Besê Erzîncan: Wezîfeya Me Ye Ku Modela Hevjiyana Azad Bixin Meriyetê
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya ‘Xwebûn’ a Jin TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal. Hevpeyvîna bi Besê Erzîncan re bi vî rengî ye:
Di serî de hevjiyana azad çawa kete rojeva Tevgera Azadiyê?
Di sala 2010’an de Rêbertî di parêznameya xwe de Modela Hevjiyana azad nivîsandibû. Ji wê demê heta niha di rojeva me de ye. Rêber APO ji damezrandina PKK heta îro pir girîngî dide azadiya jinê. Ji bo jin azad bibe xebatekî stratejîk meşand. Wekî berhema yekem Rêbertî di 86’an de li ser Malbat û Jin pirtûkek nivîsandibû. Piştî Kongreya 3. Bêhtir dahûrandinên xwe zêde kir. Bêhtir li ser şexsiyeta Kurd rawestiya. Ji ber ku di rastiya Kurdistanê de dagirkeriyeke bi hezaran salan heye. Li her çar perçe kesayetên Kurd hatine avakirin, taxrîbatên mezin hatine çêkirin. Di dahûrandinên Rêber APO de her çû kûrbûn çêbû. Ne ku tenê bi azadiya jinê re mijûl dibû. Di esas de dixwest di şexsê jinê de civakê azad bike. Xebatekî yek perçe bû. Lê ji ber ku di şexsê jin de ketîbûn çêbûbû, di şexsê jinê de civak hatibû kolekirin Rêbertî jî wiha bawer kir ku ger jin pêş bikeve, pêşengî bike dikare civak jî mêr jî azad bibe. Lewma xebatên girîng ji bo jinan meşand. Li gel vê yekê şehadetên hevalên jin çêbûn. Ne tenê di Tevgerê de, di nav civakê de jî şehdatên jin çêdibûn. Di artêşbûn, partîbûn , rêxistinbûna jinê de encam hatin girtin. Lewma her çû pêşketin jî çêbû. Modela hevjiyana azad 2010 ji her kesî re hat pêşkeşkirin lê dîroka wê pir kevin e.
Pênaseya wê jî girîng e. Ji destpêka mirovahî heta îro hem ol, hem felsefe, hem zanist her tim pirsa ‘çawa bijîn?’ pirsiyane. Lê di rêbaz û avakirina wê de her tim du alî yanî serdestî-bindestî hatiye bikaranîn. Pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê jiyanê de çawaye?
Rêber APO her dem dibêje divê wateya jiyanê hebe. Pir girîngî dida Xwebûn û wekhev jiyankirinê. Di navbera jin û mêr de jiyan hatiye kuştin. Dema modela Hevjiyana Azad jî pêşniyar kir ev yek pir girîng bû. Ji ber ku netewe dewlet xwe li ser esasê malbat xwe rêxistin dike. Li ser vî esasî hiyerarşî, desthilatdarî ava bûne û xwe didomînin. Ev model alternatîfa zewaca heyî ya ku her tim tê de tecawiz, zordarî, kuştin heye ye. Jiyaneke watedar, bi exlaq, bi armanc, bi estetîk modela Rêber Apo ye. Ji bo jiyaneke rast û xweş vê modelê jiyanîkirin karê me hemûya ye. Dewlet berevajî dike, dibêje her tim ji bo me. Ji bo dewlet xurt bibe modeleke zewacê ava kiriye. Lê em qebûl nakin û dibêjin hemû xebatên me ji bo gel, mirovahî, jin û mêr, modeleke hevjiyana azad e.
Bi hezaran sal e elimandineke ku mêr serdest e, feodal e heye. Her wiha jin jî hatiye kolekirin û vê rewşê ji xwe re qebûl dike. Heya ev feraset neyê guhertin dikarin bêjin dikarin di her qadê civakî de bi hev re bijîn?
