ZIMANÊ DAYÎKÊ NASNAMEYA GELAN E

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyek weşand.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ku roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî pejirand û îlan kir, rexmê 25 sal bi ser vê biryarê re derbas bûne jî, hîna gelek zimanên dîrokî-civakî destpêkê ji aliyê hinek welatên endamên NY ve tên qedexekirin. Di serî de dewleta Tirk, ev 100 sal in di nav sînorên Tirkiyê de siyaseta qirkirin û bişaftinê taybet li ser gelê Kurd, Sûryan, Ermen û hwd. dimeşîne. Li hemberî vê siyaseta bişaftina ziman û qirkirina gelan a dewleteke mîna Tirkiyê bi hişmendiya yekdestdariyê dimeşîne, bêhelwest mayîn bi navê UNESCO şermek e, bi navê NY binpêkirina biryarên xwe ye.

Perwerdeya zimanê dayîkê  hêviya esasî hevgirtin û piştgiriya civakî ya gelan e

Eşkere ye îro jî netewe-dewletên Tirkiyê, Sûriyê, Îranê hebûna gelê Kurd bi awayek fermî qebûl nakin. Gelê Kurd ku hejmara xwe ji 40 milyonan zêdetir e, bi salan e têkoşîna neteweyî li ser esasê maf û azadiya xwe dimeşîne. Belkî hêzên dewletan hebûna gelê me nas nekin, lê wekî Ereb, Tirk, Fars, Alman, Îngilîz, Fransî, Katalan, Holandî û hwd. pir pêkhateyên gelan ne tenê hebûna gelê Kurd nas dikin, piştgiriyek mezin ji bo doza azadiya gelê me raber dikin. Ev çi di kesayeta jin û ciwanên enternasyonal ên di qadên Herêmên Parastina Medya de mil bi milê gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dikin, çi jî di meşa Kolnê ya 17’ê Sibatê de beşdarbûna bi heybet a jin, ciwan û gelek kesayetên rewşenbîr-siyasetmedar û pêkhateyên gelan ên demokratîk raber kirin, esas di kesayeta Rêber APO de starta naskirina îradeya gelê Kurd eşkere kirin. Ji bo wê, pêwîste gelê me îro ji her demê bêhtir bi xebat û têkoşîna xwe ya li ser esasê avakirina Neteweya Demokratîk bawer be. Ango êdî gelê me têkildarî mijara perwerdeya zimanê dayîkê divê hêviyê ji tu hêzeke netewe-dewletan neke, hêviya esasî hevgirtin û piştgiriya civakî ya gelan e. Ev jî, niha gav bi gav pêk tê.

Wekî rehendeke esasî ya Neteweya Demokratîk perwerdeya çand û ziman di her şert û mercekê de bi derfetên civakî meşandin xebateke herî birûmet e. Di vê wateyê de çi li her çar beşên Kurdistanê, çi li wargeha Ş. Rûstem û çi jî li qadên derveyî welat xebatên ku mamoste û kedkarên ziman bi fedakarî û dilxwazî dimeşînin, hêjayî teqdîreke civakî ye. Ev nîşan dide ku, berî her tiştî pêwîste civaka Kurd wekî gel xwe nas bike û li hebûna xwe xweyî derkeve. Têkildarî dibistanên kurdî yên mamoste û kedkarên civaka me, di nav şert û mercên zehmet de bi derfetên xwe yên kêm vedikin, hinek derdor bi zanebûn an nezanebûn propagandayên dijber ên wekî “perwerdeya zimanê kurdî fermî ye, ne fermî ye” belav dikin. Di serî de jin û dayîk, pêwîste civaka me li hemberî van nêzîkatiyên bêhêvî yên xizmeta siyaseta bişaftinê ya dewletan dikin, helwesta pêwîst raber bikin. Ji bo wê berê zarokên xwe bêhtir bidin dibistanên xwe.

Bi zimanê dayîkê axaftin, hînbûn û pêşxistin xebateke herî xwezayî û watedar e. Ziman remzê hebûnê, esl û nasnameya mirov e. Kesê zimanê xwe winda bike, eslê xwe jî winda dike. Ji bo mirov xwedî esil be, şert e destpêkê bi zimanê xwe serbilind be. Li ser vê bingehê, bi munasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat jin, ciwan, zarok û her kesê bi hestiyariya welatparêzî ji bo parastin û xwedîderketina li zimanê xwe yê dayîkê çalakiyên cur bi cur lidar dixin em wana bi rêzdarî silav dikin, vê sekin û helwesta birûmet pîroz dikin. Her wisa em bang li her Kurdekî/e xwedî rûmet û keramet dikin ku li dor sazî, mamoste û kedkarên zimanê dayîkê bicivin, di her gava jiyanê de bi kurdî bihizirin, bi kurdî biaxivin û bi Kurdewarî hebûna xwe raber bikin.