Jina Bi Hêzbuye Rûmeta Meye

Ji bo derbaskirina bêwatebûna jiyanê, ez ê hewl bidim girîngiya armanckirina azadiyê û di azadiyê de xwe kilîtkirinê vebêjim. Ji bo ku jin jiyana bêwate ya ku di navde ne derbas bikin, divê jiyaneke bi îdea ya ku ji rewşa ku tê de derbas dibe û bi azadiyê ve girêbide, bike armanc. Ger cesaret, hêz û zanîna we hebe hûn ê utopyayên xwe yên nû yên azadiyê, jiyana xwe ya nû ava bikin. Hûnê zekaya xwe ya hisî û analatîk pêşbêxin. Zekaya xwe ya hisî û analatîk bi hevre bikarbînin, bi şêweyê ku hev xwedî bikin û dewlemend bikin. Jin dikarin bi rih û şemla xwedawentiyê xwe azad bikin. Divê jin ruh, laş û hişê xwe bi hesasiyeta xwedawenda biparêze. Çawa ku ol bawer dike û bi baweriyekê tiştekî dike, jin jî ji bo azadiya xwe dikarin wek xwedawendan tevbigerin. Erê erê weke olek ê. Çawa ku ol baweriyek e, jin jî weke bawerî dikare azadiya xwe misoger bike, mîna ol dikare jê bawer bike, dikare ji bo wê bixebite.

Eşkereye qerektera jina ku navê wê bi jiyanê re tê pênasekirin statûya tê de tê mehkûm kirin dij-jiyan ( jiyan di kurdî de tê wateya jiyanê) û dijî-jin (Jin di kurdî de tê wateya jin). Hêja jî xisûsekê ku aqlê min nagre. Zilam şerm nake bi jinê re dibin statûya heyî de çawa dikare jiyan bike? Ji xwe pênaseya namûsê serûbin dike û çawa dikare jin ji bo xwe weke mijara bingehîn ya namûsê bigre dest? Min ji bo xwe di wateya herê rast de bi vê yekê re şerkirinê weke namûs girtiye dest. Ez di wê baweriyê de me ku ev şer jina ku hesreta wê ye, ji niha de avakirina jiyanê di şexsê we de û vegotina wan ya sazîbûyînê de dide diyar kirin. Têkoşîna civakî ya herî watedar bi giştî li cîhanê û bi taybetî jî li civaka Rojhilata Navîn divê li ser vê bingehê be. Ez bi performansekê bilind têkoşîna xwe di vê warî de bi rûmetî rêve dibim. Lê ya girîng dibin barê ev têkoşînê de hem weke tekakesî hem jî weke sazîbûyîn bi serkeftî derketina we ye. ji bo têkoşîna vê yekê naxwazim gotinên xwe dubare bikim. Sînorê Hevaltî û dostaniya min ya bi jinê re nîne. Kurbûyîna teorîk û pratîkbûyîna di jin de wê bibe pîvanê rast yê zilamê ku tê qebûl kirin. li gor min ev perspektîf rêgezê bingehîn yê etîk û estetîkê ye. beriya hertiştê xweşikbûyîn kurbûyîna vê perspektîfê girtin û jiyan kirinê re gengaze. pîvanê jiyan kirina welat, netew û azadiyê eve.

Têşe dayîna jinê bêexlaqî dibînim. Jin hewceyê ‘Xweda’yê ye. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandine. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên JIN, JIYAN gelek bi wateye. Pêwîste jin bi qudret be, azad û xwedî biryar be. Jin hebûnek bi nirxe. Peyvên JIN-JIYAN ji bo vê yekê gelek bi nirxe. Her gotina min weke tabûyek negrin dest. Jinên ku biryarên wan yên cewherî hene avabikin. Pêwîste malê jinan yên jiyanê hebe. Divê cîhên ku hûn biryara jiyana xwe bidin hebin. Pêdivi heye ku hûn fonên darayî bigrin. Lêgerîna jina azad bikin bingehê xebatên xwe. dubare dikim jiyan bê jin nabe. Bi hêvîbin û ked bidin. Bi bawerî bikin. Xebatên li ser esasê jin tê meşandin giringin. Hûn di Rojhilata Navîn de pêşengtî ji jinê re dikin. encex hûn bi vê awayî bibin Rêber

