KJK: Helwesta CPT Na Yê Qebûlkirin

Saziyên hêzên modernîteya kapîtalîst hemû veguherîne amûreke şerê desthilatdariyê. Navê van saziyan Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî be, ev rewş naguhere. Ev saziyên ku divê deng û hêza bicihanîna normên mafên mirovan ên gerdûnî û serweriya hiqûqê bin, mixabin weke amûreke sîstema bêedalet, bêwijdan û bixwîn tevdigerin. Şandeya CPT ku beriya çend rojan hat Tirkiyeyê, li gel bang û berxwedana gelê Kurd û dostên wan jî sîstema tecrîdê ya girankirî û qirkirinê ya li Îmraliyê ji nedîtî ve hat û neçû serdana Îmraliyê ku ev yek manîdar e. CPT her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan jî ji nedîtî ve hat ku ji bo parçekirina çerxa vê qirkirinê ya li Îmraliyê û hemû zindanan tê meşandin. Vê helwestê nîşan da ku CPT bi hesabên desthiladariya qirêj ên dewletan ji cewher û armanca xwe dûr ketiye. Weke KJK’ê em vê helwesta CPT a ne exlaqî ku bi hesabên pragmatîk xizmetê ji siyaseta qirêj a dewletan re dike, qebûl nakin. Bi vê wesîleyê em bang li saziyên navneteweyî hemûyan dikin ên ku bi navê nirxên exlaqî yên mirovî tevdigerin, ku bi rola xwe ya esasî rabin.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ WEZÎFEYA XWE BI CIH BÎNIN

Weke jinên Kurd em vê yekê baş zanin; paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Bandora îdeolojîk û hêza fikrî ya mezin a Rêber Apo bû sedem ku tecrîda li ser R3eberê me bê girankirin. Sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ku mînaka wê li devereke din nîne, ji ber tirsa ji paradîgmaya Rêberê me ku ji mirovahiyê re bûye hêvî. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî û vir ve di serî de jin, gelê me û dostên me bi rengê herî xurt xwedî li Rêbertî derketin, ev berxwedan gihîşt asteke gerdûnî û komplo pûç kir. Vê berxwedanê ji her demê bêhtir hêzên şaristaniya desthilatdariyê ya dewletperestiyê xist nava zor û zehmetiyê. Di serî de berxwedana Rêberê me, berxwedana gelê me, jinan û dostên me ev sîstema barbar û bêwijdan lawaz kir. Li gel berxwedaneke bêhempa, Rêberê me bi paradîgmaya xwe ya alternatîfa modernîteya kapîtalîst, di bin êrîşên giran de ye. Em careke din dubare dikin ku têkbirina rejîma êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji bo me nebe nabe. Em careke din diyar dikin ku sîstema Îmraliyê nas nakin ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî paşeroja gelên me, ji bo berjewendiyên şerê desthilatdariyê hatiye amadekirin. Weke gel û tevgereke ku ji bo azadiyê têdikoşin û êrîşên sîstema faşîst kapîtalîst ji nêz ve dibînin, me rastiya vê sîstemê fêhm kiriye û li dijî wê jî têkoşîna herî radîkal dimeşînin. Weke tevgereke ku hêvî bi berxwedan û hêza xwe ya rêxistinî ava kiriye, mîna berê îro jî em bi hêza xwe têdikoşin. Tevî vê yekê jî em bang li saziyên navneteweyî dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin.

‘EM HEVRÊYÊN XWE YÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE SILAV DIKIN’

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên bi rêk û pêk ên li dijî gel û jinên Kurd bi binpêkirina hiqûq û mafên mirovan dewam dike. Li her qada jiyanê, li çiyayên me, li zindana, li her qadên civakî her cûre şerê psîkolojîk-taybet dimeşîne û êrîşên ji bo qirkirinê dike. Hevrêyên me yên gerîlayên azadiyê ji bo astengkirina van armancên hêzên qirker û mêtinger û ji bo misogerkirina azadiya gelê me berxwedana herî bi heybet a dîrokê dikin, bi rengekî fedaî li ber xwe didin û nahêlin faşîzma AKP-MHP’ê encamê bi dest bixe. Ev berxwedana ku rê dide pêşketinên siyasî, hesreta demokrasî û azadiyê ya jinan û gelê me zindî dike, hêviyan bilind dike, her cûre bingeha pêşketina têkoşînê diafirîne, wê hîn xurt bibe. Her wiha berxwedana li zindanan karakterê pêvajoyê jî diyar kiriye. Bi vê wesîleyê em hevrêyên ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Em bang li gelên xwe, dostên xwe û jinan dikin ku li dora vê berxwedanê têkoşînê mezin bikin.