Rêhevalên Hêja û Xwîşkên Meyên Hêja

Peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabul-Afganîstanê (RAWA) re;

Di despêkê de di şexsê wede  em 8’ê Adarê  Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû Jinên ku li dijî serdestiya mêr, mêtîngerî, olperestî û nijadperstiyê tê dikoşin pîroz dikîn. Hemû Jinên têkoşer ên k udi oxira vê de jiyana xwe ji dest dane birêzdarî bi bîrtînîn, em soza ku di têkoşîna xwede bîranînên wan bidin Jiyan kirin û xeyalên wan  pêkbînîn nû dikîn.

Rêhevalên Hêja

Her çiqas li welatên cuda li dijî hêzên mêtîngehên mêr ên cuda têkoşîn bikîn jî, di esas de em di wê ferqê de ne kul i hemberî versiyonên cuda ên heman pergalê têdikoşîn. Ji ber vê yekê em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînîn û di têkoşîna xwe de têkoşîna we didîn meşandin.

Îro em ji nêz ve dibînîn ku di şerê cîhanê ê sêyemîn de pergala kapîtalîst ji kriz û mêtîngeriyê xwe dabîn dike. Pergala mêr a kapîtalîst ji bo serweriya xwe bimeşîne hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê xistiye meriyetê de. Her roj şerekî nû derdixîne, însanan ji cih û warên wan dike, dest datîne li ser  xak û çavkaniyên ser erd û binerd. Ji mirovan re mirin, hejarî, koçberî û êşkence rewa tê dîtin. Jin û gel di bin vê pergalê de gihiştiye rewşa ku henase nagre.

Netew-dewletên ku bûne yek ji perçeyên pergala kapîtalîst her çiqas ji bo serweriya cîhanê li dijî hev di nava têkoşînê de bin jî, di esas de şerê xwe li hemberî jinan, gelan û xwezayê di meşine. Hema hema li seran serê cîhanê li dijî jinê şerekî ku nehatiye binav kirin tê meşandin. Ev êrîşên ku qirkirina jinê dike hedef,  êrîşên li dijî tavahî civak, nirxên wê yên giran buha û xwezayê ne. Rastiya ku îro cîhan veguheriye qada şer, têkiliya xwe raste rast bi dijminahiya ji jinê re heye. Pergala mêr-dewlet a hegemonîk dibîne ku sedsala 21.wê bibe sedsala jinê tevî nakokiyên xwe, bi hevre ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk, aborî û ya herî giring jî bi îdeolojîk dest bi êrîşên li dijî jinan kiriye. Jinên ku îtaat nakin, hişmendiya zayendî bi destxistine, rabûne serxwe û xwe rêxistin kirine ji wan re bûne tirsa herî mezin. Ji ber vê yekê di salên dawî de suîkastên li dijî Jinên pêşeng zêdetir dibin, bi hezaran kesan dixin zîndanê de. Her pêşketina ku şoreşa jinê temsil dike topyekûn dibin êrîşên pergalê dene. Îro  li qada şoreşê Rojava ku pergala jinê lê hatiye înşa kirin di ber çavê tevahî cîhanê dibin êrîşên dewleta faşît a Tirkiyê de ye.

Pergala dewlet-mêr a hegemonîk nizane ku ev hewildanên wan bê encamin ji berk u tu êrîş nikare rastiya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala Şoreşa Jinê rawestîne. Em vîna hem di têkoşîna xwe de hem jî di têkoşîna we de dibînîn. Tu zext û zilim me ji têkoşîna me dûr naxe, berevajî vê biryardariya me ya têkoşînê xurtir dike. Rastiya ku têkoşîna jinê ne tenê têkoşîna ji bo mafê jinan e, di serhildanên li Îranê de ku hemû gelên bindest bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li hev civiyan hate dîtin. Hemû gelen Îranê bi jin, mêr û zarokên xwe re li ber celadên xwe qîriyan ku ew gihiştine azadiya xwe. Ger em jin li dijî polîtîkayên pergala serdest a mêr a  perçe bike-bi rêve bibe ekitiya xwe , rêxistinbûna xwe ji asta herêmî destpê bikîn heya qad û gerdûnî ava bikîn û parastina xwe ya cewherî pêş bêxîn ti hêz nikare me têk bibe.  Vê 8’ê Adardarê bi kelecana ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve Dimeşîn’ pêşwazî dikîn weke xwîşkên we em dibêjîn ku tiştekî ku em winda bikin nîne lê qezençkirina jiyana meya azad û cihana meya mezin heye.

Bijî Jinên ku  ji bo bûheşta xwe avabikin têkoşîn dikin!

Bijî Şoreşa Jinê!

JİN JİYAN AZADÎ!

Bijî 8’ê Adarê