Emê azadiya jin rêxistin bikin. Emê jin perwerde bikin. Gelek Wateya vê ya pratîkî heye. Emê di malên jinên azad de jinên bi heybet mezin bikin. Ez nabêjim malên penaberî, dibêjim malên azadiyê. Jinên di van malan de her tiştê, civak, perwerde, hûne, hilberînê fêr bibin û piştre bibin mirovên azad. Bi sedan keçên me yên ciwan bila werin perwerde kirin. şûna ku tu jin bêxî, perwerde bike da ku bi zilam re bibe wekhev û mirovê azad. Tu keçekê guneh digrî, didi zilamekê 70’ê salî, nexd dixwazî û piştre jî dikujî. Ji vê yekê re jî dibêjî tore. Tişta herê xirab eve. Ev yek çanda mêr ya li ser jina cahîle. min ji ev çanda mêr û pîrektî nefret kir. Ev kesî sextekar dike.

Kampanya, ev tiştên pratîkîne. Li kêleka torên ku li ser jinê hatine pêçan, pir sivik dimîne. Divê jin asta xwe ya îdeolojîk û teorîk xurt bikin da ku van torên li ser wan hatiye pêçan derbas bikin. Ji bo vê jî divê werin cem hev, kom û sendîkayan ava bikin. Dikarin bi qasî navên nebatan li Amedê û li deverên din komeleyan ava bikin.  Her wiha dikarin komeleyên girêdayî xweza û jîngehê ava bikin. Dikarin li ser van re rêxistina xwe pêş bixin û kûr bikin.  Divê her kes xwedî kom, rêxistinek be. Li gor min mirovên bê rêxistin ne tiştek e. Dirûşmeya min ya îsal biwêrin bi fikrin, yan jî biwêre bi awayekî demokratîk û azad bifikire!

Sokrates û şagirtê wî Platon wiha gotine: “Mirov bi du awayan hildiberîne”. “Di bêjin, hilberîna yekem, di hêla nîjad de ew e ku nifşê xwe bide domandin, ango hilberîna fizîkî ye. Ev hêsane.  Ya girîng hilberîna felsefî û rewşenbîrî ye.” Bi vî awayî pêşî felsefeyê ava dikin, paşê şaristaniya rewnaq a Atînayê çêdibe. Ez ji bo gel tiştekî nabêjim, helbet dê nesla xwe bidomînin. Lê yên xwedî îddîa nikarin wisa bikin. Min ji rêveberiya PKK’ê re got hûn ê felsefe û ramanan hilberînin. Ez vê ji bo rewşenbîr û kesên rêbertiyê dikin dibêjim. Ger hûn bi felsefî û rewşenbîrî hilberînin, hûn ê bibin kadroyek mezin. Pêwîste akademiya jin ya siyasetê bibe akademiyek bitûnî. Li wir jin wê ji werzîşê bigire heta cil û berg û aboriyê her tiştî fêr bibe û bike. Di vê parkekê yê vê kompleksê jî hebe.

