Em Bang Li Hemû Jinan Dikin;

Cejna Newrozê serketina ronahiyê ya dijî tarîtiyê ye, cejna mazlum a bi ser zilmê de ye. Cejna azadiya gelên bindest li we û hemû gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistan, derveyî welat pîroz be. Di kesayeta Zekiye Alkan, Mazlum Dogan, Rahşan, Bêrîvan û Ronahiyan de ku agirê Newrozê bi canê xwe watedar kirin, em hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin.

Em hemû şahidê hawar û bangên 8’ê Adarê yên li her çar parçeyên Kurdistanê bûn ku ji bo azadî, dawîanîna li kuştin, tundî û dagirkeriyê bi tevlîbûn û çalakiyên serketî coşa Newrozê misoger kirin. Li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyanetê, divê jinên li Başûrê Kurdistanê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi hestyariyek zêdetir, ji bo dawîanîna li dagirkeriyê û şikandina xeta xiyanetê erkê xwe bicih bînin. Têkoşîna hevpar ji bo yekîtiya neteweyî ya jinan bilind bikin.