Rewşen Mêrdîn: Em ê Civaka Azad Biafirînin

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn ji bo tunekirina faşîzmê bang li hemû jinan kir ku sîstema konfederalîzma jinê ava bikin.

Hevpeyvîna bi Rewşen Mêrdîn re di Stêrk TV de hate weşandin.

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku beriya demekê konferanseke jinan hate lidarxistin û wiha got: “Jinên ku ji 41 welatan hatin, beşdarî vê kongreyê bûn. Gelek rêxistin û saziyên jinan jî beşdarî kongreyê bûn. Jinên ku vê paradîgmayê dipejirînin, divê xwe rêxistin bikin, xwe xurt bikin. Divê jinên Kurd, Ereb, Fars û hemû jin li cihên cuda cuda nesekinin. Ji ber ku weke jin pirsgirêkên me hevpar in, ji ber ku di sîstema baviksalar de mafên jinê tune tên hesibandin. Ji bo jinan çarçoveyeke diyar heye. Di vê çarçoveyê de berê jinan tê dayîna xizmeta ji sîstema baviksalar re. Lewma divê jin sîstema xwe ya konfederal ava bikin.”

‘DIVÊ EM RÊ NEDIN FAŞÎZMÊ’

Rewşen Mêrdîn ragihand ku civak veguheriyeke girtîgeheke servekirî û ev tişt got: “Em Meşa Azadiyê ya ku ber bi Gemlîkê ve hatî destpêkirin, pir bi wate dibînin. Em piştgiriyê didin vê têkoşînê. Tevlîbûna gel jî wê hîn mezintir bibe. Divê em bi rengeke hîn bi rêxistintir têkoşîna xwe bidomînin. Her qada ku em lê ne, divê bibe qada berxwedanê û divê em rê nedin faşîzmê. Divê ti kes nekaribe li Şirnexê bi rehetî bibêje ‘ez AKP’î yan MHP’î me’. Li Kurdistanê divê cih ji mirovên bi vî rengî re nebe. Ji ber ku ew kujerên Kurdan û jinên azadîxwaz in. Divê ev werin darizandin û hesab ji wan were xwestin. Eger di merasîmekê de bi sedan mirov, bi hezaran mirov dakevin kolanan, dijmin nikare gelê me asteng bike. Eger bi deh hezaran mirov biherikin kolanan, polîs nikare gel dorpêç bike yan jî bavêje girtîgehê.

Dewleta Tirk a faşîst êrîşî jinan dike. Li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Ewropayê gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin. Evîn Goyî, li dijî faşîzma Tirk û DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin da. Heval Evîn ji bo jinên Kurd rol û mîsyoneke mezin girt. Dema ku li Botanê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîn dihat geşkirin, heval Evîn fermandara şer bû. Me bi dehan şervanan di bin fermandariya wê de şer kir û berxwedan geş kir. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kir, heval Evîn ber bi Rojava ve kete rê. Demek dirêj li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Demek dirêj jî di sîstema konfederal a jin de cih girt.

Weke hevrêyên Evîn em jî soz didin ku li pey şopa wê bimeşin. Em li dijî vê zihniyeta ku mafê jiyanê nade jinên azad, têkoşînê geş dikin. Em ji bo jinan û mirovahiyê jiyaneke exlaqî û polîtîk ava dikin. Em soz didin hemû jinan û gelê xwe. Ne tenê di salvegera şehadeta heval Evîn de, divê em her roj têbikoşin. Ji ber ku eger em vê komkujiyê ne derxînin holê û hesabê ji kujeran nepirsin, dibe ku em rû bi rûyê komkujiyeke hîn mezintir re rû bi bû bimînin.