Divê hûn di her qadê de li gorî cewherê xwe form û rêxistinbûna xwe pêş bixin. Ji girtîgehan heta metropolan, ji çiyayan heta qadên xebatê yên taybet û kolektîf, hûn ji her demê bêhtir jêhatî ne ku rêxistinbûyîna xwe ya xweser û çalakiya xwe ya bêhempa pêş bixin. Ger wiha nebe, ne pêkan e ku jina di Rojhilata Navîn de hatiye xistin derketinek çêbibe. Ji bo jiyaneke bi wate pêwîstiya bi şoreşeke mezin a azadiyê heye. Ji bo vê jî divê şoreşa Rojhilata Navîn weke şoreşa azadiya jinê bê pêşxistin. Bi rastî ez di wê baweriyê de me ku ji ber qadên hûn di nav de jiyan dikin, çanda xwedawenda welidandine ji ber vê bêhempane. Min gotibû kampanyaya dara Mazî. Min got her derê veguherînin dara mazî. Li çiya, kevir her aliyan şînatî bikin. Şoreşa sedsala 21. ekolojîk e. Ji ber vê yekê ez nêzî Bookchin bûm. Marks, Lenîn xwe dispêrin kapîtalîzma îndustriyal, em xwe dispêrin pergala civakî ya ekolojîk-demokratîk. Dê newekheviya zayendî ji holê rabe. Di van sê tiştan de civak wê nû bibe. Ez ji we re pêşniyar dikim: teoriyê bixwînin, pratîk bikin. Kes nikare ji were bêje dara mazî neçînin. Min her gav hewl da ku di analîzên têkildar de vê mijarê rave bikim. Wekî min got, qonaxa ku gihîştî tenê nîvê rê ye. Lê em ji bîr nekin ku ya girîng ne dawiya rê ye (dibe ku dawiya wê tune be)di vê riyê de, bi coş, bi hezkirina kolektîf û bedewî li ser rê meş û bazdan e.

Ji rastiyan netirsin, rastî mirov bi hêztir dike.  Dema ku hûn hêza jiyanê bi heqîqetê re nîşan bidin, hûn dikarin bigihîjin wateya hebûna xwe û xwe rast bikin.  Dê derewîn we azad neke, razîbûna bi sexte nayê we azad bike.  Lê heqîqet bi taybetmendiya xwe ya bêalî, rasterast û zelalker her dem azadker e.

Divê ku mirov baş fêm bike ku yên ku nikaribin xwe pêş bixin çawa xwe xira dikin.  Bi gotina “Ez rûberî mam, min nikarî kûr têkevim” tu xwe rûpoşî dikî, winda dikî û didî winda kirin.  Hûn vê rastiyê berovajî dikin ku şoreş ked e û azadî bi zehmetî tê bidestxistin û bi vê yekê hûn winda dikin.  Di asta milîtan de divê êdî ev yek pêk were: Divê hemû têkiliyên we zelal, hişmendî û azadîxwaz bin, heta divê şêweyê xwe bi rûmet kirinê de bin.   Divê ev, di hestan û di buyera heskirinê de jî şikil bigire.

Ji bîr nekin, hûn li ser xaçê ji min xetertir in.  Yên ku xwe azad dihesibînin ne tu tişt in.  Ger hûn fêm bikin ku hûn li ser xaçê ne, hûn ê qîmeta azadiyê bizanibin, her çend ew wek derziyê be jî.  Bila dewlet, bav, mêr tiştekî bidin min, ev îfadeya bêhêvîtiyê ye.  Ger ku ewqas azadiyê dixwazî, xwe pêş bixe.  Bi qasî ku dikarî kar bike.  Helbet li gor hêza xwe rake, vî û wî bike, hûnê cihê xwe baş bizanibin û bipîvin.  Qedera xwe, rewşa xwe nîqaş bikin.

Hat pirsîn ka kîjan rêbaz hewce ye.  Ger armanca jinê weke rojê zelal be, wê rêbaza xwe bibîne.  Ger azweriya wê ya azadiyê xurt be, her rê û rêbaz tê dîtin.  Divê mijara azadî nebe devki.  Ger di serê we de ramanên serdest ên mêr hebin, hûn dibin şeytan.  Em ê çawa bikin, rê ya me digrin, ez ji gotinên wiha aciz dibim.  Ez ji yên ku dibêjin rê ya min vekin nefret dikim.  Bi vê gotinê hûn ji mêr alîkariyê dixwazin.  Ji jina ku xwe dide paş hevjînê xwe çi ferqa te dimîne.  Ji kesên din alîkarî nexwazin.  Pêşî hûn çiyayê Kaf bi ser bixin, mejî û dilê xwe pêş bixin.  Rêhevalê we yê herî mezin heza azadiyê ye.  Mejî û dilê xwe fêr bike.  Zarok digirîn.  Weke zarokan negirîn.  Bi aqil bijî û xwe bi pêş bixe.

