkerî de pispor e, dibe profesyonel û xweparastina xwe bi awayekî herî xurt pêş dixe, di dewrê de ye.
Ev hemû û gelek êrîşên din ku em nikarin bahse wan bikin, armanc dikin ku pêşî li pêşketinên ku di qada azadîya jinê de li kurdistanê derketine holê, bişikênin û bandora van pêşketinên ku zêde li herêmê û cihanê bibandor dikin ji holê rakin. Ji ber vê yekê hêzên mêr ên hegemonîk ên cîhanê jî van êrîşan dipejirînin û destekê didin. Di vê wateyê de, êrîşên bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo yên li Îmraliyê û êrîşên tecrîd û tasfiyeyê yên li ser jinê, di vê wateyê de paralel dimeşin. Çawa ku li Îmraliyê du sîstem di nava şer de ne û Rêber Apo li hemberî vê berxwedaneke mezin pêş dixe, bi giştî jin jî li hemberî vê berxwedan pêş dixe. Ev şerekî pir mezin e. Û di vê serdemê de ku Reber Apo weke şikestina zayendî ya sêyemîn bi nav dike û heta dawiyê li ber xwe dide, meşandina vî şerî ji bo jinan û hêzên demokrasiyê armanc û wezîfeya me ya sereke ye.
Pêngava ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê dost û rewşenbîrên navneteweyî ve ji bo azadiya Rêber Apo li 74 navendên navneteweyî hatiye destpêkirin ji bo têkoşîna jinê jî gelekî girîng e. Weke tevgera jinê em xwe ji pêşketin, berfirehbûn û berdewamiya vê pêngavê berpirsyar dibînin. Rastiya ku Rêber Apo ewqas bandor li hêzên demokratîk ên cîhanê û tevgerên ne girêdayî pergal kiriye, bi aliyê têkoşîna azadiya jinê ve pêleke mezin derketiye holê û rêveçûna sedsala 21’an ava dike.
Bi giştî weke tevgera jinên Kurd em xwedî wê îdîayê ne ku li dijî êrîşên serdestiya mêr ên hem faşîzma Tirk hem jî hêzên hegemon ên desthilatdar yên cîhanê têbikoşin, rêxistinbûnên jinan ên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bikin yek, pêş bixin û xurt bikin û hevpariyê pêk bînine. Hilweşandina sîstema Îmraliyê û şikandina tecrîdê jî bi geşkirina xurt a têkoşîna jinê ve girêdayî ye. Bi vê hişmendiyê tevgera jin her tim di nava têkoşîneke aktîf de ne û eşkereye ku ev têkoşîn dê wisa berdewam bike.
Hûn pêngava “Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber bi Şoreşa Jinê ve” ya ku KJK’ê di çarçoveya Hevgirtin û Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê daye destpêkirin çawa dinirxînin? Di vê wateyê de hûn ji bo 25’ê Mijdarê bangeke çawa dikin? Peyama we ya sereke ya îsal çi ye?
Helbet em têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi giştî di rojekê de nagirin dest. Aliyê bingehîn ê stratejiya me ya têkoşînê ew e ku em bi hemû rengî û her demê li dijî wê xweparastina xwe pêş bixinin. Lê helbet em girîngiyeke mezin didin vê roja ku weke bersivek ji bîranîna qetilkirina xwişkên Mîrabel re derketiye holê û hewl didin wateyekê bidin roja îro û di her warî de bibin bersiv. Di vî warî de ev çend sal in navenda me ya KJK’ê 25’ê Mijdarê tenê bi 25’ê Mijdarê re sînordar nake, car caran deh-panzdeh rojan, carna jî tevahiya Mijdarê bi çalakiyên cur be cur plansaz dike. Çalakiyên îsal di navbera 20-25 Mijdarê de tên plankirin. Helbet rêxistinên jinan ên li qadê dikarin li gorî pêwîstî û xweseriyên xwe xebatên xwe di demeke dirêj de plansaz bikin. Dîsa dirûşma pêngava KJK’ê ya “Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê weke dirûşmeya bingehîn hate nirxandin û dirûşmeyek cuda nehat diyarkirin. Ji ber ku çareseriya rastî ya tundiya li ser jinê, bi têkoşîna şoreşa jinê ya bi felsefeya jin-jiyan-azadî pêkane.
Em di rojên şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Filistînê de li her devera Kurdistanê û Rojhilata Navîn dijîn. Di vê mijarê de di vê 25’ê Mijdarê de, girîng e ku pirsgirêkên xweser ên ku jin li herêmên xwe dijîn bigirin dest, bikin rojevê û encama şerên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn li ser jinan û zarokan pêk tên, bînin rojevê. Tevî vê yekê divê tundiya jinê ji gelek aliyan ve bigirin dest, mînak di qadên aborî, hiqûqî, tenduristî, perwerdehî, xweparastin, siyasî û hwd. ji hemû aliyan ve bên nirxandin. Pirsgirêkên mîna koçberî, xizanî, bêkarî, kedxwarî, kuştina jinan, destavêtin, fûhûş, bikaranîna narkotîkê û hwd, li Kurdistanê û li seranserê Rojhilata Navîn pirsgirêkên berfireh in. Girîng e ku van hemûyan bi awayekî giştî binirxîne û bi çareseriyên wan re nîqaş bike û ji wir ve hêza rêxistinî û têkoşînê derkeve holê, wateyek xurt bide roja îro.