Hişyarbûneke mezin lazim e. Rewşa malbat, jin û mêr baş bê fêmkirin. Em çawa dijîn? Wateya jiyana me çi ye? Dema dikevin nav civakê dibînin ku hevdu ne qebûlkirin heye. Lê em çima dibêjin hevjiyana azad, çima pêwîstî bi vê dibînin divê were nîqaşkirin. Di cîhanê de gelek nexweşî derketin mîna Covîd. Çima? Hingî nifûsa dinyayê zêde bûye êdî erdnîgariya cîhanê jî ranake. Di jiyanê de hevsengiyeke heye. Divê rêjeyê ajal, nebat û mirov û her tiştekî hebe. Lê ji ber polîtîkayên dewletan ev hevsengî xira bûye. Mînak desthilatdarên wekî Erdogan dibêjin nizanim bila jin çend zarokan bîne. Lê dema jin pir zarok tîne hemû jiyana wê li derdora zarokan derbas dibe. Ji bo wê tu tiştek namîne. Tenê ji bo zarok û mêr dijî.
Ya din li ser jinan tundî, kuştin pir zêde bûye. Ger ev di şexsê jinê de wiha ye tê wê wateyê ku tundî bi giştî di nav civakê de jî zêde bûye. Dibe ku li Rojhilata Navîn girtîbûn heye lê di welatên wekî Ewrûpa û Amerîka jî vebûneke pir ters heye. Li wir jî bedena jin tê dagirkirin. Di hêla cînsîtî de xirabûneke pir mezin heye. Jin li gorî mêr pir erzan dişûxile. Li vir jî desthilatdarî ji jinê feyde digire. Dema li cihekî wekhev karkirin nebe desthilatdarî li wir sûdê werdigire. Ev jî tesîrek çêdike. Jin çiqas ji xwe nebawer be, îradeya wê bê şikandin, ewqasî jî dagirkirin çêdibe. Jiyana heyî ji bo jinan pir xirab e. Hevjiyana azad têkoşîn, zîhniyet, şereke mezin divê helbet. Di jiyanê de guhertin pêwîst dike. Divê hem jin hem mêr di hêla ruhî de xwe ji pergalê qûtkirin çêbibe.
Di parêznameya Pêncemîn de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de behsa Hevjiyana Azad tê kirin. Yek bi yek ji bo jin û mêr erk û berpirsiyaritiyên jiyana azad û wekhev vedibêje. Ji bo jin û mêr çi erk û berpirsiyartî hene?
Divê jin rewşa jiyan dike pir baş tahlîl bike lê di vê mijarê de lewaztî heye. Ger mirov rewşa xwe kêmasiya xwe biznaibe nikare derbas jî bike. Rêbertî malbat û zewaca heyî weke qefes dibîne. Jin û mêr her du jî dikevin vê qefesê. Lê di vê qefesê de rewşa jin û mêr çawa ne divê baş werin nirxandin. Feraseta zayendperest mejiyê jin û mêr tijî dike. Dewlet û desthilatdar li ser mêr polîtîkayeke qirêj dimeşîne. Tu dinêrî ne pere, ne derfet ne tiştek heye lê jê re tê gotin bizewice. Dema mêr tê malê tiştekî ku nikaribe bike, ji destê wî naye vêcarê her tiştî li ser serê jinê derdixe. Rêber Apo heta wiha mînak dide dibêje her mêr wekî pilingekî ye. Yanî çawa ye? Piling ajalê herî êrîşkar e. Jin di malê de bi pilingekî re dijî. Ê ev piling birçî ye, hemû ajiyên wî hatine gûrkirin. Bi vî rengî êrîşî jinê dike, ruhê jinêî bedena jinê perçe dike û jê re aadeke jiyanê nahêle. Jin yan wê her tiştî qebûl bike yan jî wê bimire. Em di civakê de van her dukan jî dibînin. Lê dema jin qebûl dike şexsiyeta jinê jî xira dibe. Kesekî her tiştî qebûl dike, kole dibe. Jin bê rêxistin bê parastin dijî. Keseke wiha wê çawa li hemberî pergalê bisekine, neçar wê teslîmî mêr bibe. Di bin navê pere, evîn de jin tên xapandin. Dema wekî şênber bi mêr dijî dibîne ku berevajî ye. Dibîne ku mêr li jinê dide, dikuje û hwd. Divê jin pir hişyar be. Dema mêr pir dewlemend e nayê wateya ku wê jin rihet bijî.