Şert, merc û şewazê jiyana ku hûn di navdene, darbeya herê mezine li hember koletiya jin ya bê sînor. Ev yek jî ji bo min cihê serbilindî û şanasiyê ye. Ya girîng ewe ku hûnê çawa cewherê şêwazê vê jiyanê tijî bikin. Weke kes û sazî. Li gor min sirra vê yekê ewe ku gava rewş û formasyona we ya bêmûdahalebûyîna zilam pêkanînê de ye. Hûn di bin wê şert û mercên xwe de bersiva herî serkeftî didin zilam. Gelek behsa hewcedarî û hezkirina jinê dikin. Lê hûn di ferqêde ne ku li hember eşqa jinên rast ne cesaret, ne hişmendî, ne zanist û ne jî xweşikbûyîna wan heye. Tişta ku dibêjin pêdivî û eşq ajoyên ilkel derbas nake. Lê bi vê yekê re jî eşq pêknayê. Encex tê kuştin.  Hemû pirtûkên xwedayan çîroka kuştina vê eşqê re tijî ne. Ji Adem heya niha. Lê dîsa jî pêwîste hûn sihra formûla azadî an jî jin-jiyan-azadî fêrbikin û nûnertiya wê bidin domandin. Ezê heya dawiyê rêz li hember şehîdên me yên bi rûmet û qasî wî rastiya we ya bûyîna jin-jiyan re bi rêzdar, qandî girêdanbûyînê bi hêza xwe ya kedê bidim domandin.

“Hûn dikarin Mem û Zîn, Derwêşê Evdî û gelek destanên din li ser vê bingehê lêkolin bikin û binirxînin. Xala hevpar a hemûyan ew e ku temsîla kesayetên têkçûne dikin. Ger hûn dixwazin bibin şervanek baş û sosyalîstek xurt, hûn dikarin ji vir dest pê bikin. Wan tevahiyan lêkolîn bikin û ji xwe bipirsin, “Gelo em dikarin bibin Mem û Zînên ku têknaçin?” pirsê bike. Bi awayekê rast lêhûrbûyîn bikin û bersivên zelal pêşbêxin. Di vir de mecbûrî nîne hûnê hilbijêrin.

Evîn divê li ser têgihiştinê be, têgihiştin çi ye? Ev dikeve nava felsefeyê. Felsefe çawa tê kirin, meriv çawa fêr dibe, pêdivî ye ku civaknasî pir were xwendin û dîroka her tiştî were zanîn. Pêwîst e civaknasî bi perspektîfa dîrokî, felsefe bi perspektîfa dîrokî were xwendin, pêwîst e her tiştî bi pencereya dîrokê were zanîn. Ji bo îro baş were fêm kirin, dîrokê rast fêmkirinê re derbas dibe. Heskirina herê bi wate ya ku li ser bingeha rêhevaltî û fêm kirinê pêşdikeve.  Ger jin vê yekê serbêxin, wê demê dikarin weke jin, weke xwedawend, weke hêmaneke evînê, yan jî weke mirov bên hezkirin.

Ez nikarim hest û ramana xwe nebêjim û derbazbikim: tu xerabî ji yekbûna bi jinek kole û zilamê serdest re kém û kerax nabe.  Dîsa tu yekîtî û hevgirtina ji jiyana bi jina azad û zilamê ku serdestiya xwe xistiye binirxtir, xweşiktir û rasttir nabe.

