Em Rêxistinbûn û Xweparastinê Mezin Bikin
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji mîtînga ku ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û û Abdurrahman Kizil ên ku di du komkujiyên dewleta Tirk ên li Parîsê şehîd bûn, peyamek şandin.
“Em hemû jin, gelê xwe yê welatparêz û gelê xwe yên di rêya jiyana azad de dimeşin, bi coşa şoreşa me ya ku bi Sakîneyan destpê kir, bi Evînan re bû artêş veguherî şoreşa jinê ya navneteweyî û îro şoreşa ji Botanê ber bi Zapê ve bilind dibe silav dikin.
Di serî de di 11’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de em hevrêyên xwe Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di demeke ku komkujiya yekem nehate nixumandin û bihata ronîkirin de hevala me Evîn Goyî ya ku yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, pêşengiya amadekariya çalakiyên şermezarkirina 10’emîn salvegera komkujiyê dikir bi hunermend Mîr Perwer û welatparêzê me yê hêja Abdurrahman Kizil re li ber Navenda Çanda Kurd Ahmet Kaya bi xayintî hatin qetilkirin!
Divê dewleta Fransa cara duyemîn vê komkujiyê veneşêre, teqez têkiliyên wê yên siyasî yên hundir û derve ronî bike. Ji ber ku ev komkujî ne dozeke edlî ye û komkujiyeke siyasî ye, divê daraza bi awayekî adil tevbigere. Ji bo me kiryar û teşwîqkerên herdu komkujiyan diyar in!
‘FERMANA HER DU KOMKUJIYAN JÎ ERDOGAN DA’
Fermana herdu komkujiyên ji aliyê dîktatorê faşîst Erdogan ve hatiye dayîn, ji aliyê MÎT û Hakan Fîdan ve hatiye pêkanîn û ajanê MÎT’ê yê bi navê Omer Guney û faşîstekî bi navê Wîlyam jî erka tetîkêşiyê dane wan. Dîrokê careke din nîşan da ku qanûnên ku hemû welatên Ewropayê îdia dikin ku li ser esasên mafên mirovan, edalet û wekheviyê hatine afirandin, dema mijar dibe gelê Kurd bêbandor dibe. Dema ku dor tê ser berjewendiyên wan ên siyasî, dewleta Fransa jî pişta xwe da qanûnên xwe yên ku dîroka wan zêdetirî dused salan. Tevî ku 10 sal di ser Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat, ronî nekir bû hevkarê vê Komkujiya 2’yemîn a Parîsê. Heta ku dewleta Fransa van komkujiyan ronî neke, wê weke hevparê komkujiyan bê dîtin û deqeke reş di dîroka Fransayê de were nivîsandin.
‘JINÊN KURD XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKETIN’
Lê belê di nava 11 salên derbasbûyî de gelê Kurd û dostên wan bi taybetî jinên Kurd qet ranewestiyan û xwedî li şehîdên Parîsê derketin. Bi hemû hêza xwe ji bo ronîkirina komkujiyê û darizandina kujeran xebat meşandin! Hwvrê Sara, Rojbîn, Ronahî û piştre jî Evîn, Mîr, Abdurrahman ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Azadiya Jinê li hemû cîhanê belav bikin kedeke mezin dan. Niha di 11’emîn salvegera komkujiyê de encamên vê hewldana dîrokî diyar dibin. Bi têkoşîna li dijî komkujiyê, hişmendî û rêxistinbûna azadiya Kurd û jinê zêdetir pêş ket û bi hêz bû. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, bûye dirûşma bingehîn a şoreşên sedsala 21’an. Jin û gel bi îdiaya ku bûne şopdarên Sara û Evînan ev hêza têkoşer afirandin.
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi tevlîbûn, cesaret, ked û kesayeta fedakar a hevala Sara bingeha xwe avêt û li ser vê bingehê saxlem bi hêztir bû. Hevala me Sara afirînera gelek yekemînan e û di her qadê de têkoşiya. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, ‘Têkoşîna Sara, têkoşîna tevgera azadiya jinê ye.’ Di rastiyê de meşa bibiryar a hevrê Sara ya ku ewil afirand, bû sedema serhildan, hişmendî, rêxistinbûn û artêşbûna bi hezaran jinên ku dixwestin azad bibin. Hevala me Evîn Goyî yek ji hevrêyên me bû ku pêşengiya hişmendî, rêxistinbûn û fermandariya jina azad kir. Di dîroka xwe ya têkoşînê ya 34 salan de nirxên mezin afirand û van nirxan bi hevrêyên xwe, gelê me û jinan re pir xurt parve kir. Ji ber vê yekê bi êrîşa duyemîn a Parîsê re hevrêya me Evîn hedef digire, tunekirina şoreşa jinê, rastiya Kurd û rastiya jinê ya azad, têkoşîna azadiya jinê ya gerdûnî ya li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî ye. Dîsa ev hemû êrîş jî tevgera me ya azadiyê, Rêbertiya me û armancên me yên azadiyê hedef digirin.
‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDA ÎMRALIYÊ YE’
Kuştina hevrêyên me yên ku li dijî plana qirkirina gelê Kurd li ser rêya jina azad û gelên azad pêşengên bi biryar û bi hêz bûn. Ev komkujî ji polîtîkayên qirkirina Kurd û sîstema Îmraliyê û komploya navneteweyî ku ne qut e û ne ser bixwe ye.
Çareserkirina pirsgirêka Kurd a li dijî polîtîkayên qirkirinê û darizandina kujerên komkujiya Parîsê, bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ya di pergala êşkenceya Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.
‘EM LI HER DERÊ PARASTINA XWE BI RÊXISTIN BIKIN’
Em weke rêhevalên têkoşînê soza xwe dubare dikin ku em ê her tim meşaleya jiyana azad a ku me ji Sara û Evînan girtiye hilgirin û em bang li hemû jinan dikin ku bîranînên van şehîdên hêja biparêzin. Pabendbûna rast tenê bi pêkanîna xewn û armancên wan gengaz e. Hemû Kurd, bi taybetî jî jin, li ku derê dibin bila bibin, çi li Kurdistanê û çi li Ewropayê, dikarin li her cihê lê ne parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin, ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li ser esasê azadiya jinê, bi xurtî bixebitin û ji bo pêşîgirtina van komkujî û komployan rêxistiniya xwe xurt bikin. Divê jin, ciwan û tevahî gelê me li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li dijî komploya 9’ê Çileyû û 23’ê Kanûnê têbikoşin û heta ronîkirina her du komkujiyan, darizandina kujer û teşwîqkeran rabin ser piyan û têkoşînê berfireh bikin.
Îro roja hesabpirsîna ji komkujeran e!
Îro roja têkoşîna mîna Sara û Evinan e!
Hevdîtina bi Rêbertiya Azad re li Welatê Azad ji her demê nêzîktir e!
Tolhildana me wê şoreşa jinê be!”