Em vegerin mêr. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mêr çi erk û berpirsiyartî diyar dike?
Bav jî dayik jî sibehî heta evarî kar dikin lê dema bav tê malê ji dayik re bi rihetî dikare bêjî ma te li malê çi kiriye? Keda dayik naye hesibandin. Keda herî mezin jin dide. Ger hevjiyana azad çêbibe divê di mêr de jî guhertin çêbibe. Di çanda me de desthilatdariya mêr li pêş e. Divê xwe perwerde bike, têbikoşe. Divê mêr jî zanibe tu çiqas tahde bikî, wê bersiv jî tund derbikeve. Mêr çiqas piling be, jin jî wê bi qasî wî bibe piling. Divê mêr di nav malê de jî şerê nefs bide. Li ser xwe hakîmiyet çêbike. Rêber Apo behsa kuştina taybetmendiyên mêrîtî kir. Lewma divê mêr têkoşîneke xurt bimeşîne. Rêber Apo dibêje wekî mêrên desthilatdar tên dinyayê lê ger şexsiyeta xwe perwerde bikin, biguherin dikarin bibin mêrekî rast. Niha jin û mêr hatine înşakirin. Pêwîst e li hemberî vê înşakirina dewletê têbikoşin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne jî dike. Dibêje tiştên bi destê mirov hatine avakirin weke polîtîka, siyaset, aborî û hwd. divê bikeve bin xizmeta jiyana mirovan. Lê di pergala heyî de jiyan bi xwe dikeve bin xizmeta wan.
Divê alternatîf bên avakirin. Pirsgirêka ne tenê di navbera jin û mêrekî de ye. Jixwe niha pergal wiha dike. Dibêje tişta di navbera jin û mêr de pir taybet e, divê kes destê xwe nediye. Ev jî xwe xapandin e. Tiştên taybet dibêjin tiştên civakî ne. Ger em behsa hevjiyana azad bikin divê di her milê civakî de alternatîf û guhertin çêbikin.
Mînaka hevserokatî jî mînakeke baş e.
Modeleke pir girîng e. Di tevgera me de jî pir girîng e. Jin her tim ji qadên jiyanê hatine derxistin an jî lewaz in. Lê bi têkoşîna me re bi tayebtî li Rojava, di şoreşa jinê de jin pergala xwe ji nûve ava dikin, pergaleke wekhev ava dikin. Dema tu dikevî nav tiştekî tu neçar dimînî xwe pêş bixî, wî karî pêş bixî. Li Rojava jî ev çêbû. Jin derketin, ketin nav hemû qadên civakê, tecrûbe qezenc kirin, di siyaset, aborî de xwe pêş xistin. Bi perwerdeyan re feraseta wan pêş ketin. Lewma temsîliyeta wekhev pir pir girîng e. Jin dema li derve wiha dibe, di hûndirê malê de jî guhertin çêdibe. Di navbera jin û mêr de wekhevî çêdibe. Li dinyayê tiştekî wiha nîne. Tenê di Kurdistanê de ji jêr heta jor temsîliyeteke wiha heye. Dibêjin li Ewropa di kabîneyan de nîv jin nîv mêr in lê di nav civakê de ne bi vî rengî ye, tenê di parlamentoyan de şeklî ne. Mesela tevlî leşkertî nabin, ewqasî xurt mîna mêr tevlî qada aboriyê nabin. Lê di pergala Rêber Apo de, li Rojava ji tax heta cihên mezintir jin bi awayekî wekhev û hejmarekî mezin tevlî hemû karan dibin. Ev jî dihêle bi demê re di feraset de guhertin çêbibe. Êdî gotin, xebat û nêzîkatiyên jin bi qiymet tên dîtin, jin mûxatab tên girtin.