Divê mêr bi xwe spartina we mêraniyek hêsan nekin û divê hun xwe nexin rewşa mirovekî rehm û xêrxwaz ji wan re.  Di heman demê de ev pirsgirêkek ya rumetiye.  Mirov ne bi lavakirina kesên din, bi xweperestiya xwe bi rûmet e.

JIYANEK AZAD YA BÊ QEZENÇ KIRIN HEYE

Rêya şoreşê bi îsyana li dijî adetan e, şoreş li şûna wê danîna pîvanên xwe yên jiyanî xwe diyar dike.Tenê berxwedan têrê nake.  Divê em jî zanibin ku em çi têxin şûna wê.  Ango tu ferqa me ji macerahezan na mîne.  Dibe ku xeletî û kêmasiyên me jî hebin.  Ez hîn jî bi tundî bi rastiya jinê re mijûl dibim.  Rêya herî hêsan bi were mijul nebun bu.  Min ê çend jinan dîtiba, saz kiriba û ew ê biqediyaba.  Lê heke hûn bala xwe bidin, ez li dijî vê yekê liber xwe didim.  Ji bo ku ez rastiya azadiya jinê derxim holê û bigihijim vê asta azadiyê ya giştî, ez xwe ji her zilamî wêrektir, pêşketîtir, berxwedêr û giştî dikim.  Buyîna mêrek gelemperî ne karekî hêsan e ku hûn difikirin.  Ji jinan bêtir mêr dixwazin taybetî bimînin, jin dixwazin hinekî gelemperî bimînin.  Di berjewendiya jinê de ye ku gelemperî bimîne, lê mêr her dem dixwaze ku taybet yan jî bikişîne mulkek taybet.

Her wiha ji bo hemû hevalan bigihînin wê astê ku hemû keçan bi rengekî bedew pêşkêşî wan bikin, wan bikişîne jiyanê, ji wan were hezkirin û hezbikin, me gelek hewl daye.  Piraniya wan haya wan ji vê yekê tune ye, nikarin wate jî bidinê.

Ji bo ku jin azad bibe, divê di îdeolojiya azadiya jinê de xwe kûr bikin û weke hêzeke îdeolojîk hebûna xwe pêkbînin. Li hember zilaman gelek riyên ku biçin hene, bila baweriya zêde bi zilaman neynin. Wê jin serxwebûna xwe bi parêze. Divê ji azadiya jinê ne tirsin. Min bi jinan re hevaltiyek gelek bi heybet pêkanî, hevaltiya min a pir xurt bi jinan re heye. Bêrîkirinên we sedema jiyan kirina mine, ez bi were me. Ticarî nekevin di nava têkiliyên erzan, bêqiymet û wateyê nade êşan. Divê hemî têkiliyên we xwedî nirxek evînê ya mezin û watedar bin.   Ne dogmatîk bin, lê qet bê rêgez jî nebin.

Hûn têkoşîna azadiyê bi hêsanî digirin dest.  Lê çekên ku dane we hêja ne, ew ji bo ku hûn nasnameya xwe bibînin.  Baş birêxistin bin da ku ew we bin nexin.  Bila pîvanên bedewiya we hebin.  Di mêran de lii pîvanên lehengî û wekheviyê bigerin.  Hûn ê ji zilamê ku hewl dide we tenê li ser bingeha hêza xweya rêveberiyê bikar bîne hez nekin û qebûl nekin.  Bi nêzîkatiyên ku di bin navê rêveberiyê de pêş xistin, keç ji civakê di asteke nizimtir de hiştin.  Ev pirsgirêkên cidî ne û divê hûn bi têkoşîna xwe çareseriyê bibînin.