Di heman demê de girîng e ku mirov van pirsgirêkên ku derketine holê di encama zîhniyeta mêr ê hegemonîk a netewperest-olperest-zanist û zayendperest, siyaset û polîtîkayên leşkerî de binirxîne. Ji ber ku pêwîst e ne tenê pirsgirêka ku derketiye holê, mijar, diyarde û saziyên ku pirsgirêkê derdixînin holê nîqaş bikin û darizinin. Ji bo jinan divê 25’ê Mijdarê ne tenê bibe roja ku nerazîbûnên xwe eşkere bikin, di heman demê de bibe roja ku zilamtiya hegemonîk bi awayekî radîkal were darizandin. Di vî warî de pêwîst e daneyên û xwediyên şîdeta li ser jinê bi rêbazên herî dewlemend werin tehşîrkirin, dadgehên jinan ên sembolîk bên avakirin û edaleta jinan bêtir zêdetir bê dîtin.
Aliyek din a pir girîng jî pêşxistina hişmendiya xweparastinê ye. Ji ber ku jin çiqasî bê rêxistin û bêparastin li dijî vê pergala serdest a mêr a bi hêz bimîne, ewqasî tê çewisandin, îstîsmarkirin û bikaranîn. Parastina hebûna jin tê wateya pêkanîna xweparastina xwe, parastina jiyan, civak, xweza, zarok, bedewî û wateya xwe. Mirina her jinekê tê wê wateyê ku hemû dimirin û careke din paşve diçin. Di vê wateyê de divê 25’ê Mijdarê bibe rojên ku hişmendiya xweparastinê berfireh bibe.
Xweparastina jinê ne yekalî ye. Bi hemû aliyên jiyanê û ya herî girîng jî bi hişmendiya azadiyê re rasterast girêdayî ye. Ji bo vê jî divê xweparastinê di nava stratejiyek û pergaleke ku vê yekî jî di nava xwe de bihewîne, bi parastina takekesî re sînordar nebe. Ji ber vê yekê em 25’ê Mijdarê bi tevahî bi perspektîfa şoreşa jinê dinirxînin. Bi gotineke din perspektîfa Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk û Şoreşa Jinê, di warê çareseriya pirsgirêkên jinan û ber bi rizgariya wan ve xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê jî weke rojên ku di vî warî de hişyarî tê kirin, wateyek werdigire. Çareseriya Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve li dijî tundiya li ser jinê hatiye pêşxistin û şoreşa jinê di vê perspektîfê de bi awayekî resen û xweser hatiye rêxistinkirin, çareseriya bingehîn e. Di vî warî de em 25’ê Mijdarê jî di warê têgihiştin, ravekirin, belavkirina li beşên berfireh û xwedîderketina li perspektîfa şoreşa jinê ya Rêbertî û konfederalîzma jinê ya demokratîk weke pîvaneke pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatiye pêşxistin, dinirxînin.Yanî pêngava KJK’ê û pêngava Rêbertî di vê wateyê de bi hev ve girêdayî ne. Em çalakiyên 25’ê Mijdarê bi vî rengî dinirxînin.
Mijara ku di vê 25’ê Mijdarê de divê bi girîngî û baldarî bê nirxandin, stratejiyên şerê taybet ên hêzên serdest ên cîhanê, bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst e.
Weke ku me di nirxandinên xwe yên destpêkê de jî hewl da ku em balê bikêşin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn asta şerê taybet a ku herî zêde belav bûye dertê pêşberî me. Di vî warî de divê rojevên ji bo têgihiştin û derbaskirina şerê taybet bi perspektîfeke piralî bên afirandin û polîtîkayên hevpar ên jinan li gorî wê bên diyarkirin. Sûcên ku li dijî jin û zarokan bi rêya şerê taybet û bi rêya şerê fizîkî dertên holê, her wiha bi xwedî li xwezayê derketin re divê sûcên li dijî xwezayê bên tehşîrkirin û ji bo van sûcan jî divê doz li dadgehên fermî yan jî dadgehên jinan ên sembolîk bên vekirin. Ji ber vê yekê divê destûr neyê dayîn ku sûc bên nixumandin, sûcên şîdetê yên mêraniya hegemonîk zêdetir bên dîtin.
Hedefa me ya sereke di çalakiyan de jin in, lê helbet pir girîng e ku mêr, ciwan û zarok jî di van mijaran de xwedî hişmendî û hestiyar bin. Di vê wateyê de divê xebatên mîna perwerde, atolye û hwd. ku xîtabê van aliyan dikin jî bên pêşxistin. Li ser esasê perspektîfa veguherîna mêr, divê helwestek ku mêr xwe lêpirsîn bike û têkoşîna azadiyê bide pêş bikeve. Dîsa divê di temenê biçûk de li hemberî bandora pergala kapîtalîst û zayendperestiya civakî di zarok û ciwanan de hişyarî bê kirin.
Armanca me ew e ku em 25’ê Mijdara îsal di vê çarçoveyê de pêşwazî bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê weke pêvajoyeke hînker, birêxistinkirin û aktîvkirina bi naverokeke pir dewlemend û afirîner bê nirxandin. Em bang li dayikên Kurd, jinên ciwan, rêxistinên jinan dikin ku bi ruhê çalakiyê beşdarî 25’ê Mijdarê bibin û li hemberî hemû komkujiyên li ser jinan, faşîzm û hegemonyaya mêr bi awayekî herî xurt helwesta xwe nîşan bidin; Em careke din bang li rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bi awayekî herî xurt vê 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û rêxistinbûn û hişmendiya xwe ya kolektîf bi awayekî ku çavkaniya tundiyê zuha bike, mezin bikin.