Li Başûr polîtîkaya jinan di bin siya malbata Barzanî de ye. Jinek nikare derkeve ji dervey dîwaran, di xizmeta malbat û eşîrê de ye. Tê gotin ku bi sedan jin xwe dişewitînin yan tên şewitandin. Li wir bi dehan rêxistinên jinan hene, lê têkildarî xwe pêşxistin û perwerdekirina jinan gelek lewaz in. Azadiya jinan gelek sînordar e. Li dijî rewşeke bi vî rengî divê bi hezaran jin dakevin qadan. Hem dikujin, hem jî ji bo eşkere nebe dinixumînin. Li Şengalê bi hezaran jin hatin kuştin, bi hezaran hatin revandin û hîna jî aqûbeta bi sedan nayê zanîn. Jinên ku hatin Başûr û di kampan de dimînin, ji aliyê malbata Barzanî ve ji bo torên fihûşê hatin firotina Ewropayê, rastî destdirêjiyê hatin. Jinên ku li Şengalê jî dimînin, têkoşîna xwe mezin kirin, xwe perwerde kirin û zane kirin. Divê ev yek li Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî pêş bikeve.”

‘ENCEX JIN DIKARIN SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Rewşen Mêrdîn bi berdewama axaftina xwe, ev tişt bilêv kir: “Mêr çawa dikarin mafên jinan biparêzin? Goristanên jinên li Başûr hatine kuştin jî cuda ne. RJAK li Başûr ji bo guhertina vê sîstemê dikare rol bilîze. Mesele Rojava bû sembola berxwedanê. Îro li her devera cîhanê mirov ji bo ku şoreşa jinê bibînin, tên. Çar parçeyên Kurdistanê û cîhan şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dibînin. Sîstema ku li Rojava hatî avakirin, dikare li Bakur, Başûr û Rojhilat jî were avakirin. Li Rojhilat çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ gelek xurt bûn. Bi sedan jin hatin girtin, êşkence li wan hate kirin. Eger dewleteke tehemûla pora jinê neke, ev yek lewaziya dewletê nîşan dide. Encex jin dikarin sîstemeke demokratîk ava bikin, Îraneke demokratîk ava bikin. Em dikarin pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Em jî weke tevger li gel jinên azadîxwaz in. Pêdiviya me bi piştevaniyeke hîn mezintir heye.”

‘BI PKK’Ê RE CIVAK ZINDÎ BÛ’

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdan û her kesê ku xwe weke PKK’î dibîne, pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo dibêje, beriya PKK’ê li Kurdistanê pelên daran ne diliviya. Bi PKK’ê re civaka Kurd zindî bû. Ji ber ku PKK partiya azadiya gelê Kurd û ya bi milyonan dostên Kurdan e. Rêbertî îfade dike ku PKK hem partiya şehîdan û hem jî ya jinan e. PKK hebûna jinan îfade dike. PKK ji bo Kurd û jinan çavkaniya hêviyekê ye. YJA Star û HPG mil bi mil li dijî dijmin şer dike û pêşveçûna dewleta Tirk asteng dike. Ev yek bi saya ruhê PKK’ê ye. Heval Axîn, Leyla Amed, Hêjar, Evîn û bi hezaran şehîdan ev ruh ava kirin.

Herî dawî ev ruh di şexsê heval Erdal û Rojhat de dîsa derket holê. Eger ev ruh nebûya van hevalan nedikarî di dilê dijmin de çalakiyeke bi vî rengî bikin. Van hevalan gotinên xwe yên dawî bi hevrêtiya rast a bi jinan re gotin. Gotin, em ji hevalên xwe yên jin lêborînê dixwazin. Lewma weke tevgera jinê wezîfeya me geşkirina têkoşînê ye. Em ê vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Rêbertiya me berpirsyariyên mezin da tevgera jinê. Em jî wê van berpisyariyên xwe bi cih bînin. Em ê civak û kesayên azad biafirînin ku bi bîrdozî û felsefeya PKK’ê wê şêwê bigirin. Di sala 46’emîn de em ê xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Li her devera ku tevgera jinê lê ye, em ê li ser bingehê vê têgihiştinê têbikoşin.”