Di nav we hemûyan de gaveke girîng çênebûye, ez vê rewşê di hişmendiya we ya azadiyê de yan paşverû ye û berovajîkirî ye yan jî pir pêşketî ye de dibînim. Hûn çi dibêjin bêjin, daxwazên we yên azadiyê ji rézé ne, rûpoşî ne, bê pîvanên zanistî û dîrokî ne.  We bi tixûbên pejirandî yên jiyanê re girêdanek xurt çênekir, her weha nekarî bi şer re zêde têkiliyek çêbike.  Ji ber vê jî hûn asê mane, hûn nikarin qîmetê bidin jiyanê û têkoşîna we jî bi encam nabe.  Berdewam baldarî û hêza têgihiştinê rêxistina domdar ferz dike.  Rêxistinkirin jî berdewam çalakî pêş dixe.  Hûn ê şev û roj bifikirin.  Hûn ê bahoz rakin.  Yekitiyên ku hûn ê ava bikin dê bibin yekitiyên bahoz û welat ên agir.

Jiyana azad ne tenê ferdek yan zayendek, bi xwe xwere mijul buyîne. Azadiya jiyanê, beriya her tiştî, hem ji bo mêr û hem jî ji bo jinan pirsgirêkek teorîk e.  Mînak ger hûn li çiya bin, ev welatparêziyeke kûr e, xwedîderketina li çekê ye, ev çeka rêxistinî ye, çekeke bîrdozî ye.  Sîstem dixwaze vê jiyana azad daqurtîne û tune bike.  Di vî warî de ya ku divê bê kirin ew e ku pir kûr û balkêş nêzikî têkoşîna jiyanê bibe;  Amadekariyek mezin e, perwerdekirin e, her kesî dike yekîneyeke şer.

Kesê ku armanca xwe mezin bike, bêguman wê rê û rêbazên bi destxistina wê jî bibîne.  Ger hûn di vê yekê de bê hêz bin, bizanibin ku baldariya we li ser armanç têrê nake, hûn bi devkî girêdayî armancê ne.  Her tişt pir zelal e.  Ger ku hûn dixwazin yekî bînin ser peywirek ciddî, hûn ê li mezinahiya armanca wî, li girêdanbuna wî ya bi armanc û ji bo wê rêbazên ku pêşdixe binêrin.  Ango divê armanc, rêbaz û hewldanek ya kes hebe.  Heta ku ev yek nebin yek, mirov nikare bibe milîtanekî bi bandor.  Amûr şêwaz e, tempo ye, xitabe.  Heya ku hûn wan negihînin cihê ku ew dest pê dikin, hûnê di cihekî de li dijî armanca xwe derkevin.  Ji bo vê jî hewldan, yanî mijulbun û enerjîbûn lazim e. Ez van hemûyan ji bo ku we hinekî din ronî bikim dibêjim.  Di bingeh de, hûn ê bê guman lêgerînê pêş bixin û xwe bişopînin.

Çawa ku gihîştina van rojan ne hêsan e, nêzîkatiyek teng û bê aso jî destûr nayê dayîn.  Dibe ku di dîrokê de em şervanên azadiyê yên bi neynûk çirandin û derziyê kolan bin.  Di vî warî de çiqas hest û kêmasiya we ya ramanî heye, ku derbasbuye, wenda bûye û çênebûye, zû derbaz bikin.  Heqîqeta Rêbertiyê îspat kiriye ku dema di vê mijarê de rêya rast bê girtin û li ser armancê were girtin, mirov bi tenê jî bi ser bikeve.

Di dema ku em bi kedeke mezin hewl didin asta serkeftina di şer û azadiyê de di jiyanê de bi pêş bixin, em girîngiyê didin rola tevgera xwe ya jinê di vê de derxin holê û her tim hêza xwe ya analîtîk pêş bixin û asîmîle bikin. hêza pêxistina jiyana azad û hem jî têkoşînê.  Em di wê baweriyê de ne ku pêşketineke serkeftî dê bi vê ve girêdayî be.  Ger ku meyla azadiyê ji xwe re esas neyê girtin, wê ji astengkirina pêvajoyê rizgar nebe û di hemû pêkanînan de tengkirin çêbibe, ev yek jî hûn hinek dijîn.  Ger azweriya ferd a ji bo azadiyê, fikra azadiyê û vîna takekesî ya ku di esasê xwe de diyarker e çêbibe, di pratîkê de kêmasiyên cidî, gelek caran xeletî û tengkirin çênabin.

Zilamê ku tedbîrên serkeftinê yên şer, tedbîrên rêxistinê temsîl nake, jinê weke evîndarek kêmtir bi kar tîne û dûr dixe.  Êşa ku hûn tê re derbas dibin qezenca we ye.  Mêrê ku xwe neguherî ye ew qas xeternak e.  Nebêjin “Ev partîliye, şer dike, mêrxas e, dê li min xwedî derkeve”.  Zilamê ku xwe neguheriye û bi rêzan ve ne girêdayiye, pir xeternak û gemar e.  Di heman demê de xwe pir bi zirav kamûfle dike, bi fêlbazî xwe ferz dike û hîlekar e.

Ez bang li jinan dikim.  Û ez dibêjim ez bawer dikim ku hûn ê li Rojhilata Navîn li ser bingehê zîrekî, parastin û bedewiyê weke tavekê azadiya jinê biafirînin.  Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya rast in.  Ez dizanim azadî bi hêsanî nayê avakirin.  Dibe ku di vê mijarê de bedel hebe, dibe ku hûn zehmetiyê bibînin, lê ez jî li vir zehmetiyan dikişînim, lê dîsa jî ez hewl didim ku bibim bersiv.  Em ê azadiyê ava bikin.  Vîna gelê Kurd a azadiyê hêviyê dide min.  Azadî ji nan û avê bi qîmettir e.  Şoreşa ku nikaribe jinê azad bike ne şoreş e.  Rêxistineke ku nikaribe jinan birêxistin bike ne rêxistin e.  Yên ku jiyanê  nikarin xilas bikin nikarin welat û gelê xwe xilas bikin.  Ji bo min azadiya jinê ji azadiya welat bi qîmettir e.  Her kes dixwaze bi rengekî cuda bi jinekê re be.  Hebûna min a bi jinê re her tim bilind bûye.  Min qet nehişt ku ew kêm bibe.  Ya girîng jî ev e.  Ez ê bi qasî rêzdarî, girêdanbunê bi ked û fedakariya xwe ji bo şehîdên me yên hêja û rastiya we ya jin-jiyan bûyînê têkariyê bikim.

Divê hûn analîzên berfireh ên hatine çêkirin bipejirînin.  Ji ber ku di xebatên jinan de şêwaz, tempo û xîtab hîn bêhtir nayê redkirin.  Jina ku pir bêkar be, pir ne xwedî şêwaz û xîtab be, ne bi israr û berxwedêr be, nêzî jina kole ye.   Mafê weyê vê jî tune ye.  Jina ku zimanê wê herî zêde tê birîn xwedî axaftineke xurt e, nîşana azadiyê ye.  Xwedî şêwaz û tempoyek saxlem dîsa nîşana azadiyê ye.  Ji vê aliyê ve divê weke erkekê bên fêhmkirin û hemû rêhevalên ku kêmasiyên wan hene divê têkoşîna ji bo telafîkirina wê weke destpêka pratîkeke saxlem binirxînin û li gorî wê divê berê xwe bidin.

Ji aliyekê ve em dibêjin azadî pir bi qîmet e, em arasteyî wê derê dikin, ji aliyê din ve rewşa we ya standard hebû ku we nikarîbû li ber pîvanên me rabe.  Ew jêhatîbûnek dihesibîne ku hûn bi awayê herî kin ve di navbera du tundiyan de girêdin.  Me berovajî vê yekê kir, me got ‘bifirin asîman’.  Ev jî tiştekî ecêb e.  Firîn melaîketbune.  Tiştek baş e, lê baskên we nîne.  Xeyalkirina wê mezin e, lê têrê nake.  Ya din jî pir kêm e, qet bala min nekişand û ez her gav poşman bûm.  Em bi vî rengî ne, niha me nas bikin û li gorî wê biryar bidin ka hûn dikarin çiqas bi me re bimeşin.

Ez bi jina ku xwe bi hêz dike serbilind im.  Lê derketiye holê ku mêrê di nava refên me de ji jina ku bi hêztir dibe ditirse û ev jî li pêşiya wê dibe asteng.  Em vê yekê rast nabînin.  Jina ku bi hêz dibe rûmeta me ye.  Jiyana bi jineke xwedî hêz re bi nirx e.  Jina bi hêz dibe jiyan e.  Jina qels, jina girêdayî di aliyê moralê nirxên me de tirsnake, wan qels dike.  Mêrê ku vê ferz dike, hem ji aliyê çînî û hem jî ji aliyê moralê nirxî ve jiyaneke tirsnak ferz dike.  Mêrê ku li jineke koledar digere, tenê li jineke girêdayî xwe digere, hem di meclîsa me de çavkaniya newekheviya zayendan e û hem jî di asta azadiya neteweyî û civakî de xirabûneke cidî temsîl dike.  Ji ber vê yekê, ger hûn hevdeng bin, bizanibin ku jineke bi hêz di her warî de temînata wekhevî û azadiyê ye, divê mirov hêjayî jiyanê bibîne, heta bi têkoşînê ve girêbide û bi awayekî dewlemend nîşan bide.

Ez xwe wek xebatkarê evînê pênase dikim.  Ez ji bo we dijîm.  Hesreta we sedema jiyana mine, ez bi we re me. CÎHANEK AZAD YA BÊ QEZENÇ KIRIN HEYE, JIYANEK AZAD YA BÊ QEZENÇ KIRIN HEYE.

Ez şervaneke azadiyê ya jin im, di vê mijarê de pir radîkal im.  Ez di wê baweriyê de me ku ew ê li ser esasê zîrekî, parastin û bedewiyê mîna tava biharê, azadiya jinê li Rojhilata Navîn biafirînin.  Bi baweriya ku hûn ê rojekê teqez xwe bigihînin jina bi hêz a ku zilamê paşverû û zalim têxe rêzê, ez dixwazim ku hûn li gorî ruhê pêvajoyê têkoşîna xwe bilind bikin.  Bi vê wesîleyê ez we rêheval û hevalan di her warî û kêliyan de bi aqilmendî, xweşik û bi hezkirin silav dikim, hembêz dikim û serketinê ji we re dixwazim, sal û salên temenê we pîroz dikim.  Ez hêvî dikim ku serdema nû rûmeta hevdîtina we bide.

Divê di îdeolojiyê de zanistiyê pêş bixin.  Nirxên me nayên spartina kesên ku nirxê wan ê exlaqî û dilsoziya wan ne bilind e.  Vana zerereke mezin didin.  Ji kesên ku îddîa û baweriyên wan ne mezin in divê tiştek neyê dayîn.

Abdullah Ocalan

(1) Mem û Zîn destana evînî ye ku di sala 1450’an de li bajarê kurdan Cizîrê qewimî û di sedsala 17’an de ji aliyê Ahmedî Xanî ve hatiye nivîsandin.  Çîroka trajîk a du ciwanan e ku evîndarê hevin û ji ber sedemên civakî û çînî ne gihane hevduye.  Derwêşê Evdî destana evînê ya trajîk e di navbera xortekî êzîdî û keçeke eşîretî ya kurdên misilman de ye.  Çîroka ciwaneke êzidî ya mêrxas e ku bersiva banga keçeke ciwan a ku soza zewacê bi mêrekî mêrxas ê ku bi têkoşîna li dijî dagirkeriyê parastiye eşîra xwe, da.